#Kurd# navdarin bi pêşesaziya Penîr li gor haweyê gelemperî. Ev pêşesazî yeke ji pêşesaziyên kelepûrî li #Kurdistan#ê, nemaze li deverên Koçerên Kurd, coreyên penîrê koçerî bi vî hawayî têne pêşesazkirin:
Dotina şîr ji mîhan û parzûnkirina şîrê dotî bi cawekî ji pembo.
Kelandin an germkirina şîrê parzûnkirî di disteke mezin de, heya beriya fûrandinê, paş re hinekî tê sarkirin.
Tevlêkirin û tevdana heyvanê penêriyê bi şîrê nîvgermî re, ev heyvan weke tozê an libika ye, hatiye çêkirin ji hûrê çaran yê golik an berxê şîrmij, bi hawayekî taybet. Ev heyvan dewlemende bi Enzîma Renîn, ya dike qatixê (Don) şîr li hev bicive û ji avê bê vegirtin û bibe penîrê terr, paş tevlêkirin heyvan û tevdanê, ewê tê rawestandin û dawervandin mawey çend demjimêran, paş nixumandina distê, ji bo pir sar nebe.
Vegirtina pênîrê terr bi kefgîra qulkirê ji avê û çêkirina gogên ji penîrê vegirtî, û dixin tûrên ji caw, ev tûran têne danîn di biniya ferşekî paqij ji kevir, ji bo bêne pestekirin û guvişandin di bin giraniya ferş de, ji bo av ji gogan xwe berde (ava penîr).
Perçên penîrê guveşandî ji tûran têne derxistin û komkirin di disteke din de, û penîrê nîvterrî amadeye ji bo firotanê li bazarên nêzîk de, an têne perçekirin weke kabikên biçûk û wekhev, paş re têne xwêkirin bi xuya toz re, an kelandin bi ava têrxwê re ji bo xwarina malê.
Amadekirina penîrê Sîrikê yê koçerî
Ev penîr pir bi navûdenge li navça Dêrika Hemko, li başûr roavayê Kurdistanê, tê amadekirin bi hûrkirina penîrê şêrîn, û tevlîkirina Sîrê bejî hûrkirî û xwê re, ev tevlîhev tê dagiritin di meşkan an di kûpên qafikî dev girtî de, paş re têne parastin bo demekê di Şikeftên bi rewa û tarî de, an têne binaxkirin li deverên bê Şikeft.
Amaderkirina penîrê Şijik yê koçerî
Ev penîr bê qatixe (bê done), tê amadekirin bi tevlîkirina ava bermayî ji çêkirina penîrê şîrîn, bi dewê vegiritî ji killandina mast ve, di distekê de, ev tevlîker tê kelandin heya rengê penîrî diyar dibe û tîr bibe, paş re tê vegirtin ji ser avê bi kefgîrek qulkirî û tê komkirin di leganekê de, ji bo sar bibe, paş sarkirinê dikin weke gogan di tûrên cawî de, ji bo ava mayî xwe jê berde, di bandora giraniya ferşê kevirî yê li ser van tûran û hevdû bigire, paş re tê perçekirin û xwê kirin ji bo xwarinê
Hêjayî gotinê ye ji (100) Kg. şîr, li derdora (16) Kg penîrê nîvterrî çê dibe.[1]