المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
19-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
18-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إقليما الري و الجبال في العصر البويهي 330 - 420 / 942 - 1029 م : دراسة سياسية
17-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
14-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
أحصاء
السجلات 519,031
الصور 106,627
الکتب PDF 19,284
الملفات ذات الصلة 97,264
فيديو 1,392
السيرة الذاتية
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام...
المکتبة
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
بحوث قصیرة
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آك...
بحوث قصیرة
كوردستان وسياسة التوازن وال...
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية ...
Firat Cewerî: Min hemû jiyana xwe seferberî ziman û edebiyata Kurdî kiriye
‌أرسل كتاباتكَ بأملاءٍ صحيح لكورديبيديا، سَنُأرشِفُ لكَ ونحفظها من الضياع الى الابد!
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hevpeyvîna bi nivîskarê kurd Firat cewerî re

Hevpeyvîna bi nivîskarê kurd Firat cewerî re
Nivîskar û romannivîsê Kurd ê ji #Bakurê Kurdistanê# #Firat Cewerî# ragihand, hizrek heye di paşerojê de Kovara Nûdem ya edebî careka din belav bibe, bi her hejmarek nû re hejmarek berê jî ku 40 bûn, belav bibe.
Firat Cewerî di derbarê rewşa edebiyata kurdî û zimande jî nivîskar dibêje, divê desthelatdarî û dezgehên kurdan piştevaniya nivîskaran bikin ne tenê bi gotinê, lê div, bi piştevaniya madî jî rê li ber nivîskar û weşangerên Kurdan veke û li welat jî statûya zimanê kurdî fermî be.
Cewerî herwiha got ku wî hemû jiyana xwe seferberî ziman û edebiyata Kurdî kiriye.
Nivîskar Kurd, ji Stocholmê di hevpeyvîneke Radio ya Rûdawê de beşdar bû û li ser rewşa edebiyata Kurdî, zimanê Kurdî û proje û berhemên nû yek ji wan jê Romana “Payiza Dereng” bersiva hin pirsên Kawar Salih dan.
Rûdaw: Di payzê de li ser romana “Payza Dereng” dipeyvin, behsa çi dike, piştî demeke dirêj ji belav bûna wê bi çi armanc niha nû dê li Vienna li ser bipeyvin?
Firat Cewerî: ‘Payiza Dereng’ yek ji romanên min ên pêşîn e ku derketibû, ev pirtûka min di demsala payizê de derket, lehengên romana min du lehengên sereke ne yek ji wî navê wî Ferda ye û yê din Ferîd e, du hevalên gelekî nêzîkî hevin, wan jî di demsala payizê de dest ji welatê xwe berda bû û ji ber sedemên siyasî û ketibûn ser rêya welatên biyanî, vêca vê payizê Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyenayê di destpêka pandemiyê de ez vexwandibûn, lê wê demê ji ber koronayê me nekarî û niha derfet çêbû ku 5/11/2022 em li Viyenayê bin. De dê li ser ‘Payiza Dereng’ biaxivin ka ew çi ye û lehengên wê çawa bûn û bi çi awayî hatiye nivîsandin
Romana ‘Payiza Dereng’ a çendê ye ku te nivîsandî ye?
Pertûka min a pêşîn e, beriya 42 salan derket wate di sala 1980yan de, ji wê sale heta niha pirtûkên ku min nivîsandine û wergerandine dibe ya qasî salan weta bêje her sal kitêbek min nivîsandiye yan wergerandiye. Payiza Dereng ji romana min a pêşî ye piştî wê min bi helbestê destpê kir, paşê derbasî çîrokan bûm. Bi Payiza Dereng ketime cîhana romanê û ez di cîhana romanê de asê mam û êdî nema bikarim jê derkevim.
Wate niha nivîsandina romanên din jî ber destê te hene?
Bê goman niha nivîskarî ne wek tu karên û pîşeyên din in, niha pizîşkek dikare dest ji kar berde, dukandarek an xwediyê resturantekê jî dikare dest ji karê xwe berde, lê nivîskarek mixabin nikare dest jê berde, hertim dibêjin weke virûsekê ye ku dikeve nav laşê mirov û têde digere û heta mirinê dest jê bernade, jixwe dema dest jê ber dide êdî jiyan radiweste ji ber ku edebiyat ji bo nivîskarekî weke stûnekê ye, ji ber vê hertim nivîsîn li ber destê min heye, lê carê ya niha ber dest bila eşkere nebe.
