ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,477
画像 106,122
書籍 19,169
関連ファイル 96,503
Video 1,308
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Romana Amed û Amûdê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana Amed û Amûdê

Romana Amed û Amûdê
Nivîskar Fawaz Husên ji bajarê #Amûdê# ye, di sala 1978an da hatiye Fransayê, li wir xwendina xwe ya bilind qedandiye. Di salên 1992-2000an da li Swêdê maye. Pirtûka wî ya pêşîn li wir hatiye weşandin (Siwarên Êşê, Weşanên Welat, 1994). Heta niha gelek romanên wî bi kurdî û fransî hatine weşandin. Hin ji wan bi wergerên zimanê din jî derketine. Hin berhem dema derdikevin ji ber gelek sedemên cihê mirov nikare wan bi germî-germî bixwîne. Lê demek tê ew gazî xwendevanên xwe dikin: “Min jî bixwîne”. Yek ji wan romanên wiha jî romana Fawaz Husên e ya ku bi navê Heftiyeke Dirêj li #Amed#ê hatiye weşandin (#Avesta#, 2015). Ev berhem paşê bi zimanên din jî derketiye. Di destpêka romanê da agahiyeke piçûk heye, nivîskar li wir dîyar dike ku hemû lehengên di romanê da xeyalî ne, tenê lehengê sereke Amed di rastiyê da heye.
Roman bi rêwitiya kesekî penaber bi navê Ferzend dest pê dike. Ew li Parîsê balafirê sîyar dibe, berê xwe dide Amedê (Dîyarbekirê), paytextê kurdan yê nefermî. Balafira wî li ser Stembolê ra diçe Amedê. Ew dixwaze here li Amedê qasî heftekî li wir bimîne, paşê here aliyê #Mêrdîn#ê, li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê ji dûr ve bajarê xwe yê zarokatiyê Amûdê mêze bike, lempeyên wê bibîne! Wisa xuya dibe ku Ferzend gelek sal in bi hesreta dîtina vî bajarê kal û bavan jîyaye! Di balafirê da dema guhê xwe dadigre, dibihîze ku kesekî li pêşiya wî rûniştiye bi dengekî nimz di nav lêvan da kilama Têliyê dibêje:
Were Têlî
…Lê lê Têliyê, zalimê
Ez bala xwe didimê, nizanim tu qîz î
Ez nizanim tu bûk î
Nizanim tu jinebî yî
Ser dev û lêvên te bi xêlî
Îsal heft sal e dilê min ketiye te
Malxerabê çima xwe davêjî paş deriyan
Xwe vedişêrî?
Ev kilama evînê ku cara yekem ji aliyê dengbêj Şakiro da hatiye gotin paşê ji aliyê dengbêj Seyidxanê Boyaxçî da hatiye belavkirin. Nivîskar di cîhekî romanê da navê Seyidxanê Boyaxçî jî dide ku piraniya salên xwe li Amedê derbas kiriye. Divê em li vir bi bîr bînin ku dema ev roman hatiye nivîsîn (2015) dengbêjê navdar û hezkirî Boyaxçî hê li Amedê dijiya, çawa tê zanîn ew berî salekê di sala 2020an da çû dilovaniya xwe.
Ferzend li ser daxwaza nasekî diçe li Otêla Karwanseraya Rêberan dimîne. Di romanê da wek Karwanseraya Delîlan jî derbas dibe. Dema mirov hemû romanê dixwîne, dibîne ku lehengê romanê kolan, kûçe, avahiyên kevn û nû, derî, sûr û kelehên bajêr di nav vê hefteyê da yeko yeko nas kirine. Ew dibîne ku bajarê Amedê piştî koçberiyên ji gundan gelek mezin bûye. Piraniya şêniyên bajêr bêkar in, ne tenê polês, jendirme û leşkerên tirk, herwiha em di romanê da dibînin ku belengazî û xizaniyê jî bajar zeft kiriye. Çete, diz, sextekar û kesên xirab li bajêr cirîd davêjin, bajar bêemnîyet bûye. Dema Ferzend rastî keçeke bi navê Stêr tê, ew Ferzend hişyar dike bona li vî bajarî tiştek neyê serê wî. Şerê di navbera kurdan û hêzên tirkan da her berdewam e. Ne tenê ev şera, germa havîna Amedê ya fetisok jî ev bajarê qedîm kiriye “tenûreke dadayî”. Di cîhekî romanê da em van gotinan dixwînin: “Gurerura balefiran çîveçîva çûkan û kilamên denbêjan ditemirandin. Germa dojehê jî damarên bajêr zuwa dikirin û hestên me didan ber derziyên pûçkirinê û gerînekên gêjbûnê”. Peyva helîkopter di çend cîhên berhemê da dîsa tên dubarekirin. Angorî lehengê romanê Kurdistana şewitî bûye axeke bêyom. Ev peyva enînivîsa kurdan ya reş jî tîne zimîn.
