Kütüphane Kütüphane
Arama

Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır


Arama Seçenekleri





Gelişmiş Arama      Klavye


Arama
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Öğe kaydı
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Araçlar
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Diller
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Benim Hesabım
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
Arama Öğe kaydı Araçlar Diller Benim Hesabım
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Hakkında
 Olayla ilişkili konu
 Kullanım Koşulları
 Kurdipedi arşivcileri
 Yorumlar
 Kullanıcı koleksiyon
 Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
 Yardım
Yeni başlık
Kütüphane
NEVRUZ BAYRAMI
25-03-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Tarihî Kültürel Yönleriyle Bitlis (I. Cilt)
25-03-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
Tarihî Kültürel Yönleriyle Bitlis (II. Cilt)
25-03-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
TUNCELİ KANUNU (1935) VE DERSİM JENOSİDİ
02-03-2024
Sara Kamele
Kütüphane
ULUSLARARASI KÜRT KADIN KONGRESİ
01-03-2024
Sara Kamele
Biyografi
Mîran Janbar
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
Adnan Çelik
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
Erbil Tuşalp
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
İbrahim Bingöl
25-02-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
KÜRT CUMHURİYETİ (1946)
25-02-2024
Rapar Osman Ozery
Istatistik
Makale  514,877
Resim 104,261
Kitap PDF 18,882
İlgili Dosyalar 94,718
Video 1,232
Kısa tanım
Newroz mesajı: Buradayız, a...
Kütüphane
Her Şey Silah Zoruyla
Biyografi
Erbil Tuşalp
Kütüphane
ULUSLARARASI KÜRT KADIN KON...
Kütüphane
NEVRUZ BAYRAMI
​​​​​​​Mûrat Karayilan: Dîroka 44 salan a PKK′ê destanek e
Tarihi fotoğraflar milli servetimizdir! Lütfen logolarınızla, yazılarınızla ve renklerinizle onların değerini düşürmeyin!
Grup: Kısa tanım | Başlık dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe2
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan
Endamê Komîteya Rêveber a #PKK#’ê Mûrat Karayilan diyar kir dîroka 44 salan a PKK’ê wekî destanekê ye û got “Gerîla 7 meh in di heman çeperê de şer dikin. Kurdan di dîroka xwe de tu carî 7 mehan di heman çeperê de şer nekirine.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a Stêrk Tv'yê, li ser dîmenên artêşa Tirk ên ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitand ku herî dawî dîmenên wê ji aliyê ANF'ê ve hatibûn, agahiyên balkêş da. Mûrat Karayilan diyar kir ku biryara şewitandina cenazeyan ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ve hatiye dayîn û got “Bikaranîna çekên kîmyayî jî biryara Erdogan e.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser helwesta Rêberê #Gelê Kurd# #Abdullah Ocalan# a dîrokê de, pêvajoya avakirina tevgera PKK'ê, rewşa dawî ya şerê li Avaşîn, Zap û Metîna, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan û derbarê hilbijartina li Tirkiyeyê ya ku nêz dibe, nirxandinên girîng kir.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kîjan şert û mercan de û li ser kîjan prensîban hate avakirin?
Ez 44 saliya partiya me PKK, li hemû #gelê Kurdistanê# bi taybetî li avakar û kedkarê mezin ê partiya me Rêber Apo, li dostên gelê Kurdistanê, li hemû xebatkar, sempatîzan û alîgirên partiya me pîroz dikim. Di sala 45'an de ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Ez di şexsê şehîdê me yê mezin rêheval Hakî Karer de hemû şehîdên me yên şoreşê bi bîr tînim, li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û soza ku me daya wan careke din dubare dikim. Em ê li ser soza xwe bin, xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û bîranînên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Mijdar ne tenê mehek e ku me partiya xwe ava kiriye. Her wiha meheke mezin a berxwedanê ye; Di vê mehê de gelek şehadetên mezin çêbûne. Ez di şexsê Delal Amed, Şîlan Kobanê, Reşît Serdar û Yilmaz Dêrsim de hemû şehîdên meha Mijdarê bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan kemberbest dibim. Di vê dema dawî de dîsa şehîdên me hene; ez hevrê Nûrî Yekta yê ku di berxwedana Metîna de Fermandarê Eniya Colemêrgê bû, bi rêzdarî bi bîr tînim. Di vê berxwedanê de hê jî xwedî rol û ked bû. Jixwe li eniyên pêş şer kir û di vê rêyê de şehîd bû.
Dîsa endama Fermandariya Sewk û Îdare ya Bakur, Peyman Bagok û hevrê Agirî Gabar û Çavrê Cîlo yên bi wê re şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Heval Peyman di pratîkê de peywir stendibû lê di heman demê de endama Meclîsa PAJK'ê û Konseya Fermandariyê ya YJA STAR'ê bû. 28 salan bênavber li çiyayên Kurdistanê şer kir. Ji Zagrosê heta Behdînan û Dêrsimê li seranserê Kurdistanê geriya. Ez fermandarên me yên bi qedr rêheval Peyman, Agirî û Çavrê bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan kemberbest dibim. Ez careke din soza ku me daye hemû şehîdên xwe, dubare dikim.
Weke ku tê zanîn em niha di nav şer de ne û her roj şehîdan didin. Ez di şexsê hevrê Nûjiyan û Şoreş de hemû şehîdên me yên Zap, Avaşîn û Metîna bi bîr tînim; ez bi rêzdarî li ber bîranîna wan kembestbest didim. Ez careke din soza ku me daye, wan dubare dikim. Berxwedana wan kete dîrokê û ev berxwedan wê bi serkeftinê tacîdar bibe û bîranînên şehîdên me wê were jiyîn.
$RÊBER APO XWEDÎ WÊ HIŞMENDIYÊ BÛ$
Dîroka PKK'ê ya 44 salan weke destanekê ye. Di van 44 salan de gelek leheng û qehremanên serdemê li zindanan, li serê çiya û kolanan rabûne. Gelek destan hatine nivîsandin. Dîroka me tevî berxwedanên xwe yên mezin dîrokeke pir dewlemend e. Vê berxwedanê gelê me ji tunebûnê rizgar kir û derxist holê. Siyaseta înkar, asîmîlasyon û qirkirina Kurdistanê, li Kurdistanê bêdengiyeke wekî mirinê çêkiribû. Gelê me mehkûmî tariyê hatibû kirin. Di pêvajoyeke wiha de helwesta Rêber Apo pêk hat. 50 sal berê ev tişt pêk hatin.
