پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,875
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,718
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Alfabeya Xelîl Xeyalî
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî
Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Te’avun û Teraqî” û “Kurd Neşrê Me’arif” de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî di sala 1910an de ji aliyê komeleya “Kurd Neşrê Me’arif” ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye veki- rin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê jê behs bikin, perwerdeyî bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve komeleya “Hêvî” hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî roleke girîng lîstiye. Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyeke kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê “Rojî Kurd” de, ku organa weşanê ya vê komeleyê bû, li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standardkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:

Ser terzek nû elifbayek.
Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).
Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).

Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin ji ber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standard ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn elfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbayê Kurmancî”. Seîdê Nûrsî (Kurdî) derbarê wî û elfabeya wî de wiha dibêje:

“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî elfabe û serf û nehv (rêziman) a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.

Çawa ku ji gotinên Seîdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo standartkirina zimanê kurdî li ser elfabeyek standard nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku elfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev elfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi elfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê elfabeyê bidin naskirin û wê ji tîpên erebî veguhêzin ser tîpên latînî. Beriya ku em elfabeya wî qeyd bikin em dixwazin çend gotinan bibêjin:

1- Elfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn elfabeya kurdî bi tîpên erebî ye.

2- Ev elfabe bi heman çapî di pirtûka Mehmet BAYRAK a bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gayr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.

3- Hogir Tahir Tewfîq di xebata xwe ya bi navê “el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye” (Elfabeyên Kurdî Bi Tîpên Erebî û Bi Tîpên Latînî) de li gor çapa Mehmet Bayrak elfabeya Xelîl Xeyalî jî qeyd kiriye.[5]

4- Elfabe ji aliyê weşanxana “Hîvda” jî bi tîpên erebî hatiye weşandin.[6] Lê tê de hinek guhartin çêbûye û kêmayî tê de hene.

5- Elfabe digel mînak û agahiyên cûrbecûr ji 27 rûpelan pêk tê. Naveroka rûpelan wiha ye:

a) Rûpela yekemîn qapax e. Tê de navê xebatê (Elîfbayê Kurdî), navê nivîskar (Xelîl Xeyalî yê Motkî), navê çapkirox (Kurdîzade Ehmed Ramîz) û sala çapê (1325) cih digire.

b) Di rûpela duyemîn de 34 tîpên elfabeyê hatine nivîsandin ku me van tîpan digel latîniya wan li jor da nîşan dan.

c) Di rûpelên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn de navê van tîpan û rewşa nivîsandina wan di ser û nav û dawiya bêjeyê de hatiye nîşandan.

d) Di rûpela şeşemîn û heftemîn de li ser rewşa dirêjkirina tîpan, tîpên bênuqte, tîpên biyeknuqte, tîpên bidunuqte û tîpên bisênuqte hatiye sekinandin.

e) Nivîskar di rûpela heştemîn de li ser bilêvkirina tîpan li gor ser û cer û ber yên erebî ku ji wan re “hereke” tê gotin sekiniye. Mînak: Be, bi, bu; te, ti, tu.

f) Di rûpela nehemîn de nivîskar behsa “tenwîn”a ‘erebî kiriye û bal kişandiye ku di zimanê kurdî de tenwîn nîn e. Çawa ku tê zanîn tenwîn di dawiya navdêrên erebî de cih digire û wekî du seran, du beran an jî du ceran tê bilêvkiin ku jê dengê “..en”, “..in”, “..un” tê der. Bo nimûne tîpa ب =B yê gava di dawiya navdêrek erebî de cih bigire wiha tê xwendin: Ben, bin, bun. Di rûpelên di pey re mînakên cûrbecûr cih girtine.

g) Di rûpelên 23 û 24an de di bin serenavê “Îbare” de nivîskar bi şiklê şiîrê hinek nesîhet kirine. Mînak: Ders bixwune, zimanê kurmancî ho be.

h) Nivîskar di rûpelên 24, 25 û 26an de hinek d‘ayên erebî nivîsandine. Ev duayên erebî di jêrenotan de ji aliyê me ve hatine wergerandin.

i) Di rûpela dawîn de di bin serenavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin:

“Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkê) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.

