ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,515
画像 106,562
書籍 19,265
関連ファイル 97,092
Video 1,385
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Li ser nerîn û dernûniya wêjeyî ya Dk.Izedîn Ismaîl ji şanoya ''Şehrezad'' re
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Aras Hiso
Di derbarê vê pirtûka bi navê Şiroveya derûnî ji wêjeyê re ya Dk.Izedîn Ismaîl ku bi gelek aliyên cureyên wêjeyê bi hêmanên derûnî bi awayekî hûrgulî li ser sekinî ye û ji gelek aliyan mijarn ji me xwîneran re zelal kiriye. Em ê jî di beşa Sêyemîn a bi nave Şehrezad bi çavên nivîskar ku gelek aliyên wê yên derûnî bi me daye zanîn, nas bikine.
Bi awayekî giştî nivîskar li ser derûniya mirovan radiweste ku mirov her tim xwe bi xwe re di nav danûstandineke jêneveger e, her dem di hundirê mirovan de gelek aliyên veşartî û nepenî hene. Çiku ji dîroka mirovahiyê bigire dest ta niha her tim mirov di nav lêgerînekê de ye û tim xwestiye bi pirsa çima û çawa xwe bighîne hin encaman. Riya herî hêsan jî bêgoman efsane bûye, çiku efsane şibandiye heqîqeta ku xwe bi xwe xwe şirove dike. Mirovan li ser jiyana xwe ya berê bi efsaneyan dane naskirin. Heta li ser çêbûna gerdûnê çi bi aliyên xwe yên dînî û çi jî bi aliyên xwe yên zanistî ve ji ber ku bersiv jê re nedîtin rabûn çîrok bi efsaneya vediguhêzandin. Nivîskar jî bixwe di vê beşa xwe de vê pirsê dike ''Gelo efsane jiyana mirovan şirove dike, lê efsane bixwe şirovekirinekê dixwaze?''
Her tim têkêliya mirovan bi zatê xwe re têkêliyeke nepenî û giyanî ye. Dema mirov bixwaze ew hesta nepenî şîrove bike jî, lê aliyên xwe yê hestewar bandor li ser giyana mirovî kiriye, ev yek hîştiye ku hîn zêdetir hundirê mirov bi veşartokên xwe binixumîne. Li beranberî efsaneyan mirov rastî gelek pirs û rapirsînan tê ku mirovan dixe nava gomanê de. Ev yek jî dihêle ku li hemberê efsaneyan gelek şîrove xwe bidin der. Bo nimûne Efsaneya Odîp ku vedihere serdama Yonanî bi fikrên Sofoklîs xwe dide ber gelek şîrove û tewriyên zanistî û akademîk.
Her wiha nivîskar bal dikşîne ser vê yekê ku şîrovekarên derûnî divê ku bala xwe bide hemû serdeman û şîroveyên xwe li gorî her serdemê li gorî rê û çawananiya wê dewrê bîne ziman.
Di vî warî de em ê bi pênûsa nivîskar li ser şanoya Şehrezad rawestin ku çawa bîtirî çîrokekê di şanoya xwe de pêşkêş kiriye. Kesayetiya Şehreyar, kesayetiyekî bi awayekî nazik ji hevjîna xwe ya bi navê ''Bidûr'' hez dikiriye. Lê tişta ku dihîştî ev hezkirin tevlihev bibe hezkirina wî ya ji şehwata seksî ya bi azarî li ser jina wê ''Bidûrê'' re ye. Lê hevjîna wî Bidûr ne ji wan kesan e, tu carî ev helwesta hevjînê xwe li ser xwe red nekiriye.
Bidûr her tim li riyekê digere da ku ew helwestên Şehreyar ya li hemberî wê nas dike û nas bike ka ew hevjînê wî hîna jê hez dike an na? lê piştî demekê em dibînin ku Bidûr li riyeke wisa digere ku da ku asta hezkirina Şehreyar nas bike. Rojekê bi alîkariya ximetkarekî ku li gel wan dixebite navê wî ''Qehreman'' e zilamekî tîne li gel xwe hundir, dixwaze bi riya temsîleke şanoyî bi hatina Şehreyar re ku zilam di ba Bidrûrê de ye releksa wî nas bike. Lê bûyereke berûvajî diqewime, em dibînin ku bêyî ku sedema helwesta Bidûrê nas bike, radibe wê dikuje.
Di vir de ev pirs derdikeve holê. Gelo Şehreyar ev yek ji ber rêfleksiya xwe wiha kir,lê ji ber hezkirina xwe? Ji vê yekê zêdetir em dibînin ku Şehreyar kesayetekî xwedî tirawma, ne bi mejiyê xwe û refleksî ye.