Rêber Apo wê demê xortekî 25 salî bû. Wekî pêşengên berê yên Kurdan ew ne kurê şêx, axa û began bû. Ew kurê malbateke feqîr a ji Kurdistanê bû. Bi keda xwe ketibû zanîngehê û dixwend. Lê wî rastî fêm kiribû û lê digeriya. Bi vî awayî heqîqet nas kir û di rastiya Kurdistanê de kûr bû. Bi vî awayî dest pê kir. Ne pereyên wî hebû, ne jî li derdora wî mirov hebûn. Ne jî derfetên wî hebû, di nav bêderfetiyan de wî dest bi rêwîtiya xwe kir. Çiyê wî hebû? Tenê hişmendiyek wî hebû, dilsoziya wî ya ji rastiyê re hebû, ew ji xwe û gelê xwe bawer bû. Di destê wî de bi tenê ev tişt hebûn. Rêber Apo 50 sal berê bi van tiştan dest bi rêwîtiya xwe kir.
Hê di dema koma pêşîn de gelek zehmetî kişandin. Mînak, hevalê Hakî Karer alîkarê Rêbertiyê bû, lê ji bo mesrefên malên li Dîlokê, lêçûnên hevalan ên perwerdekirinê û ji bo kirîna pirtûkan, hemalî dikir. Ew û çend heval li sûk û bazaran hemalî dikirin. Li Edeneyê jî heman rewş hebû. Bi gotineke din, di nava feqîriyê de rewşeke ku li ser bingeha keda xwe dest bi rêwîtiyê kir. Her çiqas di wê demê de tu belgeyeke nivîskî û materyaleke din tunebû jî, haya dijmin ji xebata vê komê hebû. Dijmin bihîstibû ku komek heye ku xwedî li doza Kurdistanê derdikeve û li ser vî esasî xebatan dike. Ji bo vê jî Daîreya Şerê Taybet ket dewrê; komek kontra hat bicihkirin. Dixwestin Rêber Apo bikin hedef, lê dema ku nekarîn xwe bigihînin wî, heval Hakî Karer ku alîkarê Rêbertî bû, di sala 1977'an de li Dîlokê di komployekê de şehîd xistin. Ji vir hat fêmkirin ku haya dewletê ji vê komê heye.
Rêber Apo ji bo bîranîna rêheval Hakî Karer, bernameya ku heta wê demê çarçoveya wê hatibû zelalkirin, êdî nivîsand. Bi vî awayî xebatên bîrdozî temam bûn û bi destpêkirina xebatên siyasî re serdemeke nû dest pê kir. Rêber Apo wê demê got “Niha xwîn hatiye rijandin, êdî veger tune.”
Di salvegera şehadeta hevalê we Hakî Karer de, vê carê li Hîlwanê bi hevkariya axayên Kurd ên nêzî dijmin, faşîst û polîsan Halîl Çavgun şehîd xistin. Kom êdî li ser xaçerêyek bû. Yan wê li ser navê gel biryarek bida û li ber xwe bidiya, yan jî mîna komên din wê hinekî xwe nerm û sist bikira, yan jî wê xwe vekişanda. Ew vebijark hebûn. Lê belê ev kom bi biryar bû, li dora Rêber Apo kom bûn û bi vî rengî di 27'ê Mijdara 1978'an de di nava wan şert û mercan de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê biryar hate stendin. Di vê biryarnameyê de hat gotin ku 'Divê em berxwedana neteweyî bikin; ev yek partîbûnê dixwaze; ji bo berxwedan pêş bikeve divê partî ava bibe û berxwedanê bi rê ve bibe; berxwedan bi her awayî bê xurtkirin; ev ji bo hebûna gelê me pêwîst e; kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in divê çavên xwe ji vê yekê re negirin.’ Ji ber ku wê demê dijmin êrîş dikir û diyar bû ku ev tişt wê ne hêsan be. Ji bo rêxistinkirin û bilindkirina vê berxwedanê PKK hate avakirin.
$PKK BI QASÎ KU TEVGEREKE NETEWEYÎ YE, TEVGEREKE MIROVÎ YE JÎ$
PKK weke tevgereke Kurdistanî ava bû, lê îro sînorên Kurdistanê derbas kiriye û bûye tevgereke herêmî ya ku bi milyonan alîgirên wê hene. Hûn dixwazin li ser vê rewşê çi bibêjin?
PKK heta wê demê ne wek tevgerên li Kurdistanê bû. Rêber Apo di zanista hemdem de kûr bû û ev tişt Kurdistanê bi cih kir. Şiroveyeke Kurdistanî kir. Bi vî awayî zanist û felsefeyek pêş xist û kûr kir. Ji ber vê yekê wî xetek çêkir û bernameya xwe eşkere kir. Ji bo Kurd winda nebin, Kurd hebin û bi azadî bijîn, ew bername veguherand partiyê. Erê; PKK partiyeke netewî ye û ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd dest bi rêwîtiyê kiriye, lê bi qasî ku neteweyî ye, ewqasî jî tevgereke mirovî ye. Ew ji dêvila neteweperweriyeke teng, fikra giştî ji xwe re dike esas. Çiqas welatparêz be, ewqas jî enternasyonal e. Jixwe hê di destpêkê de, hevalên enternasyonal tê de hene. Yanî Kurdistan di bin feraseteke îmhayê de ye, lê hebûna Kurdistanê wê bi xwe re li Rojhilata Navîn şoreşekê bike. Ev raman di destpêkê de bingehîn e. Bi kurtî; Bi vî awayî PKK erê partiyeke Kurdistanî ye, lê belê partiya Ereb, Tirk, Fars, Ermen, Asûrî-Suryanî û ya hemû gelan e. Ji ber ku PKK dixwaze bi azadiya gelê Kurdistanê re gelên herêmê bigihîne asteke nû; di nava gelan de wekhevî, azadî û biratiyê diafirîne. Di destpêkê de ev bingeh heye. Ji bo vê jî li ser esasê welatparêzî û enternasyonalîzmê xwe pêş xistiye.
PKK di heman demê de partiyeke jinan e jî. Çima? Ji ber ku PKK’ê derbarê jin û jiyana civakî de mijarên nû aniye rojevê. Şîroveyeke nû çêkiriye. PKK li ser esasê ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ hatiye avakirin. Ji ber vê jî li Kurdistanê ronahî ye; tiştekî nû ye. Ji bo li hemberî feodalîzm û civaka paşverû bibe çira, ji bo ku bibe derman, ji nûbûnekê biafirîne û li Kurdistanê ronesansekê pêş bixe hat avakirin. Jixwe di 44 salên borî de ev yek kiriye.