Tiştekê beriya 42 salan gelek bala min kişandî ye, di sala 1980 de dema tu li Bakurê Kurdistanê bû, ji bo derbaskirina sînorê Tirkiyê û çapkirinê te deftereke ya helbestên ezber kiriye. Te çima ezber kir, di helbestên tê de çi hebûn û rêgirî çibûn?
Di sala 1980ê de hêdî hêdî Cunta ya leşkerî dihate ser desthelatê 12/9/1980 beriya wê jî sazûmaneka leşkerî hebû wê demê jî em xort bûn ser lingan bûn, ne bi dehan û sedan bi hezaran pirtûk li ber destê me hebûn, li Bakurê Kurdistanê ji sala 1920ê-1923 û wate piştî komara Tirkiye ava dibe û heta 1980yê du sê kitêbên me derdikevin, yên min weke min got min bi Tirkî dixwend, lê kurmê di hundirî min de ew bû ku ez bi Kurdî binvîsim. Min deftereke şîiran nivîsandibû, ji bo ku ez bikarbim wan helbestên xwe derbasî sinor bikim ji berku qaçax bû, naveroka wê ligel şîirên siyasî, piraniya şîirên min evînî bûn, lê gotinên li ser evînê eger bi Kurdî ba ew jî qedexe bûn. Ji ber vê min hemû helbestên xwe jiberkirin û tenê ser navên wan nivîsandibû û weke li ba me dibêjin di bin piyanda veşartibû ji bo ku leşker û polîs ne bînin, gava gehiştim Swêdê tiştê ku li pêşîn min kir yekser ez rabûm min dest bii nivîsandina wan şîiran kir ku min ji ber kiribûn.
Çi qas bûn, ji bo jiberkirinê dipirsim û çi qas li bîra te ma bûn?
Ji ber ku dema mirov xort û genc e mêjî jî zû digre, min teknîk anku rêya jiberkirinê jî dizanî bû û heta nihajî yên wê demê min ji bîr nekirine û li bîra min mane.
Dikarî perçeyek jî be ji wan ên te jiber kiribûn ji bo ku sinor derbas bikey ji mere bixwînî?
Belê navê wê pirtuka min ‘Êriş Dikin’ bû.
Êriş dikin dayê wana herdem êriş tînin ser me
Bi wan destên pîs ên qirêj dest tavêjin gepa me
Ev helbestek bû ku wê demê min jiber kiribû, wê demê 17 salî bûm, em di demeke wiha re derbas bûn û gava hatim Swêdê çûm cem polîs, gotin ‘ Tu çi kar dikî?‘ min got ez helbestan dinvîsînim û li Tirkiye ji ber polîsan reviyame. Polîsê Swêdê bi hurmet nizîkî min bû gava min got ez şîira dinvîsînim, yanî ji welatekê wiha min bazda hatim welatekê weke Swêdê û bi xêra Swêdê ev zêdeyî 40 salî ye ez di nava edebiyata Kurdî de me, bo wê armancê hatim, bi xortî ketim nava siyasetê gava ji welat derketim jî ez ji nava siyasetê jî derketim min hemû jiyana xwe seferberî ziman û edebiyata kurdî kiriye.
Ji sala 1980ê ve û heta niha miameleya ligel Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek nizmî û bilindî bixwe ve dîtine, qet derfet çêbibû ku ew pirtûk bigehe xwendevanên nava Tirkiye?
Na, wê çaxê 1980 piştî ku ez derketim, piştî ku Cunta leşkerî li Tirkiye dest danî ser desthilatê û bi dehan hezar keç û xortên Kurd û Tirkan girtin, ew kesên li ser lingan bûn xistin nava girtîgehan, bi îşkenceyên ne dîtî re derbas bûn, bi salan bêdengiyeka wiha hebû ku weke ewrekê reş xwe li ser welatê me de belav bike li piranî hemû parçeyên Kurdistanê bi vî awayî bû, lê ez bi armancekê derketibûm, bi armanca ku bikarbim li dervey welat li biyanistanê zimanê Kurdî ji nû ve vejînim, hemû armanca min ew bû. Li Iraqê ligel ku sîstemeka dijwar a Sedam hebû dîsan zimanê Kurdî ne qedexe bû. Bo nimûne di destpêka sala 1980ayn de li Bexda Kovara Karwan û Beyanê derdiket ew jî bi wergera rehmetî Şikûr Mustefa, lê li Tirkiye rêpêdan nebû. Kitêba min a yekemîn ez bawer nakem gihştibe Tirkiye, lê dibe bi dizî di demên dawî de birin bo Tirkiyê.
