图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,582
图片 106,359
书籍 19,230
相关文件 96,823
Video 1,368
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Em dîsa Emerê Lalê bi bîr bînin di 11 salîya koçkirina wî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Emerê Lalê

Emerê Lalê
Idris Omar
Emerê Lalê (Rêncber)yek ji stûnên Helbesta kilasîk li #Rojavayê kurdistanê#
Pêşgotin
Dema mirov behsa helbestê û helbestvanan li Rojava yê kurdistanê bike, yek ser hinek navên mizin têne bîra mirov, wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Ahmedê Şêx, Salehê Heydo û Emerê Lalê hwh. Evan helbestvanan rolek girîng û birçav di warê wêjeya kurdî de lîzitne û nemaze di warê helbesta kurdî ya kilasîk de û her yek ji wan cihê wî de wêjeya kurdî û kurdistanî de diyare.
Emê di mijara xwe de henekî li ser jiyana helbestvan Emerê Lalê û kar û xebatên wî yên netewî û wêjeyî rawestin.
Kurte jiyan
Nav ê wî Emerê Hesen Ismaîle lê binavê (Emerê Lalê ) tê naskirin, wî xwestiye paş navê wî bi navê diya wî were binav kirin. Ji ber bavê wî gelekî zû diçe ser dilovaniya xweda.
Wek wefadarî ji daiyka xwe re û zihmetiyên wê kişand û dîtin bi wî û birayên wî re, got bila ew bi navê daiyka xwe were naskirin.
Ji dê û bavekî cotkar di sala 1935 an de li gundê Qeserdilî li rojhelahtî Cizîra Botan hatiye dinyayê, ew î navê Rêncber ji bo xwe helbijartiye ji ber nîşan bide ko ew jî kesekî mişext û karker û cotyarê vî miletiye.
Malbata wî koçberî Rojava yê kurdistanê bûne û li gundê Indîwerê bi cî bunê û pê re li gundê Mezirê û pê re li gundê Tel Xenzîr û li wir diçe dibistanê.
Sala 1958 malbata wî berê xwe dide gundê Zixatê yê bi ser herêma Dêrika Hemko ve û li wer bi cî debin.
Girêdana Netewî
Ew ji malbateke netewî û niştîmanperwer re, ji despêka avakirina Partiya dîmokrat a kurd li Sûriyê sala 1957an de, ewî kar û xebat kiriye da ko partî rayên xwe berde nav milet de, ew yek ji wan kesên piştgirê şoreşa Eylulê bû, ji ber ko birayê wî tevlî şoreşa başorê kurdistanê bi rêberiya nemir Mela Mustefa Barzanî Bavê netewa Kurd dibe, û mala wan ji bo Peşmergeyan vekirî bû ji ber vê yekê tê girtin û işkenci kirin.
Nivîsandena Helbestê
Ew î yekem helbest a xwe di sala 1958 an de, bi mebesta vegera bavê netewa kurd Mustefa Berzanî ji Soviyeta berê û destpêka şoreşa Eylulê dinivîse, helbestek dagirtî bi hestên netewî û hezkirina welat.
Her weha gelek helbestên bedew li ser xweşikbûna kurdistanê û ciwaniya sirûşta wê û her wesa li ser evînê û jiyan û civaka kurd dinvîse.
Gelek helbestên wî bûne stran, weku ( ey lê gulê gula minê) û hunermendên navdar wekî Mehemd Şexo, Seîd Gabarî, Şivan Perwer Mehmud Elî Şakir, bi dengên xwe yên xweş stirandine.
Niştîman di helbestên wî de
Ew î bi dil û can di helbestên xwe de piştgirtiya azadî û serxwebûn a Kurdistanê kiriye û gelek helbest di vî warî de nivîsîne weku:
Xak û AV
Heye li cîhan xakî pirr ciwan
Welatê Mîdî ango Kurdistan
Rojhilatê me dighê Ebedan
Ҫiya yên dirêj heya Hayestan
Rojavayê me Deryayê sipî
Cok û avên me xweştir J`yên cîhan
Avên mey dirêj DICLA û FERAT
Sîhon û cîhon mûrad DERYA WAN
Sefan û Hîzil Efrîn û Xabor
Zergan û Balek paş zihê soran
Ҫîyayên bilind Codî û Xelat
Hindirîn û Zozik Metîn û Sîpan
Şingal û Bêxêr Şêxan û Bagok
Qeredax û Dasok Gulî û Zozan
Welatê Bindest
Ciwan yarê dilê min bir
Dilê min sot ceger kerkir
Me vîndayê xwe lê wer kir
Mal û can tev serî l‘serkir
Ne poşmanim ji vî karî
Soz û peyman me sûnd xwarî
Dewlemendî çi b‘ hejarî
Ji dil min got te Bawer kir
Evîn di helbetsên wî de.
Bi rastî Rêncber di warê evînê de gelek helbestê bidew û ciwan li ser yara xwe nivîsandine, gelek caran welat jî weku yara xwe nîşan daye, ew weku gul bi nav kiriye û carna weku jiyanê daye diyar kirin ew gelek caran xwe dike feda yê yara xwe.
