图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,648
图片 106,194
书籍 19,172
相关文件 96,649
Video 1,330
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîroka Dewleta Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Necat Zivingî

Necat Zivingî
Danayê mu‘emmerê kuhensal
Evrengehe go ji bo me ehwal”

Çîrok bi vê beytê dest pê dike. Çîrokbêj “zanayê pîr yê saldîtî” ye. Ev pîrê 2500 sal berê jîyaye û bûye bavê dîroknasîyê Herodotê Yûnanî ye. Çîroka me Kurdan jî ew dibêje.
Di dîrokên kevn de Kurdan yek ji împeretorîyên herî mezin ava kir. Lêbelê, li gor vegotina Herodot, ne ji bo yexma û talanê, ne ji bo feth û îşxalê û ne bi çavsorî û xwîndarîyê. Şifre û sêhra vê dewletê yek peyv bû: Edalet (dadmendî).
Deîokes di nav êlên Kurd de hakim û dadwerek bû. Kê li hev nedikir, diçûn dîwana wî. Wî jî edalet belav dikir û kêşeyên gel çareser dikirin. Wê demê Medî di bin desthilata Aşûrîyan de bûn. Ji 6 êlan pêk dihatin: Bûsî, Paretakenî, Strukhatî, Arîzantî, Bûdî û Magî. Aşûrîyan ji pênsed salî û vir ve herêm birêve dibir. Di nav gelan de pêşî Medî ji bin hukmê wan derketin û serxwebûna xwe ragihandin, azad bûn. Lê çawa?

Demekê Deîokes xwe bi paş ve dikişîne û êlên Medî li gelek tevlîhevî û destdirêjîyan rast tên. Ji bo pêkanîna dad û aramîyê dixwazin yekî ji nav xwe wek key/Qral hilbijêrin û pergalekê deynin. Dadwerê rastgo û adil tê bîra wan. Diçin li derîyê Deîokes dixin. Deîokes ji wan qesrekê û parastvanan dixwaze. Daxwaza wî bi cî tînin. Deîokes dest bi çareserkirina pirsgirêkên wan dike. Doz û gilî bi nivîskî tên ber destê wî û ew jî hukmê xwe dinivîse. Bi vî awayî bingeha dewleta #Kurdî# bi dadwerekî û qonaxa edaletê tê avêtin.

Piştre Deîokes dibîne ku Medî hemî daxwazên wî dipejirînin, ew jî bajarê Ekbatana (Hemedan) bi heft sûran çêdike û qanûnan datîne. Berya zayînê di sala 678an de dewleta Medya tê damezrandin. Deîokes dewletê bi edalet bi rê ve dibe. Piştre kurê wî Fraortes dikeve dewsa wî. Bi Medîyan bes nake û hukmê xwe li ser Persî û gelên din fireh dike. Asyayê dixe bin hukmê xwe. Piştî Fraortes ji alîyê Aşûrîyan ve tê kuştin, kurê wî Keyakser tê ser text û dewleta Medya digihîne asta herî bilind. Yêkîtîya hemî êl û eşîrên Medyayê çêdike, Bi Babîlî û Lîdyayîyan re şer dike. Kapadokya dixe bin hukmê xwe û çemê Halysê (Kizilirmak) dike sînorê xwe û Lîdyayîyan. Lîdyayîyan têk dibe û bi ser Nînewa de diçe. Îskîtî û Aşûrîyan têk dibe. B.Z di sala 612an de împeretorîya Aşûrîyan dirûxîne. Di şerê Medî û Lîdyayîyan de roj tê girtin û peymana aştîyê tê danîn. Ji bo aştîyê Keyakser bi Aryenîsa keça Kroîsos re dizewice. Piştî Keyakser, kurê wî Astyages dibe keyê Medan yê dawî.

Rojekê Astyages xewnekê dibîne û difikire ku wê kurekî keça wî Mandane çêbibe û desthilata Medan birûxîne. Li gor vegotinên Herodot di dema xwe de Medî çîna serdest bûn. Persî yek ji gelên bindestê wan bûn. Dema Astyages xewnê dibîne Magî jê re wiha dibêjin: “Keyê me! Ji bo me ya giring ew e ku hukmê te têk neçe. Heger bi awayekî din bibe û desthilat bikeve destê vî zarokê Persî, wê bikeve destê bîyanîyan û em ku Medyayî ne, heger em bibin bindestê Persîyan, wê ti giranîya gotina me nemîne.”

