پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 515,961
وێنە 105,151
پەرتووک PDF 19,081
فایلی پەیوەندیدار 95,591
ڤیدیۆ 1,279
ژیاننامە
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
​​​​​​​Nameyên şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan ên çalakiya fedaî kirin
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sara Tolhildan û Rûken Zelal

Sara Tolhildan û Rûken Zelal
Rojnameya Serxwebûnê nameyên gerîla #Sara Tolhildan# (Dilara Urper) û #Rûken Zelal# (Emel Feremez Hisên) weşand, ku li navçeya Mezîtlî ya Mersînê di 26’ê Îlona 2022’an de li hemberî navenda polîsan çalakiya fedaî kirin.
Di hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê de nameyên Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin weşandin, ku ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan û Fermandariya Biryargeha Hêzên Taybet ên YJA Starê re nivîsandin.
Nameyên ku li rojnameya Serxwebûnê hatin weşandin wiha ne:
NAMEYÊN SARA TOLHILDAN Û RÛKEN ZELAL ÊN LI MEZÎTLIYÊ ÇALAKIYA FEDAÎ KIRIN
Hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi dehan hevrêyên min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û Rêberê min ê ku fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê çawa ye. Ya ku bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim jiyîn, ya ku bi para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê yekê rêyeke cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya şehîdan ku nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
Rapora min a ji bo çalakiya fedaî ya ji bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan e
Navê min-paşnavê min: Dilara Urper
Nasnavê min: Sara Tolhildan
4'ê Nîsana 1992'an ji dayik bûm.
Ji gundê Çemanê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê me.
Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e, lê belê di navbera çanda partiyê û pîvanên jiyana feodal de asê maye û piştre jî rêbaza jiyanê ya metropolan lê zêde bûye, bi vî rengî bûye xwedî rengekî kozmopolîtîk. Dilsoziya malbatê ya bi partiyê re, ji dema milîstiya b.... a li rêxistinê, beriya ji dayik bibim, destpê kir.
Mîna gelek malbatên ji Bakurê Kurdistanê ku di salên 1993-94'an de ji ber kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina gundan, dûrxistina gel ji xak, çand û nirxên xwe yên jiyanê, di encama polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê de li çar aliyên cîhanê belav bûn, malbata min jî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Li ser vê bingehê salên min ên zarokatiyê, kêliyên min ên ku hewl didam hînî jiyanê bibim li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de derbas bûn. Van şert û mercên giran ji aliyê erênî û neyînî ve gelek bandor li kesayetiya min kirin. Jiyana li nava mercên kampê; naskirina rastiya dijmin a di temenê zarokatî de, min gelekî êşand. Di heman demê de hesta min a hilanîna tolê jî mezin kir. Li aliyê din, hewldana Tevgera Azadiyê ya ji bo parastina gel ê li kampan, ew kêliyên ku hewl dihate dayin bîrdoziya Rêbertî li nava gel bê belavkirin, ji bo min hinceta bingehîn a tevlîbûna li nava partiyê ye. Li ser vê bingehê hîn 7-8 salî bûm, min soz da xwe ku dema mezin bûm ez ê bibim gerîla.
Sal di ser re bihurîn û di jiyana me de gelek guhertin çêbûn. Ji ber hin pirsgirêkên malbatî di destpêka salên 2000'î de em ji mirovên hêja yên li kampê cuda bûn ku me heman êş, heman kêfxweşî, heman xemgînî parve dikirin. Me berê xwe dan metropolên Tirkiyeyê. Lê belê min ti carî çûyîna Tirkiyeyê qebûl nekir, nepejirand. Min her timî xeyala wê yekê dikir ku rojekê ya li kampê ya jî li gundê xwe vegerin. Ji ber vê yekê dema ku malbata min qeyda min li dibistanên sîstemê çêkir, bi hêrseke mezin ez li ber rabûm. Ji ber ku min bingeha xwe bi çanda xwe danîbû. Li gel nebûna derfetan jî ji bo min şerefek bû ku min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kiribû. Min sirûdên me gotibû. Min Rêberê xwe nas kiribû. Bi hişmendiya xwe ya dîrokê min hewl da ku têbigihêjim. Piştî van hestan ma pêkan bû ku mirov bikevin nava wê jiyanê! Dema ku vê dibêjim, bêguman nabêjim ku wê jiyanê bi ti awayî bandor li kesayetiya min nekiriye. Ji gelek aliyan ve xisar lê kir. Lê belê ya herî girîng soza min a ji bo xwedîderketina li rabirdûya xwe bû. Li ser vê bingehê di 7'ê Tîrmeha 2009'an de li Stenbolê tevlî nava refên partiyê bûm.
DEMA KU TEVLÎ NAVA PARTIYÊ BÛM MIN GOT EZ Ê BIBIM EW KESA KU BAR HILDIGIRE
Eger qala rêbaza xwe ya tevlîbûna li nava rêxistinê bikim; hîn di nava sîstemê de min gotibû 'Di nava PKK'ê de ez ê nebim bar, ez ê bar hilgirim'. Min nava wê bi têrkerî nekarî dagirim jî min her tim xwest bi vê têgihiştinê bimeşim. Lê belê ji ber ku ji îdeolojî, çand û pîvanên jiyana PKK'ê dûr bûm, bi taybetî ji ber ku haya min ji kesayetiya çewt a jiyana sîstemê tune bû, li gel nêta xwe ya baş jî bi giranî rêbazeke tevlîbûnê ya welê çêbû ku hem xwe tengav dikir, hem jî zor dida rêxistinê û hevrêyên xwe. Min nekarî vê bêrêbaziyê demeke dirêj ji holê rake. Bêguman ji ber feraseta ku diyalektîka jiyana PKK'ê dide me namzetên milîtaniyê, kesayeta/ê dixwaze têbikoşe, kêmasiyên xwe hebin jî eger bi biryar be li ser rêya xwe; zor û zehmetiyên dikişîne bi ti awayî nikare li pêşiya berpirsyariyên xwe bibe asteng û zane ku divê nebe asteng. Dibe ku di gava destpêkê de zêde bi vê yekê nehesiya, lê belê bi demê re hay ji vê rewşê çêbû. Ji ber vê yekê di pêvajoya destpêkê de tevî ku dûrî fêhmkirina kûrahiya rastiya jiyanê bûm û min mîsyonek nedabû xwe jî, cewhera tevlîheviya di hestê xwe de; nîşaneya dûrbûna ji gelek pîvanên exlaqî yên PKK'ê bû. Ji bo dawî li vê dûrbûnê bînim pêwîstiya min bi têgihiştinê hebû. Min hewl dida vê hişmendiyê jî ji Rêbertî, ji rojnivîskên hevrêyên şehîdan werbigirim.
