المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,442
الصور 106,050
الکتب PDF 19,161
الملفات ذات الصلة 96,492
فيديو 1,307
بحوث قصیرة
المفكر العربي الكبير صادق ج...
الشهداء
جافري كاموران
السيرة الذاتية
هادي خديدة رشو
المکتبة
أذربيجان في العصر السلجوقي
بحوث قصیرة
البوم
KEMAL FEWZÎ
كل صورةٍ بدلٌ لمئات الكلمات! نرجو الحفاظ على الصور التاريخية.
صنف: الشهداء | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook1
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست2
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KEMAL FEWZÎ

KEMAL FEWZÎ
Roşinbîr û têkoşerekî evîndarê welat: KEMAL FEWZÎ (1891/92-1925).
$Dilo bêje Kemal Fewzî tu kanî?/Tu dilxweş be, bi van rojên ciwanî
Dizanim ku di vî wextî tu rabî/ Welatê me ji xwînrijan cida bî. (Cîgerxwîn)$
Kemal Fewzî di sala 1891-92 de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji qeza Hîzanê ya girêdayê Bedlîsê ye. Ji malbateke muhterem û navdar e. Navê bavê wî Reşîd e. Bavê wî demeke dirêj sawcîtî (dozgerî) kirîye. Kemal Fewzî di malbatê de ji sê zarokên lawîn yek bû û yek jî xwişka wî hebû. Di 13 salîya xwe de bo xwendinê ji welatê xwe dûr dikeve û bi mebesta xwendina Mekteba Herbîyê diçe Stenbolê. Piştî xilaskirina Mekteba Herbiyê, di sala 1912an de dema ku bi tevî şerê Balqanan dibe, emrê wî nêzîkê bîst salî ye. Di wî şerî de birîndar dibe û ji ber seqetiya xwe teqawut dibe.
Kemal Fewzî xwendevan û lêkolînerek zîrek bû. Di tezeyîya jîyana xwe de dest bi nivisîna helbestan dike. Naveroka helbestên wî yên destpêkî bi hesreta dûrketina ji malbat û welat û evînê têne honandin. Her wiha ji ber ku di Mekteba Herbiyê de dixwend, di destpêkê de propagandaya îttihatcîtîyê jî tesîr li ser wî dike. Ev yek, di naveroka helbestên wî yên ji wê demê ve mayî de bi zelalî xuya dibe. Di helbesteka xwe ya bi navê “Di Bin Alayê De” weha dibêje: Nûra vê alayê hîlal e, rengê wê jî soriya sipêdê ye/ Pêlên li ser dihejin ji xwîna Ertoxrulî ye!/ Li ser burcê wek perîyeka bi perr e, devilken e/ Ey ala bilind hebûna te nîşanê welatê xoşewîst e!. Bi gotineka gelêrî, berê rojê bi bêjingê nayê girtin, yanî rastî nayin veşartin. Kemal Fewzî jî pêre rastiya xwe ya dîrokî û netewî têdigîje, ber bi dawîanîna mektebê re, xwe ji tesîra propaganda û derewên îttîhatciyan xelas dike û dibe kurdperwerekî xas û çalak.
Ahmet Ozcan ku bi navê “İmparatorluk Çökerken Yeni Bir Ulusun Tahayyülü /Di Dema Têkçûna Împeratorîyê de Xiyalkirina Pêkhatina Neteweyeke Nûh” lêkolînekî li ser kovara JÎNê kiriye û di beşê nivîskarên kovarê de, helbesta wî ya li jorê destnîşan dike û li ser guherîna Kemal Fewzî weha dibêje: Çîroka guherîna Kemal Fewzî ji fikra “Turkperwerî” ber bi fikra “Kurdperwerî”yê ve hêjayê lêkolînê ye. Di nav demeke kurt de kîjan pêvajoya dîrokî dikare ramanên merivekî ew qas biguherîne. Di derbarê netewetîyê de, lêkolîna vê pêvajoyê ji bo dîyarkirina pozîsyona elîtên kurd dê bibe diyardeyeke girîng.
