Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,666
Bilder  106,191
PDF-Buch 19,172
verwandte Ordner 96,605
Video 1,327
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Terror Çiye, Terrorîst Kîne?
Die Mitwirkenden der Kurdipedia archivieren wichtige Informationen für ihre Gesprächspartner aus allen Teilen Kurdistans.
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Di ferhanga siyasî da peyva “Terror”ê peyveke Latînî û tê wateya tirs, wehşet, mirovkujî û kirina karên hovane. “Terrorîst” jî bi alîgirên tirsandin û zorê hatine nasandin.
Terror bi wateya xwe ya îro ji dawiya sedsala 19an tê dîtin, lê bikaranîna peyva” Terrorîsim”ê ji çaxê xebata Anarşîstên(1) Ewropa destpêkiriye. Dema ku alîgirên “Bakunîn”(2)(ku xwe şoreşger dihesibandin) li dijî nezim û dîspilîna civakê dest bikar kirin û bi terrora kesayetî û bombedayînan dixwestin dîspilîna bi navê “dewlet” ê têk bidin, êdî peyva terrorîst bi wateya alîgirên çêkirina tirsê ket nava ferhenga siyasî.
Li gor bîr û ramanên anarşîstekê dewlet amrazekî talan û zulmê tê hesibandin û heya dema ku dewlet hebe mirov nikare bigehe azadiya xwe ya mutleq. Çi cûre dewlet li ser kar be, ji wan re ferq nake. Ew li dijî sîstemeke bi navê dewletê ne. Ji ber wê li gor nêrîna anarşîstan çimkî “dîspilîna civakî” ji dewletê re îmkanên berdewambûna desthilatdariyê diafirîne, pêwîste ku bê ji navbirin heya ku ew çînên civakê yên bindest hêza şoreş û serhildanê bidest bêxin. Ev armanc ji anarşîstan re karekî mûqedes bû û bi hêrişa li ser bank û bombedayîna rê û navendên aborî û terrorkirina kesan kêmxemî nekirine.
Îro piştî şerê cîhanî yê duyê terrorîsim mezintirîn xeter an jî tehlûkeye ku emniyeta cîhanê xistiye bin tehdîdê. Û di vê cîhana reş û spî da em Kurd ketine ber bayê terrora Reş û Spî. Ziyana herî mezin me Kurda ji terrorê dîtiye.
Terror Li #Kurdistan#ê
Di van çend rojên derbasbûyî da medya Kurda hinek foto belavkirin ku wijdana herkesê ku ji xwe re bêje „ez mirovim“, nerihet kir. Karê welatên ku heya roja îro xêr û bêrên Kurdistanê bi her awayî talan kirine, li her derê: li Ewropa, li çiya, deşt, bajar û gundên Kurdistanê tenê kuştin e. Rojekê Emîrxanê Lebzêrîn, Hemze Axayê Mengor û Simkoyê Şikak, rojekê jîPêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şêx Meişûq, Salih Yusifî, Îssa Siwarî, Dr. Sadiq Şerefkendî, Şiwane Qadirî û îro jî gerîlayên ku sinorên destçêkirî nas nakin û ji Makû, Kirmaşan, Îlam, Mehabad û Merîwanê tên û li Amed, Dêrsim, Efrîn û Qamîşlokê şehîd dibin. Carna dujimin sinorê terrorê jî derbas dikin û dest bi jenûsayidê dikin: Osmanîyan dest bi fermana Ermeniyan û Sefewîyan jî ferman û koçberî li dijî Kurdên di nava sinorên impiratoriya xwe da destpêkirin.
Terror çiye û terrorîst kîne? Zimanê rojnameyan di eşkerakirina van cinayetan da rolê xwe yê pozîtîv hebû. Ez texmîn dikin ku bi dîtina van wêneyên ku cara yekê di rojnameya Ö.Politika da hatin weşandin, êdî ji vê zêdetir belge ne pêwîstin. Çimkî bêkerametî, sivkatî, birîndarkirina hissên insanî û siyaneta hemû mirovên rû erdê di laşên linç-linçkirî da xuyane. Kesên xwedî wijdan ji insanbûna xwe şermê dikin. Pirsa yekê jî ku tê eve:“ Gelo mirov çawa dikarin li hemberî kesên mîna xwe wiha hov û dirinde bin?!! Kîne yên ku mîna çeqelan mirovan dihincinin? Li kû, di nava kîjan çandê û çawa mezin bûne ev heywanên han?!!“….