$PKK TEVGEREKE FIKR Û HEBÛNÊ YE$
Şerê çekdarî yê PKK’ê li Kurdistan û herêmê çi geşedan û pêşketin çêkir?
Weke ku min berê jî anîbû ziman, beriya avakirina PKK'ê li Kurdistanê êrîşî gel dihat kirin. Jixwe di nava wan êrîşan de PKK ava bû. Pêdivî bi parastina rewa hebû. Ji bo vê jî rêbaza bingehîn a di feraseta PKK’ê û Rêber Apo de parastina rewa heye. Hêzek, neteweyek û hemû zindî karibin xwe biparêzin. Ti zîndewer û civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê nikaribe bijî jî. Yanî divê êrîşî kesî neke û karibe xwe biparêze. Bi vî rengî 'Şerê Gel ê Dirêj kete rojevê. PKK’ê ev stratejî di têkoşînê de ji xwe re kir esas. Lê 'Şerê Şoreşgerî yê Gel' di esasê xwe de xweparastin e. Yanî tu êrîşî kesî nakî, dema êrîşî te tê kirin tu xwe diparêzî, li hemberî kesên êrîşî nirxên te dikî, tu nirxên xwe yên neteweyî diparêzî.
PKK di vê çarçoveyê de xwe dispêre feraseta têkoşîn û parastinê. Heke tenê were gotin ku 'PKK'ê xwest bi şerê çekdarî bigihêje encamê' ev yek ne rast e. PKK tevgereke bîrdozî, siyasî û çandî ye; tevgereke hebûnê ye, xwedî raman e. Lê belê, di hundurê vê ramanê de nêrîna divê her zindî bikaribe xwe biparêze heye. Mesela gelê me divê ji kesî nexwaze ku were wan biparêze. Şerê gel ev e ku gel xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne. Tu kes nikare hebûna te pêk bîne. Tu yê xwe biafirînî û tu yê xwe biparêzî! Tu yê ji bo vî tiştî xwe rêxistin bikî. Ger ji bo vî tiştî hêza çekdarî hewce bike, divê tu hêza çekdar rêxistin bikî, divê gel amade be ji bo hebûna xwe berdêlê bidî. Civakên ku ev tişt kirine, hebûna xwe domandine.
PKK di vê çarçoveyê de nêzî mijara şerê çekdarî bû. Şerê çekdarî yê di nav PKK’ê de şerekî parastinê ye, ne şerê êrîşê ye. Xwe û nirxên xwe diparêze. Îro welatê me hatiye dagirkirin; axa me hatine dagirkirin; ava me hatiye desteserkirin; zimanê me, çanda me qedexe ye; Li dijî gelê me êrîşek heye. Li hemberî van hemû êrîşan pêwîstî bi parastineke bîrdozî, siyasî, çandî, civakî û leşkerî heye. Ya ku hatiye kirin ev e. Yanî bi tenê şerek nehatiye kirin, di esasê xwe de gelek tişt hatiye kirin. Têkoşîna çekdarî tenê beşeke wê ye. Beriya her tiştî parastina civaka Kurd a nû ya ku hûn ê ava bikin, girîng e. Û ji bo vê jî eger êrîşên îdeolojîk, siyasî, çandî û helbet leşkerî hebin, parastina bi rêyên leşkerî jî lazim e. Felsefeya ku PKK li ser dimeşe ev e. Gelek beş cihê dinirxînin, lê ev felsefeya PKK'ê ye. Divê her civak bikaribe xwe biparêze; mafê wê heye ku xwe biparêze û ev mafekî rewa ye. Ya ku em îro li Kurdistanê dikin ev e. Bi her awayî Rêber Apo dema ku li hemberî me êrîş pêk nehat, weke mînak dema ku derfeta çareseriya siyasî hebû, agirbest îlan kir. Heta niha 9 agirbest hatine îlankirin. Ev eslê vê ramanê ne. Ger êrîşek li ser te nebe, ne hewce ye ku tu êrîşî kesan bikî. Tu metodên leşkerî dikarî bi tenê di parastinê de bi kar bînî. Fikra esasî ya PKK’ê ev e.
Lê ev nayê wê wateyê ku ew parastineke pasîf were kirin. Ger parastin bi awayekî çalak were kirin, tu dikarî bi ser bikevî.. Ew parastina çalak wekî êrîşê dinirxînin, lê di eslê xwe de ne wisa ye. Stratejiya wê parastina nirxên netewî yên demokratîk e. Ya ku îro tê kirin ev e. Bala xwe bidinê mêtingeriya Tirk ango rejîma AKP-MHP’ê, ji bo hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabike û ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê bi ser bikeve, konsepteke nû dimeşîne û li ser vê bingehê jî dimeşîne. 8 sal in êrîşên xwe yên li ser me didomîne. Li hemberî van êrîşan em di çarçoveya xweparastinê de “Şerê Gel ê Şoreşgerî” didin meşandin. 'Şerê Gel ê Şoreşgerî' bi her awayî xweparastina gel e, daxwaza mafên xwe dike; her tişt ji hêzeke çekdar a pispor re nayê hiştin.Her kes di warê parastinê de tiştekî hildigire, mîsyona xwe pêk tîne. Tiştên ku gerîla bikin hene, tiştên ku tevgera jinan bikin hene û tişt hene ku ciwan dikarin bikin hene. Tişt hene ku tevgera gel dikare bikin. Heke her kes xwedî li peywirên xwe derkeve, wê di vê çarçoveyê de şerekî gel pêk were. Şerê gel ev e. Hinek kes vî tiştî şaş fêm dikin, divê her kes peywira xwe bi cih bîne.
$TIŞTÊN TÊN JIYÎN LÛTKEYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YE$
Tişta ku heta niha em li ser dixebitin ev e. Di vî warî de carinan xebat têr dikin lê carinan jî kêmasî çêdibin. Lê em nikarin bibêjin ku me heta niha bi temamî ‘Şerê Şoreşgerî yê Gel’ pêk aniye. Gelek kêmasî çêbûne û em hatine îroj. Tişta ku îro li seranserê Bakurê Kurdistanê diqewime û dîsa li Zap, Avaşîn û Metîna diqewime, di ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ de serdemeke nû û lûtke ye. Dijmin êrîş dike û dixwaze hêzên berxwedêr ên Kurdistanê dagir bike, rake û tine bike, lê ev hêz li ber xwe dide. Ev hêz li hemberî dijmin têdikoşe û şer dike. Ev jî nîşan dide ku ev şer derketiye qonaxeke nû. Şerê ku îro li Kurdistanê tê meşandin, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi vî rengî dikare were îfadekirin.