Her çiqas Ahmed Ozcan, pêvajoya guherîna Kemal Fewzî hewaleyê demeke nedîyar bike jî, em dikarin sedemên esasî yên guherîna wî ya ji aliyê fikr û ramanê ve wisa diyar bikin: Beşdarbûn û pratîka wî ya di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, xwendekarî û zîrekiya wî û piştî teqawutbûna mecburî pêkanîna têkiliyên germ û nêzîk ên bi xwendekar, roşinbîr û rêxistinên kurd ên li Stenbolê re.
Dema ku Komeleya Tealî ya Kurdistanê tête avakirin, Kemeal Fewzî dibe yek ji damezrêner û endamê çalak ê komeleyê. Heman demî di lijna derhênerên kovara JÎNê de cîh digre û dibe yek ji nivîskarê wê yê berdewmî. Di gelek hejmarên kovara JÎNê de li ser hev çardeh nivîsên wî hatine çapkirin. Têgehîştina ramyarî û felsefî ya Kemal Fewzî, di nivîsên wî de wisa xwe dide der: “Di kaynatê de rewş û bûyer bi berdewamî diguherin…” Kemal Fewzî di çarçoveya vê têgehîştina felsefî ya materyalîst de, di derbarê guherîna civakê de jî weha dibêje:
“Her wextek, feyza xwe ji wexta beriya xwe werdigre, bi têgehîştina fikr û raman û felsefeya xwerû ya dema xwe jî, jê vediqete. Di berdewamiya vê pêvajoya dewrûdaîm a bêdawî de, nîzamî nebûna guherîna civakan di çarçoveya şiklekî diyarkirî de nehatiye destnîşankirin.
Dîrok hîç wextekî nebûye şahidê hevkariyeke giştî ku ji bextiyariya (kamiraniya) mirovatiyê re bibe temînat û ji ber vê yekê bindestîya neteweyî hetanî vê wextê jî berdewam dike.”
Kemal Fewzî di çarçova vê lênêrîna felsefî ya li jorê diyarkirî de, dused salên dawî yên pêşkevtina civakî jî wisa şirove dike:
“Di nav lênêrîn û ramanên hizirkarên sedsala XVIIIan de, esasên desthilatîya neteweyî yên ku ji alîyê Rousseau ve hatibûn destnîşankirin, tenê nebûn sedemê amadekirina pêkhatina Şoreşa Fransizî, divê bête qebûlkirin ku esasên sosyalîzma evroyî jî ta digîje sedsala XVIIIê. Sedsala XXan, ji alîyekî (layekî) ve bi xwîn û agir derketiye rûyê dîrokê, ji alîyê din ve jî esasên hiquqî yên azadiya pêşkevtina neteweyan û azadiya mirovatiyê dirist kiriye.”
Bêguman guherîna fikrî ya Kemal Fewzî, di jîyana wî de dibe sedemê destpêka pêvajoyeke nûh. Têkiliyên wî yên bi rêxistin û roşinbîrên kurd re, bi taybetî jî têkoşîna azadî û serxwebûna miletên di bin nîrê Împeratorîya Osmanî de, pirr tesîr li wî dike, ku heman tiştî ji bo miletê xwe jî rewa bibîne û pêk bîne. Piştî vê guherînê êdî ew ne Kemal Fewzîyê berê ye. Pê re fikra netewî ya kurdî peyda dibe û êdî ew dahatûya jiyana xwe di nav dahatûya miletê xwe de dibîne û ji bo hişyarbûna neteweyî deng li wan dike, dibêje “Hûn çi qas lez ji riya zerarê vegerin ew qas bikêr e, eger hûn vî karî di gavekî leztirîn de pêk neînin, dê qirnên (neslên) dahatû ji we pirs bikin û bibêjin: Çavê we kor û guhê we kerr bû?”
Dr. Fuad Berxo (Dr. Fuad), di nameyeke xwe yê ji bo hejmara 5 a kovara JÎNê de, kêfxweşî û memnunîyetîya xwe ya derbarê guherîna kesên wekî Kemal Fewzî dike û dibêje: “Ev e, gelek hevalên me yên ku bi hemû ruhiyet û naveroka xwe ve kurd bûn lêbelê xwe nêzîkê kurdayetî nedikir û ji gengeşiyên derbarê kurdan jî dûr diketin, evro bi hişyarî û baweriyeke dilsoz tevlî tevgerê dibin.”
