图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 514,830
图片 104,284
书籍 18,893
相关文件 94,732
Video 1,234
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Netewe û Neteweperwerî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Netewe û Neteweperwerî

Netewe û Neteweperwerî
Dibe ku xwendevan bibêjin; ‘Gelo hewce ye ku di vê serdemê da têgehên weke netewe û netewe­perweriyê werin vegotin û werin nirxandin. Serdem serdema globalîzmê ye, lê tu li pey hizrên kevnepe­rest ketîyî û galegalên bêwate û derçaxî dikî. Gelo ne pêwîst e ku mirov behsa rihê demê bike?’
Bêguman pêwîst e lê wekî ku hun jî dizanin tê­gehên bi jiyana civakî ra têkildar in bê binyad nîn in û çê xirab li ser hîmên civakî yên kevn hatine hilbe­randin. Ango di zanistên civakî da pêşeroj û paşeroja têgeh û hizran heye. Tu tişt di erşê ala da nayê xwarê.
Belê hewce ye. Ji ber ku netewe û neteweperwerî binyada hişmendiya neteweyî ye û fêkiyên serdema modern e; li ser dîrok û siyaseta gerdûnî ya demên nêz da îdeolojiyeke bibandor û sereke ye û pêdivî pê heye.

Gelo netewe û neteweperwerî çi ye? Ev têgehên hanê çawa ketine rojeva mirovahiyê? Li ser kîjan hê­jahiyên hevpar ên dîrokî, çandî û civakî hatine avaki­rin. Bi kîjan rê û rêbazî di nav gelan da belav bûne? Teoriyên li ser vê mijarê çi ne û kîjan ramanwer bi awa­yeke zanistî li ser vê mijarê xebitîne û ji bona zanistê kulliyatekê ava kirine? Vê îdeolojiyê li ku derê û çawa dest pê kiriye? Ev îdeolojî ji ber kîjan sedemên dîrokî, siyasî û aborî bûye îdeolojiyeke sereke û diyarker? Netewe û neteweperwerî di warê siyasî civakî da ban­doreke çawa li dîroka demên nêz a mirovahiyê kiriye? Di pêvajoya hilweşîn û dabeşkirina împaratoriyan û qraliyetan da rol û encameke çawa pêk aniye û di encama vê pêvajoyan de netewe-dewlet çawa û li ser kîjan hîmên bingehîn hatine damezirandin? Fikr û ramanên vê siyasetê di destpêkê da kîjan netewe­dewlet afirandine? Di vê pêvajoya dîrokî, siyasî û ci­vakî da neteweyên heyî pozîsyonên çawa girtine û bi serketine û têk çûne? Di pêvajoya netewesaziyê da rewşa neteweperweriyên derengmayî çi ye û netewe­perweriyên derengmayî ji ber kîjan sedeman dereng mane? Di vê pêvajoyê da rewşa me çi ye û em di nava malbatên neteweyan da xwedî çi mafî ne?..

Bi ya min di pêvajoya netewebûnê da têgeha bief­sûn hişmendîya neteweyî ye. Gelo ev bêjera modern di nav civaka me da çawa hatîye zanîn, çawa cih û war bûye? Di pêvajoya dîrokê da vê bêjera modern çi bandor li sazîyên civakî û sîyasî kirîye û ji vê bêjerê çi hatîye fêmkirin û ev bêjer di kîjan merhaleyên ci­vakî û sîyasî da derbas bûye? Bersivên van pirsan, bi awayekî xwezayî di nav gelê me da jî demeke dirêj li gorî pozîsyonên civakî û sîyasî cuda ne û mixabin bi gelemperî ji rastîya xwe û ji armanca xwe ya nî­hayî dûr in. Hin ji me neteweperwerî weke parastina mafên malbatî û eşîrî pejirandine, hinan jî mijar di çarçoveyeke berfirehtir da nirxandine û xwestine di nav neteweyên cîhanê da bi mafên xwe yên bingehîn û bi awayekî xweserî ji xwe ra cîhekî vekin.

Hizra neteweperwerîyê di sedsala 19an da bi ge­lemperî li cîhanê belav dibe û di sedsala 20an da êdî îdeolojîyeke sereke û gerdunî ye.
Dema ku fikr û ramanên neteweyî di nava Osmaniyan da belav dibe û dibe îdeolojiyeke sereke malmezin, rêber û rewşenbîrên Kurdan di destpêkê da ji ber sedemên civakî, aborî û dînî di nav rêxis­tin û saziyên biyanî da cîh digirin. Ev tercîha ji mafê neteweyî dûr, di pêvajoya dîrokeke nêz da dibe sede­ma dabeşkirina axa welat û hişmendiya neteweyî. Ji ber vê korbûna civakî û siyasî hizrên neteweyî rastî hin pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî tê û dereng dimîne.
Her çi qas hizr û ramanên neteweyî di nava Kurdan da li gorî neteweyên din gelek dereng dest pê bike jî hest û hêjahiyên neteweyî di nîvê sedsala borî da di nava rewşenbîr û saziyên Kurdan da bûye îdeolojiyeke sereke.