6- Çawa ku li jor tê dîtin tiştên ku ji aliyê me ve hatine nivîsandin di nav kevanê de hatine nîşandan.

7- Tevî jêrenotan ji aliyê me ve hatine bi karanîn..

8- Tiştek balkêş jî ev e ku Xelîl Xeyalî bêjeya “kurmanc” wekî “kurmac” bi kar aniye. Ango cih nedaye tîpa “n”yê. Berê me got qey viya kêmasiyeke çapî ye. Lê me dît ku Cemal Reşîd Ehmed di kitêba xwe ya bi navê “Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx” de dibêje ku di dema Mîrektiya Erdelan de Mîrê kurd yê bi navê Xusrev b. Muhemmed di destnivîsek xwe de bêjeya “kurmanc” wekî “kurmac” bi kar aniye û ev destnivîsa han di sala 1984an de li Moskovayê hatiye çapkirin.[7] Wê demê me fêm kir ku di nav hinek nivîskarên kurd ên berê de navê “kurmanc” wekî “kurmac” jî hatiye bikaranîn.

9- Elfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel latîniya wan ev in:
ا = Aa ب =Bb پ=Pp ت =Tt ث =Ss ج = Cc چ=Çç
ح = Hh خ =Xx د =Dd ذ =Zz ر =Rr ز =Zz ژ =Jj
س =Ss ش =Şş ص =Ss ض =Dd ط =Tt ظ =Zz ع =‘
غ =Ğğ ف =Ff ﭫ =Vv ق =Qq ك =Kk گ=Gg ل =Ll
م =Mm ن =Nn و =Ww ه =Hh لا=La ي =Yy
Ya Ellah, Ya Fettah, Ya Rezzaq

Musemma (Navdar) Di serî da Di ortê da Di dawî da[8] Esma
(Nav)
ا Aa Elîf
ب Bb Bê
پ Pp Pê
ت Tt Tê
ت Ss Sê
ج Cc Cîm
چ Çç Çîm
ح Hh Hê
خ Xx Xê
د Dd Dal
ذ Zz Zal
ر Rr Rê
ز Zz Zê
ژ Jj Jeyn
س Ss Sîn
ش Şş Şîn
ص Ss Sad
ض Dd Dad
ط Tt Tê
ظ Zz Zê
ع ‘ ‘Eyn
غ Ğğ Ğeyn
ف Ff Fê
ﭫ Vv Vê
ق Qq Qaf
ك Kk Kaf
گ Gg Gaf
ل Ll Lam
م Mm Mîm
ن Nn Nûn
و Ww Waw
ه Hh Hê
لا La La
ي Yy Yê

Herfên Tevlî
T
D
W
D
F
H
M
ع
V
C
G
Z
S
T
Q
S
Z
Z
R
X
J
Ş
L
H
ع (‘Eyn)
P
Y
K
S
N
Z
ا (Elif)

Hereke
Ziber = e Zêr = i Pêş = u
(Ser) (Cer) (Ber)
Cezm= ه Şedde = ّ Medde= È

Herfên med
ا (Elif) : Ziberê (Serê) dirêj dide xwendin
ي (y) : Zêrê (Cerê) dirêj dide xwendin
وُ (W) : Pêşê (Berê) dirêj dide xwendin

Herfên bê nuqte
ه و م ل ك ع ط ص س ر ل ح ا
A H L R S S T ‘ K L M W H

Herfên bi yek nuqte
ب =B ج =C خ =X ذ =Z ض = D

ظ =Z غ = Ğ ز = Z ف = F ن = N

Herfên bi du nuqte
ت = T ق =Q ي =Y

Herfên bi sê nuqte
پ = P ث = S چ =Ç ش = Ş ﭫ = V ژ=J
ي = Y و = W

Herfan orte û giran didine xwunden û bi îşaretki (Ù) wiha ji hev têne ferqkirin
Yek herf û yek hicaê hereke
Be
Pe
Te
Ce
Çe
De
Ze
Re
Ze
Je
Se
Şe
Se
De
Te
Ze
عَ
Ğe
Fe
Ve
Qe
Ke
Ge
Le
Me
Ne
He
We
Ye
Bi
Pi
Ti
Ci
Çi
Di
Zi
Ri
Zi
Ji
Si
Şi
Si
Di
Ti
Zi
عِ
Ği
Fi
Vi
Qi
Ki
Gi
Li
Mi
Ni
Hi
Wi
Yi
Un
Bu
Pu
Tu
Cu
Çu
Du
Zu
Ru
Zu
Ju
Su
Şu
Su
Du
Tu
Zu
عُ
Ğu
Fu
Vu
Qu
Ku
Gu
Lu
Mu
Nu
Hu
Wu
Yu