Ji vê pêvajoyê şûn ve, di jîyan û mejîyê Kemal Fewzî de êdî fikra neteweyî û têkoşîna doza Kurdistanê di beriya her tiştî de tête.
Wekî ku tête zanîn piştî Şerê Yekem ê Cîhanê, hinek rêxistinên siwîl ên kurd ji alîyê roşinbîr, xwendekar û kurdperweran ve li Stenbolê hatibûn damezrandin. Cemiyeta Tealîya Kurdistanê, yek ji wan rêxistinan bû, ku di 30ê Kanuna 1918an de hatibû damezrandin û heman demê kovareke bi navê JÎN diweşand û belav dikir. Kemal Fewzî jî dibe endamekî çalak ê Cemiyeta Tealîya Kurdistanê. Hem karûbarê katibiyê û hem jî digel Memduh Selîm, mesûlîyetîa rêvebirina xebata çapemenîyê digire ser milê xwe. Her wiha bi nûkila qelema xwe ya tûj û bihêz jî, di nav rûpelên kovara JÎNê de dibe tercumanê derd, armanc û daxwazên miletê kurd. Cûr bi cûr nivîsên wî di nav rûpelên hejmarên cûda yên kovara JÎNê de hatine weşandin. Mijara (babeta) nivîsên Kemal Fewzî îro jî di rojevê de ye û girîngiya xwe dipê. Kemal Fewzî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Derd xelas nabe“ de diyar dike ku di wexta Şerê Yekem de digel jenosîda ermenan, gelek kurd jî hatine kuştin û ji cih û warê xwe hatine dûrxistin û koçberkirin. Ew vê fikrê xwe, di hevdîtina 28ê Çiriya Pêşî ya 1923ê de ji konsolosê Rusî yê Ûrmiyê re jî dibêje. “Tirk dixwazin li Kurdistanê hîn bêtir hêzên xwe bicîbikin û sîyaseta xwe ya berê dubare bikin. Ew dixwazin beşekî mezin ê niştecihên Kurdistanê û bi taybetî jî kurdên hawîrdora Wan û Bedlîsê bişînin bajarên rojavayê Tirkiyê.” Û dibêje ew ên ku ji vî şerî herî zêde xusar dîtine kurd in.
Her weha ew, encam û serûvena hewldanên derbarê dîroka kurd û pêvajoya Şerê Yekem ê Cîhanê, ji gelê kurd re wisa diîne ziman. “Lê mixabin kes serûvena gilîya we ya ku mirovatîyê dixe nav dehşetê û gilîya serûvena we ya ku dîrokê şermezar dike nayîne bîra xwe.”
Kemal Fewzî di nivîseke xwe ya dî de jî sedsala bîstan wisa şirove dike, “Di vê sedsalê de her çi qas ji alîyê şarezayî û teknolojîyê ve, ji alîyê zanistî û sinayîyê ve berhemên herî zîrek hatibin afirandin jî, lêbelê sedsala bîstan bi wijdana xwe her daketî ye, guhên wê kerr û çavên wê kor bûne!”
Kemal Fewzî, di nivîseka xwe ya bi navê “Kurdistan’daki Kent Sakinleri Türk Müdür?/Gelo rûniştvanên bajarên Kurdistanê turk in?” de, aîdiyeta etnîkî ya rûniştvanên bajarên Kurdistanê, bi referansên dîrokî û civaknasî gengeşî dike û bersîva yên ku nifûsa van bajaran tirk dibînin wisa dide:
“Evro yên ku dijberê kurdbûna nifûsa van bajaran derdikevin, di van bajaran de ji alîyê rûniştvanên bajêr ve axaftina zimanê turkî, wekî îspatekî diyar dikin. Ev îddîayên wan ji gelek aliyan ve pûç in. Me li jorê bi berfirehî diyar kir ku turk di dîrokeka nêzîk de hatine li van deveran bicîbûne. Ji alîyê dîrokî ve hatina turkan ji bo van deveran bi kurdan re muqayesekirin, îddiayeke pûç e. Ji alîyê din ve, axaftina zimanê civakekî, nabe îspata aîdbûna li ser wê civakê. Mînak: Axaftina zimanê turkî bibûya îspata turkbûnê, dê parvekirina cuhûyan di navbera dewletên desthelatdarên ku lê dijîn de gelek zahmet bibûya. Evro heman tişt ji bo rum û ermenan jî wisa ye.”
