پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,237
وێنە 102,970
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,726
ڤیدیۆ 1,191
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
Elîyê Teremaxî û Dîtinên Wî Yên li Ser Rêçikên Rêzimana Kurdî li Gor Pirtûka wî ya bi Navê ” Destûra Zimanê Erebî bi Kurdî Digel
خانمانی کوردیپێدیا، ئازار و سەرکەوتنەکانی ژنانی کورد لە داتابەیسی نەتەوەکەیاندا هاوچەرخانە ئەرشیڤدەکەن..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Elîyê Teremaxî û Dîtinên Wî Yên li Ser Rêçikên Rêzimana Kurdî

Elîyê Teremaxî û Dîtinên Wî Yên li Ser Rêçikên Rêzimana Kurdî
Çend Gotin Derbarê Elîyê Termaxî û Pirtûka wî da
Amadekar: Mamoste Qedrî

Eliyê Teremaxî zimanzan û wêjekarekî kurd ê navdar e. Ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mosil, Besra, Bexdad û “Camiu’l-Ezher”a Misrê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.
Di dema Eliyê Teremaxî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji kitêbên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000’ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi kurmancî kitêbek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev zimanzanê kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê farisî û kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.
Wêjekarê kurd ê navdar Mela Mehmûdê Beyazîdî di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê Erzeromê Aleksander Jaba kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.
Reşîd Findî, rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana kurdî aniye zimên, di kitêba xwe ya bi navê “Eliyê Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e” (Bexdad, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de -çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê qebûlkirin.
Elî Teremaxî di diyarkirina dîtinên xwe yên li ser rêçikên rêzimana kurdî de term û bêjeyên wê demê bi kar anîne, ku ev term û bêjeyên han bi giranî erebî ne. Çawa ku me got, Reşîd Findî jî dest nedaye tekstên Teremaxî û wan bi şiklê xwe yên orijînal qeyd kirine. Lê kesê ku têra xwe di ziman û rêzimanê erebî de pispor nebe, mimkûn nîn e ku ji van gotin û term û bêjeyan fêm bike. Ji ber vî, me xwest ku em hem orijînala wan bi tîpên latînî binivîsînin hem jî wan wergerînin kurdiya nûjen. Em di vê nivîsa xwe de cih nadine nirx û şîroveyên li ser kêmasî û uslûban û em dest nadine mînakên orijînal yên ku Teremaxî bi kar anîne û Findî qeyd kirine. Lewra niyeta me ew e ku em di demek bê de hem vê xebata Teremaxî, hem jî xebata Yusuf Ziyadîn Paşa ya li ser rêzimana kurdî di pirtûkek de bicivînin û bi hûrgilî li ser wan bisekinin.
Fesl di behsa fê’la mudarî da ye
Di zimanê Kurmancî da pênc sîğe bi der dikevin, zêde nabin. Weku niha:
Diçî, diçe, diçin, diçim, diçîn.
Ef’alêd mayî jî li van qiyas bike. Evne pênc siyeğan ji demayirêd kurmancî hene. Weku niha:
Tu, ew, hûn, ewan, em, me.
Eve şeş demîr jî demayirêd wan ef’alan ne, digel wan têne ’emilandin.
(Ev) qisim derbarê lêkera dema niha da ye
Di zimanê kurmancî de pênc rawek çê dibin, zêde nabin. Mînak:
Diçî, diçe, diçin, diçim, diçîn.
Lêkerên din jî li van qiyas bike. Ji bo cînavkên Kurmancî pênc rawek hene. Mînak:
Tu, ew, hûn, ewan, em, me.
Ev şeş cînavkên han jî cînavkên wan lêkeran in, bi wan re tên bikaranîn.
Fesl- di behsa emrê hadirî da ye
Me’lûm bibe ku emrê hadirî bi herfa “ba”yê dibe. Weku ba di îbtîda da waki’ bibî ‘elametê emrê ye. Bi zimanê kurmancî Dîsanê pênc sîğe di emrê hadirî da jî dibe.
Mesela weku niha:
Bide : Yanî mufredê muxateb e; çi muze- kker e çi muennes e.
