图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,432
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîhrîcan

Mîhrîcan
#Mîhrîcan# bi nîşandana 17 lîstik, 2 semîner û komxebatekê bi giştî 11 rojan dom kir. #Komên şanoyê ji Rojhilat#, #Wan#, Êlih, #Amed#, #Dihok#, Kerkûk, Stenbol, Hamburgê hatin Amedê. Li gel komên şanoyan, derhêner û mamosteyên şanoyê bi giştî 110 kes bûn mêvanên Şanoya Bajêr.
Şanoya Bajar a Amedê, 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li dar xist. Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe, taybet û nexşerêya wê.
Çalakiyên komî yên neteweyekê yan jî yên herêmekê dema ku dibin kevneşopî wek mîhrîcan têne pênasekirin. Bi vê boneyê mîhrîcan di dîrokê de bûye bingeha berhevbûn, hevnasîn û xurtkirina hest û helwestên civakî û netewbûnê. Her netew an jî kom di civaka xwe de bûyer û rîtûelên bingehîn xwestine bi mîhrîcanan mayînde bikin û çanda xwe bidin jiyîn. Li aliyê din gelek kevneşopiyên neteweyan, xwe ji kûrahiya dîroka mirovahiyê bi gelek zor û zehmetiyan anîne roja me. Dibe ku wek rêk û pêk her sal pêk nehatibin lê belê bûye parçeyeke jiyana mirovan û di pêvajoya dewletbûna neteweyan de gihaştiye merhaleyeke girîng. Her wiha neteweya ku çanda xwe bi mîhrîcanan nede jiyîn an jî cudahiya xwe di nava çandên cîhanê nede naskirin, her ku diçe di nava çerxên modernîzmê de tên helandin û ji holê tên rakirin. Her netew bi ziman û çanda xwe hebûna xwe ya li cîhanê dide nasîn û ev yek jî bi çalakiyên çandî û hunerî mayînde dibe.
Li gorî nêrînên mamosteyên şanoyê, bi gotinên çîrokên civata li dor agir kom dibe û bi vegotina nêçîr, serpêhatî, çîrok û destanan dest pê dike. Pişt re bi tev li kirina hêmayên laş û sembol ev kevneşopî di nava demên de dewlemendtir dibe. Heya sedsala 20’an ev yek bi dengî derbasî nifşên nû bûye û heya dema yekem carê tê nivîsîn di demên kombûnan de ev yek tên nîşandan û dibin parçeyeke çalakiyên çandî. Evdirehîm Rehmî Hekarî di sala 1919’an bi lîstika xwe ya 2 perde ya bi navê “Memê Alan” a bi dirûşma “Şanoyê Kurdan fazîleta Kurdan noşî didît” dîroka şanoyê ya nivîskî da destpêkirin. Lîstik di Mîhrîcana Mîr Mîranê de dema Newroz tê pirozkirin tê nîşandan. Li gel vê hewldanê, çend rewşenbîrên kurd bi helwesta xwendin-nivînsandin, lêkonîn û pêşketinên mirovahiyê di nava civaka kurdan de jî bidin rûniştin “Komeley Zanistî Kurdan” ava kirin. Li gel vê destpêkê, gelek pêşketinên çandî, hunerî, lêkolînî bi pêşxistina şanoyê kurdî dest pê kir û nîşandanên şanoyê de komkirina aboriyê ev xebat hatin domdarkirin. Ji wê rojê heta îro şanoya kurdî di lêgerîna xwe ya xwebûnî didomîne, hewl dide bibe xwedî şanoyeke azad û serbixwe.
Bi dirûşma 'Va Cûdî û vaye ev ax'
Kurd bi rêveberiyên xwecihî li gelek cihan ji bo pêkanîna mîhrîcanan bûn xwedî derfet. Şaredariya Amedê ji dema ku ketin bin rêveberiya kurdan 10 Mîhrîcanên Çand û Hûnerî yên navneteweyî li dar xistin. Piştî ku pêdivî bi bernameyên van mîhrîcanan ji hev cudakirinê hate dîtin her beşek çandî di bin navên mihrîcan û rojên hunerî dom kirin. Şanoya Bajêr a Amedê heya sala 2015’an 3 mîhrîcanên şanoyê li dar xist. Piştî ku qeyûm di sala 2016’an de ji şaredariyan re hatin tayînkirin, 4’emîn Mîhrîcana Şanoya Bajêr a Amedê ya di bin banê şaredariyê de hate betalkirin. Demek şûnde şanoger hem bê dik man hem jî bê kar. Koma Şanoya Amedê biryar da ku ew ê festîvala xwe pêk bînin û dest bi amadehiyan kir. Mîhrîcana 4’emîn bi dirûşma “Em heqîqetê dilîzin, hûn bi heqîqetê dilîzin!” hat lidarxistin û biryar hat dayîn ku her koma şanoyê li bajarê ku tê de bûn dik peyda kirin û bi listikên xwe piştgirî dan mîhrîcanê. Ji wê salê şûnde bi dorê Mîhrîcana 5’emîn bi diruşma “Nebe temaşekar heke min ji bîr kir, bîne bîra min” a 6’emîn “Ji xewn û xeyalan ber bi azadiyê ve” ya 7'emîn bi dirûşmeya “Heqîqet azad dike” hate lidarxistin. Şanoya Bajêr a Amedê piştî navbera 3 salên pandemiyê bi piştgiriyeke mezin a gel û saziyan, eywanek kirê kir û ji xwe re dikeke şanoyê avakir. Koma Şanoyê, 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê xwe bi dirûşma “Va Cûdî û vaye ev ax” di meha cotmehê de li dar xist.