Li hemberî vê yekê tengijiye û ji bo vê serî li rêbazên bêexlaqî dide. Dewleta Tirk bi ti awayî li gorî qanûnên gerdûnî û qanûnên şer, li dijî me şer nake û li gorî wê tevnagere. Li gor qanûnên xwe jî tevnagere. Mînak polîtîkaya ku niha li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo dimeşîne ma tiştekî hiqûqî ye? Na. Di wê de ne hiqûq û ne jî exlaq heye. Wan qanûnên gerdûnî û yên xwe jî binpê kirine. Rêberê me dîl girtine û her tim di bin êşkenceya psîkolojîk de dihêlin. Di ku dera vî tiştî de exlaq û hiqûq heye? Mesela, 20 meh in kes nizane li wir çi bûye. Gelo li dereke din a dinyayê tiştekî wisa heye? Tune. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk li dijî me, li dijî hevalên me yên di girtîgehê û rêveberiya me de hiqûq binpê kiriye. Mafên mirovan binpê dikin. Heman tiştî li dijî gerîla jî dikin. Dema ku nikaribe li gerîla bixe û bitengije, gaza kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne. Yanî ev dewlet, mafên mirovan û qanûnên gerdûnî binpê dike û bi vî awayî dixwaze Kurdan tune bike. Lê berxwedana gelê me û Gerîlaya Azadiya Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Bi kurtasî dijmin nikare ji vî tiştî encamekê bistîneû ev pêvajo didome.
$DIVÊ ÇALAKIYÊN JI BO BERXWEDANA GERÎLA BIDOME$
Artêşa Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, lê cîhan li hemberî vê bêdeng e. Ev demek e gelê Kurd û dostên wan vê rewşê protesto dikin. Li gorî we ev helwest û bertek têr dike?
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku dewleta Tirk li Kurdistanê hemû qanûnên hiqûqa gerdûnî yên şer binpê dike. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar tîne. Ev tiştek teqez e û hêzên cîhanî yên têkildar ligel ku vê rewşê dizanin jî ser vê yekê bêdeng dimînin. Em bêdengiya wan şermezar dikin. Çima dema li welatekî din behsa bikaranîna wê tê kirin, bertek nîşan didin, lê tevî ku ev 2 sal in dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk bi kar tîne, hem bertek nîşan nadin û rê li ber saziyên eleqedar venakin ku bertekê nîşan bidin. Ji ber vê ev sazî, ker, kor û lal in.
Lê gelê me li hemberî vê bi rastî bertekeke girîng nîşan dide, ev demek e dadikeve qadan. Bi giranî li bakur; tevî ku nava hefteyê jî bû li Silopiya û Stenbolê, piştre li Ewropayê li Den Haagê meş hatin lidarxistin. Herî dawî di 12'ê Mijdarê de Dusseldorf û Marsîlya di serî de, çalakiyên gelên me yên li Ewropayê pêk hat. Dîsa li Rojava bi taybetî li Kobanê û Qamişlo helwestên mezin çêbûn. Li Şengalê nerazîbûnek mezin çêbû. Girîng e ku gelê Şengalê piştgirî dide gerîla. Dîsa li Mexmûrê bertekek girîng derket holê. Ev hemû watedar in. Hevserokatiya tevgera me gelê me yên ku daketin qadan silav û pîroz kir. Li ser navê hemû gerîlayan em hemû gelê xwe yê beşdarî van çalakiyan bûne û bi gotina “Em ji gerîla re bibin nefes’ daketine qadan silav dikin.
Lê gelo ev çalakî bes in? Na. Gelê me gelekî bi hêz e. Baweriya me bi hêza gelan heye, ne bi hêza dewletan. Gelê me xwedî hêzeke mezintir e. Lêbelê, her çend ev çalakî bi derengî ketin jî, ji bo destpêkê baş bûn. Divê ev yek bê berdewamkirin û kûrkirin. Li Kurdistanê di şexsê Rêber Apo û gerîla de heqaret li gelê Kurd tê kirin. Zagonên gerdûnî tên binpêkirin. Her cure bêhiqûqî û bêexlaqî tê kirin. Dewleta Tirk weke firsendekê dibîne ku gerîla bi gazên kîmyewî û çekên qedexe têk bibe. Çima? Ji ber ku tengijiye. Bi gotineke din, ew van çekan ji bo derbaskirina astengiya xwe, ji bo pêşîgirtina têkçûna xwe, bi kar tînin. Ev jî heye. Lê divê gelê me û hemû dostên me bizanibe ku; Gerîlayê Azadiya Kurdistanê gerîlayekî profesyonel e. Ger ew leşkerekî asayî bûya, wê nikarîba li hemberî ewqas êrîşên hewayî, tank û topan, van bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî li ber xwe bida. Ne mimkûn e. Yanî hem wekî bawerîyek bîrdozî û hem jî wekî rêbaz ne mimkûn e.
$DU SEDEM HENE KU GERÎLA TASFÎYE NABE$
Ger îro gerîla nehatibe tasfiyekirin û li ber xwe bide, du sedemên vê yên sereke hene. Ya yekem ew e ku baweriya gerîla heye. Mînak rêhevalê wî li kêleka wî bi çekên kîmyewî şehîd dibe, lê li ser hevalê xwe yê şehîdbûyî sond dixwe û bi gotina ‘Ez ê tola hevalên xwe yên şehîd hilînim’ berxwedanê didomîne. Lê dijmin got, 'Eger em çekên kîmyewî bikar bînin, ew ê derkevin û birevin, ew ê Kurdistanê vala bikin.’ Ji ber ku pratîkên berê hebûn. Mînak dema Saddam li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî, ev yek pêk hat û herêm hat valakirin. Dewleta Tirk hêvî dikir, lê pêk nehat. Yanî ya yekemîn bawerî û fedakariya gerîla ye. Gerîla fedaî ye. Me got partiya me PKK di roja ewil de bi awayekî fedakar derketiye holê. Fedaiyê yekemîn Rêber Apo ye. Ma kes bi me re ji bo milk an berjewendiyên şexsî dixebite? Na. Ma yek ji me tiştekî me heye? Na. Em vê yekê ji bo gelê xwe dikin. Ger hewce bike em ê xwe jî ji bo gelê xwe feda bikin. Ev biryara hemû gerîlayan e, di serî de ya hevalên me yên di rêveberiyê de ye. Ev faktore dibe sedem ku em dev ji çeperan bernedin û berxwedanê bidomînin.