Dibînî niha rewş a gunca ye ku pirtûka 'Êriş Dikin' bibî nava Tirkiyê û li ser bipeyvî weke çewa niha dê li Vienna li ser Romana 'Payiza Derneg' axivî?
Erê, niha binere ligel ku rewşa Tirkiye ku ti carî me demokrasî lê nedîtye, sîstema niha çi qas hişk be jî sîstemên berê ji vê hişktir bûn, ji avakirina komara Tirkiye û heta salên 80yê weke me got tenê çend pirtûkên Kurdî derketibûn. Em bêjin Mûsa Anter gava ku bi navê Qimil tenê helbestek nivîsand ku bi Kurdî ne bû, lê tenê jiberku nave şîirê Kurdî bû îdama wî dixwastin yanî Tirkiye welatekê wiha bû, niha belê dikarim herim li Tirkiye li ser wê pirtûkê bipeyvim, ji ber ku niha bi dehan weşanxaneyên Kurdan li Bakurê Kurdistanê hene, li Amed û Stenbolê bi sedan û heta bi hezaran pirtûkên kurdî di van 15-20 salên dawî de derketin. Min li 1980 li Swêdê destpê kir heta salên 1990 bo nimûne 1992yê de belkî tu werî pirseka wiha jî bikî, min kovarek bi nave Nûdem derxist, wê demê li Tirkiye rê pêdayîn nebû, ew kovar tenê jî edebiyat bû û li gel wê jî dema kesek diçû dervey welat, keç û xortên Kurdan bi dizî ew dixwandin û vedişartin, niha ez dê karibim li ser bipeyvim, lê divê statûyeka fermî ji zimanê Kurdî re çê bibe dive bibe zimanê perwerdê.
Te behsa Nûdemê kir, ti projeyeka we heye ji nûve û vê care li Bakurê Kurdistanê were belavkirin?
Gava ku me dest bi Nûdemê kir dîsan ewrekê reş biser welat bû, wê demê Nûdem 10 salan bêyî navbir derket û bibû pirek di navbera edebiyata kilasîk û serdem de û di navbera ziman û zaraveyên kurdî yên seranserî dinyayê de Soranî, Zazakî û Kurmancî. Hizreka wiha heye bo nimûne nifşê niha haya wan ji Nûdemê tune ye, nifşek ku navê wan Nûdem e ku nave wan ji kovarê hatiye û bê ku zanibin kovareke bi vî navî heye, ji bo ku em bikarbin Nûdemê bighînin nifşê niha hizreka wiha heye. 40 hejmarên Nûdemê derketibûn sê mehan carekê yek derdiket, hizr ew e niha mehê carekê bi hejmareka nû re hejmareka kevin jî belav bibe, hejmar yek a nû û hejmarek kevin pê re û hejmara didu û hejmaek kevin pê re hizreke bi vî awayî heye, em rê bibînin ku derfetek hebe li welat em dê belav bikin, wek min got berhemê gelek nivîskaran di Nûdemê de belav dibû.
Çi qas nizîk e ku hizreke wiha cîbicî bikin, bo te zelal e?
Belê di sere min de zelal e, lê ji bo gava destpê bibe, divê bi kêmanî 40 hejmara diyar bibin ji bo ku em bikarbin belav bikin, eger ne dê kulek be.
Min pêxweş e bi rastî yek ji wan im dixwazim wê demê bigehe destê me jî li Başûrê Kurdistanê ne tenê bo Bakur be.
Piraniya nivîsarên Başûr jî di Nûdemê de belav dikirin, weke Ebdûlla Peşêw, Şêrko Bêkes û Refîq Sabir yanî ji Kurmanc û Soran û Bakur û Başûr û diyaspora, Kurdên Soyveta berê hemû tê de bûn.
Rêzdar Firat, ez vegerim ser tevgera we ya di nava siyasetê de weke te kerem kir di ciwaniya xwe de di nava siyastê de bûyî beriya ku dest bi nivîsandina pirtûkan bikî. Tu çima ji nav siyasetê derketî û berê xwe da nivîsandinê?
