图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,579
图片 106,338
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Demxeya Dagirkerîyê Şoreşa Navan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Necat Zivingî

Necat Zivingî
Mirov tim dixwaze li tiştên xweş rast were, ji tiştên xirab dûr be. Bîra me çiqas paqij be dilê me ewqas rihet e. Kes tiştên nexweş bi xwe re nagerîne. Kes navê qatil û tecawizkeran li xwe nake. Kes tiştên xirabîyê bi bîr bîne, bi xwe û derdora xwe venake.
Lê hinek tişt hene me çavê xwe bi wan re vekirîye. Em li wateya wan, xweşî û nexweşîya wan nefikirîne. Nav û paşnavên me ji wan in. Ew du peyv in ku di jîyanê de herî zêde dubare dibin. Li her derê bi me re ne. Tim li ser zimanê me û derdora me ne. Me pênase dikin û ji yên din vediqetînin. Îcar ne zehmet e mirov têbigihîje bê tesîr û bandora navan çiqas zêde ye.
Nav daxwazê di xwe de hildigrin. Çawa dema mirov behsa cinan dike di cîyê navê wan de peyvên wek “yên ji me çêtir” bikar tîne, ji bo ji bandora xirab ya wî navî xwe biparêze, her wiha nav û paşnavên mirovan jî daxwazên qenc û xirab di xwe de dihewînin.
Damezrênerê psîkanalîzê Sîgmund Freûd di “Totem û Tabû”yê de balê dikişîne ser bandora navan. Li gor Lacan derbîra mirovan weke zimên xwe bi rêk dixe. Nav jî formên ziman in û derbîra mirovan dîyar dikin.Îcar ji bo me #Kurd#an taybetmendîyeke din ya nav û paşnavan heye. Em miletekî bindest in û bi nav û nasnavên serdestên xwe têne pênasekirin. Li gor qanûna esasî em tirk in, di berîka me de nasnameya tirkan ya bi alaya tirkan heye û dema em diçin dewleteke din me weke tirk dibînin. Rastî tehl e lê ev, koletî ye.
Koledarî çend hezar salan ji bo dewlemend û desthilatdaran heq hatîye dîtin û li hemî cîhanê pêk hatîye. Piştî hişyarî û hişmendî li girseyên mirovan belav bû, encex di heyama ronîdarîyê de têk çû.
Di serdema koledarîya mirovan de laşê mirovan bi hesinekî dihat demxekirin û sembolek li ser dihat çêkirin. Ji vê re “Demxekirina mirovan” (Human Branding) dihat gotin. Sedemê yekem destnîşankirina statûya wan mirovan û xwedîyê wan bû. Sedemekî din jî cizakirin bû.
Her çiqas cara yekem ji bo naskirin û cudakirina mirovan li Çînê berya 4500 salî paşnav hatibin bikaranîn jî, li tirkiyeyê paşnav kevneşopîyeke nû ye. Qanûna paşnavan di sala 1934an de derket. Madeya yekê bi “Her tirk” dest pê dike. Madeya 3yan “navên neteweyên biyanî” qedexe dike.
Dîyar e tirkan pêvajoya paşnavan ji bo etîketkirina cûdahîyan jî bi kar anîye. Kod ji bo hevkarên dewletê, dijminên dewletê û miletên cûda yên wek Kurd û #Ermen# û Rûman çêkirine.
Dema dê û bav navan li zarokên xwe datînin hêvî dikin ku ew zarok wê wateyê pêk bînin. Refleksa dewletê (bavê mezin) jî ev e. Dixwaze gelên bindest bibin tirk, jê wêdetir bibin tirkperest. Ji bo razîbûna bi tirkbûnê memûrên nifûsê navên êl û lehengên tirkan li Kurdan danîne. Pirên bîyanîyan jî ji bo ewlehîya ji êrîşên dewletê û tirkan, paşnavên wek “Türk, Öztürk, Asiltürk, Aktürk, Yücetürk, Türkoğlu, Türkdoğan, Şentürk” li xwe danîne. Koçberên xwestine asîmîle bibin jî, navên çanda serdest li xwe datînin.