Di vê pêvajoyê de piştî ku min pirtûka 'Sê nemirên bi jiyana xwe ya fedaî' haya min ji Saziya Hêzên Taybet çêbû. Min biryar da ku divê ez jî teqez tevlî vê saziyê bibim. Di encama vê biryarê de pêşniyara min a ji bo tevlîbûna li Hêzên Taybet hate qebûlkirin û li ser vê bingehê mehên dawî yên sala 2010'an beşdarî nava karên saziyê bûm. Bi tevlîbûna li saziyê re min rastiya fedaîtiyê nas kir ku cewhera PKK'ê ye. Ya ku min bi dest xist, ez dihejand. Ji ber ku heta wê kêliyê jiyana min a hestewarî bi şênberî min bi min dida naskirin. Bi min dida fêhmkirin ku çiqasî ji xwe hatime dûrxistin, çiqasî xwebûna xwe winda kiriye, çiqasî bûme ya dijmin. Vê hesîna bi xwe diviyabû bibûya sedema sekneke hîn mezintir a têkoşînê, nefreteke hîn xurtir ali hemberî dijmin û bicihanîna pêwîstiyên vê yekê di nava jiyanê de. Lê belê ya ku di kesayetiya min de der bû; hîn bêhtir berê xwe da ya hêsan, ne bi rengekî objektîf, lê bi rengekî hestewarî nêzî rewşê bû, lewma jî paşve gav avêt. Ji aliyê cewherî ve ev yek revek bû û min baş bi vê zanîbû. Yanî pirsgirêk ne li mekanê bû, pirsgirêk bi min re bû, pirsgirêk di kesayetiya min de bû ku dijmin belawela kiribû. Ji ber vê yekê nikarîbûm bireviyam. Diviyabû bimam, bi xwe re, bi kesayetiya xwe ya bûbû ya dijmin re têbikoşiyam û ruhê xwe azad bikira. Eger min dixwest ji bo nirxên xwe, ji bo Rêberê xwe, ji bo tevgera xwe, ji bo gelê xwe şer bikim, diviyabû destpêkê ez bibûma ya xwe. Bêyî ku bibim ya xwe, yanî bêyî bibim xwebûn, gelo min ez ê çawa bibûma ya bi milyonan?
Piştî ku bi van xusûsan hesiyam, min destpê kir ku hîn bi xurtî tevlî nava jiyanê bibim. Vê rêbaza tevlîbûnê dikir ku hîn bêhtir tehma jiyanê bikim. Lê belê bi demê re min fêhm kir ku tevlîbûna min nabe bersiv ji pêvajoyê re, ji bilî wezîfeyên rojane di bicihanîna wezîfeyên dîrokî de lawaz dimînim, lewma ketim nava feraseteke kûr. Di encama vê kûrbûnê de jî min xwe ji bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan pêşniyar kir. Ji bo pêşniyara min bê qebûlkirin 3 salan li bendê mam. Piştî 3 salan min şens bi dest xist ku tevlî Tabûrê bibim. Di nava Tabûrê de tevlî gelek perwedeyên hêja û bi wate bûm. Van perwerdeyan bi rastî jî kirin ku bibim xwedî ferasetekê. Bêguman li gel pîvanên exlaqî û bedew ên ku min bi dest xistin, her wiha dorpêçiya jiyana pergalê dewam dikir ku weke jinekê li peşiya min dibû asteng ku mîsyon û nasnameya Tabûra Şehîd Zîlan temsîl bikim, cewhera milîtaniya xetê ya bi îrade ya rastiya Şehîd Zîlan di kesayetiya xwe de serwer bikim. Lewma heta vê dorpêçiyê bi temamî ji holê ranekim nikarim bibim bersiv ji Zîlanan, Zinaran, Dogayan, Mûnzûran, Rojhat û Jîndayan re. Haya min ji vê heye. Ji ber vê yekê nikarim xwe bidim pişt ti hincetê. Ji ber ku hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi dehan hevrêyên min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û Rêberê min ê ku fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê çawa ye. Ya ku bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim jiyîn, ya ku bi para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê yekê rêyeke cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya şehîdan ku nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
JI HEVRÊYAN HEMÛYAN RE YÊN KU DILÊ XWE BI RASTIYA APOYÎ LÊ DIDE
Rastiya ku PKK'ê dike PKK, nirxê heqîqeta di têkiliyên hevrêtiyê de ye. Partiya me PKK bi pêşengiya Rêberê me heqîqeta hevrêtiyê ji kûrahî ve jiya, bû partî, bû artêş û di vê serdemê de bûye dengê bindestan hemûyan. Di dîroka PKK'ê de bersiva li Hakî, Kemal, Ferhat, Mazlûm, Bêrîtan, Zîlan û Sarayan her tim mezinkirin û bilindkirina hevrêtiyê bû. Ji bo me; yên ku ketine bandora vê kevneşopiyê û dixwazin bibin şopdarên vê kevneşopiyê, têkiliyên hevrêtiyê beriya her tiştî ye. Ji bo mirov zanibe ku li ser xeta PKK'ê bi rengekî rast bi pêş ve diçe yan naçe, divê mirov li têkiliyên wê/î yên hevrêtiyê binihêrin. Ji ber ku Rêberê me dibêje, 'Têkiliyên hevrêtiyê cewhera têkiliyên civakî ye. Bi qasî civaka dîrokî her wiha nîşaneya civaka paşerojê ye. Bi esasî têkiliyên îdeolojîk e. Têkiliya heqîqetê ye ku îdeolojiyê radixe pêş çavan'. Mîna vê tespîtê, têkiliyên me yên hevrêtiyê divê li gorî cewhera sîstema nirxên komunal a demokratîk bin ku em dixwazin temsîla wê bikin. Li ser vê bingehê rêbazên tevlîbûnê û têkiliyên dûrî heqîqeta hevrêtiyê, mîna xiyanetê ne. Dema ku rastiya xwe di vê çarçoveyê de dinirxînim, gava ku rêveçûna xwe ya li nava PKK'ê şîrove dikim, gelek aliyên xwe dibînim ku li heqîqeta hevrêtiyê nayên. Pê zanim ku ev aliyên min ên ku dibêjim bi wan zanim, nîşaneya aqlê serwer ê di kesayetiya min de ye. Di kesayetiya min de çanda dayikê ku nûnera nirxên komuknal a demokratîk e û aqlê mêr ê serwer têdikoşin. Dema ku dixwazim hîn bibim bê kîjan ji wan wê bi ser bikeve, bala xwe didim ser tevlîbûn û sekna xwe ya li nava jiyanê. Wê demê fêhm dikim ku kêliyên min ên tevlîbûna xurt, çanda dayikê yanî keliyên rastiya Rêbertî ne. Ya ku zerarê dide jiyana min jî, kêliya ku zorê dide hevrêtiyê jî ew kêliyên sîstemê ne ku kesayetiya min kontrol dike û bi rê ve dibe. Di nêt, hest û fikir de hêrseke mezin li hemberî sîstemê hebe jî dema ku nefretê bi hişmendiyê bi rêxistin nekim, gelek caran di kesayetiya xwe de dikevim xefika aqlê baviksalar ê li nava jiyanê. Yanî li hemberî dijminê di nava xwe de têk diçim. Lê belê ji bo ev rêveçûn bi vî rengî dewam neke; ji bo di hest, fikir û sekna jiyanê de mejiyê dayikê serwer be û aqlê serwer bi temamî ji holê rakim, zanim ku divê giraniyê bidim ser xwe, kesayetiya xwe terbiye bikim. Di nava jiyanê de kêliyên ku meylên li derveyî partiyê xwe nîşan dide, dikevim xefletê, dest ji têkoşîna nefsê berdidim, xwe û rabirdûya xwe ji bîr dikim, ew kêliyên xiyanetê ne. Ji bo vê meyla xiyanetê di kesayetiya xwe de bi temamî ji holê rakim û biavêjim; bi hemû hucreyên xwe hîs dikim ku divê di rastiya Şehîd Sema Yuce de xwe şênber bikim, bi rengê Sema li hemberî xwe şer bikim, bi rengê Sema lawaziyên xwe yên mirovî ji holê rakim, berê xwe bidim navendekê û zanim ku ev yek jî bi hilweşandina 'ez' a heyî dibe, ji nava xweliyên vê eykê jî bi bedewiya Sema 'ez'eke nû biafirînim. Ev ê ne hêsan be, zanim ku ne hêsan e. Lê belê ya ku min bigihîne cewhera min, têkoşîna min a li hemberî xwe ye, biryardariya min bi xwe ye. Bi vê îdîa û biryardariyê gelekî kêfxweş û kelecanî me ku li ser bingeheke rast xwe bigihînim we hevrêyên hêja. Li qadên ku mam e, gelek kêlî çêbûn ku min zerar da têkiliyên hevrêtiyê. Min êşa van kêliyan timî kişand. Lê belê ez ê ne tenê êşa wê bikişînim. Ez ê têkoşîneke rast a rexnedayinê bimeşînim. Ez ê li her kêlî û qadê çalakiya jiyanê bikim. Herî dawî; min gelekî ji we hez kir û ez ê ji we hez bikim. Bi vê hestê we hemûyan silav dikim.