Bidet : Yanî mufredê ğayib e; çi muzekker e çi muennes e.
Bidin : Yanî hûn tesniye û cem’a ğayiban; çi muzekker çi muennes e.
Bidim : Yanî ez ku mutekellim wehde me.
Bideyin: Yanî em ku mutekellim me’elğeyr in, em bideyin…
(Ev) qisim derbarê raweka fermanî da ye
Bila bê zanîn ku raweya fermanî bi daçeka “bi”yê çê dibe. Heke “bi” di serî de cih bigire nîşana fermaniyê ye.
Mînak:
Bide: Ango kesê duyemîn e, çi nêr dibe çi mê.
Bidet: Ango kesê sêyemîn ê yekjimar e, çi nêr dibe çi mê.
Bidin: Ango hûn du kes û pirjimarên sêyemîn, çi nêr dibin çi mê.
Bidim: Ango ez ku kesê yekemîn ê yekjimar im.
Bideyin: Ango em ku kesên yekemîn ên pirjimar in.
Fesl- di behsa mesderê da ye
Mesder goya eslê fê’lê ye; bê zeman û bê fa’il û mef’ûl e; mutleq ‘ibaretê wê fê’lê ye. Mesela weku niha lefzê “fê’l” bixwu mutleq ibaret e ji kirinê. Lakîn mucerred e ji zemanê û mesder e. Mesadirêd ef’alêd Farisiyê ne île di axirê wan da “dal” tunine, belku ekserî “ya” û “nun” dibin. Mesela weku niha:
Kirin, birin, xwerin
Yanî mutleq kirin û birin û xwerin mirad e. Paşê weku sîğe jê cuda dibin wê weqtê fê’l û fa’il û mef’ûl û madî û mudari’ jî melûm dibe.. Di Kurmancî da jî ‘elametê mudari “dal” e di îbtîda da dibe, eger fê’l mite’edî be. Mesela weku niha:
Dide, dibe, diçe
Eger fê’l lazim bî êcarê ew “dal” di axirê fê’lê da heye. Weku niha:
Siwar dibe, radibe, radike
Evne jî fê’lêd mudari, ‘elametê fê’la mudari “dal” e, lakîn di axirê kelîmeyê dibe.
(Ev) qisim derbarê raderê da ye
Rader wekî eslê lêkerê ye; bê dem û kirde û bireser e. Hew tenê ibaretê ji kirinê ye. Bo nimûne bêjeya “fê’l”(kirin)ê bixwe jî bi tenê ibaretê ji kirinê ye. Lê ji demê vala ye û rader e. (Raderên kurmancî wekî) raderên lêkerên farisî ne. Lê di dawiya wan de “d” tuneye. Belkî bi piranî “y” û “n” dibin.
Mînak:
Kirin, birin, xwerin
Ango hew tenê kirin û birin û xwerin mabest e. Piştî ku rawek jê çê dibin wê demê lêker û kirde û bireser û dema borî û dema niha jê tê zanîn.. Di kurmancî de jî nîşana dema niha “di” ye. Eger lêker gerguhêz be di serî de dibe. Wekî niha:
Dide, dibe, diçe
Heke lêker negerguhêz be, vê carê “di” di dawiya lêkerê de tê. Wekî niha:
Siwar dibe, radibe, radike
Vanan jî lêkerên dema niha ne. Nîşana lêkera dema niha “di” ye, lê di dawiya bêjeyê de dibe.
Fesl- di behsa îsmê fa’ilê da ye
Îsmê fail, navê failê wê fêlê ye. Lakîn di elfazêd kurmancî bixwe serê îsmê fail bi lefiz bitenê nabî; belku lazime lefza “ê” di berî wî kelamî bête zikirkirin. Weku niha ji boy mufredan dibêjî:
Ê kuştî, ê kirî, ê xwerî
Evne mufred in. Çi muzekker çi muennes, hadir çi ğaib.
Emma îsmê fa’ilêd tesniye û cem’êd zimanê kurmancî bi ğeyrê ji lefza “ê” di îbtîda da, di axirê da lefza “nûn” û “ha” yek dibî ku delalet dike ku ev fa’ilane tesniye we yaxud cem’ in. Mesela weku niha:
Ê kuştine, ê kirîne, ê xwerîne
Yanî ew tesniye û cem’êd ku kuştî ne û kirî ne û xwerî ne.