Ferzendê Amûdî di navbera duh û îro da tê û diçe. Gelek caran xwe dirêjî Amûdê dike. Amûdê weke “Amûda rengîn” dide nasîn. Tenê îstîsnayek heye. Ew jî bûyera Şewata Sînemaya Amûd ye (13/11 1960). Navê vê bûyerê carekê di romanê da derbas dibe. Çawa tê zanîn bi sedan zarokên kurd wê demê can dane. Dema Ferzend tê Parîsê, dilketiya xwe ya li Amûdê, keçeke bi navê Berfînê jî tîne Parîsê. Lê belê piştî çend salan herdu zarokên wan jî dimirin. Berfîn êdî nizane çi bike, dîn dibe: “Rojekê ku ez li kar bûm, Berfînê kincên xwe yên kurdî yên herî xweşik li xwe kirin, xwe derman kir weke ku ê biçûya şêranî an dawetekê. Ew bi nêrdewana hesinî di kuleka ji camê re ji qatê heftan derket ser banê xanî”. Ev bûyera malbatî wek Şewata Sînemaya Amûdê êş û kedereke mezin peyda dike.
Di romanê da lêhatiyên (tesadûf) mezin diqewimin. Ferzend carekê di bin darekê da rastî zarokekî tê ku navê wî Mîrza bûye. Ew ligel dîya xwe di xanîkê da tenê dimînin. Keçeke wan jî çêbûye, xwestina navê wê daynin Perwane, lê belê berpirsên dezgehê nifûs ya tirkî ev nav qebûl nekiriye, navê wê kirine Yildiz. Malbatê jî hema kurdiya vî navî li keça xwe kirine, navê wê di dawiyê da bûye Stêr. Mijara Mîrza û Perwane paşê dîsa derdikeve pêşberî me. Ev zarokon Besnayê ne! Ka mêze bikin Besna kî ye, têkiliyên wê û Ferzende çi ne?
Nivîskar ji bo zincîra bûyeran bi hev ra girê bide, me dibe salên berê, salên 1970an. Mekan jî gundekî bi navê “Gundikê Melî” ye ku niha bi bajarê Şirnexê ra girêdayî ye. Li ber pêyên Çîyayê Cûdî ye ku hezretî Nûh berî hezaran sal keştiya (sefîne) xwe lê daniye. Xwedayê mezin li xiraban hatiye Tofanê, qira wan hemûyan aniye bona ji nifşeyên nû ra cîhaneke paqij û delal bihêle. Di romanê da navê Nûh du caran derbas dibe. Lehenga jinîn ya romanê Besna di sala 1971an da li vî gundî hatiye dinê, dema mezin bûye, ew dana Fermanê Mala Evdê. Besnayê gelek caran ji kurê xwe Mîrza ra gotiye salên jiyana wê yên herî xweş li kêleka ciyayê Cûdî derbas bûne.
Di dawiya romanê da Ferzend çenteyekî ji Mîrza û Besna ra dihêle bi mercê ew vî çendî piştî çûyîna wî vekin. Piştî çend rojan ew çente vedikinin, dibînin ku di hundirê çente da tomere pere euro û nameyek heye. Di nameyê da Ferzend qala wê qederê dike ku ku ew anîne bal hev û demeke xweş bi hevra li Amedê derbas kirine: “…Mîrza, Besna, hesab bikin ku rêya me tucarî li Keleha Navîn, li ber siya dara qederan rastî hev nehatiye. Çi tiştekî balkêş bû, ji kêliya ku ez gihîştibûm Amedê, min xwe hîç biyanî nedidît. Bi saya we herduyan, min malbata xwe ya windabûyî ji nû ve peyda kir. Tiştekî din, firişteyekê herdem xwe bi ser milên min de xwar dikir û wê ez diparastim. Ez dibêjim ku hûn ê nêzîk çend agahiyan jê bigirin û ew ê bê serdana we. Jixwe cara pêşîn li Amedê em pir nêzîkî mala we, li kolana Küçük Kavasê, rastî hev hatibûn”. Di binê nameyê da ev nota heye: “Ferzendê Amûdî, yaxut Fermanê Evdê, da ku dilê Besnayê nemîne”. Ferzend vî pereyî wek alîkarî ji Besnayê û Mîrza ra dihêle û eger vegere para Perwaneyê jî di nav vî pereyî da heye!