JI HEVRÊYÊN JIN HEMÛYAN RE
Weke hevrêyeke we ku bû xwedî wê rûmetê ku li nava PKK'ê karibe têbikoşe, min timî xwest ku rastiya jinê ya ku Rêbertî destnîşan kir fêhm bikim bê di kîjan rewşê de ye û divê bigihêje kîjan astê. Li ser vê yekê timî kûr bûm û min xwest encamekê jê derxînim. Ji ber vê yekê çawa ku di encama keda mezin a Rêberê me de gelê Kurd ji ber tunebûnê bû xwedî hebûn û îradeyê, çawa ku li hemberî modernîteya kapîtalîst xwe bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk xwe bi rêxistin dike û dixwaze bersivê bide, li ser vê bingehê çawa ku veguherî hêmaneke bingehîn, ev yek ji nêzîkatiya wî ya li pirsgirêka jinê cuda nîne. Ji dîrokê û vir ve ev rewş bi vî rengî ye. Kê xwestibe ji bo azadiyê têbikoşe, destpêkê nêzîkatiya xwe ya li jinê diyar kiriye û hemû kiryarên neexlaqî yên pergalê red kiriye. Ji bo vê yekê ne şaş e ku mirov mînakên Zerduşt, Manî, Babek, Şêx Bedrettîn bidin. Di pêvajoyekê de ku nirxên civakî yên xwe dispêrin otorîteya jiyanê ji holê hatine rakirin û bi her awayî ketine bin bandora sîstema mêr a serwer, di nava şert û mercên sîstema kapîtalîst de ku nirxên jinê nahêle, hemû tevger û bîrdoziyên dixwazin bersivê bidin pirsgirêkên civakî, neçar in ku mîna Rêberê me kiriye, pirsgirêka jinê ji bingeha civakî binirxînin, weke reya rizgariya ji koletiyê bibînin û meyleke bi vî rengî nîşan bidin. Dibe ku kedeke mezin hatiye dayin, divê ev neyên înkarkirin. Lê belê di nava jinan bi xwe de pêşengên di vê astê de derneketine ku pirsgirêkê bi vê astê dinirxînin û têdikoşin. Dibe ku gavên gelekî hêja hatibin avêtin. Li cîhanê dibe ku di vê mijarê de serhildanên jinan çêbûne. Lê belê bi qasî ku min hewl da fêhm bikim û hîn bibim, ti ji wan mîna Rêbertî rastiya jinê ya li derveyî sîstema heyî pênase nekirine û nekirine hinceta têkoşînê.
Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Ji ber ku ez bi PAJK'ê têkoşîna parastina nasname û hebûna xwe dimeşînim, têkoşîna azadiya xwe didim ku bi pêşengiya Rêberê me, bi keda mezin a bi sedan hevrêyên min ên jin bûye partî, bûye artêş û xwedî biryardariya azadkirina jinan ji koletiyê ye, ji bo vê jî roj bi roj mezin dibe, gihîştiye cewhera pêşengiya rizgariya civakê. Bêguman li gel kûrbûna xwe ya ji vî alî ve, her wiha vê rexneya Rêbertî jî bi rengekî cidî ez hejand: 'Divê bibêjim ku nêzîkatiya hevalên jin a li ser mijara şoreşa jinê gelekî nepixandî dibînim. Mîna ku şoreşeke bi vî rengî pêk hatiye diaxivin û dinivîsînin'. Eger li gorî rastiya xwe binirxînim, asta min a têkoşînê ya li nava jiyana pratîkî ya civakî gelekî nizm e. Tespîta Rêberê me ku dibêje, 'Yên ku bi xwe bûne girêka kor, nepêkane ku girêka kor a hinekî din vekin û hinekî din azad bikin', ji bo min bû bingeh ku heta aliyên xwe yên kevneşop ên paşverû, aliyên xwe yên dûrî ji hişmendiya xwe ya zayendî ji holê ranekim, nikarim bi ti awayî bi ser bikevim. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim; ji bo karibim nasnameya PAJK'ê bi rengekî hêja hilgirim divê bi her awayî ji rastiya civakî ya bi aqlê mêr ê serwer cihê bibim! Mîna ku Rêberê me destnîşan dike; 'cihêbûna mutleq', yanî rabûna li ber têkiliya bi sîstemê re, redkirina koletiyê. Yanî xwe ji her alî ve perwerde bikim, xwe terbiye bikim, bibim xwedî wê seknê ku ne milkê kesî me, kes ne milkê min e, xwedî sekneke bi îrade bim. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke dijwar heye...
Weke encam; karim bibêjim ku heta niha bi gelek aliyên xwe yên çewt meşiyam. Hîn ê jî gelek aliyên min ên çewt hene, lê belê min nekarî kifş bikim, ku ew jî bi rewşa fêhmkirin-nefêhmkirina rastiya Rêbertî ve eleqedar e. Bêguman yên ku min karî ji Rêbertî werbigirim bi qasî dilopek di okyanûsê de ye. Ji bo vê jî divê gelekî kedê bidim. Haya min ji vê heye û ez ê têkoşîna besivdayina li rastiya şehîdan ku nirxê me yê herî mezin e; bersiva li Zîlanan, Semayan, Gulanan, Sarayan, Jîndayan û gelek hevrêyên nikarim navê wan bînim ser ziman, ji her demê xurtir ez ê bimeşînim, kêliya ku bi ser ketim hingî ez ê bibêjim ku milîtaneke PAJK'ê me. Bi vê hestê we hemûyan silav dikim.