Faşîstên Tirk ji mêjda ye ku azmonên xwe yên mirovheziyê(!!?) ji raya giştî re pêşkêşkirine. Berê ew destperwedên Sûltan Ebdulhemîd û Talatpaşabûn û îro jî xwîndingeha Kemalîzimê ew hînî xwînrêjiyê kirine. Xwîndingeha Kemoyê ku ev zêdetir ji 80 salaye li ser vê mentalîta xwe ya bêwate bi îsrarin:“ tek dil, tek bayrak ve tek ülke“.(3)
Karê herî ecêb jî ewe ku birêveberên Tirkiyê îro jî bi van bîr û rayên xwe yên rasîstî dixwazin welatê wan bikeve nava Yekîtiya Ewropa!!.
Bêdengiya Ewropa û raya giştî li hemberî van kiryarên dûr ji exlaqê mirovahiyê jî balkêşe. Dema li Ewropa kûçik an jî mirîşkeke wan tê kuştin, êdî hemû rêxistinên mafê ajel û mirovan dikevin nava liv û lebatê. Li her derê fotoyên kûçik û mirîşkan bilind û bi dengekî bilind diqêrînin “ Em vê zulim û heqareta li dijî heywanên bestziman napejirînîn…“. Bi vêre jî medya wan (ji radio û TVyan bigire heya rojnameyên rojane û herêmî) li ser vê bêedaletiya ku wijdana mirovahiyê nerihet kiriye(!!) dinivîsin û bernameyên taybetî çêdikin û hwd. Lê ez nizanim ew dewletên ku her roj zêdetir ji xwarina xwe ya rojane behsa demokrasî û mafê mirovan dikin, çima cendekên xurt û keçên Kurda yên parçe-parçebûyî nabînin?!! Pîvanên wan yên homanîstî çine? çima li ber çavên wan biha, reng û nasnameya gelan cudaye? … û pirs û sed pirsyarên din…
Ger Ewropî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe ji hemû kiryarên hovane li bakurê Kurdistanê bipoşin, êdî demokrasiya wan tê çi wateyê? Divê Kurd li hemberî sivkatîyên wiha bênimûne di cîhanê da çi bikin? Çima em ji xwe napirsin ka çire jiyana me wiha erzane?!
Çima Jiyana Kurda Erzane?
Kurd ji hêla şexsiyet, ziman û fîzîkî ve hatine terror kirin. Di dîroka sedsalên derbasbûyî da jiyana netewên bêdewlet hertim erzan bûye. Îro di nava gelên cîhanê da Kurd mîna mezintirîn gelê bêdewlet tên nasakirin. Ka rojê çend cara divê em ji xwe pirseke wiha bipirsîn: Çima di nava hemû hoz, tîre û netewên cîhanê da tenê em bêdewletin? Ma rûreşî ji vê mezintir çiye ku zêdetir ji 45 milyon mirov bêjin em hene lê hêjî bêdewlet bin?!! Kê qedereke wiha ji mere daye diyarkirin?: Me bixwe an jî nizanim filan peyman û bêhman protokolê?...
Êdî mirov bi cesaret dikare bêje ku: belê lîstikvanên sereke di vê qadê da berê bav û kalên me û îro jî em bixwe ne. Em hînbûne tim bêjin: Bi peymana Qesrûşirîn Kurdistan kirin du parçe, bi peymana Lozan û Sêvêr Kurdistan bû çar parçe û….“. Hizar heyf û mixabin tenê bi vê rêyê ye ku em xwe ji sûçên dîrokî beraet dikin.
Ez di wê baweriyê dame ku him ji mere û hem ji hemû kesên ku dibêjin em mirovin, ev neng û rûreşiyeke dîrokî ye ku hizar salan jî spî nabe.
