Helbestvanê Kurd Jan Welat di sala 1981’ê de li #Bakurê Kurdistanê# ya bi ser navçeya #Swêreg#ê li qûntara çiyayê qerejdaxê ya girêdayî gundê şêxuliya jor hate din. Dibistana seretahî li Serêkaniya serxetê û navîn û lîse (amadehî) ji derve qedand. 2016’de Ji zanîngeha #Colemêrg# dibistana colemêrgêya bilind ji beşa teknolojiya avahîsaziyê mezûnbû. Û di heman wextêde ji zanîngeha Eskîşehîrê ji dibistana bilind ya adaletê mezûnbû. Di sala 2018’yan de li paytexta Makedonya Bakur li bajarê Skopya li zanîngeha First Private Fon Universty lisansa xweya huqûqê temam kir. Bi qasî salekê li bajarê Riha di radyoyekî heremîde karê çapemenyê kiriye, bernameyek bi navê asoya helbestê pêşkêşkiriye û di bernameya xwe de helbestavanên klasîk ên kurdî daye nasîn.
Berhema xwe ya yekem ya bi navê “Biskên Delalê” di sala 2018’yan de ji aliyê Weşanxaneya Name ve derket. Niha jî li gundê xwe jiyana xwe didomîne.
Vê dawiyê jî bi berhema xwe ya duyemîn a bi navê ''Laleşev'' ku komek helbestên cihêreng di nava xwe de dihewîne ji nav weşanên Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û weşanxaneya Şilêrê ve derçû. Her wiha helbestvanê Kurd Jan Welat helbestên xwe di kovar û rojnameyê Kurdî de jî diweşîne.
Mijarên helbestên wî bi vegotina xwe ya rewqanî ji me re qala gelek mijarên cihêrengî yên mîna welat, derbiderî, evîn û bêzariyê dike. Di vê dîwana xwe ya dawiyê de jî mirov di di nava tekstên helbestê rastî van mijarên me gotî, tê.
Ev jî parçeyek ji helbesta wî
HOZANO
Ho hozano!
De kanî tu yê bi kîjan sitrane
Birînên min î mûmaran
Derman bike?
Êşên ji tîr û janan har bûyî
De ka tu yê bi kîjan newayê
Di laşên min de bi lorîne?
Sitranek wîsa bêje ku;
Bila newa û melodiya wê bilindtir be
Ji êşên dilê min
Heyrana te me hozano…[1]