پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کوردبوون، ئاوڕدانەوە لە دوێنێ.. هەنگاوێک بۆ سبەی
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,809
وێنە 104,253
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,709
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
JIYANEK TIJÎ ŞER: SAKÎNE CANSIZ
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SAKÎNE CANSIZ

SAKÎNE CANSIZ
Li gor heqîqeta welatek ku li ser dagirkeriya bêrawestan tê meşandin jinbûn, xwe bi rihê şer û têkoşînê tijîkirinê ferz dike. Şer û jin… ango têkoşîn û jin, dû rastiyên ku li ser kaniya heqîqeta hebûn-xwebûnê bi hevre diherike ye. Yên ku xwe di nav vê rastiyê de helandine bûne petên agirê azadiya jinên Kurd û heta tevahî jinên cîhanê. Yek ji jina ku di nav kaniya heqîqeta hebûn-xebûnê bi jiyana xwe ya tijî şer û têkoşînê bûye pêşeng û afirînerê xeta azadiya jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê Sakîne Cansiz (Sara) e.
Salên wê yê zarokatî û ciwantiyê
Sakîne Cansiz (Sara) hêj di zarokatiya xwe bi çîrokên qirkirina Dersîm’ê yên ku ti caran ji bîr naçe mezin bû. Di salên xwe yên dibistanê de ji xwendinê pir hezdike. Sakîne hêj ji zarokatiya xwe de mîna çemên bihare ye, nikare li cihê xwe bisekine û her tim bi kesên derdora xwe re şer dike. Bê guman şerê wê yê herî mezin li hemberî dayîka wê û ferzkirinên civakî ye. Mirov dikare bêje ku rihê wê yê şoreşgeriyê hêj di zarokatiya wê de xwe nîşan dide. Dema ku serdema wê ya ciwantiyê destpê dike, êdî naskirina wê ya fikrên çepgir û sosyalîzmê pêş dikeve. Di sala 1971’an de êdî ew dikeve nav lêgerînên naskirina sosyalîzm û azadiyê.
Di sala 1974’an de komên ciwanan ên bi dahûrandina ‘Kurdistan mêtinger e’ dest bi şoreşa azadiya gelê Kurd dikin, nas dike. Lewra piştî naskirina komên ciwan ên azadîxwazên Kurdistanê, bi derketina xwe ya ji malê, li hemberî fêrbûnên civakî serî radike û beşdarî vê koma ciwanên azadîxwazên Kurdistanê dibe ku wê demê weke ‘talebe’ dihatin naskirin.
‘Kurdistan mêtînger e’
Meşa ku bi fikrê ‘Kurdistan mêtînger e’ destpê dike, gav bi gav mezin dibe û li tevahî dilên ku ji bo azadiyê lê dide, belav dibe.
Piştî salên 1974’an ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên rêxistinkirina tevgera azadiya Kurdistanê dibe, êdî di nav kadroyên pêşeng ên PKK’ê de cihê xwe digre. Dema ku dîrok 27’ê Mijdara 1978’an nîşan dide, li gûndê Fîs ê naçveya Lîce ya ser bi Amed’ê ev koma şoreşgerên Kurdistanê kongreya damezrandina PKK’ê lidar dixin. Sakîne Cansiz jî weke jinekê Kurd û Elewî ya şoreşger, sosyalîst di nav vê kongreyê de cihê xwe digre.
Li hemberî her cûre îşkenceyan li berxwe da, sir neda
Êdî piştî damezrandina partiya azadiya Kurdistanê, êrişên faşîzmê jî li seranserê Bakûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Piştî qetlîama Mereşê ya ku di navbera dîrokên 19’ê û 26’ê Kanûna 1979’an hat pêkanîn, hêzên faşîst ên dewleta Tirk gav bi gav amadekariyên darbeya leşkerî dikirin. Di heman salê de Sakîne Cansiz (Sara) tevî komek rêhevalên xwe li bajarê Elezîz’ê hat girtin.
Dema dîrok gihişt 12’ê Îlona 1980’an li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li hemberî hêzên sosyalîst û şoreşger bi armanca tûnekirina meylên şoreşgerî yên civakê û hêviyên wan ên daxwaza jiyanekê azad darbeya leşkerî hat pêkanîn. Di pêvajoya vê darbeyê de Sakîne li zindana Amedê bû ku ev zindan bi şêweyê îşkenceyên herî hovane û dijî mirovahiyê navdar bû û her wiha ev zindan bi taybet ji bo bidestxistina îradeya pêşengên şoreşger hatibû amadekirin.