Piştî ku Şehreyar jina xwe dikuje, şevê keçek nîşan dikir û pê re radiket û sibehê jî ew dikuşt. Di wê serdemê de wezîrekî Şehreyar hebû navê xwe ''Nûredîn'' bû, ew bavê ''Şehrezad'' û ''Dunyazad'' e. Lê Şehreyar wî ji kar dûr dixe û li şûna wî ''Ruk Dewle'' erkdar dike. ji ber kuştina bi sedan jinan a bi destê ''Şehreyar'', di hundirê Nûredîn de kelejanek çêdibe da ku şoreşekê li dar bixe. Di vê navberê de nakokiyek di navbera Şehreyar Nûredîn de çêdibe ji ber sedemên gelaciya Rukdewlê ku dibe sedema şer û pevçûnan. Ji ber vê yekê Şehreyar biryar dide ku wê şevê bi Şehrezadê re rakeve.
Li vê derê em rastî kesayetiya bi hêz, şareza û kêrhatî ya Şehredazê tên. Dema ku Şehreyar Şehrezadê dibîne, ji ber xweşikî, nazikî û aqilmedniya ku pê diaxive hiş li ber diçe. Ji ber vê yekê Şehrezad wî qanikirin dide ku bidarvekirina bavê wê taloqî heftiyeke dine. Em bala xwe bidin vê aqilmedinya Şehrezadê ku bi şêwazê xwe yê şarezarî karibû li hest û mejiyê Şehreyar hukim jî, lê ruxmî ku Şehreyar pê bandor bû, biryara xwe kuştina wê jî ya sibehê neguhert.
Piştî ku Şehrezad ji Şehreyar kirin bûk û anîn, ji berê de sozek di navbera Şehrezad û Dunyazadê de heye ku çi bi wan çêbû divê ku bi hev re bikin. Ji ber vê yekê Dunyazad bi Şehrezadê re derbasî cem Çehreyar dibin û dibêje ku ''Şehreyar'' ê min e jî. Dunyazandê piştî ku derbasî cem wî dibe, xewa wê tê, xwe dike nav nivînên Şehreyar. Di vir de Şehrezad jê re çîrokan dibêje heta ku xwîşka wê dikeve xew. Di vê navberê de hişê Şehreyar ji ber çîrokên ku dihatin xwendin çû.
Piştî bi derbasbûna hezaran salan ser vê şevê re û hîn jî Şehrezad çîrokên xwe digoin û wisa dewam dikir. Em bala xwe bidin va aqilmendiya Şehrezadê ku hîşt ji wê şevê û şûn ve keç neyên kuştin. Bêgoman bandora wan çîrokan bi awayekî raterast li binhiş û derûniya Şehreyar kirin da ku nikaribe bi wê helwesta xwe hukim bike û pê jinan bikuje. Lê dîsa jî Şehreyar ji wê nakokiyên xwe yên hundirîn qet xelas nedibû, her şev diçû cinên ''Bidûr'' û xulam dikuşt.
Dema ku Şehrezad dibîne ku Şehreyar ji wê nexweşiya xwe ya hundirîn xelas nebûye radibe li riyên din digere da ku vê nexweşiya wî rihet bike. Vê carê Şehrezad bi alîkariya hekîm Ridwan li riyekê digerin. Şehrezad wek rêbaza ''Bidûrê'' lê bi awayekî din diçe koleke jin abi rengê reş tîne û cilê zilaman lê dike û tîne cem xw hundir, da ku bi hatina Şehreyar bibîne ku yekî din di cem wê de ye. Gava ku Şehreyar dikeve hundir û vê yekê dibîne şûrê xwe bilind dike da ku her duyan bikuje û bixwe re dibêje''Jin hemû xayîn in, Bidûr xayîn ''. di vê navberê de Şehrezad destê wê jê digire û direve cem û wan cilên zilaman raberî wî dike da ku pê bide pêre xayîntî nake û jin e, ne zilam e. di vir de Şehreya tê bîrê ku ''Bidûr'' ne xayîn bû û Şehrezad jî ne xayîn e.
Di van çîroka borî de em dîsa werin ser kuşina Bidûrê. Di nava civakê de, dibe ku ji ber xiyaneta jinê mêr jina xwe bikuje, ev yek awayekî normal gengaz e ku rû bide. Lê dema ku Şehreyar bi xwe jî zanibe ku jina wî ji wî hez dike û tu sîfatên xiyanetê bi awayekî tekez dizane lê tune ne, gelo çima jina xwe dikuje?. Çavkaniya vê dernûniya kuştinê vedigere çi helwestê?
Gelo bi awayekî qest û qerez jina xwe kuşt? Mirovekî ku jina xwe hez bike çima bikuje? Ev bûyer dibe cihê nakokiyan.