Ji ber ku gava ez ketim nava siyasetê di 16-17 saliya xwe de bûm, ketim nava rêkxistineka bi navê DDKDê, rêkxistneka çep bû piştre di 17-18 saliya xwe de min li bajarê xwe komeleyek vekir û bûm serokê wê komeleyê. Me gelek pirtûk dixwendin hemû Tirkî bûn piranî jî li ser Marksîzmê bûn. Em êvarî li hev diciviyan me kitêbek dixwend û gotûbêj jî li ser dikir. Li gel xwendina Marksîzmê min edebiyat jî dixwend û piranî min şîir dixwend. Min dît ez bi xwe jî şîiran dinvîsînim her diçûm di nav de. Me şoreş kir diktatoriyet ava kir û paşê min pirtûkek li dijî vê desthelatdariya ku em ava dikin nivîsand û yên du sal ji min mezintir gotin nabe ev dijî şoreşê ye, min lê nerî ku di sîstemeka totalîter de çi bibe rast dibe ku azadiya fikrî lê tune be, cih li takekes teng dibe. Eê demê min Maye Koviskî jî pir dixwend ew ne tenê hezkirî û piştevan şabaşvanekê şoreşa Oktoberê bû alîgirê Lênîn bû.
Bo nivîsandinê jî bandora wî li ser te hebû?
Pir, ji ber ku min Maye Koviskî hema jiber kirbû, vêca dema şoreşa Oktoberê çêdibe wî hemû jiyana xwe ji bo ku şoreş bibe, seferber kiriye û gava şoreş dibe, ew bi tenê dimîne û xwe dikuje. Yanî di 37 saliya xwe de xwe dikuje, hinge dema ku ez behs dikim û dest ji siyasetê ber didim, siyaseta partîtiyê ez dibêjim ya heta niha dikim siyaset e, wê demê bi zimanekî min dinivîsanid ku zimanekê qedexe bû û ew jî dijî desthelatdariya Tirkiye siyasetek bû. Armanca min bû ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, lê siyaseta partîtiyê min lênerî ku ne karê min e, niha jî ji min re bêjin were bibe serokê filan şaredariyê an perlemantarê filan jî ez nakim ji ber ku ne karê min e.
Niha çi qas bandora wî nivîskarê Rûsî li ser te maye û nizêktir li ser siyastê dinvîsînî?
Niha jî tiştê ku dikim siyaset e, welat bêyî siyaset nabe, her welat siyaseta wan, partiyên wan, desthelatdar û opoziyon divê hebe. Gotineke heye dibêje, 'demokrasî ne sîstemekê baş e, lê sîstemek jê baştir tune ye' ez li gel demokrasî û pir dengî û pir rengiyê me, min lê nerî ku siyaseta partîtiyê ne karê min e yanî yên ku vî karî dikin hurmeta min ji wan re heye wek min got bê siyast nabe, lê divê di civata me de her kes karê xwe bike, her kes karê xwe baş bike rê liber hev vedikin, siyasetvan bo me dikin û em jî bo wan dikin.
Em herin ser rewşa giştî ya edebiyata Kurdî, to çawa dinirxînî?
Niha ku ez îro û duh didim berhev guhdaneka gelek mezin hey, dema ku me destpê kir wek min got yek li vî welatî yek li welatê din bû ne ku bi dehan kes û bi sedan kesan dinvîsandin, lê niha bi dehan û sedan keç û xortên Kurdan dinvîsin”.
Nivîsandin zortir e ligel wê yekê ku niha azadî zortir e ligel wê demê, lê gazinde ji wê yekê heye ku xwendevan kêmin.
