图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,211
图片 105,526
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hewraman; Welatê Keviran
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wênegir Husamettîn Bahçe

Wênegir Husamettîn Bahçe
Wênegir Husamettîn Bahçe piştî projeyên xwe yên “#Koçer#”, “#Êzîdî#”, “Sûryaniyên Turabdînê” û “Mazxana” vê carê bi projeya xwe ya “#Hewraman#” daye pey civakeke îzolekirî û di çarçoveya vê projeyê de gelek fotografên belgeyî girtine kitêba “Hewraman” jî encama wê ye.
Husamettîn Bahçe weke wênegirekî Kurd ji gotina “Tu yê li gencîneya xwe li wî cihî bigerî yê ku te ew lê winda kiriye…” feyz digire û projeyeke bi navê “Hewraman” ku ji gelek fotografên belgeyî pêk tê, biriye serî. Husamettîn Bahçe motivasyona xwe ya ji bo vê projeyê, wiha tîne ziman: “Min jî hêz ji van gotinan girt û min dît ku ez li ser jiyana sosyo-kulturî ya Hewramana ku pişta xwe spartiye Zagrosan, hevpeyvînê dikim. Kurt û kurmancî, ew çiya û mirovên li wan çiyayan dijîn, sedema çêkirina min ya vê projeyê ne.”
Husammettîn Bahçe wênegirekî ji Diyarbekirê ye. Weke endamekî “Kolektîfa NarPhotos a Fotografan” bêhtir bala wî li ser fotografên belgeyî ye û ew nexasim di vî warî de dixebite. Pêşangeha wî ya yekem bi navê “Koçer” derbarê koçeran de bû. Wî wêneyên gelek koçeran li zozanan girtibû û ev wêneyên xwe sala 2003’yan di pêşangehê de nîşanî xelkê dabûn. Piştî vê pêşangeha xwe, ew çû Başûrê Kurdistanê û vê carê da pey şopa Êzîdiyan û sala 2006’an jî pêşangeha bi navê “Êzîdî” vekir. Piştî vê xebata xwe wî dixwest behsa Sûryaniyên Turabdînê bike. Ji lewma, sala 2008’an jî pêşangeha bi navê “Sûryaniyên Turabdînê” vekir. Her wiha wî sala 2011’an jî jiyanên rojane yên li Amedê kire mijara kadraja xwe û bi navê “Mazxana” pêşangeheke din jî vekir. Ev xebata wî di heman demê de weke pirtûk jî hat çapkirin.
Xebata wî ya bi navê “Li welatê keviran; Hewraman” ya dawî ye. Piştî ku ew çend car çû serdana Hewramanê, pê re arşîveke baş çebûye û wî ev arşîva fotografan di pirtûka “Hewraman” de kom kir û ev pirtûk ji Weşanên Wêjegeh derçû.
Civakên îzolebûyî dike belge û nîşan dide
Husamettîn Bahçe projeya xwe ya dawî ya bi navê “Hewraman” jî weke dewama projeyên xwe yên din dibîne û taybetmendiyeke hevpar nîşan dike di nava van xebatên xwe de. Bahçe ji bo coğrafya Hewramanê dibêje, ew li derveyî dinyayê hatiye hiştin û wekî encama vê yekê jî wan nirxên xwe yên çandî parastine û ev yek bûye hîm û sedem ku ew derbarê Hewramanê de projeyeke dûr û dirêj çêke. Ew projeya xwe wiha dinirxîne: “Taybetiya hevpar a ku ev serpêhatî bi hev ve gire dan jî ev bû; civakên navbirî bi awayekî, beşekî wan hatibûn îzolekirin û ji ber îzalasyonê, her sê civakan jî xwe û kakila xwe parastibûn û li ser reh û bingehê xwe mabûn; û her sê projeyan jî, li ser çarçoveya têgehên parastina kakilê xwe û xwegirêdana bi rehên xwe ve, ev civak li xwe kiribûn mijar.”
Oromon yan jî Welatê Medan
Bahçe di pirtûka xwe ya “Hewraman” de li gel fotografên xwe, gotarek jî belav kiriye û ew di vê gotarê de behsa dîroka Hewramanê û serpêhatiya xwe ya vê projeyê dike. Li gorî agahiyên Bahçe, navê Hewramanê di dîrokê de bi gelek awayên cihê hatiye hildan û navên ji bo Hewramanê tên hilanîn jî bêhtir îşaret bi erdnîgariya Hewramanê ya asê dikin. Weke, Welatê Rojê, Welatê Keviran, Warê Pak û Pîroz, Welatê Medan… Jixwe, peyva “Oromon” bi zimanê Asûriyan e jî tê maneya “Welatê Medan” û navê Hewramana niha ji vê peyvê peyda bûye. Lê Bahçe navê “Welatê Keviran” kiriye sernavê gotara xwe û bi vî awayî behsa Welatê Keviran, Hewramanê kiriye. Belê, ew Hewramana ku Skender gotibû, “Min li wan çiyayan nîvê artêşa xwe winda kir!”
Ji bo projeyê hînî Hewramî dibe
Bahçe di gotara xwe de dibêje, Hewraman di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de di hembêza çiyayên Zagrosan de ye û Hewramanê weke sê beşan dabeş dike; Hewramana Text, Hewramana Lihon û Hewramana Jawero. Geştûgera Bahçe ya demkurt û ya yekem di rojên dawî yên sala 2018’an de pêk tê. Ew destpêkê diçe serdana Hewramana Text lê serdana wî ya ewilî bi reşbînî bi dawî dibe. Bahçe vê rewşê wiha rave dike, “Yek ji gelemşeyên herî giring ew bû ku min li ser vê şêwezarê bi peyvekê jî nizanîbû. Lê kanalên televiziyonê yên ku weşana xwe bi Kurdî dikirin, bûbûn sedem ku gelek kesên li Hewramanê dijiyan hindik be jî, hinî şêwezarên Kurmancî û Soranî bibin. Vê yekê, hindik be jî, hêsanî bo me çêkir da ku em karibin bi hev re bidin û bistînin. Min jî dest pê kir, peyvên ku bi Hewramî hîn dibûm, di deftera xwe de binivîsîm.” Bahçe piştî vê serdana xwe ya ewilî, berê xwe dide Hewramana Jawero ku gundên bi navê Palangan, Tengîser û Avheng jî lê bûne. Lê ew diyar dike ji bo projeya xwe, herî zêde çûye Hewramana Text û gelek demsal li wir fotograf girtine.-Ozgurpolitika[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,169
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://ronahi.net/- 16-11-2022
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 14-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):16-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,169
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1128 KB 16-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,211
图片 105,526
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!