Ji nivîsa Kemal Fewzî ya bi navê “Çîrokên kurdan” jî diyar dibe, ku Fewzî li ser edebiyata gelêrî ya kurd jî xebitiye û xebata di vî warî de wek wezifeyeke neteweyî û parçeyeke ji xebata dîrokî qebûl kirîye. Ji bo vê yekê dibêje “Wekî her tiştê wê, ew efsaneyên xoşevîst û baş ên neteweya bêçare jî li bin xweliya jibîrbûnê de mane. Ew ên ku min bihîstine bêyî ku ez tiştekî li ser zêde bikim, wekî eslê wan ê xwerû pêşkêşî we dikim.” Di berdewamiya heman nivîsa xwe de dibêje:
“Qasê ku ez dizanim û dikarim dê efsaneyên kurdan berhev bikim, bişînim ji bo rûpelên hêja yên kovara JÎNê re û li ber çavên zanyarên mîtolojiyê raxînim û pêşkêşê însaf û lêkolîneriya wan bikim. Wê demê mimkun e ku van nivîsan, bêînsafiya Diyarbekirîyekî nankor* jî derxîne holê, ku ev efsaneyên xoşewîst ên kurd bi navê çîrokên “Dede Korkut” guherandiye.”
Piştê ku Cemiyeta Tealîya Kurdistanê ji ber lênêrînên cûda yên wekî serxwebûnxwazî û otonomîxwazîyê, ku serkêşiya vê nihêrînê Seyid Evdilqadir dikir, di 27ê Sibata 1920an de jihev bû, Kemal Fewzî di rêza serxwebûnxwazan da cîyê xwe girt. Vê grubê di bin serokatiya Emîn Elî Bedirxan de bi navê “Kurd Teşkîlatê Îctîmaiya Cemiyetî” komeleyeke nû damezirandin. Di nav vê grubê de yên wekî: “Emîn Elî Bedirxan (Botan), Ferîd Beg, Şukrî Baban (Suleymaniye), Fuad Baban (Suleymaniye), Hikmet Baban (Suleymaniye), Dr. Ebdullah Cewdet (Arapkîr), Dr. Şukrî Mihemed (Baqirmaden), Kemal Fewzî (Bedlîs), Ekrem Cemîlpaşa (Amed), Nejmedîn Huseynî (Kerkûk), Memduh Selîm (Wan) û Mewlanzade Rifat” hebûn.” Ev grub di heman demê de bi navê “Demokratên Kurd” jî tête nasîn û di damezirandina “Kurd Millet Fırqesî/ Partîya Milletê Kurd” de jî cî digrin. Piştî ku ev partî ji alîyê hikumetê ve tête girtin, bi serokatiya Necmedîn Huseynî “Partî Demokratî Kurd” dadimezrînin.
Dema ku Îttihatçiyan bi dewletên Antant re li hev kirin, êdî giraniya hêza xwe dan ser Stenbolê. Di encama vê lihevkirinê de, şertên xebata li Stenbolê gelek giran bûn. Ji ber vê, gelek endamên Komîteya Stenbolê berê xwe dan Kurdistanê. Jixwe ji berê ve di navbera Komîteya Stenbol û Komîteya Erzromê de xebat û têkiliyên yekbûnê hebûn. Ev rewşa şênber jî bû sedemê lezandina vê pêvajoyê. Li gorî raporta konsolosê Rûsî Pavlovsky,
“Komîteya Kurd ya Stenbol û Komîteya Kurd ya Erzromê par di meha Nîsanê de (Nisana1922 – S. Veroj) yekîtiya xwe pêkanîne.”
