图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,357
图片 105,642
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Arîşe û derfetên Akademiya Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Margarita Rudenko, Şemzinî Seîd Azîz, Dmitrî Orbelî, Hovsêp Orbelî û Qanat...

Margarita Rudenko, Şemzinî Seîd Azîz, Dmitrî Orbelî, Hovsêp Orbelî û Qanat...
Her çiqas Kurd di rojeva cîhanê ya siyasî de zêdetir cih bigirin jî, xebatên zanistî yên derbarê #Kurdî# û Kurdan ji hêla hejmarê ve kêm in û rastî elaqeyeke mezin jî nehatine.
Lêkolînên Kurdnasiyê yên modern her wekî Martin von Bruinessen destnîşan dike bi çavdêrî û lêkolînên mîsyoner û dîplomatan dest pê kir. Berhema Maurizio Garzoni, Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda, ya di 1787’an de çap bû, wek xebata destpêkê rêya lêkolînên nû vekir. Xebatên Kurdnasiyê li destpêka sedsala 20’an êdî ji çarçoveya teng a lêkolînên îranolojiyê derket û bi xebatên dîplomatên Ingilîz, Fransî û Rûsan berbelav bû. Xebatên rojhilatnasan û koleksiyonên ku li navendên wek Parîs, London, Berlîn û St.Petersburg ketin nav qeydên pirtûkxaneyan, bûn çavkaniyên sereke yên xebatên Kurdnasiyê. Bi demê re lêkolînerên Kurd, û sazî û beşên Kurdî jî daxilî nav serpêhatiya vê meydanê bûn, bi taybetî jî rola înstîtuya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê û kesayetên wek Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Çerkez Bakaev û yên din hêja ne mirov qala wan bike.
Li roja îro, bi zanîngehên Başûr û Rojava, bi beşên Kurdî yên zanîngehên Bakur û bi gelek saziyên lêkolînê, em dikarin behsa gewdeyeke stûr a xebatên akademîk ên Kurdnasiyê bikin. Ji hêla saziyên perwerdehî û lêkolînan û her wisa ji hêla tekst û berhemên tomarkirî ve, rewşa Kurdan bi awayekî relatîf hem baş û hem jî nebaş e. Dema ku pîvana berawirdkirinê, paşxane û derfetên gelên cîran ên xwedî dewlet û zanîngeh û saziyên dewletên bipêşketî, bi taybetî yên Ewrûpî be, hingê rewşeke nebaş xuya dibe. Lewre, paşxaneya wan gelan û ezmûna wan a sazûmanî xurt e û mîraseke berbiçav hiştine ji bo roja îro, û ekolên navdar ên zanîngehan jî pê re ava kirine. Ji hêla din ve jî, mirov dikare behsa dîrokeke saziyên Kurdan bike û li ber destên me tomargehên teks û berheman, koleksiyonên aîdî serdemên cuda hene ku bi têra gelek lêkolînên cihêreng bikin.
Statuya Kurdan tesîrê li lêkolînên Kurdnasiyê dike
Di mijareke wiha berfireh de, li gorî qewareya nivîsê, em ê ancax bikarin behsê bînin ser çend xalên sereke. Paşxaneya dîrokî ya akademiya Kurdî û tecrubeyên paşerojê yek ji wan xalan e. Du pirs di vê mijarê de derdikevin pêş: Ezmûnên Kurdan ên rabihuriyê yên weke înstituyên serbixwe, kursî û beşên zanîngehên welatên cihê û saziyên lêkolînê ji bo saziyên îroyîn yên wek zanîngeh, înstîtu û beşên Kurdolojiyê mîraseke çawa hiştin; xebatên arşîvkirî, koleksiyonên berheman, xebatên teknîk û ferhengî û kuliyata ku derket holê ji bo bikaranîna roja îro, çiqas sûdewer û amade ne? Pirsa duyem jî ew e ku tecrubeyên sazûmanî yên rabihuriyê bi çi awayî divê bibin mijarên lêkolînê da ku ji bo bipêşxistina saziyên heyî daneyan berdest bikin? Di lêkolînên siberojê de xuya ye ku bersivên wan pirsan ê bêhtir eşkere bibin.
Yek ji kêşeyên sereke yên li pêş akademiya Kurdî astengiyên fizîkî ye ku bi rewşa Kurdan û statuya wan a siyasî re têkildar e. Ji ber arîşeyên siyasî, pêwîstiyên destûra çûn û hatinê û kêşeyên ewlehiyê lêkoler û xwendekar bi awayekî serbest nikarin miracaetî zanîngehan bikin û derfetên wan saziyan bi kar bînin. Astengiyên bi vî rengî ji hêla întelektuelî ve jî dûrahiya heyî ya navbera Kurdan pesend dike. Di vî warî de hin hewldanên têkildarbûnê hene ku zanîngeh bi bernameyên hevpar û sempozyuman dikin ku têkiliyan geş bikin. Dîsa jî ew înîsîyatîf hêj di asteke nizm de ne, û pêwistî bi plansaziyên berfirehtir heye.
Pirtûkxane û arşîv heyatî ne
Her wisa, çavkaniyên dijîtal ku derfetan çêdikin ji bo parvekirina berhemên zanîngehan, dikarin bandora astengiyên fizîkî kêmtir bikin. Çanda dijîtal li roja îro her çiqasî li seranserê cîhanê bi pêşketibe jî, ew derfet ji bo xebatên akademîk ên Kurdî hîn jî di asteke baş de nîne. Sîstemeke hevpar a parvekirina çavkanî û daneyan divê ava bibe da ku sînorên lêkolînê berfirehtir bibin. Ji bo pêkanîna wan jî katalogên zengîn ên dijîtal, derfetên wergerê û tîpguheziyê, klavyeyên pir#ziman#î û arşîvên deng û wêneyan wek pêwîstiyên sereke diyar dibin. Michael Rubin di gotareke xwe de ji bo xebatên Kurdnasiyê ji xebatên teorîk zêdetir giringiya çavkaniyên zimanî û pirtûkxaneyan derdixe pêş. Rubîn balê dibe ser derfetên lawaz ên ku pirtûkxane pêşkêş dikin û sedemên vê yekê jî bi temenê ciwan ê zanîngehên Kurdî û bi kêmasiya tevkariya saziyên siyasî ve girêdide.