Di rewşeke welê de ku nirxên me hemû qurbanî berjewendiyên çend fêlbazên elît hatine kirin, em çawa karin bi hêsanî bijîn
JI GELAN HEMÛYAN RE YÊN KU WEZÎFEYA MIROVAHIYÊ JI BÎR NEKIRINE!
Jiyan bi çi bedew dibe? Di demeke welê de ku li cîhana me, li Rojhilata Navîn û Kurdistana me, di encama şerê mêtingerî û talan de mirovên me yên destavêtin, talan û koçberî lê hate kirin, jinên me, zarokên me, warên me yên hatin hilweşandin, xaka me ya ji me hate standin, çanda me ya ku hatiye asîmîlekirin, yanî hemû nirxên ku me dikim em pêşkêşî berjewnediyên çend fêlbazên elît hatine kirin, em çawa dikarin bi hêsanî bijîn, çawa dikarin qala bedewiya jiyanê bikin? Di rewşeke welê de ku zarokên hinekan dikin qurbanê şer, em çawa dikarin tenê li xwe, tenê li zarokên xwe bifikirin? Di vê rewşê de bi qasî yên ku vê jiyanê (ku navê jiyanê lê bê) li mirovan rewa dike, em jî sûcdar nînin? Em çima destûrê didin ku me bixin xew, me bixapînin? Gava ku bi amûrê herî mezin ê şerê taybet bi medyayê, bi bernameyên TV ên li derveyî exlaqê, bi fanatîzma futbolê, bi partiyên pûç (çanda şahiyê ya jiyana kapîtalîst) em têne xapandin, gelo nayê zanîn bê çi ji mirovahiyê tê dizîn! Tevgera PKK'ê, rêberê wê Rêberê me Abdullah Ocalan haya xwe ji van kiryarên neexlaqî heye ku li ser mirovahiyê tên ferzkirin, lê belê hûn xwe nadin ber naskirina wan. Halbûkî nirxên civakî hemû bi pêşengiya Rêberê me di nava tevgera PKK'ê de şênber dibe. PKK navê jiyana nû ye. Bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk alternatîfa sîstema emperyalîst kapîtalîst e. Yekbûna hemû nirxên mezin ên mîna Zerduşt, Hallaci Mansûr, Babek, Şêx Bedrettîn, Denîz, Îbrahîm û gelek tevger û bîrdoziyan e ku ji dîrokê ve ji bo mirovahiyê şer kirine.
Ji ber vê yekê bang li we dikim! Hesabê vî şerê qirêj ne ji PKK'ê bipirsin, ji mejiyê tekperest û desthilatdariyê bipirsin ku vê jiyanê rewa dibînin. Çima her roj mirov dimirin? Çima hinek di nava dewlemendiye de ne, hinek jî ji ber birçîbûnê û xizaniyê diçin? Halbûkî di cewhera hemû olên mezin de yekîtî, hevgirtin, wekhevî, edalet yanî wijdan û heqîqet nîne? Di taybetî di Îslamiyetê de ku li Rojhilata Navîn serwer e, ma wateya gotina Îslamê ne aştî ye û felsefeya wê ya jiyanê jî wiha ye; 'Yên ku cîranê xwe birçîbe, nabe ku bi têr razê'. Li gorî vê rastiyê divê em vê pirsê li xwe bikin: Kî sedema vî şerê qirêj e? Çima mirov xwe dikin bombe û diteqînin? Wê demê wê rastiya DYE, Yekîtiya Ewropa ku xwe humanîst û parêzvanên mafên mirovan didin naskirin; dewleta Tirk a mêtinger, dewletên hevkarê wan û hêzên hîn nebûne dewlet ên wan li ser piyan dihêlin, bêne fêhmkirin. Eger em dixwazin li hemberî ber wî şerî rabin ê ku îradeya gel nas nake, destavêtin, talan û mêtingeriyê ferz dike, divê em vê peyamê bidin yên ku xwe weke edaleta îlahî didin naskirin: 'Em gel in! Em Maf in, em heqîqet in! Û yê esîl em in, ji ber ku weke dewlet hîn hûn tune bûn, em hebûn. Her wiha ji her tiştên din hemûyan bi wate bû. Weke gel, weke civak ti pirsgirêka me bi hev re tune bû. Ne nakokiya mezhebî hebû, ne jî nakokiya nijadepestî. Ji ber ku beriya her tiştî em mirov bûn'.
Niha dibe ku bê gotin, weke PKK hûn jî şer dikin, hûn jî mirovan dikujin. Eger bi rengekî teng bê nirxandin, ev tespît rast e. Lê belê eger hûn hindikî jî be PKK'ê nas bikin, hûn ê bibînin ku PKK qet naxwaze bi vî rengî bibe. Lê belê yên ku li pey talan, mêtingerî û rijandina xwînê ne, rêyeke cuda ji PKK'ê re nahêlin. Li gel hewldanên bêhempa yên Rêber Apo, bi taybetî dewleta Tirk bi giştî jî sîstema serwer her tim biryar li ser şer dan. Ji ber ku rêbazên demokratîk û aştiyane li berjewendiyên wan nayên. PKK ji ber vê yekê şer dike! Û weke milîtaneke PKK'ê divê baş zanibin ku em ê vê jiyana li gelê me rewa hatiye dîtin bi ti awayî qebûl nekin, em ê hemû êrîşên bêexlaq û xwînxwar bêbersiv nehêlin, yên ku xwe bi xwîna mirovên bêguneh xwedî dikin em ê li biryargehên wan, li navendên wan bibin goga ji agir û wan hemûyan bişewitînin!
JI GELÊ MIN Ê WELATPARÊZ RE
Di dîrokê de me timî êş kişand. Timî mirin, destavêtin, komkujî, mêtingerî û talan li me hatin ferzkirin. Sedem û çavkaniya vê yekê jî ew e ku me nekarî yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin; me xwe nedan ber sekneke yekîtî, hevgirtin û rêxistinî. Her wiha ji ber ku yên pêşengî ji me re dikirin her tişt kirin qurbanî ji berjewendiyên xwe yên şexsî, bûn sedema êşkişandinê. Lê belê niha em ji her demê bêhtir nêzî wê yekê ne ku êşên xwe bikin kêfxweşî, li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn. Dibe ku niha jî em gelekî êşê dikişînin; hûn bi xwe dibînin ku gundên me, bajarokên me, bajarên me ji aliyê dijmin ve têne hilweşandin. Yanî fatûreya şênber a rastiya şerê heyî li we tê birîn û ev yek bi zanebûn tê kirin. Ji ber ku dijmin (bi şênberî dewleta Tirk û kompradorên nokerê wan) nikare xwe li destketiyên we rabigire ku bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê hatine bidestxistin. Ji ber ku beriya Rêbertî û tevgerê em bêhêz bûn, bêîrade bûn, bêrêxistinî bûn komkujiyên mezin li me hatin kirin. Lê belê niha ji ber ku bi pêşengiya Rêber Apo em li hev kom bûne, me xwe bi rêxistin kirine, bûne xwedî îrade, ji ber ku ji vê asta me ya pêşketinê ditirsin êrîşî me dikin. Ji ber ku zanin şoreşa li Rojava wê rê li ber çi veke êrîşî wê derê dikin. Ji ber ku pêşketina Kurdan tê wateya pêşketin û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Lê belê ev pêşketin xizmetê ji berjewendiyên dijmin re nake. Lewma ev şerê bêperwa dibe ku demeke hîn dirêjtir deweam bike û em bedêlên mezintir bidin. Ji ber vê yekê divê em xwe amade bikin, refên xwe diyar bikin. Divê em ruhê berxwedêr ê Mehmet Tûnç, Pakîze, Fatma û Sêvêyan dewam bikin. Her rêya li derveyî vê yekê wê bibe sedema teslîmiyetê, xiyanetê û rijandina hîn bêhtir xwînê. Lewma weke ewladeke we li hemberî hovîtiya hatiye kirin, şewitandina mirovan, qetilkirina mirovên bêguneh sonda tolhildanê xwariye; armanca min wê ti carî ne hedefkirina mirovên bêguneh be. Guh nedin kampanyayên reşkirinê yên di vê mijarê de dijmin dike û wê bike!