Bi yekbûna komîteyên Erzrom û Stenbolê, Komîta Kurd ya Erzeromê navê xwe guherandiye bûye “Komiteya Nawendî Kurdistan.”
Konsolosê Rusî yê Erzromê Pavlovsky, di heman raporta xwe de derbarê damezrandina dîroka Komîteya Erzeromê dibêje:
“Komîteya Kurd ku di pêvajoya Kongreya Erzeromê (23yê Temuza 1919- S. V) de hatibû damezirandin, bi muhalefetê re di nav têkiliyên nêzîkê de bûn. Komîteya Kurd, têkiliyên bi muhalefeta Turkiyê re bi rêka Xalid Begê Cibrî birêve dibir. Xalid Beg, hem nûnerê Komîteya Kurd bû û hem jî serokê eşîra Cibran bû.”
Konsolosê Rusî yê Urmiyê di raporteke xwe yê di navbera 16yê Çirî (Kewçêr) û 1 ê Kanûna 1923yan de jî dedibêje:
“Kemal Fewzî, ji bo ku di navbera Simko û Konsolosxaneya Rusî de peywendiyê pêk bîne, ji aliyê Komîta Kurd ya Erzromê ve hatiye wezîfedarkirin. Ji bo vê yekê Kemal Fewzî roja 20ê Çiriya Pêşî biryar dabû ku bi Konsolosxaneya me ya Urmiyê re hevdîtin bike û ew di 28ê Çiriya Pêşî de gihaşte Konsolsoxaneya me û xwe bi me da naskirin.” “Di hevdîtina me û Kemal Fewzî de, wî, xwe wekî endamê komîteya navendî ya rêxistina kurd û endamê beşê propaganda yê komîteyê da naskirin. Di hevdîtina me de Kemal Fewzî bal kişand ser babetek (mijarek) û got: Xalid Beg berdewamî bi serokên kurd yên li Stenbolê re di nav têkiliyê de ye, ew bi xwe jî endamê gruba Stenbolê ye û ev grub bo Kurdistaneke serbixwe dixebite.”
Wî di heman hevdîtinê de, armanc û lênêrîna Komîteyê jî aşkira kiriye di derbarê meseleya kurd de:
“Komîteya Erzromê, berê di nav sînorên dewleta Turkiyê de daxwazkirina otonomî bo Kurdistanê, wekî programeke asgarî qebûl kiribû. Lêbelê ji par ve diyar bû ku Dewleta Turk di pratîkê de tu daxwzeka kurdan pêk nayîne. Li hember vê rewşê tenê rêyekî li pêşiya me kurdan dimîne, ku ew jî bihêzkirina şiyara Kurdistana serbixwe ye. Ji ber vê yekê Komîte, di çarçova biryarên wergirtî de dê ev pêngavên pêdivî bavêje: 1- Di nav rêxistineke berfireh de pêkanîna yekîtiya hemû serokên Kurdistana Bakur û amadekirina serhiladaneke çekdarî ya giştî; 2- Pêwendî danîna bi Yekitiya Sovyetê re û li ser piştgiriya wî ya ji bo Tevgera Neteweyî ya Kurd pêkanîna hevdîtinan; 3- Pêkanîna têkiliyên bi serokên Kurdistana Başûr re; 4- Ji bo berdewamkirina têkiliyên bi Simko re, verêkirina endamekî Komîteyê li cem Simko ku daîmî li wê derê bimîne.
Ji ber vê yekê, em nûka amedekariya serhildanekî dikin bo meha Adarê. Ji bo ku Komîteya Kurd bigîje armanca xwe, yanî ji bo azadkirina gelê kurd ê bextreş, çavê wî li alîkarî û piştgirîya Dewleta Yekîtiya Sovyetê ye. Van tiştana hemû bêyî ku bêne zêdekirin û gewrenîşandan hatin axaftin. Kemal Fewzî wek gotina dawî weha got: Divê hun di encamê de bo min bêjin, gelo dê Dewleta Sovyetê piştgiriya kurdan bike yan na? Eger hun piştgiriya me nekin jî, em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Eger tevgera me li hember turkan biser nekeve û bête çewisandin jî, em dê wek budeleyan nerawestin, wekî şêran bimrin.”