Gula min
Ey lê gulê gula minê
Şirîna ber dilê minê
Gulê nadim malê dine
li ser gulê têm kuştinê
Gulê kesk û sor û zere
Nîşana alê li ser
Yêdî sipî û gewhere
Amanc û kedera minê
Bi rastî tu şaha gula
Bingeha şahîya dila
Gava îro ro l’me hila
Ҫar reng tên ser gula minê
Rengê te yê pirr delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te ne bînim bivî halî
Şîrîn û peymana minê
Rêncber dîsa ji alîye din li evînê di nihêre wek jînê, û ew dibêje jîna bê evîn ne te jîn ne. di helbesta xwe ya binavê bingeha jînê wesa dibêje:
Bingeha Jînê
Yarek min heye binavê jîne
Tor û nazenîn ji min bi kîne
Qelenê giran ne b‘ zêr û derav
ji min dixwazê tim jî û xwîne
Ma ez çi bêjim ko ez hêdîkim
Li çar birê xwe ezê gazîkim
Ji min jî xwîn ji bo nîvîkim
Li ber pozê min gulek bi bîne
Yara Pîroz
Xem û xeyalên te ez revandim
Ҫol û bêlana te ez gihandim
ji ber te sotim te ez pijandim
Bayê evînya te ez hejandim
Dil darê rûyê du singê te me
B´çelng û çakî mêvanê te me
Ji ber fermana te heleste me
Sûnd bi serê te te ez helandim
Xebata konevanî
Weku berî neha me gotî ew di ciwaniya xwe de tevlî refên partiya dîmokrata kurd li Suriyê dibe, û têkosînek bê hempa ji partiya xwe re dike. Ew di sala 1970 an de dibe andamê kongera netewî, ya di bin serperştiya bavê netewa kurd Mustefa Barzanî de tê li darxistin.
Li alîyê karê wêjeyî rolek ya wî ya mizin li darxistina vistîfalên helbesta kurdî de hebû, nemaze piştî kockirina helbestvanê navdar Seydayê Cegerxwîn.
Rolek wî ya birçav hebû li gel henek hevalên wî, ko karîn ewan vestfalên helbestê ji bo herma xwe veguhizin.
Li mixabin ji ber gelek caran ew kocbir dibe, di sala 1997an bi sedema bûyerek tracîdîk berê xwe dide paytexta Sûriyê (Şamê) û heft salan li wir dûrî welat dimîne, û gelek zihmetî û ês û azaran dibîne.
Pistî wan salên nexweş biryarê dide, berê xwe bide başorê kurdistanê li bajarê Zaxoka delal bi cî dibe. nezîkî Cizîra botan cihê ew lê ji dayik bûyî.
Nexweşî û Mirin
Ew bi nexweşiya pinceşêrê dikeve, û salekî li bir xwe dide û tê derman kirin, li gelek nexweşxane yên kurdistanê, li Duhokê û Hewlêrê û Silêmaniyê û te veguhêz kirin ji bo Istanibulê û Batmanê, li dawî rêdikin Şamê. Mixabin nexweşî zora wî dibe û li Girkê Legê koça dawî dike û diçe ser dilovaniya xwedê, di temenê heftî û şaş saliyê de dawî li jiyana wî tê. Gelê kurd pişwazîk î cimawerî bi hazirbûna hemî şîninyên devera Dêrika Hemko bi partî û civaka sivîl û rewşinbîr ve pişwazî li termê wî dikin, wî li goristan Dêrika Hemko disipêrin axê.
Bi dehan gotin û biroskê şîniyê li ser gora wî tên xwendin, û bi vî rengî gelê kurd yek ji helbestvan û neştîmanperwerê herema Dêrika Hemko, di roja 06.11.2011an ji dest da. Wê çûnê valehiyek di warê wêjeya kurdî de hişt, lê nemir bi berhemên xwe wê her dem zindî bimîne.
Berhemên wî
Ewî car dîwanên helbestan ê capkirî li pey xwe hiştine.
1-Xem û sawêr
2-Ҫar Ҫira
3-Tewafa yarê
4-Welat binase
Ҫar dîwanên wî hîn nehatin çap kirin, û pirtûkek li ser pend û metelokên kurdî jî heye. Wî gelek xelat wergirtine wekî xelata seydayê Tîrêj di sala 2006an de. Û di bîranîna çil rojiya wî de malbata wî xelatek bi navê wî damezirandin. Her sal didin du kesan bi hemahenga Yekîtiya rewşenbîr û rojnamvanên kurd li sûriyê. Bi vî rengî Emerê Lalê bi laşê xwe ji nava me bar Kiriye, lê ew bi helbest û raman û berhemên xwe, di nava gelê kurd de zindî dimîne.[1]
jêder:
1-Simko kurê xwedê ji razî
2- رحيل الشاعر عمر لعلي عن عمر ناهز (76) سنة في مدينة رميلان.
3- هوزان أمين، وفاة الشاعر الكوردي السوري عمر لعلي، جريدة التآخي العدد 13/11/2011.
4-أربعينية الشاعر عمر لعلي الذي لاحق الحلم الكردي بقصائده( المدى) بتاريخ 19/12/2011.
5-نارين عمر، عمر لعلي (رينجبر)، في ذكرى رحيله، تاريخ 7 تشرين الثاني 2015.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览488
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://www.welateme.net/- 13-11-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 13-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):13-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览488
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.15 KB 13-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,582
图片 106,359
书籍 19,230
相关文件 96,823
Video 1,368
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!