Bijî Serok Apo!
Bê Serok jiyan heram be!
Bijî yekîtî û hevgirtina gelan!
Bijî artêşbûna jinê ya li çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye!
Bimire mêtingerî û her cûre talankarî!
Bijî xeta Apoyî ya di nava her şert û mercî de!
JI MALBATA MIN RE
Dixwazim ku hûn zanibin min her tim ji we hez kir, hurmet da we û hewl da ku bibim ewladek hêjayî we.
Ji ber ku hûn bi dilsoziya min a bi tevgera PKK'ê re zanin, di wê baweriyê de me ku hûn ê çalakiya min fêhm bikin, têbigihêjin. Lê belê dîsa jî dixwazim hin xusûsan parve bikim. Beriya her tiştî divê hûn bi vê rastiyê zanibin: Ez bi îradeya xwe tevlî nava refên PKK'ê bûm û bi îradeya xwe li ser bingeha pêşniyarên xwe yên li rêxistinê kirî, min şens bi dest xist ku çalakiyeke bi vê rêbazê bikim. Lewma ji we dixwazim ku bi hestewarî nêzî bûyerê nebin, li hemberî rêxistinê helwesteke cuda nîşan nedin.
Dibe ku wê bi we gelekî zor be, lê belê zanibin ku yên şehîd ketine ne tenê keça we ye. Di oxira vê doza pîroz de ewqas dayik û bavan berdêlên mezin dan, ewqas hevrê şehîd bûn, ku şehadeta min li ber wan dibe dilopek bi tenê di okyanûsê de. Ji ber vê yekê ne tenê qîmeta dilopeke bi tenê, bi qîmeta tevahiya okyanûsê zanibin û pê re dilsoz bin. Li ser vê bingehê zanibin ku pêvajoya heyî pêvajoyeke welê ye ku her kes kare tiştekî tevlî bike û bi vê têgihiştinê xwe li têkoşînê bigirin. Ji xwe b... jî beriya bi salan tespîteke bi vî rengî kiribû: 'Ev şer timî li çiyê, timî bi gerîla nayê meşandin. Wê rojekê derbasî nava bajaran bibe. Ji bo vê divê em amadekariyan bikin'. Va ye îro şer li bajaran e, hûn jî tevlî bibin.
Herî dawî dixwazim ji dayika xwe re vê xusûsê bibêjim: Milyaketa min a bedew, min timî gelekî ji te hez kir û ji te hez dikim. Di vê mijarê de weke ku dilê te şikestiye, min ji nameya te ev fêhm kir. Lê belê ti carî ez ji te neşikiyam, min her tim gelekî ji te hez kir, min hewl da ku di hurmetê de bêqisûr bim. Dilsoziya min a bi te re, piştî ku tevlî nava PKK'ê bûm hîn bêhtir bi wate bû. Dibe ku hem bi te re hem jî bi xwika xwe re nekarîm zêde bimînim. Di vê mijarê de ji hezkirina jinê mehrûm mam. Lê belê bi tevlîbûna li nava PKK'ê re min gelek hevrêyên jin ên hêja nas kir, gelek parvekirinên bi wate kir. Lewma dibe ku ji aliyê we ve hinekî bi şens nebûm, lê belê ji aliyê PAJK'ê ve gelekî bi şens im.
Careke din dibêjim ku gelekî ji we hez dikim û hezkirin û silavên xwe dişînim.
Bi silav û hurmetên Apoyî
11.06.2016
Sara Tolhildan
JI FERMANDARIYA BIRYARGEHA YJA STAR A HÊZÊN TAYBET RE RAPORA MIN A PÊŞNIYAR Û KÛRBÛNÊ YE
Dixwazim balê bikişînim tespîta heval Ba... a di civînekê de kir, rastiya pêvajoya heyî vebêjim. Belê, tespîta heval bi vî rengî bû: Em jî, dijmin jî di rîngeke têkoşînê de ne û em dixwazin derba kuştinê li hev bixin. Me derba bi dilê xwe li dijmin nexistibe jî me dijmin baş birîndar kirine. Lê belê ev jî rastiyeke ku dijmin jî dixwaze derba kuştinê li me bixe. Di vir de bi ser neketibe jî ji hin aliyan ve encam bi dest xistiye. Di vê çarçoveyê de weke kesayetek di her êrîşeke nû de li pêşberî rastiya dijmin matmayî namînim. Ji ber ku pir seranser mabim jî ev tespîta Rêbertî timî di bîra min de ye: Dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan ava kiriye. Lewma timî bi vê hişmendî û hesretê jiyam, dijîm; di wê rîngê de divê derba kuştinê ez li dijmin bixim! Bi taybetî van salên dawî rojeveke cuda ya min nebû; li gel vê yekê kûr bûm ku ji aliyê navxweyî û afirîneriya taktîkî ve xwe bi pêş ve bibim. Bi kurtasî neketim nava feraseteke welê ku bila rêxistin amade bike, ez jî li gorî wê hin tiştan bikim. Bderevajî di gelek nîqaşên ku min dema dawî bi heval *... re kir, her tim ketim nava lêpirsîna vê yekê; çima nikarim rêbazeke hîn afirîner pêşkêş bikim. Di vê mijarê de bi vî aliyê xwe hesiyam; bi karê daxistina nexşeyê ya dawî re girêdayî, teqez bi rê û rêbazekê gerîlatiya bajêr nayê kirin. Gelek rêyên vê yekê hene. Ji pratîka dawî ya HBDH û YPS'ê jî eşkere bû ku gelek rê hene ji bo li dijmin bê xistin û li qada dijmin xwe bi cih bike. Bêguman ji bo karên me pêwîstî bi derfet û zemîneke xurtkirî ya binesaziyê heye.