Ji welatên biyanî re protokolên aborî ji her tiştê vê cîhanê girîngtire. Bila zikê wan têr be lê laşê serok, gerîla û pêşmergeyên Kurd bên parçe-parçe kirin. Derdê me hemû petrol û dewlemndiyên axa mene ku ji gelên serdest û kedxwaran re jî bûne derman, xweşî û hizar îmkanên din.
Îran û Serkêşiya Terrorîsimê
Bi perên petrola gelên Îranê 25% budceya welatekî mîna Îranê ji wezareta êtlaatê(istixbarat) re hatiye destnîşankirin. Bi van îmkanan em dibînin ku îro di Rojhelata Navîn da Îran serkêşiya terrorîstên Hizbullah û Şîîyên radîkal dike. Destê wan di şerê navxweyî li Îraqê jî tiştekî eşkeraye.
Komara Îranê navê“ Îslamî“ li ser xwe danîye“. Lê terror di îslamê da metrûd(heram) e. Hemû zanyên dînî dibêjin ku di îslamê da terror û kuştina mirovan bi awayê komel herame. Çimkî îslam dînê biratî û rehmetê ye. Herwiha ew dibêjin: Di nava gelên cîhanê da an ola me û wan yeke an jî ji her tiştekî girîngtir em tev weke hev insanin. Karnameya Komara Îslamîya Îranê ji hêla mafê mirov û terrorê ve di nava raya giştî da karnameyek reş e:
Terrora Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, Şapoor Bextiyar, Dariyuş Firoher, Perwane Firûher, Mihemed Muxtarî û Mihemedcewad Pûyendê(du endamên Yekîtiya Nivîskarên Îranê), Zehra Kazimî(wênegir û rojnamevan) û bi dehan kesên din bû sedem ku bi rêya rojnameyên reformxwaz li Îranê etmosfêrekî vekirîtir çêbibe. Ev bû sedem ku li ser mirina Ehmed Xûmêynî, Seîdê Sîrcanî, Mecîd Şerîf, Pîroz Devanî, Ehmed Mîr Elayî, Sencerî û Fatime Qaêmmeqamî goman çêbibe ku destê îtilaata Îranê jî têda hebûye.
Terror û Tedbîr
Li hemberî terrora reşa dewletên dagirkirî divê em Kurd çi bikin? Medya û ragehandina Kurdî dikare bêtir ji salên berê rastiyan raxe ber çavên raya giştî. Dengê me bi taybetî jî pêwîste li bakur û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî terrora reşa dewletî bilindtir be.
Roso dibêje:“ Otorîte tenê bi otorîtê tê kontrolkirin”.
Otorîteya me Kurda jî tenê bi yekîtiya partî û rêxistinên siyasî çêdibe. Li rex vê rastiyê gereke em baş mifayê ji ragehandina bi zimanên biyanî bistînîn. Binêrin piştî yazdê Septambirê Ewropîyan li hemberî terrorê çikirin:
“Li hemberî terrora navnetewî hemû wezîrên 25 welatên Yekîtiya Ewropa roja pêncşemê 1ê Dêsambira sala 2005an bernameyek nû li ser esasê xebata li dijî terrorîsima navnetewî pejirandin”(4).
Jêrnivîs:
1. Anarşîst( der Anarchist): Alîgirên tevlîhehkirina dîspilîna civakê. Herc û mercxwaz.
2. Mîkhail Aleksandrovîç Bakunîn( 30 May 1814- 13 Hezîrana sala 1876) anarşîstekî navdarê Rusîye û mîna „bavê anarşîsimê“ hatiye binavkirin. Ew weke temsîlkar kesê yekemîne ku bîr û ramanên anarişîstîyê belav kirine.
3. Yek ziman, yek ala û yek welat.
4. Radioya BBC(beşa Farsî)[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 121 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdpa.net
Verlinkte Artikel: 1
Geschichte und Ereignisse
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-07-2012 (12 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Untersuchung
Inhaltskategorie: Literarische
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 84%
84%
Hinzugefügt von ( ئەڤین تەیفوور ) am 31-10-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( ئاراس حسۆ ) auf 31-10-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 30-03-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 121 mal angesehen
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Sebahat Tuncel
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,666
Bilder  106,191
PDF-Buch 19,172
verwandte Ordner 96,605
Video 1,327
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Sebahat Tuncel
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.844 Sekunde(n)!