Ferzend di dawiya romanê da bi kelecan û kelecoşeke mezin berê xwe dide sînorê binxetê û serxetê, dixwaze ji dûrve Amûda rengîn, lempeyên wê bibîne: “Di salên sirgûniya xwe de li Parîsê, li taxa Saint-Germain des Présê, Cioranê Rûmanî carekê xwe spart pêlên bêrîkirinê û got ku wî dimêna zaroktiya xwe bi hemû dîmenên dunyayê nedida. Min lê zêde dikir ku zarotiya min a li Amûdê welatê min bû û min ji bo wî dikaribû xwe li mirinê biqelibanda”. Ew di cîhekî da dîsa mijarê tîne ser sirgûnê û dûritiyê: “Ma ne gava mirov ji maka diya xwe derdiket sirgûnî jiyanê dibe?” Him nivîskar Fawaz Husên û him jî lehengê romanê Ferzend xerîbî, sirgûn û koçberiyê di jîyana mirovan da wek qezayeke here mezin dibînin. Mijara “dûrbûn û sirgûn”ê di romanê da wek wêranî mijareke bingehîn pêk tîne.
Romana Heftiyeke Dirêj li Amedê berhemeke Serhex û Binxetê ye, nivîskar xwendevanan zêtir li Amedê digerîne. Li belê gelek caran xet radibin, xwendevan dijwariyê dikşîne ka bizanibe kî, kî ye? Ferzendê ku ji Fransayê tê Amedê carcar dibe Ferman, Fermanê ku berî gelek salan li gundê Gundikê Melî li hêla Çîyayê Cûdî (li Kurdistana Tirkiyê) di zaroktiya xwe da bi Besnayê ra dizewice yan jî wî mecbûr dikin bizewice. Belkî jî nivîskar xwestiye xwendevanan di nav meraqekê da bihêle, hin mijar wiha bi sergirtî hîştine. Ev yek ji bo Stêrê jî derbas dibe. Di destpêkê da lehengê romanê Ferzend dema rastî Stêrê tê, nasnameya wê veşartî dimîne, mirov nizane ku ew kî ye. Paşê dema xwendevan romanê diqedîne texmîn dike ku ew kî ye, perçeyek ji serpêhatiya Ferzend e. Nivîskar bi vê teknîkê xwestiye nîşan bide ku di vê coxrafyayê da mirov mecbûr dibin herin dûriyê, herin serê çîyan, nav û nasnameyên cihê li ser xwe bigerînin, têkevin dilqên nû! Ev yeka gelek valahî û nezelaliyan, derd û kederan peyda dikin. Piştî çend salan Ferman diçe serê çîyan, tevî şervanên kurd dibe. Navê wî yê rêxistinî êdî bûye: “Hewal Ferzendê Amûdî”. Keça wan Perwanê jî dide pey şopa bavê xwe, diçe serê çîyan tevî tevgera kurd dibe. Sal zeman derbas dibin ji Ferman tu xeber dernakevin. Besna tevî kurê xwe Mîrza bar dikin tên Amedê cîwar dibin.
Peyvên tenûr û dîk di romanê da wek metefor hatine bikaranîn. Ne tenê germa havînê ya Amedê ku mirovan dîn dike, bi mecazî jî Amed di van salan da ji ber şer û zilma dewletê dibe tenûreke dadayî. Çawa ji bo teyrek nefire, per û baskê wî tê kurtisandin, rûçikandin, kurd jî di van salan da wisa bedhal in, êdî bûne dîkekî baskokirî: “Kurdistan dîkek e ku mirovekî bê îman serê wî jê kiriye û berdaye çolê, wê got. Dîkê reben jî baskên xwe li hev dixîne, tê ku bifire, here serê çiyayan, lê qedera wî bi kêrê hatiye nivîsîn”. Fawaz Husên bi vê berhema xwe rewşa û manzaraya Kurdistana Tirkiyê ya van çil salên dawîn bi mînaka Amedê gelek baş raxistiye ber çavan.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは420表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kovarabir.com
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 11-09-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 05-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 05-11-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 05-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは420表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.170 KB 05-11-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,477
画像 106,122
書籍 19,169
関連ファイル 96,503
Video 1,308
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.531 秒(秒) !