Tenwîna Erebî
En
Ben
Ten
Sen
Cen
Hen
Xen
Den
Zen
Ren
Zen
Sen
Şen
Sen
Den
Ten
Zen
عً
Ğen
Fen
Qen
Ken
Len
Men
Nen
Hen
Wen
Yen
İn
Bin
Tin
Sin
Cin
Hin
Xin
Din
Zin
Rin
Zin
Sin
Şin
Sin
Din
Tin
Zin
عٍ
Ğin
Fin
Qin
Kin
Lin
Min
Nin
Hin
Win
Yin
Un
Bun
Tun
Sun
Cun
Hun
Xun
Dun
Zun
Run
Zun
Sun
Şun
Sun
Dun
Tun
Zun
عٌ
Ğun
Fun
Qun
Kun
Lun
Mun
Nun
Hun
Wun
Yun
İxtar

Tenwîn di zimanê kurmncî da Tune û erebî da heye. Mîsal:
Qelben Qelbin Qelbun
‘Elîmen ‘Elîmun ‘Elîmin
Yek herf û yek hica bi herfê medd
Ziber(Ser) Zêr (Cer) Pêş (Ber)
Sivik Giran Sivik Giran
A Ê Î O Û
Ba Bê Bî Bo Bû
Pa Pê Pî Po Pû
Ta Tê Tî To Tû
Ca Cê Cî Co Cû
Ça Çê Çî Ço Çû
Ha Hê Hî Ho Hû
Xa Xê Xî Xo Xû
Da Dê Dî Do Dû
Ra Rê Rî Ro Rû
Za Zê Zî Zo Zû
Za Zê Zî Zo Zû
Ja Jê Jî Jo Jû
Sa Sê Sî So Sû
Şa Şê Şî Şo Şû
Sa Sê Sî So Sû
Ta Tê Tî To Tû
عَا عِى عِي عو عو
Ğa Ğê Ğî Ğo Ğû
Fa Fê Fî Fo Fû
Va Vê Vî Vo Vû
Qa Qê Qî Qo Qû
Ka Kê Kî Ko Kû
Ga Gê Gî Go Gû
La Lê Lî Lo Lû
Ma Mê Mî Mo Mû
Na Nê Nî No Nû
Ha Hê Hî Ho Hû
Wa Wê Wî Wo Wû
Ya Yê Yî Yo Yû

ه:’Elametê ser e, nayê xwendin
Be Pe Te Se Ce
Çe He Xe De Ze
Re Je Se Şe Se
De Te عَه Ğe Fe
Ve Qe Ke Ge Le
Me Ne He We Ye