(Ev) qisim derbarê parenga lebatî da ye
Parenga lebatî navê kirdeyê wê lê- kerê ye. Lê di peyvên kurmancî de parenga lebatî bi serê xwe tenê nabe. Belkî lazim e peyva “ê” berya wê bê gotin. Bo nimûne ji bo yekjimaran wiha dibêjin:
Ê kuştî, ê kirî, ê xwerî
Evan yekjimar in. Çi nêr dibin çi mê, çi kesên duyemîn dibin çi sêyemîn.
Welê parengên lebatî yên ji bo du kes û pirjimaran di zimanê kurmancî de ji bilî peyva “ê” di serî de, di dawiyê de peyva “n” û “e” yê (jî) dibe û diyar dike ku ew kirdeyên han du kes in an jî pirjimar in. Wekî niha:
Ê kuştine, ê kirîne, ê xwerîne
Ango ew du kes û pirjimarên ku kuştine û kirîne û xwerîne.
Fesl- di behsa ismê mef’ûlê da ye
Ismê mef’ûl nav e ji boy wî tiştekî ku ew fê’l li ser wî tiştî we yaxud ser wî mirovî waki’ bûye. Lakîn di ismê mef’ûlê zimanê kurmancî da di axirê da lefza “ya” dibê. Ew ‘elametê ismê mef’ûlê ye.
Weku niha:
Kuştî û birî û girtî
Evne nav in ji boy mufredêd meqtûl û birî û girtiyan. Yanî ferdek hatiye kuştin û birin û girtin; çi muzekker çi muennes, çi hadir çi ğaîb e.
Emma tesniye û cem’êd wan jî “ya” û “elif” û “nûn” dibin. Mesela weku niha:
Kuştiyan, biriyan, girtiyan
Evne ji boy tesniye û cem’êd îsmê mef’ûlan e. Yanî evne ismê ji boy tesniye û cem’êd meqtûlan û şey’ê birî û mehbûsan; çi muzekker çi muennes, çi hadir e û çi jî ğayib e.
(Ev) qisim derbarê parenga tebatî da ye
Parenga tebatî nav e ji bo wî tiştê ku ew kirin li ser wî tiştî an jî li ser wî mirovî tê holê. Lê di parenga tebatî ya zimanê kurmancî de di dawiyê de peyva “-î” dibe. Ew nîşana parenga tebatî ye.
Wekî niha:
Kuştî û birî û girtî
Ev nav in ji bo yekjimarên kuştî û birî û girtî. Ango kesek hatiye kuştin û birin û girtin. Çi nêr dibe çi mê, çi kesê duyemîn dibe çi sêyemîn.
Welê du kes û pirjimarên wan jî (bi) “y” û “a” û “n” (-yan)dibin.
Wekî niha:
Kuştiyan, biriyan, girtiyan
Ev ji bo du kes û pirjimarên parengên tebatî nin. Ango ev nav in ji bo du kes û pirjimarên kuştî û tiştên birî û girtiyan. Çi nêr dibe çi mê, çi kesê duyemîn dibe çi sêyemîn.
Fesl- di behsa nehyê da ye
Me’lûmê te bibe, ku nehiy bi me’na men’ e. Yanî men’a fê’la şolekî ye. Ew jî ‘eksa emrê ye. Lewra ew emrê bi fê’la wî şolî ye, lakîn nehiy men’a fê’la wî ye.
Nehya kurmancî jî hisêb ke ku ew jî mîslê nehya farisî ye; ew jî bi “mîm” û “nun” e. Weku niha dibêjî:
Meke, meken, neke, neken, nakem, nakeyin
(Ev) qisim derbarê neyînîya raweya fermanî da ye
Divê tu bizanî, ku wateya neyiniya raweya fermanî qedexekirin e. Ango qedexekirina tiştekî ye. Ew jî ‘eksa fermaniyê ye. Lewra fermanî emrê bi kirina wî tiştî ye, lê neyiniya fermanî qedexekirina kirina wî ye.