Têkildarî karê ku bi şênberî li ser kûr dibim, eger pirsgirêkên hevalan *... yên bi heman rengî tune bin, em jî (weke yekîneya hevalên jin) karin ji bejahiyê biçin û ji bo çalakiyên xwe yên destpêkê bikin, cebilxaneya xwe ji vê derê bidin pişta xwe. Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi kondîsyoneke baş heye. Weke şexs dikarim bibêjim ku fîzîka min têrê dike, lê belê weke tîm divê em hemû di heman astê de bin. Min ev rewş dema dawî di dema kûryetiya hin hevalan de baştir fêhm kir, teqez divê her tişt ji bo kar bê birêxistinkirin. Nemeşandin, nêzîkatiyên kêfî dibin sedema pirsgirêkên cidî. Lewma divê em gelekî zelal û bi biryar bin, ku lingên me biwestin jî divê em karibin rê vekin.
Mijareke din jî ew e ku di nîqaşeke bi heval *... re min tiştekî bi vî rengî gotibû; Cografya cografya ye, ti ferq nîne ha te li Kurdistanê ha jî li Tirkiyeyê gerîlatî kiriye. Heval *... got, Na, teqez cudahî heye û gelek cudahî hene. Divê kesayet psîkolojiya xwe li gorî wê amade bike. Di vê pêvajoyê de min baştir fêhm kir bê H. *... dixwaze çi bibêje. Hem detayên qadê, bajar, rastiya mirov, çînî û civakî, her wiha hestên faşîzan ên tund teqez amadekariyeke ruhî ya cidî divê. Bêguman eger mirov gerîlatiyê li gorî pîvanên wê bimeşînin, mirov kare şert û mercên zehmet veguherînin avantajê. Ji ber ku dijmin wê li qada xwe ji bo êrîşekê mîna li Kurdistanê ne amade be. Çawa ku di nava me bi xwe de hin lawaziyên ewlekariye hene, yên dijmin jî zêdetir e. Eger *... bi tecrûbeya me ya leşkerî re bibe yek, dewleta Tirk a faşîst wê bitevize.
Eger qala sedema parvekirina vê kûrbûna xwe bikim; nêzî saleke ji bo karibim derbasî qada wezîfeyê bibim kûr dibim, min hewl da ku bi têgihiştî, sebir û aqilane nêzî mijarên ku heval li ser kûr dibin û mijarên ez bi xwe li ser kûr dibim. Di demekê de ku ez di nava pêvajoyeke bi vî rengî ya amadekariyê de me, dijmin qet vala nesekinî, wê nesekine jî. Lewma nabe ku tenê bi çûyîna wezîfeyê wijdanê xwe rehet bikim û di vê mijarê de wijdanê min min dixe nava êşeke nayê vegotin, her ku radizêm, di her kêliya jiyanê de êşa wijdanî bêhnê li min diçikîne. Ji ber vê yekê ji bo her cûreyê pêwîstiya şer (Li hemberî êrîşên dijmin ên li H... çûyîna weke hêza teqwiye) amade me. Ev parvekirinên min jî lêgerînek li ser êşa min a wijdanî ye.
Her wiha ji ber ku di pêvajoyeke ewqasî giran de nekarîm sekn û tevlîbûnekê nîşan bidim ku destê Rêberê me xurt bike û mîsyona rêbertiya taktîk bi cih bînim, rexnedayina xwe didim.
Silav û hurmetên şoreşgerî
08.07.2020
Sara Tolhildan
JI BO TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE RAPORA MIN A JI BO ÇALAKIYA FEDAÎ YE
Nasnavê min Rûken Zelal e, di sala 2012'an de li qada Rojava tevlî nava karên ciwanan bûm. Sala 2014'an beşdarî nava qada gerîla bûm, piştî ku min perwerdeya xwe ya şervanên nû qedand, bi wezîfedarkirina hevalan beşdarî nava karên saziyê bûm. Piştî ku min perwerdeya dewreya bingehîn qedand, dawiya sala 2015'an li karên arşîvê hatim wezîfedarkirin, 8 mehan li wir mam. Sala 2016'an careke din li saziyê vegeriyam. Di nava saziyê de li dewreya bingehîn weke fermandara tîm hatim wezîfedarkirin. Sala 2017'an li qada *... hatim wezîfedarkirin. Heta sala 2020'î li wê qadê tevlî kar bûm.
Di her pêvajoyê de mirov pê dihese, divê rêbaz çawa be? Di rastiya vê pêvajoyê de, li hemberî rastiya dijmin divê xwe bi kîjan rêbazê bi rêxistin bikim, çawa dikarim hîn bêhtir berpirsyariyê hilgirim, çi dikarim bikim. Ev hemû ji bo min her tim mijara kûrbûnê ne. Bi taybetî li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tecrîd û êşkence tê kirin, li hemberî gel şerê taybet tê meşandin ji bo nefesê lê biçikînin, AKP, PDK û hêzên hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên li gorî berjewendiyan hewl didin desthilatdariya xwe dewam bikin. PDK û dewleta Tirk li ser bingeha planên tunekirinê li dijî gerîla û gelê Kurd hevdîtinan dikin. Dijmin bi rêya van planên xwe dixwaze Kurdên azad tune bike û koletiyê weke şertê yekane yê jiyanê ferz bike. Polîtîkayên heyî yên dijmin bi ked û berxwedana Rêber Apo, bi têkoşîna gelê me û tevgera me ya gerîla eşkere bûne. Ev polîtîka li gel derfet û teknîkê heta astekê zemînê ji xwe re dibîne. Ked û sekna îradeyî ya Rêber Apo her tim tirseke mezin xistiye nava dijmin. Rûbirûbûna li vê rastiyê dike ku mirov bêhtir hay ji rastiya; teknîka herî mezin mirov e, hebe. Rêber Apo dibêje, 'Ya/ê ku fikrê xwe bi me re be, çalakiya xwe jî bi me re ye'.
Hatina li nava hêzên taybet her tim ew hest da min ku di bin barekî mezin de me. Di kêlî û cih de xwegihandina rastiya fedaî ya ku pêvajoyê fêhm dike, dibe sedem ku ji aliyê wijdanî ve xwe timî kûr bikim û xwest xurt bikim, di kesayetiya xwe de hêsa tolhildanê mezin bikim ji bo tola her xwîna gelê me ya hatiye rijandin hilînim û armanca welatekî azad a gelê me, jiyana bi Rêbertî re pêk bînim. Li gel vê yekê her ku li Rêbertî guhdarî dikim û perspektîfên rêxistinê dişopînim, dikevim nava wê kûrbûnê ku çawa dikarim bibim bersiv, çawa dikarim bersiva keda hatiye dayin bidim. Gotina 'Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min feda kiribûya' ya hevala Zîlan, rê û rêbaza kûrbûna serketinê û xwegihandina armancê nîşan dide. Ji bo min bersiva li kedê, bi yekbûna bi xeta fedaî dibe. Ez jî ji bo li ser vê xetê bimeşim, pêşniyar dikim ku çalakiya fedaî bikim. Ji bo her milîtanên fedaî yekbûna bi eta Zîlan re, dewlemendkirina rêbaza Zîlan di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya sereke ye. Ji bo pêşniyareke bi vî rengî mîsyon û îradeyeke mezin divê. Bi biryar im ku şert û mercên çiqasî zehmet derkeve pêşiya min jî wê ev yek serketina çalakiya min neguherîne. Li ku dibe bila bibe, cudahiya cih ji bo min nîne, ji ber ku dijmin di vê demê de li her derê êrîş dike. Di vê mijarê de ji bo bibim bersiv xwe amade dibînim. Dem çiqasî derbas bibe jî ez ê li ser vê biryara xwe hîn bêhtir kûr bibim û biryardariya xwe xurt bikim. Ez ê tecrûbeyên ku rêxistinê her tim da me bi pratîka xwe bixim meriyetê. Di rastiya Rêbertî de mejiyê nabe, tu carî nebû. Ez jî di pratîka xwe de vê perspektîfê ji xwe re bikim esas.