Du herf û yek hica
Ziber (Ser) Ziber (Ser)
Sivik Giran Sivik Giran
Ev Av Ber Bar
Per Par Teb Tab
Cem Cam Çek Çak
Hel Hal Xef Xaf
Dev Dav Rez Raz
Zer Zar Jer Jar
Ser Sar Şeş Şaş
Sed Sad Tev Tav
عَرْ عَارْ Ğeb Ğab
Fel Fal Ver Var
Qez Qaz Kel Kal
Gef Gaf Mer Mar
Nev Nav Her Har
Weh Wah Yel Yal
Zêr Pêş
Sivik Orte Giran Sivik Orte Giran
İn Ên În Un On Ûn
Bir Bêr Bîr Bur Bor Bûr
Pir Pêr Pîr Pur Por Pûr
Cir Cêr Cîr Cun Con Cûn
Tir Têr Tîr Tub Tob Tûb
Çit Çêt Çît Çuk Çok Çûk
Çih Çêh Çîh Hut Hot Hût
Hik Hêk Hûk Hub Hob Hûb
Xir Xêr Xîr Xun Xon Xûn
Diz Dêz Dîz Duz Doz Dûz
Riz Rêz Rîz Ruz Roz Rûz
Ziv Zêv Zîv Zur Zor Zûr
Jin Jên Jîn Jur Jor Jûr
Sil Sêl Sîl Suk Sok Sûk
Şir Şêr Şîr Şur Şor Şûr
Tir Têr Tîr Tuq Toq Tûq
عِلْ عىل عِيل عُر عور عوور
Ğik Ğêk Ğîk Ğul Ğol Ğûl
Fil Fêl Fîl Ful Fol Fûl
Qir Qêr Qîr Qul Qol Qûl
Kir Kêr Kîr Kur Kor Kûr
Gir Gêr Gîr Kur Kor Kûr
Lik Lêk Lîk Lur Lor Lûr
Mir Mêr Mîr Mur Mor Mûr
Nir Nêr Nîr Nur Nor Nûr
Niv Nêv Nîv Nuk Nok Nûk
Hin Hên Hîn Hur Hor Hûr
Wil Wêl Wîl Wul Wol Wûl
Yik Yêk Yîk Yun Yon Yûn

Sê herf û yek hica[
Ehd Bext Çerx Heşt Xerc Cerd Zehf Meşk Peşk Hesp Birk Tirp Çilm Dirp Zirq Rind Kirm Pişk Lehd Hirç Wird Burc Hukm Fikr Kurt Xurt Muşt Kulm Xurc Kunc Qurç Kunk Ask Bask Pars Rast Mast Bîst Sîrt Şêzt Çîzt Mêrg Sênk Bûst Post Dost Xort Gurt Goşt. Xewn Dewr Şewq Fewt Heyf Gewr ‘Ewr Hewş Kewş Heyf Deyn Zeyt ‘Eyb Ğeyb Qeyd Meyl.

Lefzê şedde
Rebb Xett Berr Qedd Sedd Şedd ‘Edd
Lefzê bi hemzeyê elîf
Edeb İzin Sual Qur’an Mu’min Ru’yet
ا و ي (Elif, Waw Yê) ‘Elametê Hereke ne
Lefzê du hicaî

Badan Palan Talan Razan Şadan Kalan Valan Qalan Gavan Garan Beran Beraz Tebat Delav Serad Deman Qedar Kemal Telaq Tifaq Xirab Zirav Silav Firaq Kiras Miraz Qulat Kulav Kulan Xunav Beden Deber Henek Gelek Kelem Tifik Sivik Şimik Qijik Kiçik Sirik Çiçik Jinik Berik Terik Kerik Selik Qetik Şekir Serik Memik Pepik Pale Tawe Xaşe Maşe Sade Kawe Paçe Male Pere Mene Deve Şepe Çire Şile Qire Kire Kele Evî Bejî Devî Geyî Tilî Kirî Mirî Şilî Tirî Penîr Telîs Heqîq Ğerîb Hekîm Birîn Cirît Qirîn Kirîn Şirîk Xulîk Kurîk Avis Paxir Qalik Klik Bawer Bacîk Tacîk Paxîl Yaşîv Aşîv Kadîn Tenûr Qebûl Kevok Hevor Melûl Bilûr Piçûk Dirov Kilor Kirûf Tulû’ Ğurûb Poxik Şonik Tolik Koxik Gomik Poxîn Doxîn Bîrov Pîçûk Çîrok Tîrik Tîjik Kêrik Mêrik Şîrîn Arvan Berwar Kirdan Mujgan Şermok Axçîk Pîrejin Nêremok Şêremêr Tarîgan Kornigan Biraza Berbû Qenter Kereng Kêvjal Kîvroşk Dendik Çeltûk Petpîtok Çavînok.