Xwendevan kêm in, xwendevan duh qet tune bûn yanî di destpêka nivîsandina me de qet ne bûn, îro heye, lê kêm e û tiştê ku em dikin mucîzeyek e, lê em bi zimanekî dinvîsînin ku ne zimanê perwerdê ye. Ew ziman di dibistanê de nahête xiwendin, niha ez duh ne pêr ji Helsinkî hatim, ez çûbûm Fînlenda pêşangeheka pirtûkan hebû û workşopeka me hebû, ji %5 nifûsa Fînlenda Siwêdîn e, yanî hemû Swêdiyên li Fînlenda 290 hezar kes in, ne 300 hezar in jî bi qasî bajarekê Kurdistanê yê biçûk be, lê zimanê Siwêdî li Fînlenda zimanê duyem ê fermî ye nave hemû koçe û kolanan ligel Fînlendî Siwêdî jî heye, yanî rojnameya wan derdikeve, televziyonên wan hene, dewlet em bêjin wezareta çandê tiştê ku ji zimanê Fînlendî re dike ji yê Siwêdî re jî dike, lê li ba me ne wiha ye yanî zimanê me erê em niha dikarin li koçe û kolanan pê baxivin û binvîsînin, lê ji bo ku bazareka wê hebe dive ji vî zimanî re sitatûyeka hebe. Divê ne tenê ji bo welat parêziyê ziman bixwînin û heta ne tenê ji bo welat parêziyê kitêbekê binvîsînin jî, yanî gava ku me destpê kir hinekî wiha bû. Tirkiya min gelek ji Kurdî baştir bû, gava ez hatim Swêdê min dikarî dîrek derbasî zimanê Swêdî bibim, ji berku hevalên min ji miletên din Gerîkî û Erebî hebûn yanî hevalên ku paşî hatine derbasî zimanê Swêdî bûne, lê ez bi armancekê derketim ku bi Kurdî binvîsînim û xebata xwe bikim ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê statûyeka fermî ji zimanê Kurdî re çêbibe, gava wezareta çandê, hemû kitêbxane û dibistan gava ji weşanxaneyên Kurdan pirtûkan bikrin, gava xwendevanên Kurd li dibistanan bi Kurdî bixwînin wê çaxê xwendina bi zimanê Kurdî ji wan re hêsan tir dibe û dê bazarek ji edebiyatê re jî peyda bibe.
Di vê hevberiya niha li gel berê de û ew zehmetiyên di rê de bûn hem bo nivîskaran û hem ji bo xwendevanan jî, hûn rewşê çawa dibînin û ber bi ku derê ve diçe?
Wek min got îro ji duh çêtir e, gundî ji bo Bakur dibêjim ên ku bi Kurdî dipeyvîn kêm in, lê yên bi Kurdî diaxivin bi zanebûn dipeyvin keç û xortên xwendinê ne û hene çend zimanan dizanin û zanîngeh xwendine, Îngilîzî dizanin û Tirkî pir baş dizanin, bajarî ne, lê bi zanebûn dixwazin bi kurdî bi peyvin, lê niha pêla asimlasiyonê ji ya duh gelekî xortir e. Niha gava tu biçî Amedê dê kêm dengê kurdî were mirov lê eger to bi kurdî bipeyvî dê bikarbin bersiva te bi kurdî bidin, hemû kurdî dizanin lê zimanê serdest Tirkî ye, ev li gelek welatan wiha ye, wek min got gava azadiya hizrê tune be, azadiya ziman tune be û statûyeka ziman tune be ew ziman nabe zimanê bazarê û her ku diçe li male jî cih lê teng dibe, divê ziman bibe zimanê bazarê. Ev jî dikeve stuyê partiyên Kurdan û kesayetên Kurdan ku hemû bi hevre hizrên wan ên îdiolojî çi bibin bila bibin lê divê di pirsa ziman de yek bin.
We ji diyaspora ji sala 1980ê ve û heta niha zêdetirî 40 pirtûkan belav kirine, we ji wir çi qas bi rêya berhemên xwe kariye bandoreka erênî li ser axaftina bi zimanê Kurdî çê bikin?
Wek min got gava ku me destpêkir tiştek tune bû, niha nifşê Nûdemê heye dest bi Kurdî kirine, niha wek nivîskaran bi Nûdemê re destpê kirin, berî Nûdemê kovareke Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hebû. Bi navê Berbang, berî Nûdemê derketibû di sala 1981ê de li diyasporayê derketibû, ez yek ji hevkarên wê kovarê bûm min tê de dinvîsand. Di sala 1983 de li Enîstîtuya Kurdî li Parîsê kovarek bi navê Hêvî derket ez bi xwe têde bûm yanî ev 40-42 sal in hemû xebat û tekoşîna me ew e ku ziman û edebiyata Kurdî belav bikin û bandorekê li nifşê xwe û dûv xwe de jî bikim.
Nifşê nû di ware nivîsandinê de û hem ji aliyê zêdebûna hejmara wan ve yên ku dinvîsin û weke nivîskar meydanê çewa dibînî
Gelek dinivîsinên û pir baş û modern dinvîsênin, dibe ku niha hemû berhemên ku derdikevin nagihêjin destê min, lê heta ji destê min tê dixwazim bizanibim ka nivşê niha kî ne? Çine? Çi dinvîsin? Hejmara wan kêm be jî kalîteya berhemê wan baş e, berê di edebiyata kurdî de tenê helbest hebû gava ku min li edebiyata Samî ya Swêdê kola ku ewjî kêmîneyekin miletê kevin yê Siwêdê ne, min lê nerî ku Samiyan jî tenê helbest dinivêsandin paşê behsa pexşanê bû, niha jî li ba Kurdan ew heye, ez dikarim bêjim hemû corên edebiyatê hene, helbest, çîrok û roman, lê wek min got eger ev bi vî awayî berdewam bike statûyeka fermî ji zimanê kurdî re çê nebe ev cihûkên ku bo ser gola kultur diherke weke xwe nemîne.
