图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,205
图片 105,502
书籍 19,120
相关文件 96,145
Video 1,293
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zanistên civakî bi mîsyoneke nû
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zanistên civakî bi mîsyoneke nû

Zanistên civakî bi mîsyoneke nû
Me fêm kir ku rizgariya ji mêhtingeriyê ne tenê li ser ziman e, ew her wiha li ser cîhanbîniya me, li ser rêbazên têkiliyên me li gel zanist û li gel rastiyên jiyanê ye jî. Meseleya rakirina mêhtingeriyê, li nav gelên xwe cihî ev bi salane, ji mijarên behsa zanistî ne jî.
Ev demeke li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê di asta lîsans û mastirê de bernameyên xwendina civaknasiyê hene li Înstîtuya Zanistên Civakî. Me sala 2020’an dest bi bernameya mastirê kir. Armanca sereke ew bû ku em xwendekaran amade bikin da ku ew bi xwe bibin mamosteyên zanistên civakî li Zanîngeha Rojava. Yek ji sedemên damezrandinê, ji aliyê Zanîngeha Rojava bi xwe ew bû ku gelek xwendekaran miracaetî zanîngehê kiriye, xwestiye zanibe ka çi cihêtî di navbera zanistên civakî li Rojava û deverên din ên dinyayê de heye. Zanîngeha Rojava li ser zemînê paradîgmayeke nû hatiye avakirin. Ev paradîgma di çarçoveya Şoreşa Rojava de ji sala 2012’an û şûn ve di pratîkê de jî pêk tê anîn. Zanîngeha Rojava jî dixwaze bibe yek ji pêşengên ji bo avakirina civakeke nû be. Herçî em weke Înstîtuya Zanistên Civakî dikin, ew e ku em beşa civaknasî û zanistên civakî bi pêş bixin.
Zanistên Civakî li cîhanê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Mirov dikare heta fîlozofên serdema Yewnan, fikirdarên Misra Kevin û şaristaniya dewletdar a Mezopotamyayê jî biçe. Wekî zanistekê, esas weke disîplîneke zanistê, di sedsala 19’an de Ewrûpiyan ew çêkiriye. Bi taybetî jî rola Auguste Comte di bipêşxistina civaknasiyê weke zanistê, heye. Çarçoveya fikra wî bi xwe li ser esasê pozîtîvîst bû. Yanî wî dixwest rêûrêbazên zanistên xwezayî, fenî û matematîkê di nava zanistên civakî de jî bi kar bîne. Yanî ev zanist nekete xizmeta civakê, bileks ew kete xizmeta şaristaniya Ewrûpayê. Piştî Auguste Comte, gelek kes hatin û teoriyên weke “beridîna civakî” derketin pêş. di çarçoveya vê de civak û şaristaniya Ewrûpî weke yên herî bipêşketî hatin nîşandan. Li ser vî esasî gelên mêhtingeh ên kolonîkirî kêm nîşan dan. Û wan xwe ji wê neda alî ku xetekê di nav felsefe û civakî de nîşan bidin û bibêjin, tevahiya civakan divê bibin weke yên Ewrûpî. Encama vê yekê jî ew bû ku li temamê cîhanê bindest belengaz û bextreş bibin, şerên cîhanê biqewimin, û niha jî dinya hemû di tehlûkeyê de ye. Jixwe krîza avhewayê jî nîşanî me dide ku mirov wisa li ser xwezayê bûye serdest ku tehlûke li ser man û nemana me heye.
Di nava sîstemê de jî rexne lê hatin girtin
Di vê çarçoveyê de gelek kes bi salan e ku rexneyan li zanistên civakî digirin. Ji salên 1950’î û pê ve û heta beriya wê jî kesên weke Dubois, teorîsyenên ku li ser esasên rêgez û nijadê rexne li zanistên civakî girtin derketin holê yên weke Fanon û paşê bi teoriyên femînîst rexne bi pêş ketin. Piştre li ser teoriyên antîkolonyal û postkolonyal pêvajoyeke rexnekirinê da der. Tevî ku beriya wan teoriya Marksîst jî rexne li zanistên civakî digirt, ew rasterast ne li dijî pozîtîvîzmê bû. Piştî ku di salên 1960 û 1970’yî de bîra postmodern jî derket holê, rexneya li pozîtîvîzmê ya di nav zanistên civakî de bêhtir bi pêş ket.
Em li Rojava dîrokan bîra zanistên civakî û zanistên siyasî jî dixwînin. Em ji destpêkê ve rexneyî li wan dinihêrin. Em rasterast têkiliyê datînin di navbera civakên zanistî û jiyana rojane ya li Kurdistanê, paradîgmaya nû de ya ku esas e ji bo Şoreşa Rojava. Cihêtiya sereke ya Zanistên Civakî li Rojavayê Kurdistanê ew e ku binçîneyekî radîkal û rexnegir ji xwe re hildibijêre. Helbet em civaknasiyê, berhemên wê wan dixwînin, lê li ser esasê binçîneya radîkal û rexnegir em dixwazin lêkolîn û xwendina xwe ya li zanîngehê bimeşînin.