Her çiqas Kurd di rojeva cîhanê ya siyasî de zêdetir cih bigirin jî, xebatên zanistî yên derbarê Kurdî û Kurdan ji hêla hejmarê ve kêm in û rastî elaqeyeke mezin jî nehatine. Daneyên ku Michael Rubin derpêş dike vê yekê nîşan dide. Di şeş kovarên akademîk ên navdar de, yên wek The British Journal of Middle Eastern Studies, Middle Eastern Studies, Middle East Policy û yên din, ji salên 1970’yî ta 2015’an 77 gotarên derbarê Kurdan cih girtine. Hejmara wan gotaran ji bo nirxandina baldariya akademiya cîhanê ya li ser mijarên Kurdnasiyê xwedî qîmeteke daneyî ye. Ji hêla din ve jî tercîhên akademisyenên cîhanê yên li ser mijaran, perspektîfên wan û encamên wan gotaran dikare fikreke rexneyî bide akademiya Kurdî û bibe alîkar da ku dîmenekî giştî ya disîplînên di zanîngehên Kurdan de nîşan bide.
Di bîst salên dawî de li zanîngehên Başûr û li beşên ziman û çanda Kurdî yên li Bakur hejmara tez û gotarên zanistî bi awayekî berbiçav zêde bû. Hejmara kovarên hekemî û îmkanên weşandinê jî gihişt asteke bilind. Digel kêşeyên metodolojîk, kalîteya lêkolînê û nirxandina xebatan, di demeke kurt de lîsteyeke dirêj derket holê. Di tezên wan deh salên dawî de ku xwendekarên zanîngehên bakur nivîsîne, ji mijarên teorîk bêhtir, mijarên lêkolînê û bi taybetî jî folklor wek tercîh derdikeve pêş. Her çiqas di demeke kurt de bi hejmareke zêde xebat pêk hatibin jî, pêwîstiya bi zêdetir lêkolînan û berfirehkirina qadên lêkolînê xwe nîşan dide. Wek mînak M. Izady di qada dîroknûsiyê de wek kêmasiya sereke nebûna lêkolînan destnîşan dike. Li gorî Izady di gelek pirtûkxaneyan de derbarê dîroka Kurdan a ji serdema antîkîteyê ta roja îro bi têrê belge û agahî hene, an ku ti kêmasiya keresteyên lêkolînê tine, lê lêkolîn bi xwe kêm in. Bi nihêrîna Izady, tiştê ku pêwîstî pê heye ew e ku Kurd bi xwe dîroka xwe binivîsin û dîroknûsiya Kurdî ji helwêstên alîgir û subjektîf biparêzin.
Di xebatên akademiya Kurdî de pêwîstiya pirzimaniyê jî bi awayekî berbiçav xwe dide kifşê. Ji bo lêkoler û akademisyenên Kurd zanîna zimanên fermî yên dewletên herêmî, zanîna zimanên wek Ingilîzî û Fransî, û hem jî zanîna bi zaravayên Kurdî hewcedariyeke esasî ye. Ev rewş her çiqas ji bo akademiya Kurdî wek bargiranî xuya bike jî, ji aliyekî din ve jî xwedî bandorên erênî ye. Ev yek hem asta zimanî û çandî ya akademiya Kurdî bilind dike û hem jî îmkanên zêdetir ên çavkaniyan û cihêrengiya mijaran dide akademîsyenan, û di heman demê de jî qadên lêkolînê berfirehtir dike. Bê guman rîskên xwe sipartina bi zimanên biyanî jî heye, lewre lêkoler û akademisyenên Kurd ji ber kêmiya bîblîoteka Kurdî referansên xwe zêdetir ji zimanên biyanî werdigirin û ev jî xetera bandoreke yekalî derdixîne holê. Wek mînak di nîqaşên lîngustîk de, zimanzanên Kurd li gorî zimanên ku ji xwe re pîvan digirin –zimanê(n) ku ew pê dizanin– hewl didin qaydeyên zimanî yên standart kifş bikin, û di encama vê helwestê de jî referansên cihê yên li gorî zimanên cihê û tercîhên cihê dibin bayîsê rewşeke tevlihev.
#Akademiya Kurdî#, her ku pişta xwe daye xebatên du sed salên dawî û li ser bingehê sazî û dezgehên lêkolînê û beşên Kurdî yên ewilî ava bûye, di qonaxeke giring re derbas dibe. Îro hebûna zanîngeh û beşên Kurdî hêviyekê dide mamoste, xwîner û lêkolerên qada Kurdnasiyê. Lê gelo ev hêvî dê bi çi awayî bibe bingehê xebatên rasyonel, û kêşeyên heyî yên giring, ku li jorê me bi awayekî giştî çend ji wan destnîşan kirin, dê bi çi awayî çareser bin? Ev pirs tev dê di rojeva akademiya Kurdî ya salên pêş de cih bigirin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览765
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | www.ozgurpolitika.com
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 04-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 科学
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 02-11-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on03-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):02-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览765
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.170 KB 02-11-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,357
图片 105,642
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!