Li ser pêşniyara xwe ya çalakiyê dixwazim çend nuqteyên din jî diyar bikim. Ez ji Rojava me, ev yek ji bo pêşniyara min a çalakiyê avantajeke. Ji ber ku li Bakur an jî metropolên Tirkiyeyê nemame, neguncaw e ku li ser rêbaza xwe ya tevgerê ya li wan deveran tiştekî şênber bibêjim, ez di wê baweriyê de me ku ez ê zemînên heyî binirxînim û li ser rewşên şênber ên li wê qadê kûr bibim.
Li gel rexnedayina xwe ya li nebûyîna bersiv ji pêvajoya heyî re dixwazim soza xwe dubare bikim ku kesayatiya milîtan a bibe bersiv ji kêliyê re, ez ê bi xwe re biafirînim
Silav û hurmetên şoreşgerî
Rûken Zelal
10.09.2020
JI BO FERMANDARIYA BIRYARGEHA HÊZÊN TAYBET RAPORA MIN A LÊHÛRBÛNÊ YE
Navê min Rûken Zelal. Sala 1996’an li gundê Bîlêqiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbateke welatparêz e, lê bandora kevneşopiya eşîrtî, hîna bi awayekî diyar li nava malbatê heye. Naskirina min a tevgera azadiyê di zarokatî de bi çûyîn û hatina hevalan a li mala me û bîranînên bi wan hevalan re di astekê de hebû. Lê bi awayekî çalak ez destpêka şoreşa Rojava tevlî xebatan bûm. Sala 2014’an min berê xwe da çiyayên azad. Min perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Garê dît. Piştî perwerdeya şervanên nû ez derbasî Hêzên Taybet bûm. Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav HêzênTaybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên heval Doğa û heval Zinar dest pê kir. Ji ber herdu heval min di jiyanê de jî nas dikir. Me bi heval Doğa re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî, em li heman navendê bûn. Kesayeta van hevalan bandoreke mezin li min kir.
Di her pêvajoyê de, rihê ku me her tim ronî dike, dihêle ku destanên pir mezin ên serfiraziyê li nava rûpelên dîrokê werin nivîsandin. Di nava vê rastiyê de, cewhera rih û hişmendiya serokatiya me ji me hîn zêdetir eşkere ye. Û pêvajoya heyî niha bi vî rihê birêve diçe. Her roj bi pêşengtiya şehîdên leheng destan tên nivîsandin. Îro em xwedî wê îradeya fedaî ne ku li hemberî hêzên endamên NATO rawestin. Ev hêza mezin ku bê çare maye, li hemberî me bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her rê û rêbazên dij exlaqî dide. Dema em li rastiya vî şerî binerin, tê dîtin dewleta Tirk a dagirker, çiqas ji hêz ketiye. Lê ya girîng ew e ku mirov van rastiyan baş bibîne û li hemberî vê sekna pêwîst nîşan bide. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên ku bi rihek fedayî şer kirin, li ber xwe dan û bi vê helwesta xwe a pîroz bûn şopdarên Egîd û Zîlanan. Rastiya van hevalan ji bo min bûye nexşeya rê. Baweriya min ew e ku em ê tola wan hevalan rakin. Bi taybet hevalên me yên ku bi destê PDK’ê bi rêbazên namerdane hatine şehîdkirin, wê ti carî ji bîra me neçin.
Bi rastî pêvajoya ku em tê re derbas dibin û bi taybet destpêka salê, li hember êrîşên dewleta dagirker, bi pêşengtiya hevrê Şoreş Beytuşebab, rê nîşanî me da ku em ê çawa dijmin hilweşînin û bersiva pêwîst bidin Pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye!'. Hevrê Şoreş li ser vî bingehî rih û coşek pir mezin da me. Niha jî weke berdewamiya vî rihî, şer û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêvî û coşek pir mezin di dilê gelê Kurd û dostên wî ava kir. Ji bo vê ez dikarim bêjim; wê berê min her tim li van nirxan be! Armanca min a sereke wê ew be ku ez bibim layiqê serokatiya xwe, nirxên ku hatine avakirin. Her wiha ji bo karibim tola hevrêyên xwe yên şehîd rabikim ez ê li ser piyan bimînim. Wekî ku Rêbertiya me gotî; 'ez milîtanê qedera xwe teslîmî mirinê kiriye naxwazim, pêwîstiya min bi milîtanê jiyanê diafirîne heye'. Bi rastî dikarim bêjim ku di fêmkirina pir tiştan de, ez dereng mam, bi taybet li hember berxwedana Serok Apo ya ku ev 23’ê sal dewam dike, de em tewanbarin. Lê dîsa jî ez bi vê yekê bawerim; ez ê erkên xwe bicih bînin û bi vî awayî, ez ê hesreta dîtina Rêber Apo pêk bînim. Ez ê hemû hêrs û kîna di dilê xwe de veguherînim çeka tolhildanê! Bi kelecana rexnedayîneke bi wate, ez ê erka xwe bi serketî bi cih bînim. Li ser vê bingehê ez careke din li hember hevrêtiya lewaz, rexnedayîna xwe didim.
Bê Serok jiyan nabe!
An serketin an serketin!
Serketin a me ye!
JI SEROK APO RE
Min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim. A niha jî ez hêvîdarim ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li ber me ve dayî. Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min. Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li cîhanê ti kesî nekiriye. Bi taybet dem di mijara jinê de em li nirxandinên we dinerin, mirov li hemberî nirxdayîn hezkirina we, xwe pir pir kêm dibîne.
Me kûraniya hezkirina we fêm nekir. Raste me hez kir rast e, lê ji xwe dipirsim, gelo min pêwîstiyên vê heskirinê bicih anîne? Dema ez bala xwe didim jiyana xwe ya şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir lewaz mame. Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe. Me gelek caran we bi tenê hişt û destê we bihêz nekir. Ji ber vê sedemê ez niha pir xemgînim. Dizanim ku ez pir dereng dimînim. Lê ezê hemû erkên ku dikevin ser milê bin bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Li ser vî esas ez di wê baweriyê de me ku ezê ji we re bibim hevrêyeke rast û wê hevaltiye lewaz ji holê rakim. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna xwe bidim. Ez niha rexnedayînê di vê nameya xwe de dinivîsînim. Lê nizanim wê çiqasî cihê xwe bigre? Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim, ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase bike.
Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye. Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê. Ji bo ku ez her tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî hemleya dem dema azadiya Rêber Apo ye!
Bijî Serok Apo!