Ya duyemîn, gerîlayên perwerdekirî bi rêbazên pispor şer dikin. Ji ber vê yekê ew dizane ku çawa xwe biparêze. Di destê gerîla de hin amûr hene û rêbaza parastinê jî bi kar tîne. Heger ne wisa be, kes namîne, wê tasfiye bibe. Ger îro gerîla nehatibe tasfiyekirin ji ber van her du faktorên ku min behs kirin e. Yanî ya yekem li ser esasê felsefeya Rêber Apo, bawerî, cesaret û cesareta wî xwe birêxistinkirina gerîla ye. Ya duyemîn ew e ku ew rêbazên pispor bikar tîne û dizane ku wê çawa xwe biparêze. Mesela dijmin çawa ye? Ew gazê di deriyê tunelê re dişîne. Bi çi? Bi aspiratorê. Li aliyê din gerîla vê gazê bi aspiratorê ji deriyekî cuda derdixe. Helbet ji ber ewlehiyê ez nikarim li vir behsa her rêbazê bikim, lê gerîla jî ji bo pûçkirina van êrîşan xwedî rêbazên cuda ye. Bi gotineke din, gerîla bi metod nêz dibe. Dibe ku hinek ji wan bifikirin, 'Heval çawa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber xwe didin?' Helbet heval jî amûrên curbecur bikar tînin; wan rêbazên aqilane danîne holê. Helbet heval li gorî ezmûna xwe ya pratîkî, van metodan bi kar tîne. Bi taybetî di sala dawî de ezmûnek pir mezin heye. Nexwe tu kes nikare li hemberî çekên kîmyewî yên ku dijmin bikar tîne, li ber xwe bide. Gerîla van êrîşan bi hêz, jîrbûn û hişmendiya xwe pûç dike. Helbet şehadet jî çêdibe, lê bi kêmkirina van şehadetan berxwedana xwe didomîne. Niha gerîla di çepera xwe de ye û berxwedana xwe didomîne.
$DIVÊ GELÊ BAŞÛR QIYAMETÊ RAKE$
Helbet dema gelê me dadikeve kolanan gerîla zêdetir dibe xwedî hêz. Ev piştgirî baş e. Çawa ku gelê me dibêje, ev helwest dibe nefes. Bi vî awayî dibe destek. Di vê çarçoveyê de divê ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ bê xurtkirin. Lê dîsa jî di vî warî de kêmasî hene. Divê Bakur hîn bêhtir bê xurtkirin. Jixwe Başûr bêdeng e. Lê ev rastiyek e: ev çek berê li Başûrê Kurdistanê dihatin bikaranîn; îro jî tê bikaranîn. Ha Saddam yan Erdogan; ferqa wan çi ye? Pêwîst e li Başûr li dijî vê derkeve û qiyametê rake. Li ser vê yekê rast e; gelek mirovên me yên dilsoz hene. Li Silopiyayê me dît ku li hemberî her cure êrîşên dijmin, gelê me çawa li ber xwe didin û bi cesaret nêz dibin, lê divê were zêdekirin. Mînak ger Amed gavan bavêje dikare gelek tiştan bike. Li hemû herêmên Kurdistanê divê ev rêbaz bê pêşxistin, xurtkirin û geşkirin. Divê ciwan bi rêxistin bibin, di nava xwe de rêxistinekê ava bikin. Lê binihêrin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêvajoyek heye. Baş e, belkî di warê rêbaz û pêvajoyê de cudahî hebin, dîsa pêşengiya jinan heye, lewma di qonaxeke cuda de ye. Lê li Bakur wehşeteke wiha ya dijmin heye. Rêbazên hov hene. Çima hûn ê li hember wan bêdeng bimînin? Çima mirov bêdeng bin? Ger em destên xwe bidin hev, xwe bi vî rengî bi rêxistin bikin, li dijî van pêkanînên dijmin ên nemirovane derkevin, em ê çeperên xwe bi hêztir biparêzin, di warê siyasî, civakî, çandî û leşkerî de em ê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê ev encam bi rastî were nirxandin lê bêtir were xurtkirin; ji ber ku ne bes e. Ev pêvajoyek e û divê ev pêvajo hîn zêdetir bê xurtkirin û pêşvebirin. Pêdiviya Kurdistanê îro bi vê heye.
$ŞER LI SER ESASÊ HILBIJARTINÊ TÊ PLAN KIRIN$
Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe. Têkiliya vî şerî bi hilbijartinê re heye?
Têkiliya wê heye. Bi taybetî ev 2 sal in desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser esasê hilbijartinê şer li dijî me plan dike. Di eslê xwe de ger di êrîşa sala 2021’an de ya li hember Garê pêk anîn, bi ser biketana, wê bixwestana ku di sala 2021 'an de biçin hilbijartinên pêşwext û desthilatdariya xwe mayînde bikirana. Dixwaze bi serketineke ku wê li hemberî me bi dest bixin, hestên şovenîst û netewperestî li Tirkiyeyê xurt bike, bi van hestan biçe hilbijartinan û rejîma xwe bidomîne. Rejîma wî rejîmeke faşîst e. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî xeteriyeke mezin e; Ji bo gelê herêmê jî xeteriyeke mezin e. Lê bi afirandina serkeftineke bi vî rengî ya li hemberî gerîla dixwazin biçin hilbijartinê. Pêşî bi êrîşa Garê ev yek ceribandin, bi ser neket; Pişt re tevahiya salê êrîşî Zap, Avaşîn û Metîna kirin, lê nebû, bi ser neketin. Di sala 2022'an de bi taybetî bi bombeyên qedexekirî û cûreyên kîmyewî, bi hin nûbûnên di xwe de peyda kirin, difikirîn ku ew dikarin heman tiştî bikin. Difikirîn ku wê di nava 2-3 mehan de hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin û bi vî rengî serketinê ragihînin. Lê belê, ew di vê yekê de bi ser neketin.