Koma amadekar a mîhrîcanê dirûşma îsal ji rêzika helbesta Arjen Arî ya “Va Cûdî û vaye ev ax” hilbijart û balê kişand ser tecrît, şewitandin û talana xwezayê, şer, mêtingerî, bêdadî û di şexsê baviksalariyê de qetilkirina Jîna Emîniyê. Axaftina Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer pêk tîne, li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne. Em ji bo Cûdî, Jîna Emînî, karkerên madenan, çand û hunera xwe, zimanê xwe li ser dikê ne. Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunera me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û peyamên hatine dayîn heya dawiya mîhrîcanê bandoreke mezin çêkir.
Mîhrîcana Navneteweyî
Mîhrîcan bi nîşandana 17 lîstik, 2 semîner û komxebatekê bi giştî 11 rojan dom kir. Eleqeya lîstikan bi roj sedî 80, bi şev cihê hatin çûnê jî tije derbas bû. Komên şanoyê ji Rojhilat, Wan, Êlih, Amed, Dihok, Kerkûk, Stenbol, Hamburgê hatin Amedê. Li gel komên şanoyan, derhêner û mamosteyên şanoyê bi giştî 110 kes bûn mêvanên Şanoya Bajêr. Ji ber 2 endamên Şanoya Radê ya Ûrmiyeyê dema ku çalakiyên ji ber qetilkirina Jîna Emînî derketine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, lîstika wan nehat lîstin. Dewsa lîstikê qeyda lîstika wan di eywana şanoyê de wek sînevîzyon hate nîşandan.
Ji bo piştgiriya mîhrîcanê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wek sponsor piştgiriya Şanoya Bajêr kir. Gelek şanohez hêj çend roj beriya mîhrîcanê ji bo piştgiriyê biledên kombîne stendin û ev biled dan xwendekar û derdorên xwe. Ji bo kar û barên mîhrîcanê xwendekarên Ma Musicê hatin alîkariyê, malbatên xwendekarên Ma Musicê ji bo komên şanoyê û mêvanan xwarin vexwarin amade kirin. Karbeşiyeke xwezayî û kurdewar mohra xwe li vê mîhrîcanê da. Dika ku yekem carê li ser mîhrîcan dihat lidarxistin malovaniya komên şanoyê yên ji her aliyê Kurdistanê hatin kir. Bêgûman dîmenên 2 roj beriya mîhrîcanê yên ji kêliyên dawî yên 2 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) giraniyek dabû avakirin. Lê ji axaftina destpêkê heya lîstika dawî her kesek pê qaneh bû ku xwediyê şînê jî şahiyê bi giriyê behtir dê bi çalakvaniya bihêvî û bawer li dijî şerê qirêj bibe çareserî. Her yek bi karekî cuda lê her kes bi heman armancê dê şerê hebûn û xwebûnê bide û encam bigire.
Dîtin, naskirin û nîqaşkirin
Bi derketina ser dikê ya koma yekem heya koma dawî gelek mêvan û derhênerên ji her aliyê Kurdistanê hatine lîstikên cihereng temaşe kirin. Geh lîstikvan geh şanohez her ku derfet diditin bi mamosteyên şanoyê re sohbet kirin. Di nava van nîqaşan de herî zêde rewşa şanoya kurdî ya heyî û pirsgirêkên wê hatin nîqaşkirin. Li gel listikên ku hatine nîşandan di semîneran de ser avakirina karekterên kurdî û şanoya kurdî li ser riheke kurdewar bi cihkirin hate nîqaşkirin. Ji van nîqaşan de derket holê ku divê şanoya kurdî çavê xwe li destan, mîtolojî, dîroka xwe bigerîne û bi metaforan listikên xwe dewlemend bike da ku şanoya kurdî ji pozîsyona teqlitkirinê derbikeve. Dîrok bi waneyên bêhejmar ên her yekî wan wekî heqîqetekê ne tije ne û hemû jî li ber çavên me ne. Wek çend gotinên helbesta Arjen Arî ya Ev Çiya Ruspî Ne vegotiye:
Di qada şer de
pişta me negihişt erdê,
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,365
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | www.ozgurpolitika.com
挂钩项目: 18
小组: 文章
Publication date: 09-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 剧院
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 06-11-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on09-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):09-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,365
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.295 KB 09-11-2022 سارا کس.ک.
照片文件 1.0.118 KB 06-11-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,432
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!