JI BO HEVRÊYÊN MIN ÊN JIN
Bi qasî rêwîtiya di oxira heqîqetê de, tiştek bi nirxtir nîne. Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo em bibin xwedî hebûn û em xwe nas bikin, xwe feda kir. Ev 23 sal in jî di bin şert û mercên pir zehmet de ji bo me kar dike. Dema ku ez van hestên xwe parve dikim pir diêşim, ji ber dema ez rastiya xwe di ber çavan re derbas dikim, dibînim ku ez ne li gorî asta daxwazên Serokatiyê me. Ji ber Serokatî ev pênase piranî caran ji bo me kiriye, “Li hemberî we ti astengî tine ne. Yekane astengî hun bi xwe ne.” Hêz û baweriya ku serokatiya me ji bo me jinan afirandî, bê mînak e. Û tişta ku dihêle ez niha pênûsa xwe bigrim destê xwe û vê yekê binvîsînim, ev ked û têkoşîna serokatiyê ye. Bi saya van hewldanên serokatiyê, em bûn xwedî kesayet û nasname. Serokatiyê wer kir ku em ji bo xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin. Di nava ewqas zor û zehmetiyan de, tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji xwe yê ku tekoşînê bi wate dike, hewldan, ked û şer e.
HEVRÊYÊN MIN ÊN HÊJA
Şopdariya xeta Bêrîtan û Zîlanan ji bo min serbilindî ye. Bi çeka PAJK’ê min xwe nas kir. Ji bo ez bibim layîqê serokatî û tevgera me ya bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be. Ji bilî serkeftinê ez ê tiştekî din nas nekim! Cewherê jiyana ku serokatiya me avakirî xwe dispêre serkeftinê. Di oxira vê serkeftinê de lazime mirov canê xwe jî feda bike. Ji ber armanc her tim serkeftin e. Ji bo meşaleya li derdorê Serokatiya me her tim geştir bibe, pêwîste jina bi fikir û felsefeya serokatî mezin bûye, bibe mîna û pêşenga serkeftinê. Heval ez bawerim ku serkeftina vê çalakiyê wê karibe rexnedayina min bi wate bike. Ji bo vê armancê jî ez ê her tim têkoşîna wê bidim. Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin ev tişt e. Ji ber bi rastî jî tiştek li pêşiya me ne asteng e. Eger em bi vî rihê tevbigerin, wê serkeftin ya me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî Serok Apo!
Jin jiyan azadî!
Serketin a me ye!
HEVRÊYÊN MIN ÊN HÊJA
Ji bo min pir bi wateye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike. Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê. Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di rêya azadiyê de be.
Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez aniha dikarim hezkirin û bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim. Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez kir. Ji bo ez bibim layîqê nirxên rêhevaltiyê ez soz didim ku ez ê xwe bi serkeftinê re bikim yek. Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê rêhevaltiya me ye. Raste me pir caran hevdu êşand û me pir caran dilê hev hişt, me hevdu rexne kir. Lê ev hemû nîşaneya hevaltiya rast in. Ji bo hezkirina xwe pêwîste em mekanîzmaya xwe ya rexne û rexnedayinê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê rêhevaltiya me wê lewaz bimîne. Serokatiya me vê dibêje; “piştî ku em bûne hevrêyên rast, ez ê ji bo rêhevaltiyê her cure hewldanê raber bikim, ji bo me têkiliyên rêhevaltiyê pir pêwîst in, dema ku ev têkilî nebin, doza partî pir zêde pêş de naçe.” Rêhevalên min ên hêja ev 44 sal in partiya me ji bo rêhevaltiyek layîqê Serokatî û layîqê gel bibe, di vê rêyê de pir berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo me her tişt kir. Ji bo ku ji îro û pê de jî ev nirx were parastin û hîn behtir xurt bibe, pêwîste em xwe di her mijarê de xurt bikin, xwe bigihînin asta ku Serokatiya me digot ; “Hûn dil û fikir bikin yek.” Jiyana li gorî vê hişmendiyê wê bihêle ku kes nikare êrîşî rêhevaltiya me bike û wê kes nikaribe di bin navê rêhevaltiyê de, rastiya me bêwate bike. Wexta ku her hevalek me xwe kûr kir, emê bikaribin rexnedayîna xwe ji Serokatî re bidin, emê bêjin ku kes nikare rêhevaltiya me bêwate bike. Heval ez naxwazim bêjim ku ez ê niha dawî li nameya xwe bînim, ji ber ku ez nikarim gotina ‘’dawî’’ bi lêv bikim. Ji ber di hevaltiya me de tiştek bi navê ‘’dawî’’ tuneye. Her tim jiyan tê de heye, dibe ku niha hevokên min bi dawî bibin, lê ez her tim bi we re bim. Ji bo jiyana azad, ezê her tim di serkeftinê de bi bîryar bim. Ez soz didim ku wê serkeftina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji bo we. Ji ber hemû kêmasiyên min ên di mijara hevaltiyê de ez rexnedayîna xwe didim. Hêvîdarim ku hun jî vê rexnedayîna min bipejirînin.
Bijî hevrêtiya rast!
Bijî Serok Apo!
JI BO GELÊ WELATPARÊZ
Gelê min ê hêja ez pir serbilindim ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we têdikoşim. Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir lehnegiyên mezin derketine holê. Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewamiya vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin. Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, ê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt bibe xwediyê doza hebûnê, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne. Ji ber Serokatiya me êrîşên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir. Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê. Wê hemû gelên bindest karibin ji serkeftina me sûd werbigrin. Wexta ku em serbikevin jî em ê ji bo mirovahiye tiştekî pir bi wate bihêlin. Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn.
Bê Serok jiyan nabe!
Bijî şerê gel ê şoreşgerî!
Serketin wê ya me be!
Silav û rêzên Şoreşgerî
05.11.2021
Rûken Zelal
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 993 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 02-11-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: یاداشت
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕاپۆرت
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 02-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 03-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 02-11-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 993 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1116 KB 02-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
مەلا حەوێزەفەندی قۆچاغا
کورتەباس
شەوێکی باراناوی
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
کورتەباس
بە بۆنەی چلەی کاک تایەرەوە: کاربەدەستانی هونەر و هەندێ لە خەڵکیش لە تایەر تۆفیق نەگەیشتن
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
کورتەباس
چەند نمونەیەک لە بیروباوەڕی فۆلکلۆری کوردەواری
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
سێ گفتی کۆنی کوردی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
عەونی یوسف
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
تاراوگە
02-06-2018
هاوڕێ باخەوان
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە بەکر
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 515,961
وێنە 105,151
پەرتووک PDF 19,081
فایلی پەیوەندیدار 95,591
ڤیدیۆ 1,279
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
مەلا حەوێزەفەندی قۆچاغا
کورتەباس
شەوێکی باراناوی
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
کورتەباس
بە بۆنەی چلەی کاک تایەرەوە: کاربەدەستانی هونەر و هەندێ لە خەڵکیش لە تایەر تۆفیق نەگەیشتن
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
کورتەباس
چەند نمونەیەک لە بیروباوەڕی فۆلکلۆری کوردەواری
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
سێ گفتی کۆنی کوردی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
عەونی یوسف
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.296 چرکە!