Armanca wan ew e ku bi destxistina hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, Garê û Qendîlê jî di nav de serkeftinê ragihînin; piştre jî wê berê xwe bide Rojava, Şengal û herêmên din, hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û piştre jî di esasê de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Plana wan wisa bû. Wisa bû ku wan rêzek çêkiribû, lê bi ser neketin. Ji ber ku şer hê jî li Zapê didome. Navê vê operasyonê kirine kilît', lê hatin li Zap û Metîna ew bi xwe asê man. Li vir ketin kontrola gerîla. Dixwestin vê derê bigirin û biçin herêmên din; Bi vî awayî dixwestin hilbijartina pêşwext bikin, lê nekarîn bi ser bikevin. Her wiha lêçûnên aborî yên mezin dan. Aboriya Tirkiyeyê niha di krîzê de ye. Zehmetiyan dest pê kir; birçîbûn dest pê kir; bûhabûn dest pê kir.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di rewşeke wiha zehmet de dijî. Ger îro behsa windakirina wan tê kirin ev ji ber berxwedana gerîla ye. Ger berxwedana gerîla bişkînin wê di hilbijartinan de jî bi ser bikevin. Yanî berxwedana ku li Kurdistanê ji aliyê gerîla ve tê meşandin ji bo Tirkiyeyê xwedî rol û mîsyoneke wiha demokratîk e. Gerîla îro li pêşiya mayîndebûna faşîzmê asteng e. Rastî ev e. Di nava sîstemê de muxalefeta ku niha li dijî gerîla ye û naxwaze vê rastiyê bibîne jî dizane ku ev rastî ye. Îro astengên li pêşiya mayîndebûna rejîma faşîst berxwedana gerîlayên Kurdistanê, helwesta Rêber Apo ya li Îmraliyê û helbet helwesta gelê me ye. Îro astengiyên li pêşiya rejîma faşîst ev in.
$DI 23’Ê HEZÎRANÊ DE ÎRADE HEBÛ$
Lê li gel vê rastiyê jî muxalefeta Tirk vê yekê nabîne. Ev beşek ji siyaseta wan e.. Lê ev beş jî hebûna civaka Kurd nahesibînin. Em bêjin gerîla li derveyê xwe dibîne, lê asta îro ya civaka Kurd bi serê xwe derneketiye holê. 50 sal keda Rêber Apo heye. Gelên nû, demokratîk, pêşverû û yekbûyî hatiye afirandin. Vê civakê bi hêzên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê re yekîtiya xwe ava kir. Bûye hêz û îrade. Lê belê li şûna ku vê îradeyê li ber çavan bigirin, bi awayê 'em çawa parçe bikin' hesaban dikin. Di nava wê kombûna 6 kesî de jî yên weha hene. Yanî yên wiha hene ku hesabên şaş dikin, difikirin ku wê bişkînin, jê sûd werbigirin, mehkûmî xwe bikin. Divê her kes bi taybetî jî ev beş bizanibe ku; Di 23'ê Hezîranê de tevî her kesî, tiştek nehat kirin; Îradeyek hebû, niha jî îradeyek hevpar heye. Yanî wekî ku li ser hin bangawaziyan wiha bi encam bûye, hesabên çewt in. Yên ku hesabên wiha dikin, wê xwe bixapînin.
Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya gelê me û hêzên çepgir-demokratîk yekîtiyeke xurt e. Kes nikare pê bilîze; wê ti lîstik jî encam nagire. Divê ev bê zanîn. Helbet ev ne mijara me bû, lê em dibînin ku her roj di rojevê de ye. Ne diyar e ka ew ji Kurdan û komên demokratîk piştgirî dixwazin yan jî dixwazin wan bişkînin. Aliyan di vê mijarê de xwe zelal nekirine. Di vî warî de divê desthilatdarî û kesên ku ji xwe re dibêjin ez muxalefet im xwe zelal bikin û kes hesabên şaş neke.
$CESARETA WAN TUNEYE KU OPERASYONA NOQTEYÎ BIKIN$
Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di vî şerî de her tim xwe serkeftî nîşan dide. Di vî şerî de rewşa wan a rastî çawa ye?
Raste; Gelek şerê psîkolojîk dimeşînin. Weke ku me di pirsa berê de jî anî ziman, li pêşiya me hilbijartin hene. Her çi qas bi ser nekevin jî ji xwe re senaryoyekê çêdikin û dibêjin 'em bi ser ketin'. Ji bo vê jî çapemeniya wan û her tim dibêje 'me lêxist, me girt, belav dibin, teslîm dibin' hwd. hevokên bi vî rengî bikar tînin. Bi taybetî di van mehên dawî de MÎT'ê gelek derdixin pêş, dibêjin li hemberî me operasyonên noqteyê pêk anîn, bi ser gerîla de girtine, mirovan revandine û hwd. Ev hemû derew in. Em tevgereke mezin in. Hin kes ji me qut dibin û diçin Başûr; Li Başûr Parastin û MÎT pê re têkilî datînin; ew lêpirsîn dikin; an razî dikin an jî bi rêya malbat û hwd. wan dibin Tirkiyeyê. Piştî ku wî dibin Tirkiyeyê, MÎT dibêje, Min bi operasyonê girt, min anî. Ew bi xwe çû ba wan, lê bûyerê wisa nîşan didin ku, wekî ku operasyoneke noqteyî kirine, girtine û birine, nîşan dide. Lê divê her kes bizane ku dewleta Tirk cesareta wî nîne ku were herêma me û 'operasyona noqteyî' bike û kesekî bigre. Tiştekî wiha tune û dê nebe jî. Nikarin tiştekî wiha bikin. Ew tenê bi êrîşên hewayî û bi çekên kîmyewî şerê me dikin. Tiştekî wiha heta niha çênebûye. Ew çi dikin? Kesên weke Nagîhan Akarsel ên şoreşger, rewşenbîr, di azadiya jinê de rol dilîzin û bêçek in dişopînin û şehîd dikin. Wekî ku li Parîsê hevrê Sara şehîd kirin, êrîşî mirovan dikin. Li hemberî gerîlayekî çekdar operasyon kirin û girtin çênebûye; Tiştek wiha nabe. Ev hêz û wêrekiya wan nîne. Ev hemû derewên wan in. Bi gotinên ‘Belav dibin; em li wan dixin, hejmara wan kêm bûye’ derewên xwe belav dikin.
