图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,354
图片 105,193
书籍 19,086
相关文件 95,696
Video 1,281
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ukrayna - Kurdistan; heman xebat
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bernard-Henri Levy

Bernard-Henri Levy
Bernard-Henri Levy
Gelo dê #miletê Kurd# bibe qurbaniyekî din yê şerê Ukraynayê?
Ez behsa kurdên Tirkiyê û Îranê her nakim bê çawa ji dema ku Ewropa mijûlî aliyekî din e, perçiqandina wan ji aliyê rejîmên wan welatan ve zêdetir bûye. Her wisa ez qala Kurdên Rojava jî nakim ku Erdoganê kujer di demekê de ku xwe mîna xelaskerê çareseriya hinardekirina genim û dexlûdanê Ukraynayê nîşan dide, dozê li Moskow û Tehranê dike ku di qetlûama Kurdan de destvekirîtir be.
Ez dê behsa pêşmergeyan bikim, ango Kurdên Iraqê ku min du fîlmên xwe terxanî wan kir. Ewên ku min dît çawa li dij wan îslamîstên fena ejdehayan şer dikirin ku ti mînakeke wan tune ye, tenê meger wek wan şerkeran bin ku dijî Ukrayniyan şer dikin, lê em niha careke din tên ku pişta xwe bidin wan.
Gelo niha çi li Hewlêrê diqewime?
Wa DAIŞ vedigere! Li Silêmaniyê dîsa derketine holê, xwe di bin erdê de û di kunên Çiyayê Qereçûxê de ji nû ve birêxistin dikin. Binêre, tu yê bibînî ku hêzên General Sîrwan Barzanî her roj li ser sînorê kevin ê hêlên pêşin ên sektora 6ê bi tena serê xwe rûbirûyî metirsiyan dibin, bêyî ku ti hevpeymanên wan çi Ewropî yan Amerîkî bin li wê derê bin.
Ma ev bêminetî ye? Ma adeteke pîs e ku di demokrasîyê de piştî ku te hevalbendê xwe bi kar anî, îcar tu rabî wî bavêjî? Yan gumana we hebe ku li hember gefeke tirsîner e? Heger guman e, va lewma em li vir peyamê digihînin li ser mijarê ku em yek ji damezrînerên rêxistina Amerîkî Edalet ji bo Kurdan in ligel Thomas S. Kaplan.
Ji çavkaniya nûçeyên bawerpê ku DAIŞ ne goştekî zêde ye ku dawî li hizirên wê were, lêbelê xaleke reş e ku şax û pax jê vedibin. Yan wek gazekê ye ku dibe hilm û di bayê de belav dibe û dimîne heta dema ku dijminên wê dilhêsa û aram dibin wê çaxê ew derdikevin holê; tişta ku dike niha li Kurdistanê biqewime.
Îran livûtevgerê dike, kirêgirtiyên xwe yên razayî li deverê şiyar dike, milîsên şîî dide xebitandin, heta digihe bikaranîna Pasdaran ji bo pêkanîna armancên xwe û topbarankirina Hewlêr û dorhêla balafirgeha wê jî. Ev hemû diqewimin û hîna hevpeymanên Kurdistanê ewqasî dilgiran nake ku peyama naletî ya Îranê li hember wê beşa taybet a Kurdistanê fêm bikin.
Ma hevalbendên Kurdan ji xwesteka Îranê ya têkbirina ezmûna demokratîk a Kurdistanê, wek ku Putîn niha li Ukraynayê dike, fêm nakin? Ma em ji wê jêbirinê ditirsin? Ku Pûtîn dixwaze gavên ji xwe mezintir bavêje û Împeratoriya Qeyser vejîne? Yan mîna Xi Jinping ku ji Taywanê heya Afrîqayê di livûtevgerê de ye heta digihe avakirina Rêya Hevrîşimê û li ser xweliya împaratoriyên berê yên Çînê, Han, Ming û Qing dilîze? Yan jî mîna Erdogan ku dixwaze împaratoriya Osmanî ya nemayî sax bike. Ji aliyê din ve jî xwesteke anîna holê ya împeratoriya mezin a farisî ku Bexda jî cihê xwe di nav sînorê wê de digire, li qoqê komek ayetullahan daye.
Min di pirtûka Împeratorî û her sê paşa de qala wê yekê kir û min zelal kir çima ji niha ve aloziya van livûtevgeran ji bo nifşên siberojê dest pê kiriye. Beşa Kurdistanê ku hikûmeta #Herêma Kurdistanê# lê serdest e, ji Şerê Kendavê yê yekem ve li gor yasaya navdewletî heye û tê parastin, ji hilweşandina Sedam û vir ve, li gor destûrê mafê wê hatiye çespandin. Lê hertim di bin zextên Îran û hikûmeta Iraqê de ye. Ev çendik û çend sal in Iraq hewl dide Kurdistanê lawaz bike, gefan lê dixwe, heta digihe asta ku hewla xeniqandin û mixabin jêstandina serweriya sînordar a wê herêma otonom a Kurdî dide.
Ji 2014ê ve û heta niha, beşek ji budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatiye birîn, tew ev çendik û çend sal in li ber çavê rêveberiyên Amerîkayê budceya 150 hezar pêşmergeyan birî. Her wisa rê li berhemanîn û hinardekirina Herêma Kurdistanê tê girtin li gor raveyên wan ên çewt ji bo madeyên 110, 111 û 112 yên destûrê. Di vê yekê de jî yan helwesta hevpeymanan nîne û nalivin, yan jî helwesta wan pir qels e. Eger ne bi haydarî û çalakiya koma nûner û senatorên amerîkî yên wek Michael Waltz, Dina Titus, Jim Rich, Doug Lamborn, Michael McColl û Bob Menendez bûya ku bi awayekî berdewam li zengilê metirsiyê didin, dê kurd ji zû ve vegeriyana heyama çiyê.
Lewra du çareserî hene: Yan Amerîka nizane ji yekê zêdetir bijmêre û (her tiştê xwe li hember kurdan ji bîr kiriye) û ber çavê wê xumamî bûye, çunke ew şerê cihanî ku ji hêla bloka hêza çewisîner û nûemperyalîst ve dirust bûye, nikare hevkariyê bike ji bilî ji hêleke tenê ve yan ji aliyekê tenê ve wek ku serok Macron di gotara xwe ya bi balyozan re bal kişande ser. Lewma em li Hewlêrê xwe ji bo tiştê hate serê Kabulê amade dikin. Yan vaye wiha bawer dikin ku gaz û petrola kurdan yek ji alternatîvên cidî yên Rûsyayê ye. Ew di wê baweriyê de ne ku wek dema kurd li dij DAIŞê dîwarekî xurt bûn, dê niha jî kurd li hember gefên Pûtîn di alîyê enerjiyê de û bûyerên ku dê piştî wê jî biqewimin bibin mertalek. Divê ev yek li bîra amerîkiyan be ku bavên damezrîner ên Amerîkayê çi qas bi giringî li jeopolîtîkê dinihêrtin û cîhan wek bajarokekî piçûk didîtin. Divê bizanin jî tişta ku li Kyiv û Hewlêrê diqewime têkildarî hev e û lîstikvan heman lîstikvan in.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览591
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.rudaw.net/- 14-11-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 20-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 14-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):14-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览591
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.120 KB 14-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,354
图片 105,193
书籍 19,086
相关文件 95,696
Video 1,281
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!