图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,019
图片 105,415
书籍 19,103
相关文件 95,987
Video 1,285
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nêrîneke qedîfeyî ji Pragê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ziryan Rojhilatî

Ziryan Rojhilatî
Di van rojan da çêjeke taybet a keşûhewaya Pragê heye. Rengên bihar û payîzê tev li hev bûne. Car caran baraneke hûr bi nermî dibare û sireke sar a zivistanê jî radibe. Îcar xweşiya wê jî – helbet li nik min – ew e ku di vê seqayê da çayeke germ a taybet bi me jî bi dest meriv bikeve.
Min çayek li qehwexaneyeke li navendên Pragê dît. Lê bi taybetî ji ber xwepêşandanên vê dawiyê yên #Rojhilatê Kurdistan# û Îranê ku êdî li her derê, tew li Pragê jî xelk behsa wan dike, bi dilxwazî yan bi dilnexwazî, ez ji bedewiya xwezayî ya bajêr dûr ketim û hizra min çû ser Şoreşa Qedîfeyî ya Pragê di sala 1989ê de.
Hevalê min ku gelek caran dixwaze xwe wek xortekî gundî bi nav bike, li Pragê rêveberê navendeke lêkolînê ye û ez jî beşdarî çalakiyên navenda wî bûme. Wî bi hezkirin û xwestekeke mezin ew kolan û cih nîşanî min dabûn ku xelkê xwenîşandan li wan kiribûn.
Xwepêşandanên bê tundûtîjî yên xelkê, nemaze xwendekaran, di heyama nêzîkî şeş hefteyan de, dawî li dewleta Stalînîst a wê demê li Çekoslovakyaya ku niha du welatên cuda ne, anîbûn.
Nola şoreşa qerenfîlê ya Portugalê di 1974 de, pênc şoreşên rengîn ên wiha, li Ewropaya Rojhilat û welatên Yekîtiya Sovyeta berê qewimîn ku ya herî dîyar ji wan şoreşa Çekoslovakyayê ye.
Tişta ku bala min çû ser, tavilê cudahiya navbera şoreşên qedîfeyî yên vir û şoreşên xwîndar ên Rojhilata Navîn bû. Helbet ji ber ku ez naxwazim mijara min a vê carê bi hêla şirovekirin û tiştên wisa ve here, ez ê dev ji vê meseleyê berdim.
Dîplomatekî kevn ê çekî li hember min rûniştibû. Li bal wî meraq bû ka dê çima kurdek li Rojhilata Navîn tirkî, farisî yan erebî bi başî nizanibe madem li heman welatî bi yên din re dijî! Helbet bi zimanekî ku rengekî biçûkxistinê li ser xuya bû. Nêrîneka qedîfeyî bû li ser pirsgirêkên aloz ên Rojhilata Navîn xasma pirsa Kurd.
Demek kişand heta min jê re zelal kir ku nabe li cihekê ku şoreşa wê ya 1989 qedîfeyî bûbe û cudabûna wê jî – 1993 qedîfeyî bûbe, bi nêrîneke giştî li Rojhilata Navîn were mêzekirin û cudahî neyên dîtin. Ne pirsa kurd bi tevayî wek pirsgirêka neteweyên Ewropayê ye û ne jî dewlet nola Brîtanya û Çekoslovakyayê ne!
Vê dîtinê, nêrînên Gertrude Bella brîtanî anî bîra min ku di dema xwe da bi awayekî pir xeyalî hewl dabû bi rêya çêkirina muzexaneyeke hevbeş gelên Iraqê bike yek û mîrateke hevbeş di navbera kurd û ereban de çêbike. Pirsgirêk di wê yekê de ye ku ev cure nêrîn wisa dihizire ku civak teşta hevîr e û tu çawa bixwazî tu dikarî teşeyekê pê bidî.
Piştî ravekirinên min, çend caran doza lêborînê kir. Lê piştî ku min bihîst ku wî çend salan wek dîplomatkar li Bexda, Îran û Stenbolê kar kiriye, ez li wê yekê fikirîm ka gelo çi valahiyek di pêwendiyên kurdan bi dinyaya derve re hene heta dîplomatkarek jî li deverê bi vî awayî hizir dike.
Min kurdekî ji Şirnexê dît. Hê jî kurdiya bedew a wê deverê dihate bîrê. Remezan ji Hezexê ye û li wê navenda Pragê dixebite. Bi germî bi min re diaxivî, te digot qey bi salan e ew min nas dike. Helbet paşê derket holê ji ber ku ew car caran tiştên min dibîne. Got ez li bajarê Brnoyê rûdinim û li wir mijûlî xwendinê me.
Brno! Cihekî vî navî yê taybet di destpêka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û bîrdanka civaka kurdê de hebû. Dibe ku gelek mîna min hebin ku bav û bapîrên wan bi hezeke mezin ji wan re qala wê brnoyê (tifingê) kiribin. Paşê hino hino çekên wek klaşnîkov û RPG peyda bûn û ev yek jî hevdem bû bi bandora îdeolojiya çepgiriyê û têkiliyên kurdan bi Yekîtîya Sovyeta berê re.
Diyar e di qonaxên berî hilweşîna wê yekîtîyê de û piştî wê jî, tevgera Kurdistanê zêdetir berê xwe da Rojava û vê yekê jî wiha kir ku niha hindek çekên NATOyê hêdî hêdî dewsa klaşînkov û brnoyên berê bigirin.
Dîmeneke din a Pragê ukrayniyên wir bûn. Ji ber ku hemû bi nijad slav in, reng û rûyê wan dişibe hev, heger zimanê wan mîna hev be, dibe ku bi hêsanî ji hev cuda nebin. Bi kêmanî ji bo min wisa bû.
Nêzîkî 500 hezar ukrayniyan piştî şer hatin Komara Çekê. Heta niha pirsgirêkeke wan a wisa berbiçav tune ye. Hikûmetê derfetên kar û mal da wan û meaşekê jî dide wan. Li ser hindek avahiyan dirûşma Pûtîn dev ji Ukraynayê berde hatiye danîn.
Li ser avahiya Wezareta Derve jî ala Ukraynayê tevî ala wan heta nîvî hatiye bilindkirin. Lê hindek lêkolînvan û pisporên çekî yên ku çavê min bi wan ket, dilgiran in ku heger di biharê da artêşa Rûsyayê bi ser xwe ve were û 500 hezar penaberên din bên dê çi biqewime!
Helbet dîtinek jî heye ku daxwaz dike Komara Çekê bêhtir bi slaviyan re be û pirsgirêkên xwe bi Rûsyayê re kêm bike. Bi vê mijara Ukraynayê em hindekî ji Rojhilata Navîn dûr ketin, lê bi wê mijara ku li ser rola Îranê di şerê Rûsyayê da li holê ye careke din axaftin hate ser Rojhilata Navîn. Bi rastî dinyaya îro wiha bi hev ve hatiye girêdan ku bandora gelek bûyeran êdî tenê bi cihekê ve ne sînordar e.
* Ziryan Rojhilatî Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览768
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.rudaw.net/- 14-11-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 14-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):14-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览768
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 14-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,019
图片 105,415
书籍 19,103
相关文件 95,987
Video 1,285
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!