Lê dema ku ji aliyekî ve gotinên bi vî rengî bikar tînin, li aliyê din jî dibêjin wê dewleteke terorê ava bikin. Başe ger hûn dibêjin we li Bakur qedandiye; Wê demê hûn çima niha li Bakur li 10 cihan operasyon dikin? Niha li 10 cihan operasyon hene. Leşker li bejahiyê ne; balafir li hewa ne. Madem we wan têk biriye, wê demê çima hûn van tiştan dikin? Yanî bi van derewan dixwazin di civaka Kurd de bêhêvîtiyê biafirînin û di nav civaka Tirkiyeyê de baweriyek çêkin, hem xwe bi hêz bikin û hem jî bi vî rengî biçin hilbijartinan û bi dest bixin. Bi kurtasî divê gelê me ji van gotinên dewleta Tirk bawer neke; Piraniya wan derew in û tu têkiliya wan bi rastiyê re tune. Em êdî hewce nabînin ku bersiva hemû derewên wan bidin û bibêjin 'ev ne rast e'. Ji ber ku ew her roj derewan dikin.
$HÛLÛSÎ AKAR FERMANA ŞEWITANDINA CENAZEYAN DA$
Mînak, yên di vî şerî de niha qanûn binpê dikin kî ne? Helbet yên ku vî şerî bi rê ve dibine. Mînak cenazeyên leşkerên wan dikevin destê gerîla; ew xwedî lê dernakevin. Piştre jî cenaze dişewitînin da ku nekeve destê gerîla. Bi awayeke eşkere wan sê cenaze danîn ser hev û şewitandin. Fermandarek ji rêzê ji xwe nikare biryarek wiha bide. Ev biryara Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan bûye. Mînak bêyî erêkirina Erdogan dikarin çekên kîmyewî bikar bînin? Çima her kesê ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî nirxandin kir, kirin hedef; Mamoste Şebnem û rojnamevanên Kurd ên ku ev mijar anîne rojevê girtin. Ji ber ku ev biryar ji aliyê hêza rêveber bi xwe ve hatiye girtin. Mîna bûyera Roboskî. Çawa ku li Roboskî Erdogan bi xwe biryar girt, biryara bikaranîna çekên kîmyewî jî Erdogan girt; Ferman ji aliyê Hûlûsî Akar ve hat dayîn. Ev kes in ku ferman dane ku ew leşker li şûna ku bikevin destê PKK’ê bên şewitandin. Ew wiha hov in. Leşkerên xwe dişewitînin, ewqas bêwijdan in. Bi vî awayî dixwazin bi rêbazên qirêj senaryoyên serkeftinê yên sexte biafirînin. Lê êdî nikarin van tiştan bikin, ji ber ku êdî îradeya gelê Kurd heye, Gerîlaya Azadiya Kurdistanê heye ku xwe nû kiriye, fikrên Rêber Apo hene, êdî nikarin bi ser bikevin û têk diçin.
$PKK’Ê LI DIJÎ PERGALA SERDEST A MÊR E$
Dîsa hûn dixwazin der barê 25 'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şiddeta li Ser Jinê de çi bibêjin?
Di serî de ez her cure şîdeta li ser jinê bi tundî şermezar dikim û kesên ji bo vê têkoşînê dimeşînin silav dikim. Rêber Apo li ser mijara jinê li tevahî cîhanê xeteke nû pêş xistiye. Berê tevgerên çepgir û sosyalîst têgînên wekî 'mafê jinê, wekheviya jinê' bi kar dianîn. Rêber Apo wiha got: “Heta ku desthilatdariya mêr têk neçe, jin nikarin azad bibin; Beriya her tiştî divê serdestiya mêr bê rakirin, bi vî awayî wekhevî pêk were. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe.” Wî li ser vê mijarê nêrîn û xeteke nû li cîhanê pêşxist. Li gel vê jî Rêber Apo got, “Ev sedsal wê bibe sedsala jinan; têkoşîna jinan wê pêş bikeve” û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” danî holê.
Binêrin, geşedanên heyî, Konferansa Jinan a Navneteweyî ku li Berlînê pêk hat, pêşketineke girîng bû. Kedeke mezin hatibû dayîn. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tevgera jinan pêş dikeve. Ev hemû bi rastî jî nîşan didin ku ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinê. Şîdeta li ser jinê hovîti ye. Rêya vê jî bi tinekirina pergala serdest a mêr û netewe dewletê ye. Jixwe bingeha bernameya PKK’ê ev e. Mirov dikare bêje ku PKK’ê panzehîra vê ye. Ji bo vê jî PKK’ê partiyeke jinan e. Ji bo vê jî bi PKK’ê re partiya jinan PAJK hate avakirin. Ev felsefeyek nû ye. Dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' ne mijarek ji rêzê ye, felsefeyeke nû ye. Bingeha bingehîn a civaka azad, wekhev û exlaqî şoreşa jinê ye. Ger şoreşa jinê pêk were wê demê tu tundî çênabe.
$KURDAN TU DEMÊ DI HEMAN ÇEPERÊ DE 7 MEHAN ŞER NEKIRIN$
Me sala 44’emîn a PKK’ê li pey xwe hişt. Hûn dixwazin ji bo sala 45’emîn a têkoşînê çi bibêjin?
Sala 44’emîn tijî derbas bû. Welê xuya ye sala 45’an jî wê saleke girîng be. Jixwe me berê diyar kiribû, em di pêvajoyeke girîng de ne. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Geşedanên ku di vê pêvajoyê de tên jiyîn wê rengê siberojê diyar bike. Lewma em ji pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin û sala pêşiya me jî di vê çarçoveyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Em dixwazin sala 45’emîn a PKK’ê bikin saleke mezin. Berxwedana ku du sal in li Zap, Avaşîn û Metînayê tê raberkirin ne tiştekî jirêzê ye. Li hemberî vê jî li tevahiya Bakur heman berxwedan heye. Dîsa sekna Rêber Apo ya li hemberî êşkenceyên psîkolojîk pir watedar û dîrokî ye. Ew zextê dikin ku ji bo gav paşde bidin avêtin. Rêber Apo ji bo mafê gelê Kurd û ji bo Kurdan cihek peyda bike her tişt daye ber çavê xwe. Bî vîneke mezin li bendê ye. Her wiha bi mitefiqên siyaseta Kurd a demokratîk re xwedî sekneke ye. Ev hemû nîşan dide ku pêvajoya pêşiya me ne saleke jirêzê wê saleke girîng be.