Lefzê sê hicaî
Sermiye Germiyan Misliman Cendere ‘Erebe Textirme Kelbetan ‘Erbane Şiyandin.
Îbare
Xwedê ‘elîm e
Sevab bike
Guneh meke
Hêviyê mebir
Limêj bike
Rojî bigir
Xêr bike
Dilê keskî mehêle
Kubarî meke
Ji mezinan re hurmet bike
Destê wan ramûse
Edebê hîn be
Perpîj mebe
Hindik bêje
Zehf godarî bike
Mirovî kamil kamil û ‘aqil be
Rihet rûne
Ders bixwûne
Zimanê kurmancî ho be
Dê û babê xwe hez bike
Ji xeberê wan der mekeve
Bextiyariya du ‘alem di xwendin û nivîsandinê da ye
Bê van tiştik nabe
Diyarê xwe jî Evbeçîn
Lewra muhebbeta welat ji îmanê ye
Bi cennetê xwe jî xelas ke.

Ebced. Hewwez. Huttî. Kelemen. Se’fes. Qereşet. Sexez. Dezuxîlen. Fetebarkellahu ehsenu’l-xaliqîne.
Rebbî yessir. Wela tu’essir. Rebbî temmim bi’l-xeyri. Rebbî zidnî ‘ilmen we fehmen.Wela tezidnî zulmen we cehlen.

Ettehiyyatu,el-Mubarekatu,es-Selewatu,et-Teyyibatu Lillahi. Esselmu ‘eleyke eyyuhe’n-nebiyyu we rehmetullahî we berekatuhu. Esselamu ‘eleyna we ‘ela ibadillahi salihîne. Eşhedu ella ilahe illellahu we eşhedu enne Muhemmeden ‘ebduhu we resûluhu. Ellahumme selli ‘ela Muhammedin we ‘ela ali Muhemmed. Kema selleyte we sellemte we barekte we rehimte we terehhemte ‘ela İbrahîme we ‘ela ali İbrahîme. Fi’l-alemîne inneke hemîdun mecîd.

Amentu billahi we melaiketihi we kutubihi we rusulihi welyewmi’l-axiri we bilqederî xeyrihî we şerrihî minellahî te’ala welbe’su be’delmewtî heqqun.
Eşhedu ella ilahe illellahu we eşhedu enne Muhemmeden ‘ebduhu we resûluhu.
Innî weccehtu wechiye lillezî fetere’s-semawati we’l-erde henîfen muslimen wema ene mine’l-muşrikîn. Qul inne selatî we nusukî we mehyaye we mematî lillahi rebbi’l-alemîn. La şerîke lehu we bizalike umirtu we ene ewwelu’l-muslimîn.

Qunût
Ellahummehdinî fîmen hedeyte, we ‘afinî fîmen ‘afeyte, we tewellenî fîmen tewelleyte, we barik lî fîma e’teyte, weqinî şerre ma qedeyte. İnneke teqdî wela yuqda ‘eleyke, we innehu la yezillu men waleyte, wela ye’izzu men ‘adeyte, tebarekte rebbena we te’aleyte. Nestexfiruke we netûbu ileyke, we sellellahu ”ale’n-nebîyyî.

Rica
Behayê vê ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkên) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê Kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye.

#Silopî#, Zinar Mes’eletu #Kurdistan# (#Doza Kurdistan#), Pêşkêşkirox: Îzedîn Mistefa Resûl, çapa duyemîn, Beyrut, 1997, r.33-35
Rojî Kurd, 1913, hejmar:3, r. 21-22 (Amadekar: Cemal Xeznedar).
Nûrsî, Seîd İki Mektebê Musîbet (Di nav “Asarê Bedî‘iye” de), r.334 -335.
Bayrak, Mehmet, Açık-Gizli Resmi-Gayr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri, Enqere, 1994, r.462-505.
Tahir Tewfîq, Hogir. el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye, çapa yekem, Erbîl, 2005.Ji bo agahiyên derbarê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî di vê kitêbê de binêrin r. 23-40.
Elîfbêya Kurdî, muherrir (nivîskar): Xelîl Xeyalî, Çapxana Hîvda , çapa yekem, Stenbol, 2004.
Reşîd Ehmed, Cemal, Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx , Erbîl, 2003, I, 61.
Ji ber ku li gor ser û nav û dawiya bêjeyan di rewşa tîpên latînî de guhartin çênabe û guhartina bi vî hawayî taybetiyek elfabeya erebî ye, sitûnên mînakan vala mane.
Tevê van mînakan di eslê xwe yê erebî de yek tîp in. Lê çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî ji bilî rêza yekemîn du tîp derdikevin holê. Ango herekeyên ser û cer û ber jî wekî tîpan xwe nîşan didin û tên nivîsandin.