Ji bo ku ev yek bi awayekî zelal were naskirin divê ku serpêhatiya Şehreyar nas bikin ku çi tişt ew aniye vê astê. Jixwe em dizanin ku Şehreyar kesayetiyekî şehwanî, cinsî û jin-perest e.
Di vir de Bidûr di destpêka fikarên xwe de ketiye şik û gomanan ku Şehreyar ji wê hez nake. Ji ber ku bi çavên xwe dibîne ku Şehreyar rojê bi jinekê re radikeve. Bidûr her ev wêne di serê xwe de resim dikir ku nehezkirina Şehreyan ji vê sedemê re.
Berî ku Şehreyan Bidûr bikuje ev diyalog di navbera wan de çêdibe. Ji bo ku em baş vê dîmenê nas bikin, em ê vê parçeyê ji we re wergerînin.
Şehreyan: Ez ê te jî bikujim, ey jina zinekar!
Bidûr: (Bi rûyê wî de hildiperike û dibêje) Xwedê dizane ku tu zinekarî!
Şehreyan: (Hinekî bi paş de vedigere û dibêje) Zinekar?!.. Zinekar ey Bidûr? Ez zinekar im li gel te?!..
Bidûr: Li milet hemû!..
Şehreyan: (Bi awayekî nepenî dikene) Lê gel te?
Bidûr: Tu dîn î!
Şehreyan: (Hinekî kenê xwe kêm dike) dîn!
Bidûr: Erê dîn!
Şehreyan: (pir hêrs dibe) Te negot tu zinekarî?
Bidûr:(Ew fêm dike ku ew gotin ew pir hêra kiriye, gotina xwe nerm dike) Biborîne Mewla, ji devê min şemitî.
Şehreyan: (pir hêrs dibe) Ji devê te şimitî? Çare ji mirina te pê ve tune. (rr.187.188), Şiroveya derûnî ji wêjeyê re, beşa Şehrezad, Dk.Izedîn Ismaîl.
Em dibînin dema ku Bidûr jê re dibê tu zibekarî, hêrsa wî hinekî kêm dibe. Lê ew dixwaxe fêm bike ku li cem hemû milet zinekarî, lê li cem wê jî. Ji ber vê ew hewil dide ku nerîna wê fem bike. Lê Bidûr jê re dibêje tu dînî, di vir de ew zêde hêrs dibe sedem ku bikuje. Her wiha sedemê veşartî hene ku berî çend rojan Bidûrê nexwest ku xwe di cem wî ke, ji wê çaxê de dibe ku ev nanokî bi wê re çêbibe çima hemû jin xwe dikin ba min, ji bilî jina min?
Di şanoyê de ev sedem bîtir xuya dibin. Lê ji ber karên cinsî yên Şehreya dikirin sibû sedem ku Bidûr hinekî ji wî dûr bikeve. Û ji van her du helwestên Bidûrê ji Şehreyar dibû sedem ku wê bikuje.
Lorênse Şafir wisa dibêje Ev yek ji ber sedemên binketinên hundirî yên însanan ji hin bûyeran re çêdibin. Bûyereke biçûk bandorê li ser derûniyan mirovan dike, dihêle ku mirov nikaribe hakimiyetên li ser rastî û rewşa ku tê de bike. Lewma dixwaze ku kesayetiya xwe ya hundirî bide razîkirin û xwe pê qanih bike. Ev yek dihêle ku mirovekî şerker derkeve (Heman jêder, r.189).
Li gel Şehreyar tişta her girîng kirina cinsî bû. Wexta ku Bidûrê ew têkêliya wî ya cinsî red kir. Di bin hişê wî de cara yekemîn kerahiyet û tengbûnek çêbû. Lewma jî hîsên Bidûrê rast derketin ku Şehreyar êdî jê hez nake, ji ruxmî ku li şehreyar li beranber Bidûrê têkêliyên cinsî bi xulamên jin re pêk anî, lê ev yek hîsên veşartinê li ser Bidûrê hukim kir. Ji aliyê Şehreyar ve piştî ev diyalgoga di navbera wî û Bidûrê de çêbû, wî jî hîs kir ku êdî zilambûna wî êşiya û nema.
Lewma em dighêjin vê baweriyê ku sedema kuştina Bidûrê ne xiyanet bû, redkirina Bidûrê ji têkêliyên wî yên cinsî re bû. Wexta ku Şehreyar dibêje hemû jin xayîn in, mebesta wî ne ku wek Bidûrê Xayîn in. Mebesta wî ew e ku hemû jin wekî Bidûrê dilpak û paqij in, her şev keçek dianî û pê re têkêliyên cinsî bi azarî pêk dianî û her sibeh wek Bidûrê dikuştin. Tenê ji bo îsbatkirina zilamtiya xwe li ser ferz bike û xwe bide qebûl kirin.
