图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,024
图片 106,622
书籍 19,280
相关文件 97,252
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Resmên nû yên windyaî yên Cizîrî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Resmên nü yên windyaî yên Cizîrî

Resmên nü yên windyaî yên Cizîrî
Min jî bawer nekir. Çawa yanî? Çima heya niha kesî nebihîstîye? Demildest li erebeyê siwar bûm û bi rê ketim. Wexta gihîştim wî gundê asê yê di çîyê de roj çûbû ava. Hevala ku ji min re behs kir, got di quntara çîyê de şikeftek heye. Di nav gundîyan de wek tirbe tê zanîn û salê hinek rojan diçin ziyaretê jî. Qedexe ye birîna dar û şînahîyan li wê derdorê. Her wiha nêçîr jî. Kes newêre destê xwe bide ti tiştî. Tenê di wextên ziyaretê de diçin diayên xwe dikin, kêl û keviran maç dikin û paçikan bi hinek daran vedikin. Ji bo daxwazên dilê wan pêk bê kevirkên biçûk jî di tehtekê didin, heta pê ve bizeliqe. Lê ya ku kes newêre hundirê şikeftê ye. Tiştên pir ecêb tê de hene, haya kesî jê tune ye.

Hevala ez birim, berya du–sê salan bi xoşewîstê xwe re, bi nezanî ketîye wê şikeftê û wan perên pirtûkan bala wê kişandîne. Xoşewîstê wê pir tirsiyaye û nexwestîye destê xwe bide wan, lê wê bi nîvronahîya tavê li çendekan nihêrtiye û heyirî maye. Dibêje ew pîrebok in. Çûyîna wir ya şevê tirsnak û xetere bû. Lewma me çûna xwe hişt rojê…
Bi sedan çapên #dîwan#a Hafiz (1315–1390) hene; cûr bi cûr. Pirên wan bi resm û nîgar û minyaturan xemilandî ne. Jinên ciwan ên sing û berê wan vekirî direqisin, qedehên meyê pêşkêşî dildarên xwe dikin. Yarên wan jihişçûyî, kûzên şerabê, sirûşt, teyr û her wekî din. Gelek îmge û metaforên balkêş. Di hinekan de li derdora mêrekî bi dehan jinên şox û bedew.

Dema em li seranserê dîwanên wan dinêrin; ger Hafiz reqsa xwe li derdora şerabê kiribe, #Cizîrî# ya xwe li derdora delalîyê kiriye. Lewma dîwana Cizîrî ji ya Hafiz layiqtirê wêne û dîmenên wan şox û bedewan e. Lê çima ew delal û şox û bedewên Cizîrî heya niha nehatine dîtin? Qet nebe nehatine resimandin? Çi ferqa me #Kurd#an, ji Farisan heye? Çima dîwanên Hafiz bi reqs û xulxulîna bedewan şên in, yên Cizîrî di kaxez û qewlikên hişk û ziwa de şîngirtî?
*
Îsmaîl Cezerî (1136–1206) yek ji mînakên sereke ye, di cîhana misilmanan de ku resm û wêne û peyker çêkirine. Li Cizîr, Heskîf û Amedê jîyaye. Di sala 1206an de ev wêneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Hîyel de jî resimandine. Weke ku Ereb dikin, serê resmên xwe jî nebirîne. Mûzîkjen û peykersazê di cîhanê de navdar, Leonardo Da Vîncî jî (1452–1519) ji wî Cezerî yê Kurd sûd wergirtîye.
Lê îcar hê pir berya Cezerî, di erdnîgarîya Aryanê de yekî weke Manî–Erjeng (216–276) derketîye, bi nîgarvanî û resamîya xwe nav daye li cîhanê. Xanîyê nemir di Mem û Zînê de wiha bal kişandiye ser: “Fehhaşî te kir ji rengê Xanî / Neqqaşî te kir mîsalê Manî” Xanî jî di rastîya xwe de Mem û Zîn weke tabloyên resman neqişandîye. Erê! Helbet wê resmên nü yên Xanî jî derkevin.
Çanda resamî û nîgarvanîyê di nav Kurdan de jîyaye. Di sala 1655an de, dema Ewlîya Çelebî hat Bidlîsê, ji bo Evdalxanê mîrê Kurd got “di resmê de mîna Behzad û Manî ye” û pesnê wî da.

Îcar aldarê işq û delalîyê, Cizîrî (1570–1640) 1300 sal piştî Manî, 500 sal piştî Cezerî hat û resmên xwe yên bi efsûn neqişandin. Lewma dema wî û Mîr şi’r li ber hev xweş kirin, wî got “Xered [xaye] şiklê te bû Manî ji neqşên Çîn û Maçînê” û Mîr jî wiha lê vegerand: “Mîsalê sûretê Çînê xelet Manî xeta kêşa / Ku min dîbû li ayînê ji ber zulfa du ta kêşa.”

Cizîrî, firçe girt destê xwe û dest bi resmê nü kir:
Nebat û şekkera lêvê nesîmê wê gul û sêvê
Hilînit perdeya şêvê şifaya hindekî derd e
Û xwe wek peyrewê Erjeng dît,
li ser resmê xwe yê ji ava sîm û zêr, wiha got:
Bi sîmavê bi zêravê tu rojê neqşikê bavê
Ku da Erjeng ji wê navê li ber rojê nebit perde
Cizîrî bi xwe dizanî. Mîna meczûbên
işqê wî jî nedikarî bê delal û xûban bijî:
Mela zanim ji meczûban, tinê najî tu bêxûban
Dema dil dî bi mehbûban, bi şox û şeng û esmer de

Erê xwînerê! Erê xwînero! Ger tu nikaribî yekî weke Cizîrî ji kevanê (parantez) [alîyekî wê Hezretî, alîyê din Quddîsella] derxînî, ne pêkan e têbigihîjî û bibînî. Tu qet fikirî yî? Heger Cizîrî di cîyê şi’ran de resm xêz bikira, gelo niha wê li hemberî me çi dîmen heba? Û wê kê, çi nêzîkatî nîşan bida, çawa şîrove bikira? Teqez! Pêwîstîya me bi Cizîrînasîyeke nû heye. Cizîrînasîyeke nü! Belkî bi wî awayî em li sirûşta xwe vegerin û rehabîlîte bibin.
Min behsa yek du resman kir. Yê din, belkî rojekê li pêşangeheke ezamet werin dîtin.[1]
Necat Zivingî
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,114
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | thehallkurdi.com
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 01-02-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 艺术
书: 文化
城市: 半岛
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 29-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on29-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):29-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,114
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.171 KB 29-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,024
图片 106,622
书籍 19,280
相关文件 97,252
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!