Bi taybetî di sedsala borî da hin bûyer û tevgerên sîyasî yên ku li başûr û bakûrên welêt da pêkhatî li ser hizra hişmendîya neteweyî bandorek erênî hiştiye û bi vî awayî hişmendîya neteweyî nêzî rastîya xwe bûye û şikur ku astengên di rêya netewesazîyê da êdî di çarçoveyeke berfireh da tên nirxandin û bi vî awayî hizra neteweperwerîyê kamiltir bûye.
Bêguman gelek sedemên cihêreng ên vê rewşa me ya derengmayî hene. Hin ji wan sedeman navxweyî hin jî yên navneteweyî ne. Armanca vê xebatê ne ew e ku em van sedeman yeko yeko bijmêrin û binirxî­nin lê bi ya min hin sedemên berbiçav û bingehîn hene û lazim e bi kurtasî bên vegotin. Yekemîn sede­ma bingehîn û balkêş tunekirin û tunebûna sazîyên perwerdehîya neteweyî ye. Kurd bi awayekî zanedar ji perwerdeya zimanê zikmakî û ji çanda xwe hatine dûrxistin.Weke ku hun jî dizanin ev her du qad ji bo pêvajoya netewesazîyê û ji bo hişmendîya neteweyî, hêmanên herî girîng û bingehîn in.

Sedema duyemîn beralîkirina çewt a rewşenbîrên navxweyî û navneteweyî ye.Di vê pêvajoyê da hin rewşenbîr di bin sîya sazîyên dewletê da bi awayekî zanedar bêjera “Bijî biratîya gelan.” kirine benîştê de­ve xwe û bi vî awayî rê li ber hin rewşenbîrên kurd girtine û mixabin rewşenbîrên bi taybetî alîgirên îde­olojîya sosyalîzmê di vî warî da bêdil û şermok tev­geryane. Ên ku li hember vê helwestê derketine bi zi­manekî tund weke nijadperest hatine tewanbarkirin. Mixabin demeke dirêj, vê rewşa xapînok berdewam kirîye û ji bo sîyaseta desthilatdaran sitargeheke sitûr ava kirîye.

Sedema sêyemîn jî di pêvajoya dîrokê da rol û bandora dîn û sazîyên dînî ye. Bi taybetî di pêvajoya netewesazîyê û avakirina netewe-dewletê da bêjera “biratîya umetê” ji bo neteweyên dînên wan hevpar, bûye sîyaseteke xapînok û sereke, bi awayekî xwe­zayî ev bêjer jî di destê desthilatdaran da mîna amû­reke asîmîlasyonê hatîye bikaranîn û tê bikaranîn. Ên ku li hember vê bêjerê derketine jî mîna xwedê­nenas û kafirtîyê hatine tewanbarkirin û hîn jî tên tewanbarkirin.
Di amadekirina vê xebatê da alîkarî û piştevanî­ya helbestvan û çalakvanê zimanê #kurdî#ya #kurmancî# mamoste Roger Acun gelek e. Camêr bi hizrên xwe yên rênîşandar nêrîneke berfireh da min, ji bo keda wî spasdar im. Dîsa di warê rastnivîsê da ji bo xwen­din û pêşnîyazên dostên hêja mamoste Halîl Aktuğ û Îsmail Dîndar ra jî spasdar im. Her wiha ji bo edîtor­ya berhemê û pêşnîyarên di cih da xemxurê kurdîya kurmancî ji Azad Zal ra jî sipasdar im.
Bi hêvîya hişyarbûna keçmîr û mîrzayên di xew da…

Di vê mijarê da ji bo nêrînên cuda û agahiyên berfireh li kovara Zaremayê Sal: 8, Hejmar: 16ê binêrin. Ji ber ku kovara nav û hejmar borî bi taybetî li ser dosya û nîqaşên derheqê neteweperwerîya kurdî hatîye amadekirin, di vê mijarê da nêrîn û gotarên balkêş vedihewîne. Ku ev gotarana bên xwendin dê sudewer be.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览928
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kovarabir.com
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 04-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 05-11-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on05-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览928
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1129 KB 05-11-2022 سارا کس.ک.

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 514,830
图片 104,284
书籍 18,893
相关文件 94,732
Video 1,234

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!