Ev tîp gerçi nayê bilêvkirin lê di nivîsandinê de tê xuyakirin. Di bêjeyên ku îro li gor elfabeya Kurdistana Iraqê tên nivîsandin de ev tîpa ku nayê xwendin tîpa beriya xwe bi dengê “e” dide xwendin û bi tîpa piştî xwe ve nayê zeliqandin. Mînak: بَه رف =berf.
Çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî gelek ji van mînakan wekî sê tîp derdikevin holê û bi sê tîpan tên nivîsandin.
Çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî gelek ji van mînakan wekî çar tîp derdikevin holê û bi çar tîpan tên nivîsandin.
Li gor hinek riwayetan ev navê hinek qebîleyan in ku ereban tîpên ku di elfabeya wan da hene ji van navan girtine. Bo nimûne tîpên “e, b, c, d” ji navê “Ebced” hatine girtin. Tîpêna “h, w, z” ji navê “Hewwez” hatine girtin.
Xwedayê ku afirînerê herî baş e, pîroz e.
Ey Rebê min, tu tiştan li ser min hêsan bike, zor meke. Tiştên ku ez bikim ji min re bi xêrê temam bike. Ey Rebê min, tu ilm û fêmkirina min zêde bike, zilm û nezaniyê li min zêde meke.

Saxîtî, pîroztî, dia û nimêj, başîtî û rindayî ji Xwedê re ne. Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser te be ey Pêxember! Silav hem li ser me hem jî li ser bendeyên Xwedê yên qenc be. Ez şahidî dikim ku ji bilî Xwedê qet îlahek heqîqî tuneye û ez dîsa şahidî dikim ku Muhemmed bende û qasidê wî ye. Ey Xwedanê me, çawa ku te li ser Îbrahîm û malbata wî selat û silav hanîne û te ew pîroz kirine û tu li wan hatî rehmê, her wisa li ser Muhemmed û malbata wî jî selat û silavan bînî. Ey Rebbê me, di nav hemû ‘aleman de yê ku layiqê pesn û camêriyê be her tu yî.

Ez bi Xwedê, bi melaiketên wî, bi kitêbên wî, bi pêxemberên wî, bi roja axretê û bi qedera ku xêr be jî şer be jî ji Xwedê ye îman tînim
Bê guman min berê xwe rasterast daye wî Xwedayê ku ezman û erd afirandine. Ez ji wan kesên ku ji Xwedê re şirîkan çêdikin nîn im. Tu wiha bibêje: Bê guman nimêja min, ‘îbadetê min , jiyana min, mirina min, tev ji bo Xwedê ne ku temamê aleman wî afirandiye. Qet kesek şirîkê wî tuneye. Emrê min bo vî tiştî hatiye kirin û yekemîn ji misilmanan ez im.

Xwedayê min, tu min hîdayet bike û min jî têxe nav wan kesên ku te ew hîdayet kirine. Tu efiyetê bide min û min jî têxe nav wan kesên ku te efiyet daye wan. Tu ji min re jî bibe dost û min jî têxe nav wan kesên ku tu ji wan re bûyî dost. Te çi daye min ji min re pîroz bike. Min ji şerê wan tiştên ku tu tînî holê mihafeze bike. Tu li her tiştî hikim dikî, lê li te nayê hukimkirin. Tu bi kê re dostaniyê bikî ew qet zelîl nabe û tu bi kê re dijminatiyê bikî ew jî qet ‘ezîz nabe. Ey Rebbê me, tu ji berê ve pîroz î û mezin î. Em ji te efukirinê daxwaz dikin û di hizûra te de tewbe dikin. Selat û silavên Xwedê li ser Pêxember bin.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,479 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 16
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 17-01-2018 (6 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: پەروەردە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 27-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 28-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 27-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,479 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
25-03-2024
زریان سەرچناری
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,875
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,718
ڤیدیۆ 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.235 چرکە!