Li gor statîstîk û rêjeyên sazîya nifûsê, li tirkiyeyê paşnavên herî zêde tên bikaranîn “Yılmaz, Kaya, Demir, Çelik, Şahin, Yıldız, Yıldırım, Öztürk, Aydın û Özdemir” in. Navên hişk, bêruh û tirkperest! Belkî jî yek ji sedemê hişkbûna Kurdan zêdeyîya van paşnavan e: “Taş, Kaya, Dağ, Demir, Tunç, Polat, Er, Yiğit, Kahraman, Korkusuz, Savaş û hwd.” Hinek ji paşnavên tirkperestîyê jî “Oğuz, Uygur, Türkmen, Turan, Cengiz, Bozkurt, Tekin, Ayyıldız, Börü, Ural” in. Bi milyonan Kurd bi van peyvan dijîn û ji zarokên xwe re dihêlin. Wekî din jî pirên paşnavan wate xirab û pêkenî ne: “Öcal, Kuru, Köse, Talan, Kayabaş, Kaptıkaçtı, Boynueğri, Çıplak, Çavuş, Malak, Halat, Kepçe, Susuz, Şişman, Becerir, Kütük, Canbaz, Dikoğlu, Oynak, Azgın, Yalar, Bilir, Ot, Uyumaz, Durmaz…”
Heger ev ne kolonîzekirina hiş be, çi ye! Ya giringtir: me çima evqas ji van peyvan hez kiriye! Gelo em jê bêxeber in ku ziman mala hebûnê ye û em bivên nevên di ziman de dijîn. Pirtûkên pîroz jî vê dibêjin: “Destpêkê gotin hebû. Gotin bi xwedê re bû. Gotin, xwedê bû.” (Destpêka Incîla Yuhanna) Di Quranê de jî piştî mirov tê afirandin: “Xwedê, Adem fêrî navan kir.” (2/31) Pêşîyan çi xweş gotine: “Darekê biçîne bila ber bigire, gotinekê bibêje bila ser bigire.”
Di mijara navan de yek ji bend û barîyerên dagirkerîyê jî “axretîbûna navan” e. Li gor vê jiberê navên Erebî axretî ne, li cem xwedê meqbûl in, yên din na! Qey zimanê xwedê tenê Erebî ye yadê? Pepûûûk! Li vê sosretê! Di rastîyê de li gor îslamîyetê jî wateya navan giring e, ne zimanê wan. Navên wateyên wan xirab, ne baş (mekroh) hatine dîtin. Di hinek mezheban de jî navên pesindarîyê ne baş (mekroh) in. Ji ber ku nabe mirov xwe bilind bike. Nexwe piştî wateya nav ne xirab û ne pesindarî be, ew nav dixwazî bi #Kurdî# yan Erebî be, ferqa wê tune ye. Tev axretî ne! Madem di dîn de jî rewş ev e gelo çima Steven, Agop, Josef, David, Eva û Angelîna piştî dibin misilman navekî Erebî li xwe dikin? Tew!
Bi ber bayê dagirkerîyê nekevin Kurdên xweşmirov. Hûn çima bûne pelên li ber bayê xelkê û qet napirsin: Ev rê bi ku ve diçe? Ev paşnav bi çi ve dikişe?
Pirî caran tê rexnekirin ku navê zarokan “Delal, Azad, Berçem, Ronî, Rojda” ye; lê ew bi tirkî diaxivin, bi Kurdî nizanin. Ev rexne ne rast e. Ger navê van zarokan “Mehmûd, Sumeye, Cebar, Xefûr, Şuheda, Nîsa, Necmedîn” bûna çêtir bû? Na! Wê qonaxeke din ji Kurdîtîya xwe, ji esl û sirûşta xwe dûr bûna. Qet nebe yên navê wan Kurdî ne, bi xêra navê xwe be jî wê rojekê li nasnameya xwe bipirsin. Qebehetê jibîrkirina Kurdî tenê ne dayik û bav in. Kurdî di jîyana dîjîtal û ya reel de hema bêje tune ye. #Ziman#ên serdestan Kurdî têk dibin. Helbet divê dayik û bav sistîyê nekin; lê rastîyek heye: dayik û bav çiqas bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin jî zarok bi tirkî li wan vedigerînin. Ji ber ku ew di hemî jîyanê de tim tirkî dibînin. Televizyon, telefon, kompîter, cîran, kolan, esnaf, #dibistan#, otobus, metro û hwd” tev bi tirkî ne.