Ji ber Medî ji çîna serdest bûn, Astyages keça xwe nade yekî Medî. Ji bo pêşî li kehanetê bigre wê bi Kambîsê Persî re dizewicîne. Piştî Kyros çêdibe, dide fermandarê xwe Harpagos û dixwaze wî bikuje. Harpagos jî wî dide şivanekî ji bo li çîyê bikuje. Lêbelê şivan Kyros nakuje û mezin dike. Piştî salan, dema Astyages bi vê dihese ji bo cizakirinê kurê Harpagos dikuje. Kyros jî ji mirinê xilas dibe. Lêbelê ev yek di dilê Harpagos de dibe kul û kîn.

Dema Kyros mezin dibe Harpagos bi dizî pê re dikeve têkilîyê û dixwaze heyfa xwe ji Astyages hilîne. Kyros jî Persîyan dide hev û banga derketina ji bindestîya Medan li wan dike. Dema Kyros banga serhildanê li Persan dike wiha dibêje: “Bawer im qedera min ji bo vî karî ye. Hûn jî ji ti alîyî ve, bi taybet ji alîyê şervanîyê ve ji Medîyan ne kêmtir in. Fêm bikin û demildest dev ji Astayges berdin.” Bi vî awayî Persîyên heta wê deme nebûbûn dewlet ji xwe re serokekî dibînin û fikra rizgarbûna ji bindestîya Medîyan geş dibe.

Di şer de Harpagos alîyê xwe diguherîne û Kyros bi ser dikeve. Dema Astyages dîl dikeve destê Persîyan, ji Harpagosê Medî re wiha dibêje: “Tu herî ehmeq û niheqê mirovan î. Madem te dê ev tişt bikira, te karibû tac bide serê xwe. Te Medî kirin bindestê koleyên wan.”

Bi vî awayî B.Z. di sala 550 de Dewleta Medê ji alîyê Kyros ve tê ruxandin. Dewleta Axamenîyan tê damezrandin. Yekem car Persî azad dibin û têne ser hukim. Her çiqas piştî dewleta Medya, dewleta Persîyan ava bûye jî, bandora Medîyan domîyaye. Persîyan ji pir alîyan ve xwe şibandine Medîyan û di fermandarîyê de cih dane wan. Dema Keybanûya Massagetê ji Kyros re name şandîye wiha gotîye: “Keyê Medan, dev ji van karan berde.”

Piştre Kyros bi fermandarîya Harpagosê Medî Lîdya, Babîl û Fenîkeyê bi dest dixe, hukmê xwe fireh dike. Di dema kurê wî Kambîs de Persî Misrê jî bi dest dixin û heya Qartacayê diçin. Di serdema Kambîsê kurê Kyros de du magên Medî dest datînin ser textê Îranê û nêzîkî salekê dewletê birêve dibin. Piştre bi “Komkujîya Magîyan” dewlet dîsa dikeve destê Persîyan û Daryûsê Yekem.

Ji wê demê heya niha hevberîya Kurd û Persîyan ji bo text û desthilatê didome. Herodot di gelek cîyan de Îranî û Medîyan ji hev cuda dike û peyva “Îranî” ji bo Persîyan bi kar tîne. Ji vê çîrokê dîyar e ku li erdnîgarîya Îran û Kurdistanê pêşî êlên Kurd gihane hev û dewleta xwe çêkirine. Piştre Axamenîyê nîv Medî nîv Persî hatine ser hukim û her ku çûye desthilat ketîye destê Persîyan. Di ruxandina dewleta Kurdî û damezrandina dewleta Persî de rola herî mezin ya fermandarê Kurd Harpagos e. Harpagos ji bo tola xwe, xayintî bi qewmê xwe re kiriye û hemî zanîn û lehengîya xwe xistiye xizmeta Persîyan.
Ya balkêş ev e ku çîroka dewleta Kurdî bi lêgerîna edaletê û keyatîya dadwerekî dest pê dike. Kurd îro jî di nav alozîyeke dijwar de ne û li edaletê digerin. Gelo wê careke din karibin ji vê bindestîya bêrûmet xilas bibin û serwerîya xwe ava bikin? Heger zana û zilhêzên wan dev ji xizmeta xelkê berdin û bikevin xizmeta gelê xwe çima nebe! Silav li ruhê serfiraz yê Deîokes û Keyakser. Bila himetê li nevîyên xwe bikin da ji vê bindestîyê xilas bibin.[1]
#Dewleta Kurdî#
Necat Zivingî
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,207
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | thehallkurdi.com
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 05-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 29-10-2022
本文已被审查并发布( زریان عەلی )on29-10-2022
此产品最近更新( زریان عەلی ):29-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,207
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,648
图片 106,194
书籍 19,172
相关文件 96,649
Video 1,330
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!