Parlamentera berê ya HDP'ê ya #Amed#ê Çaglar Demîrel ku rûniştina wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin, bi hinceta dewleta Tirk biçûk xistiye” 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Rûniştina biryarê ya der barê siyasetmedara Kurd Çaglar Demîrel de li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Çaglar Demîrel beşdarî rûniştinê nebû parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû.
Dozgeriyê bi hinceta axaftina Çaglar Demîrel a di 5'ê Mijdara 2016'an de kiribû cezayê girtîgehê xwest.
Çelebî, xwest dadger ji dozê bê vekişîn û bal kişand ku axaftinên muwekîla wê di çarçoveya azadiya raman de ye û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
Dadger, daxwaza Çelebî qebûl nekir û 5 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel birî. Dadger ceza taloq nekir.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona

per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 2,740
Scrivi il tuo commento su questo articolo!