Divê kî bi çêkirina wê statûyê rabe?
Yek jî jixwe em dikin. Ez bêjim 42 sal in ez dikim, hin heval hene 20 sal in dikin, hin hene 50 salan kirin û hin heval hene 10 salan, lê divê siyaseta Kurdan, desthelatdariya Kurdan û dezgehên Kurdan hinekê vê bibînin û piştevaniya vê bikin. Niha min got ez duh ne pêr ji Hêlsinkî ya Fînlendayê vegeriyam gelek ajansên edebiyatê hene, yanî edebiyata wî milatî dibin pêşangehên navdewletî yên pirtûkan û bazar dikin, edebiyat maleke yanî tu binvîsînî çi qas baş be jî eger kesên ku derbexin bazar nebin û bazar nekin wiha dimîne, vêca yên me divê wek min got dezgehên me ne tenê bo gotinê, lê divê bi madî jî rê li ber nivîskar û weşangerên Kurdan vekin û wê bikin ku ajansên edebiyatê ava bibin, wek min got li welat jî statûya zimanê Kurdî fermî be.[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,443 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | https://www.rudaw.net/
السجلات المرتبطة: 17
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 07-11-2022 (2 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: ادبي
تصنيف المحتوى: لغوي
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 07-11-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 09-11-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 07-11-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,443 مرة
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.146 KB 07-11-2022 اراس حسوا.ح.
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
بحوث قصیرة
كافان زارزان- گاڤانێ زەرزان (Gavanê Zerzan) و “زرباب” وشؤون أخرى ح الاولى
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
بحوث قصیرة
بعد كل التعريب.. هل يتوجس السوريون من الهويّة القومية للكُرد في سوريا؟
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
بحوث قصیرة
الدور العسكري للقبائل الكردية في بلاد الشام خلال الثلاثين سنة الأولى من حكم دولة المماليك البحرية (648- 678ﮪ/ 1250- 1279 م)
بحوث قصیرة
أسباب انهيار الأسرة الزندية حسب ما ذكرته المصادر الفارسية (1779-1794)‎
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
علاقة الكرد بالخوارج منذ بدء ظهورهم إلى نهاية العصر الاموي

فعلي
السيرة الذاتية
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام ألبارزاني
04-01-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام ألبارزاني
المکتبة
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
25-04-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
بحوث قصیرة
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آكري تطالب الجهات الحقوقية بفتح دعوى قضائية ضد دولة الاحتلال التركي
31-10-2022
أفين طيفور
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آكري تطالب الجهات الحقوقية بفتح دعوى قضائية ضد دولة الاحتلال التركي
بحوث قصیرة
كوردستان وسياسة التوازن والتضامن
11-02-2023
اراس حسو
كوردستان وسياسة التوازن والتضامن
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
19-02-2023
هژار کاملا
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
موضوعات جديدة
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
19-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
18-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إقليما الري و الجبال في العصر البويهي 330 - 420 / 942 - 1029 م : دراسة سياسية
17-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
14-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
أحصاء
السجلات 519,031
الصور 106,627
الکتب PDF 19,284
الملفات ذات الصلة 97,264
فيديو 1,392
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
بحوث قصیرة
كافان زارزان- گاڤانێ زەرزان (Gavanê Zerzan) و “زرباب” وشؤون أخرى ح الاولى
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
بحوث قصیرة
بعد كل التعريب.. هل يتوجس السوريون من الهويّة القومية للكُرد في سوريا؟
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
بحوث قصیرة
الدور العسكري للقبائل الكردية في بلاد الشام خلال الثلاثين سنة الأولى من حكم دولة المماليك البحرية (648- 678ﮪ/ 1250- 1279 م)
بحوث قصیرة
أسباب انهيار الأسرة الزندية حسب ما ذكرته المصادر الفارسية (1779-1794)‎
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
علاقة الكرد بالخوارج منذ بدء ظهورهم إلى نهاية العصر الاموي

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.719 ثانية