Di şexsê Esat Oktay de, tif kir li ser rûyê faşîzmê
Esat Oktay Yildiran yek ji îşkencekarê vê zindana îşkenceyê bû. Bi destê wî, bi fermanên wî gelek îşkenceyên namerdane, ji derveyî mirovahiyê ku rûmeta mirovahiyê ti caran nikare qebûl bike, hat pêkanîn. Qalkirina zindana Amed’ê gelek zehmet e. Ji ber kesên ku li vê zindanê wê pêvajoyê jiyane jî nikarin bi hêsanî bûyer û îşkenceyên vê zindanê bilêv bikin.
Bê guman di zemînek bi vê rengê yê ji bo şikandina îradeya şoreşgeran her cûre rêbaz û sepanên qirêj û kîret dihat bikar anîn de li êriş û îşkenceyên li ser şoreşgerên jin hêj zêdetir bû. Gelek îşkenceyên giran li ser wê hat pêkanîn. Îşkenceyên zayendî hat pêkanîn, çena wê hat şikandin û gelek tiştên cûda… Sakîne Cansiz di vê pêvajoya îşkenceyê de li hemberî her cûre îşkenceyan li ber xwe da. Dema ku bi fermanên Esat Oktay li ser wê îşkenceyên herî giran tê pêkanîn û daxwaz dikin ku ew xwe radestî wan faşîstan bike, jina şoreşger Sakîne Cansiz (Sara) di şexsê Esat Oktay de tif dike li ser rûyê hêzên faşîst ên ji derveyî mirovahiyê û nûnerê pergala baviksalarî ya dijminê nirxên civaka exlaqî-polîtîk.
‘Hûn nikarin me dadgeh bikin, bi tenê gel dikare me dadgeh bike’
Rûxmê hemû îşkenceyan jî ew li qowişa jinan, birînên jinên li gel xwe dipêçe, bi wan re eleqedar dibe û hewil dide da ku êşên wan siviktir bike. Wisa ku kesên li zindana Amed’ê mane, van pêvajoyên ku ji bo rûmeta mirovahiyê pêvajoyên herî giran in vedibêjin, destnîşan dikin ku ‘wê pêvajoyê tenê li qowişa jinan kesek teslîmiyetê qebûl nekiriye û sedema vê ya herî mezin jî hebûna Sakîne Cansiz e’. Di pêvajoya kaşo dadgehkirina şoreşgeran ên mîna beşekî ji tiyatroyê ji derveyî rastiyan hatiye amadekirin, li hemberî kaşo dadger ê faşîst disekine û jê re dibêje ‘hûn nikarin me dadgeh bikin, bi tenê gel dikare me dadgeh bike’. Her wiha parastina parêzerê jî qebûl nake û jê re jî dibêje ‘pêwistiya min bi parêzerê nîne ez dikarim xwe biparêzim’.
Sakîna Cansiz ku li dijî her cûre îşkenceyan li berxwe da, di pêvajoya 12 salan a bi îşkenceyên herî giran re rû bi rû dimîne ji bilî zindana Amed’ê li zindanên Elezîz, Meletî, Bursa û Çanakkale’yê ma. Ruxmê hemû îşkence û sepanên dijî mirovahiyê ya 12 salan Sakîne li girtîgehê bû sembola berxwedan û sir nedanê.
Têkoşîna xwe gihandina xeyalên azadiyê berneda
Jin û welatek azad xeyala wê ya pêşî û dawiyê bû. Lewra bi ti awayê, rûxmê hemû êrişên faşîzmê yên ji derveyî mirovahiyê jî dest ji van xeyalan berneda û bû lêgerînvana xeyalên xwe yên azadiyê. Ew yek ji wan pêşengên mezin ên xwe gihandine kêliya azadiyê bû. Bi qasî ku dîrokê di kêliyê de jiyan dikir û kêliyê jî bi hemû coş û hezkirina xwe ya jiyanek azad û tijî şer, dixist xizmeta pêşerojên azad û afirandina civaka azad.
Sakîne Cansiz di sala 1991’an de piştî derketina ji zindanê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi awayekî bêhtir çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt û çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan. Beşdarî yekemîn konferansa zindanan bû. Demekî li Fîlîstîn, Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ma û paşê li çiyayên Kurdistanê di nav refên gerîla de cihê xwe girt. Demekî dirêj li çiyayên Kurdistanê ma. Beşdarî konferans û kongreyên tevgera jin û PKK bû. Paşê li xebatên Ewropayê cihê xwe girt.