Gerîla bi taybetî ev berxwedana 7 mehên dawî de li heman çeperê şer dikin. Hem di dîroka gelê Kurdistanê de, hem di pêvajoya Osmaniyan de û hem jî pêvajoya Komarê de, Kurdan tu demê di heman çeperî de 7 mehan şer nekirine. Rast e, berxwedana Agirî 4 sal dewam kir, lê bi navber bû û ji xeynî giraniya rojên dawî rojê çend saet şer kirin û wisa dewam kir. Lê mîna niha berxwedana ku 7 meh in her şev û roj li hember çekên modern didome, nû ye. Her kes divê vê bibîne. Ango sekna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Zap, Avaşîn û Metîna tiştekî nû ye. Cara ewil e ku êrîşa berfireh a dewleta Tirk hate rawestandin. Ev yek Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ber bi pêvajoyek nû re dibe. Êdî qonaxeke serketinê li pêş heye. Ruhekî nû heye. Di şexsê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelalan de hemû kes ruhê ku li Mersînê derket pêş dît. Ev ruhe ku îro di gerîlayan de xwe dide der. Ger li Zapê ruhek fedaî yê welê nebe, wê tu kes nikaribe berxwedanê ewqas bi rê ve bibe. Ruhê ku di şexsê Sara û Rûkenan de derketiye pêş ji xwe di şexsê Bager, Avzem, Arîn û Şerzanan de bi pratîkê re hatiye nîşandan. Bi dehan mînakên vê hene. Bi kurtasî ev tiştekî nû ye û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ber bi qonaxeke nû re dibe. Dibe ku sekna PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê aliyê vala derdixe pêş û her çiqas ev mijarek ya nîqaşê ye jî, bi giştî gelê Kurd dikeve pêvajoyeke nû. Gelê Kurd êdî dibêje, ‘Ez li hemberî dewleta Tirk xwedî vîn im.’ Di hilbijartinan de Kurd xwedî vîn in; her kes hewceyê Kurdan e. Ev yek li her qadê welê ye. Ev rewşeke nû ye û pêwîst e bê nirxandin. Pêwîst e em bibînin ku ev ne tiştekî jirêzê ye.
$DI SALA 45’AN DE DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIBE ROJEV$
Di vê çarçoveyê de gelê me, hemû welatparêz, jinên Kurd ên azadîxwaz, ciwanên Kurd, dostên gelê me, Ereb, Fars, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tirk û hemû gelên herêmê pêwîste şîroveyên nû pêş bixin. Di vê pêvajoya nû de, her kes divê bêtir fedakariyê bikin; ji ber ku em dikarin di vê pêvajoyê de encam bigrin. Pêwîst e ev rewş jirêze neye dîtin. Ji bo vê ez bawer im ku pêwîst e di sala 45’emîn a PKK’ê de yêkitiya neteweyî bibe rojev û banga vê yekê dikim. Dibe ku her kes tevlî vê yekîtiyê nebe, lê divê gelê me ruxmê vê yekîtiya xwe ava bike. Dema bê gotin yekîtiya neteweyî, divê neyê fêmkirin ku hemû partiyên Kurd werin û tevlî bibin. Na, hinek partî bi dijmin re ye û ew dibe ku neyên. Wê demê bila neyên. Kesên ku xwe welatparêz dibînin divê li ser bingeha welaparêziyê yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya neteweyî tiştekî pir pêwîst e û bi yek an jî du partiyan re naye sînordarkirin. Divê sekna hinekan li ber vê nebe asteng. Yên ku neyên bila neyên, lê yên ku tên divê yekîtiyê ava bikin. Ji ber ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê niha di pêvajoyeke û de ye û derfet hene ku pêş ve herin. Ger ev derfet neyên bikaranîn, mîmkin e ku derbe bixwin. Ji ber vê ji bo ku gelê me li axên Kurdistanê bi azad û wekhev bijîn, pêwîst e teqez di vê pêvajoyê de yekitiya neteweyî û ruhê berxwedanê serwer be û bi vî rengî bigihije encamê. Di sala 45’emîn a PKK’ê de armanc û bendewariyên me mezin e. Di aliyê neteweyî û encam girtinê de hêviyên me yên mezin hene. Li ser vê bingehê di sala 45’emîn a PKK’ê de serketinê ji hemû hevrê, xebatkar, welatparêz, gelê Kurd û ji hemû gelan re dixwazim û careke din hemû kesan bi rêzdarî silav dikim.[1]
Bu makale (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,180 defa görüntülendi
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 18-11-2022
Bağlantılı yazılar: 5
Yayın tarihi: 18-11-2022 (2 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Kürt Davası
İçerik Kategorisi: Raport
Özerk: Kurdistan
Parti: PKK
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 18-11-2022 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 18-11-2022 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 1,180 defa görüntülendi
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.1173 KB 18-11-2022 Aras HisoA.H.

Gerçek
Kısa tanım
Newroz mesajı: Buradayız, ayaktayız ve politikalarınıza “HAYIR” diyoruz!
08-10-2022
Sara Kamele
Newroz mesajı: Buradayız, ayaktayız ve politikalarınıza “HAYIR” diyoruz!
Kütüphane
Her Şey Silah Zoruyla
24-02-2024
Sara Kamele
Her Şey Silah Zoruyla
Biyografi
Erbil Tuşalp
25-02-2024
Sara Kamele
Erbil Tuşalp
Kütüphane
ULUSLARARASI KÜRT KADIN KONGRESİ
01-03-2024
Sara Kamele
ULUSLARARASI KÜRT KADIN KONGRESİ
Kütüphane
NEVRUZ BAYRAMI
25-03-2024
Sara Kamele
NEVRUZ BAYRAMI
Yeni başlık
Kütüphane
NEVRUZ BAYRAMI
25-03-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Tarihî Kültürel Yönleriyle Bitlis (I. Cilt)
25-03-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
Tarihî Kültürel Yönleriyle Bitlis (II. Cilt)
25-03-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
TUNCELİ KANUNU (1935) VE DERSİM JENOSİDİ
02-03-2024
Sara Kamele
Kütüphane
ULUSLARARASI KÜRT KADIN KONGRESİ
01-03-2024
Sara Kamele
Biyografi
Mîran Janbar
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
Adnan Çelik
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
Erbil Tuşalp
25-02-2024
Sara Kamele
Biyografi
İbrahim Bingöl
25-02-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
KÜRT CUMHURİYETİ (1946)
25-02-2024
Rapar Osman Ozery
Istatistik
Makale  514,877
Resim 104,261
Kitap PDF 18,882
İlgili Dosyalar 94,718
Video 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.219 saniye!