Digel ku nûnerên Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê, daxwaz û armanca tevgera kurd bi gelek zelalî pêşkêşê Dewleta Sovyetê kirine û ji bo ragehandina mafê çarenûsiya xwe, ji wan piştgirî û alîkarî xwestine jî, wan qet piştgirî nedaye Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurd. Bervajê vê yekê, Tevgera Netewî ya Kurd bi hevkariya emperyalîzma Îngiliz tawanbar (sucbar) kirine û piştgirî dane Tevgera Mistefa Kemal. Raskolînîkof di rojnameya Pravda ya roja 26.02.1925 derbarê Tevgera 1925an de weha dibêje:
“Vê gavê têlgirafeke din ji Turkiyê hat di derbarê serhildaneke kevneperest a nûh de. Li gor nûçe û agadariyên ku hatine dayin, ew dixwazin bi piştgiriya emperyalîstan Tevgera Şoreşgera Neteweyî ya Turkiyê têk bibin. Li van demên dawî li her aliyê Turkiyê ev muhalefeta (opozîsyona) kevneperes xwe dide nîşandan. Di vê herêmê de destpêkirina serhildanê ne tesadûfî ye. Lewra, axayên erd û feodalên mezin li vê herêmê berhev bûne. Olperest li vê herêmê xwedî hêzekî gewre ne. Wan gelek caran meleyên kevneperest, wekî nûnerên xwe şandine Meclîsa Turkiyê. Her wekî yê Afxanîstanê, serhildêrên vir jî çeteyên li dijî-şoreşê ne. Çete, ji nav xelkê koçer ê cahil û nîvhov tête û rasterast bi herêmên di bin bandora Îngilistanê re cînar in. Di serî de serhildanê, li herêmên nêzîkê sînorên Mûsilê dest pê kiribû.
Hêza serhildêran nêzîkê 5000 kes in. Divê em ji bîr nekin ku hemû kurd ji piçûkayiya xwe ve bi çek mezin dibin. Ev yek dikare di nav demeke kurt de hejmara şervanan bêtir bike. Divê ev jî neye jibîrkirin ku çûna Cemiyeta Miletan ji bo Mûsilê û destpêkirina serhildanê, rastê heman demî tête. Ev jî mînakeke dî ye, ji bo destnîşankirina armanca rastîn a serhildanê.
Daxuyaniyên rojnameyên Turkan gelek dirist in, ku dibêjin ev tevger bi teşwîqkirin û tevdana îngilizan û bi destekkirina feodalên fanatîk derketiye holê. Îngiliz bi tûrik û çewalan piştgiriya diravî (aborî) ji bo wan dikin.
Dewleta Turkiyê ya nûh, berhemê tevgereke rizgarîxwaz e. Vê serhildanê jî bi piştgiriya emperyalîzma îngiliz dest pê kiriye û armanca wê ev e ku vê tevgera pêşkevtîxwaz bifetisîne. Ji ber vê yekê, çîna karkerên dinyayê, li hember vê tekoşîna dewleta Anqerayê rêzdar e û dijberê emperyalîzma zordar a dinyayê piştevaniya Şoreşa Neteweyî ya Turkiyê dike.”
Rayedarên Dewleta Sovyetê, Tevgera 1925an û serokên wê bi hevkariya emperyalîzmê tawanbar bike jî, Îsmet Onunî yê ku wê demê serokê Hikumeta Turkiyê bû, wekî rayedarên Sovyetê nafikre, dibêje: “Tu delîllekî nehatiye dîtin ku serhildana Şêx Seîd rasterast ji aliyê îngilizan ve hatiye rêxistinkirin yan jî piştgirî jê re hatiye dayin.”