Dekolonîzekirin li Kurdistanê û cihê wê di zanistên civakî de
Li Kurdistanê û nexasim li Rojava, em çi xebatê bikin jî, beşek ji wê elaqedarî ji mêhtingeriyê rizgarkirinê [dekolonîzekirinê] ye. Ji ber ku mirovê Kurd bi dehê salan e ku hatiye kolonîzekirin. Wî nekariya hêza xwe di têkiliyên aborî, siyasî û civakî de nîşan bide. Yanî di tevahiya warên jiyanê de derfeta mirovê Kurd çênebûye ku îradeya xwe nîşan bide: zimanê xwe nexwendiye, çanda xwe bi azadî geş nekiriye, pê nejiyaye. Li Başûrê Kurdistanê jî ji salên 1990’î û bi şûn ve tecrûbeyek heye, wekî din hin caran dewletên mehtinger jî dibe ku destûra xwendina Kurdî bidin. Lê me fêm kir ku rizgariya ji mêhtingeriyê ne tenê li ser ziman e, ew her wiha li ser cîhanbîniya me, li ser rêbazên têkiliyên me li gel zanist û li gel rastiyên jiyanê ye jî. Meseleya rakirina mêhtingeriyê, li nav gelên xwe cihî ev bi salane, ji mijarên behsa zanistî ne jî. Teorî, rêbaz û pratîkên wê jî em dibînin. Bi vê jî em bi rehetî dibînin ku ew ne tenê derbarê parastina ziman û çandê de ye, tevî ku ew beşeke girîng a rizgariya ji mêhtingeriyê ye. Ew her wiha derbarê serweriya mirov e da ku li ser jiyana xwe siberoja xwe bi biryar be.
Li Instîtuya Zanistên Civakî ya Rojava, em dekolonîzekirinê wekî pêşengiya ji bo rizgarkirin û bi pêşxistina tevahiya gelên li herêmê dibînin, nexasim îro ji bo Sûriyê. Dekolonîzekirin li Sûriyê ne tenê li ser esasê ziman û çanda Kurdî ye. Ew li ser rizgarkirina mirovên Sûrî û herêmê ye da ku xwedî biyar be li ser siberoja xwe û ji bo têkiliyên xwe yên aborî, siyasî û civakî xwedî îrade be. Yanî ji bo rêbazên me di zanistên civakî de û her wiha ji bo meseleya têgihiştina me ya di dekolonîzekirinê de vegerandina hukimraniyê li ferd û civakê, meseleya me ya esasî ye.
Di bernameya me ya havînê de jî diyar bû; em ranabin, tenê teorî û rêbazan naxwînin, lê em her wisa dixwazin têkiliyan deynin ligel tevahiya tevgerên ku li cîhanê di çarçoveya dekolonîzekirinê de kar dikin. Weke xwecihên li bakur û başûrê Emerîkayê, li Efrîkayê û li gelek cihên din ên cîhanê.
Dekolonîzekirina xwezayê û cinsên civakî
Dekolonîzekirin, bi awira me derbarê wan têkiliyên me de ye yên ku bi xwazeyê re danîne. Yanî mesele ne tenê têkiliyên me yên bi civakê û sîstemê re ne. Pêdiviya têkiliyên me yên bi xwezayê re jî hewceyî dekolonîzekirinê ye û em berê xwe didin vê yekê jî. Pozîtîvîzm dekolonîzekirinê esas red dike, ji ber wê jî rexneyeke esasî ya li pozîtîvîzmê bê girtin ew e ku zanistên civakî rêzê bigirin ji xwezayê re jî.
Aliyekî din jî têkiliyên cinsên civakî ye. Li Zanîngeha Rojava beşa Jineolojiyê heye û ew weke şoreşekê ye di warê zanebûn û zanista jinê de ku li ser esasê bîr, bawerî, raman û rêbazên jinan civakê ji nû ve dinirxînin. Jineolojî û esasbûna raman û fikra jinê beşekî sereke ye di wan zanistên civakî de ku em dixwazin bi pêş bixin.
Yekser di nava civakê de ye
Zanistên Civakî yên ku em li Rojava niha bi pêş dixin, têkiliya xwe ya yekser bi heqîqeta civakî ya li Rojava re heye. Di çarçoveya Şoreşa Rojava de nûbûneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbûye. Li cihê cih têkilî û nirxên nû yên civakî çêbûne. Ev ji bo gelek kesan û bi giştî ji bo civakê jî nû ye, ev ji bo wan jî wekî şoreşekê ye. Li Rojava mesela nimûneya bihevrejiyana gelan, ji nû ve bi hev re avakirina civakê heye. Yanî ew tecrûbeyên li Rojava ji bo tevahiya Rojhilata Navîn nimûne ne. Ji ber ku em dizanin, bi dehê salan e arîşe û alozî di navbera gelan de li Rojhilata Navîn hene, her tim rê vekirine li ber şer, malwêranî û bextreşiya gelan. Niha em dibînin li cihê herî zehmet, li cihê herî nemumkin, ya nû tê avakirin. Em dibêjin, Rojava sozek daye, ew jî soza mumkinbûna avakirina ya nû ye. Ew dibêje, hewce nake em sîstem û têkiliyên berê ji nû ve ava bikin yan jî wan tekrar bikin. Em li Rojava dibînin, ya nû dikare bixebite û li deverên din ên herêmê û dinyayê jî dikare pêk bê. Li ser vî esasî deh xwendekarên me - 6 mêr û 4 jin in û îsal em ê hin xwendekarên din jî bigirin Înstîtuyê - bi rastî li ser vî esasî gelekî kar dikin. Ew dixwazin di lêkolîn, nîqaş û gotarên xwe de wê heqîqeta civakî ya li Rojava ya piştî şoreşê nîşan bidin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览858
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | www.ozgurpolitika.com
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 04-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 科学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 02-11-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on03-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):02-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览858
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.169 KB 02-11-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,205
图片 105,502
书籍 19,120
相关文件 96,145
Video 1,293
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!