Di vê mijarê de xaleke balkêş jî nivîskar û rewşenbîrên Kurd in. Pirên wan navên Kurdî li xwe datînin û bi wan navan dinivîsin. Lê di nifûs û fermîyetê de demxeyên tirkan li cîyê xwe ne. Û dema ev kesayet di qadeke xuyayî de werin pêşwazîkirin an xelatkirin, bi wan nav û paşnavên tirkan deng didin.
Bi bîra xwe bînin; paşnavê Kurdên li dinyayê bi awayekî (karsazî, zanist, edebîyat, sîyaset) têne naskirin tev bi Tirkî ne. Gelo ji bo Kurdan ev ne şerm e! Tu Kurd bî, bi dehan salan ji tirkiyeyê dûr bî, li Ewrûpa û Emerîka bibî nûnerekî Kurd, lê etîketa tirkan li ser te be!
Dîsa bi bîra xwe bînin: Li dibistanê di kitêbên dersê de rûpelên destpêkê alaya tirkan û wêneyê Atatirk bû. Me wekî zarokên Kurd çi bi wan rûpelan dikir? Yan me diqetand, yan bi hev ve dizeliqand yan jî bi qelemê ew xêz dikirin heta bibin pêkenî. Ev helwesteke dij kolonyalîzmê ya me zarokên Kurd bû. Gelo bi mezinbûnê re dagirkerî û zordestîyê em têk birin? Qey êdî em mêjî-tirk in! Ew tişta me zarokan dikir, çima mezinên li dinyayê belav bûne nakin! Çima siyasetmedarê Kurd, Ahmet Türk nake! Çima serokê İHD’yê Öztürk Türkdoğan nake!
Di mijara rakirin û avêtina demxeyan de rol û berpirsiyarîya sereke ya nûner, zana û rewşenbîrên Kurd e. Divê ew bi nasnavan qayil nebin, di nifûs û ewraqan de jî wan demxeyan nehêlin.
Heta em tişta ji destê me tê nekin, ya ji destê me nayê bi destê me nakeve. Îro em nikarin li dibistanan Kurdî bikin zimanê perwerdehîyê. Em nikarin li ser hemî lewheyan Kurdî binivîsin, hemî anonsan bi Kurdî bikin. Em nikarin alaya xwe li her derê rakin, welatê xwe rizgar bikin. Lê em dikarin nav û paşnavên tirkî biguherînin, demxeya dagirkerîyê ji ser xwe bavêjin. Em dikarin pêleke navên Kurdî (bila ev jî Navkurd be) rakin. Çima em nakin!
Zêde ne zehmet e. Li ser e-devletê “ad-soyad” binivîsin û ji lînka derkeve daxwaza guherandinê bikin. Ger neyê qebûlkirin li mehkemeya Aslîye Hukukê dozê vekin. Di mudeta salekê de hûnê bikarin nav û paşnavê xwe biguherînin. Hûn ne mecbûr in peyvên ku herfên “Ê, Q, X, W” di wan de hebin hilbijêrin. Bi hezaran peyvên Kurdî hene ku di elfabeya tirkî de nivîsîna wan pêkan e. Ha ji we re; Azad, Aram, Delal, Demhat, Raman, Robar, Zana, Zanyar…
Dibe ku ji we derbas bûbe. Lê heqê we tune ye hûn vê demxe û vî barî ji zarokên xwe re bihêlin. Pêşîyan çi xweş gotine: “Ax û avahî, nav û navdarî”, “Nav ji mal çêtir e, dilxweşî ji zêr çêtir e”, “Ga dimire çerm dimîne, mirov dimire nav dimîne”.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,006
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | thehallkurdi.com
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 10-01-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 调查
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 29-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on29-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):29-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,006
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,579
图片 106,338
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!