Mixabin helwesta Dewleta Yekîtiya Sovyetê li hemberî Tevgera Netewî ya Kurd, ne li gorî felsefe û îdeolojiya hebûna Dewleta Sovyetê bû, li gor berjewendiyên sîyasî yên Dewleta Sovyetê bû. Ji bo vê, prensîbê bingehîn ê fikr û ramana sosyalîzmê, yanî “mafê dîyarkirina çarenûsiya xwe”, ji bo miletê kurd rewa nedihat dîtin. Ev helwesta Sovyetê ji aliyê nûnerên kurdan ve jî hatibû hesabkirin. Nûnerên kurd ji têkilî û alîkariya Sovyetê nepiştrast bûn. Lewra Kemal Fewzî ji Konsolosê Rusî yê Urmiyê re bi aşkira dibêje: “Eger hun piştgiriya me nekin jî em dê tekoşîna xwe berdewam bikin”. Bêşik ev helwest û xweragirtina Kemal Fewzî, heman demî helwest û biryareka rêxistinî jî bû. Helbet pêdivî ye li ser Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê (Komîteya Navendî ya Kurdistanê) û endamên wê yên din jî lêkolîn û xebateke berfireh bête çêkirin. Mijara vê nivîsê kurtejînanîgeriya Kemal Fewzî ye, ji ber vê yekê naxwazim babet zêde belav bibe.
Ji xebat, têkilî, helwest û xweragirtina wî dîyare ku Kemal Fewzî, di nav demeke kurt de jiyaneke çalak û têkoşîneke bêrawestan û rêxistinî domandiye; dema ku Kemal Fewzî tête girtin, xortekî sîh û pênc salî ye. Darezandina Kemal Fewzî û hevalên wî di 20ê Nîsana 1925an de dest pêdike. Li gor Naşît Hakkî yê nivîskarê rojnameya “Vakit” a tirkî, Kemal Fewzî di navbera çar cendirmeyên nizekirî (singûlî) de anîn nav hola mehkemeyê. Rojnameya “Vakit” behsa parastineke dirêj a Kemal Fewzî dike, lê tenê qismekî piçûk jê diweşîne. Dozgerê mehkemê Ahmet Sûreyya jî dibêje:
“Kemal Fewzî; yekê hûrik û çavreş bû, ciwanekî xwedî tecrûbe bû, jîyana wî bi serûven û macereyan derbas bûbû. Wî di parastina xwe de digot: Ez ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe gelek xebitîm. Gelek salan ji bo xebatê di nav eşîretan û bajaran de geryam û min ji Simkoyê navdar re şeş heyv katibî kir.”
Piştî darezandineke sembolîk, ji bo Kemal Fewzî û hevalên wî Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Evdilqadir, Mihemed Tofîq û yên din biryara darvekirinê tête dayin. Wî ji serî ve giraniya barê ser şanê xwe qebûl kiribû û bedêla armanc û têkoşîna doza neteweyî bêminet dikir û digot: “Bila yên fanî ji mirinê bitirsin, lewra ew bo min ne tiştek e!”
Kemal Fewzî û hevalên xwe di 27ê Gulana 1925an de li şefeqa sibehê de li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a Diyarbekir têne darvekirin.
Kemal Fewzî jiyaneke rêxistinî û têkoşîneke şoreşger a netewî wek terzekî jîyanê ecibandibû. Armanca wî ya sereke, pêkanîna yekîtîya sîyasî û neteweyî ya tevgera kurd bû. Ew hem xwedî qelemeke bi hêz û tûnd bû, hem jî şoreşgerekî çalak bû. Ji bo vê yekê Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) dibêje:
“Hikumeta Turk tehlûka agirê geş û pîroz ê neteweyî yê di ruh û qelema wî de têgehiştibû. Lewra darvekirina wî ji ber zulmê bû. Kemal Fewzî, şexsîyetekî cesûr û xwedî xîretê bû, ji bo milletê xwe ji tu fedekarî û xizmetê re xwe paş ve nedida. Divêt hemû kurd vî zatê şoreşger û fedekar bi rêzdarî bînin bîra xwe û ji xwe re wek mînak qebûl bikin.”