Ji aliyekî din ve jî rast e Bidûrê pê re xiyanet nekir, lê Şehreyar di hest û mejiyê xwe de resim kir û xwe pê da îqnakirin ku ev yek heqîqeteke ku Bidûrê vê re xiyanet kiriye, da ku kuştina wê rewa bike. Her ne wisa bûya, wê Şehreyar wek mirovek biêşiya û dike ku pê bimraya jî. Lê wê ji bo ku êşa xwe ya derûnî sivik bike ev yek di hestên mejiyê xwe de pêk anî. Jixwe wê çaxê û şûne ve diçû cinên Bidûrê dikuştin, lê Şehrezadê li ser hest û mejiyê wî hukim kir.
Piştî ewqas şevên derbasbûyî, Şehreyar dighêje wê baweriyê ku Şehrezad wî bi çîrok û gotinan ve mijûl dike da ku xwe ji mirina wî biflitîne. Lê ew di hundirê xwe de wê biryarê dide ku , sibehê Şehrezad bikuje. Şehrezad û Bidûr du jinên ku bi hemû aliyên xwe ji hev cuda ne. Şehrezad, Şehreyar bi hemû kirinên wî qebûl dikir û di nav gotinên xwe yên hestewar de ew li nav lepên xwe zeft dikir. Çi ku wê bi hemû aliyên wî bi wî dida qebûl kirin û dikaribû kuştina xwe ya sibehê taloq bike û jê xwest ku têkêliya bi wê re saleke din taloq bike. Ji wê çaxê de dibe ''Elf lêle û lêle''(Hezar û yek û şevekê) derbas dibe. Lê Bidrûr ne wek wê bû, ew rast bû, bi gir bû. Ew girbûn dibe encama refleksan.
Em dibînin ku Şehrezad bi awayekî rasterast gelek bandor li hest, mejî û firkrên Şehreyar kir û hîşt ew ji kirinên xwe yên adetî û pîs bireve ango hinekî rastî û heqîqeta xwe wekî mirov vegere. Lê dîsa jî ev pirs bi xwîner û temaşevanan re derdikeve holê. Gelo çima Şehreyar her şev diçû cinên Bidûrê dikuştin û ji wan digotin ey zinetkarên pîs?
Ji ber van sedeman jî Şehrezad dixwest li ser riyeke din jî bixebite da ku Şehreyar her şev ji wê tirs û bobelata ku tê serê wî dûr bikeve. Lewma jî Şehrezad her tim hewil dida wî bişibîne, zilamê dilpak, rind û qenc yê wekî ''Sendbad'' da ku ew wek kesayet ber bi başbûnê biherike û ji wê tirsa xwe dûr bikeve.
Her wiha şehreyar teworiya dilaketîkê dide nîşandan ku mêrê ''Sendbad'' bi mêrkê dilpak, rind û qenc e. û kirinên ku ew dike dide nîşanda bi mêrkê heywan. Ji ber vê sedemê hêdî hêdî Şehreyar ji zilamtiya xwe fedî dike û dibe pê wê baweriyê ku kirinên ku dike tenê azarên cinsî ye û ne tiştekî din e.
Wek encam em digêhjin wê ferasetê ku tiştên ku Şehreyar dikirin, ne kirinên mirovahiyê ne, heywan jî li şehwata xwe ya cinsî digere. Şehrezad wek rênîşana rastiyê ye ku bi vê yekê re Şehreyar li xwe vegere û xwe bi xwe re bide û bistîne û bixwe têkeve wê qenaetê ku kirinên ku dikirin şaş e û dûrî mirovahiyê ne. Ji lewre jî Şehreyar bixwe têdighêje ku Bidûr bêyî zenb kuştiye, ew di vir wekî zarokan gelek aciz dibe û digirî. Bi wa giriyê zarokan re, em dibînin ku ruhê pak û saf hêdî hêdî di hundirê wî de dipişkive da ku derûniya wî ya şkestî vegere jiyanê û karibe li ser lingên xwe bisekine. Hekîm Ridwan jê re dibêje ji bo ku ew kirinên te yên şaş û kirêt ji holê werin rakirin divê ku tu xêr û bêran bikî da ku li gel xwedê werî efûkirin. [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,316表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | إعداد کوردیپیدیا - ئاراس حسۆ
リンクされたアイテム: 21
グループ: 記事
Publication date: 12-11-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: シアター
ブック: 文学
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
Exclusive to Kurdipedia!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 12-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 13-11-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 13-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,316表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,515
画像 106,562
書籍 19,265
関連ファイル 97,092
Video 1,385
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.328 秒(秒) !