Komkûjî û qomloya Parîs’ê
Di hemu dîrokên şoreşa gelan de, yên ku herî zêde bûne hedefa faşîzmê, jinên pêşeng ên pêşengtiya şoreşa azadiya jinan û gelan dikin e. Peşêng, afirîner û yek ji damezrînerên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) a tevahî jiyana xwe da şerê azadiya jin û civakê jî, mîna berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an ji aliyê nîjadperest û hêzên faşîst ên Tirk hat hedefgirtin.
Di 9’ê Çileya 2013’an de ku kaşo dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav pêvajoya çareseriyê de bû, li Parîs a Fransa’yê bi komployek namerdane li dijî pêşenga sosyalîst, azadîxwaz a jin û gelên Kurdistanê Sakîne Cansiz, bi destê tetîkeşê MIT’ê Omer Guney êrişê sûîqastê hat pêkanîn. Di encama êrişê komployê de sê jinên şoreşger ên afirîner û pêşenga tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK ya Parîs’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hat qetilkirin.
‘Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’
Sakîne Cansiz navê afirandinê ye. Navê hêvî û baweriyê ye. Sembola zarokên agir û rojê ye. Ew mîna çemê biharê bû û bi geşbûna biharê diherikî ber bi azadiyê ve. Ew tenê parçeyek ji agirê azadiya Kurdistanê nîne; ew petê ku agirê azadiyê pêxistiye ye. Li gel çanda Elewiyan ti caran agir nayê tefandin, tefandina agirê mîna gunehekî tê dîtin. Jina Kurd û Elewî Sakîne Cansiz jî agirê azadiyê ya ku di dilê xwe de bi şerê xwe geş dikir, ti caran kêm nekir. Berevajî ew agirê azadiyê ku bi şerê xwe geş kir bi herkesê/î re parvekir.
Bê guman dê ti caran qal kirina Sakîne Cansiz têr neke. Wê kêm bimîne hevok û pêyvên li ser rûpelan. Ji ber ku ew lêgerînvanê mezin a evînê û şervanê mezin a azadkirina evînê ye. Tevahiya jiyana xwe bi şer û têkoşîna xwe, da şerê azadiya jinan û di her kêliyê jiyana xwe de têkoşiya. Ji ber wê ye ku rêhevalê wê yê 40 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) dibêje ‘Jiyana Sara mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’.
‘Ji bo min wê her tim şer hebe’
Belê ew tevahî jiyana xwe ya tijî şer, da azadiya jin û gelê Kurdistanê. Ji ber wê, ew bi xwe ji bo şer û xeyalên xwe wiha dibêje; “Ez wekî kesayet, gelek ji şerê hez dikim. Ez bawer nakim ku şer heta demek diyar dom dike û paşê diqede. Ez dibêjim di xeyalên min de jî, wê heya dawiyê şer bidome. Ango divê di Kurdistaneke serbixwe de şer bi awayê herî mezin û bi îhtişam hebe. Utopyaya min a herî mezin Kurdistanek e ku tê de şer tê kirin, şerêk mezin lê heye, lê li ser bingehên wekhev û azad ên ku jê hatine afirandin e.
Ez xeyal dikim ku derdora hemû Kurdistanê, çiya û kevirên wê bibe kulîlk. Li hîn cihan hêj heye. Kulîlkên pir xweşîk hene, laleyên pir xweşîk hene, daristanên xweş hene, lê dijmin wan bi lez tune dike. Yanî hema bêje qadêki ku bombe û guleyên dijmin lê neketîne nema ye. Di vê wateyê de min dixwest her aliyê Kurdistanê bi kulîlkan be. Xeyala min a Kurdistanêk ku bi kulîlkan hatiye xemîlandin heye.”
Ya ku herî bedew û zelal behsa şer û têkoşîna xwe dike ew e. Em bi taybetî weke jin û gelê Kurd, deyndarî Sara’yan e.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 434 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 10-01-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: یاداشت
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 06-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 06-11-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 434 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.169 KB 06-11-2022 سارا کس.ک.

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
25-03-2024
زریان سەرچناری
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کوردبوون، ئاوڕدانەوە لە دوێنێ.. هەنگاوێک بۆ سبەی
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,809
وێنە 104,253
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,709
ڤیدیۆ 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.11 چرکە!