Li gor gotina Nûrî Dêrsimî, piştî biryardana darvekirina wî, hukmê darvekirina vî kurdperwerî sê roj tête derengxistin, ji bo ku bêhtir eziyet bidinê. Di van sê rojên tije ezab de, xwişka wî tê hevdîtina wî. Ew keça kurd bi tevî hemû dilşewatiya xwe, dixwaze êşa birayê xwe sivik bike û halana bide wî, ji bo vê yekê bi bîrhanîna gotineke pêşiyan jê xatir dixwaze û dibêje “Berxê nêr, ji bo kêr!”
Kemal Fewzî, ji ber xebatên xwe yên sîyasî û rêxistinî, berîya wî jî bi cezaya darvekirinê hatib3u mehkûmkirin. Ew di deqîqeyên herî dawî yên jîyana xwe de, li meydana Mizgefta Mezin û li ber lingên sêdaredanê, di bin ronahîya asoya sibê de deng li bêdengiya Diyarbekira şewitî dike û dibêje:
“Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew ya me ye.”
Bila ruhê wî şad û gorê wî bihuşt be.
$Çavkanî:$
– JÎN (kovara Kurdî-Tirkî)(1918-1919)
– Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzî
– Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi, cilt:3
– Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi
– Vet. Dr. Nûrî Dersimî, Hatiratim
– Zinar Silopî (Qedrî Cemîlpaşa); Doza Kurdistan.
– Ugur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması
– Ahmet Özcan, İmparatorluk çökerken Yeni Bir Ulusun Tahayyülü.
$Seîd Veroj$ - Kovarabîr. [1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 703 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî - Kurdîy Serû | Kovarabîr.com
السجلات المرتبطة: 4
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
البلد - المنطقة (الولادة): شمال کردستان
الجنس: ذکر
القومیة: کردي(ة)
اللغة - اللهجة: ترکي
المدينة والبلدة (الولادة): بدليس
المدينه او البلد (الاستشهاد): اسطنبول
سبب الوفاة: الأعدام
نوع التعليم: علوم العسكرية
نوع الشخص: سجين سياسي
نوع الشخص: ناشط سياسي
نوع الشخص: اديب
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) في 14-11-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( ڕۆژگار کەرکووکی ) في 14-11-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( ڕۆژگار کەرکووکی ) في 14-11-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 703 مرة
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1170 KB 14-11-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
بحوث قصیرة
التاريخ الجغرافي لجبال كردستان
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
بحوث قصیرة
(الذئاب) اربع قصص كردية لحسين عارف
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
بحوث قصیرة
اكراد خراسان ايران
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
السيرة الذاتية
أسما هوريك
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
بحوث قصیرة
أربيل في العهد الاتابكي 1128-1233
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
بطاقة شخصية-الفنان صلاح رؤوف علي
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية

فعلي
بحوث قصیرة
المفكر العربي الكبير صادق جلال العظم: المغزى الحقيقي ل ( الربيع العربي) بالنسبة لي عودة السياسة للناس وعودة الناس للسياسة
04-07-2022
هژار کاملا
المفكر العربي الكبير صادق جلال العظم: المغزى الحقيقي ل ( الربيع العربي) بالنسبة لي عودة السياسة للناس وعودة الناس للسياسة
الشهداء
جافري كاموران
08-02-2023
أفين طيفور
جافري كاموران
السيرة الذاتية
هادي خديدة رشو
10-05-2023
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
هادي خديدة رشو
المکتبة
أذربيجان في العصر السلجوقي
08-01-2024
اراس حسو
أذربيجان في العصر السلجوقي
بحوث قصیرة
البوم
26-03-2024
کاکۆ پیران
البوم
موضوعات جديدة
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,442
الصور 106,050
الکتب PDF 19,161
الملفات ذات الصلة 96,492
فيديو 1,307
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
بحوث قصیرة
التاريخ الجغرافي لجبال كردستان
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
بحوث قصیرة
(الذئاب) اربع قصص كردية لحسين عارف
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
بحوث قصیرة
اكراد خراسان ايران
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
السيرة الذاتية
أسما هوريك
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
بحوث قصیرة
أربيل في العهد الاتابكي 1128-1233
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
بطاقة شخصية-الفنان صلاح رؤوف علي
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.656 ثانية