Neyiniya raweya fermanî ya kurmancî jî hema bibêje ku wekî ya karisî ye; ew jî bi “me-” û “ne-“yê ye. Wekî niha:
Meke, meken, neke, neken, nakem, nakeyin
Fesl- di behsa ğayib da ne û demayirêd wan da ye
Demayirêd ğayibêd zimanê kurmancî jî hisêb ke weku zimanê farisî ye:
Ew, ewî, wan, ewan
Demayirêd ğayibe evne, me’lûmî te ye.
(Ev) qisim derbarê kesên sêyemîn û cînavkên wan da ye
Cînavkên kesên sêyemîn yên zimanê kurmancî jî hema bibêje mîna (yên) zimanê farisî ne:
Ew, ewî, wan, ewan
Cînavkên kesên sêyemîn ev in, tu dizanî.
Fesl- di behsa demayîrêd hadire ye
Melûmê te bibe ku ji boy hadiran jî mexsûs e demîr hebin.
Weku niha:
Tu, ez, em, hûn
Ev demirene zav mîsal heyin, lakîn hinde qeder ji boy mubtediyan kafî ye. Tefsîla wan ji kitêbêd serfê me’lûmê te dibî…
(Ev) qisim derbarê cînavkên hazir (kesên duyemîn û yekemîn) da ye
Tu bizan ku divê ji bo kesên hazir jî cînavkên taybet hebin.
Wekî niha:
Tu, ez, em, hûn
Ev cînavkên han gelek mînakên xwe hene. Lê ji bo nûdestpêkeran ev qas bes e. Tu dikarî kîtkîteya wan ji pirtûkên li ser rêziman hîn bibî.
Fesl- di behsa îsma da ye
Esmaêd kurmancî jî mufred cuda ne. Weku niha ferdek ji vana. Lakîn tesniye û cem’êd wan jî weku farisiyan bi elif û nûnan têtin.
Weku niha:
Merevan, daran, hespan
Evne ji boy tesniyeyê jî û cem’ê jî têtin û ferqa muzekker û muennesî jî nabê. Yanî ji vana herdu û cema’etek jî dibin…
(Ev) qisim derbarê navdêran da ye
Cînavkên kurmancî jî yekjimar cuda ne. Wekî niha kesek ji vana. Lê du kes û pirjimarên wan jî mîna yên farisî bi “a” û “n” tên.
Mînak:
Merevan, daran, hespan
Ev ji bo du kesan jî, ji bo pirjimaran jî tên û ferqa nêrîtî û mêyîtiyê jî çê nabe. Ango hem ji bo van herduyan hem jî ji bo komeke dibin.
Fesl di behsa esmau’l-işare da ye
Esmau’l-işaretêd kurmancî jî heyin. Weku niha:
Ev : ji boy hadirê mufred çi muzekker çi muennes.
Evne û evana : ji boy tesniye û cem’êd hadiran bîla ferq.
We : ji boy mufredê muxatebê hazir e bîla ferq.
Wan, ewan : Ev herdû jî ji boy tesniye û cem’êd ğayiban in bîla ferq.
(Ev) qisim derbarê cînavkên şanîdanê da ye
Cînavkên şanîdanê yên kurmancî jî hene. Wekî niha:
Ev : Ji boy kesê duyemîn ê yekjimar e, çi nêr dibe çi mê.
Evne û evana: Bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo du kes û kesên duyemîn ên pirjimar in.
We : Bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo kesên duyemîn ên pirjimar e.
Wan, ewan: Ev herdu jî bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo du kes û kesên duyemîn ên pirjimar in.
Fesl di behsa nîda da ye
Me’lûmê te bibe nîda bi me’na gazîkirin e. Yanî gazî ferdekî û ya cema’ etekê bikey. Ew jî mexsûsê serfa nîdayê heye. Di zimanê kurmancî jî herfa nîdayê lefza (Ê), weku niha:
Ê Miho, Ê ‘Eyşê
(Ya)ya di axirê ‘elametê tenîsê ye..
(Ev) qisim derbarê baneşanê da ye
Divê tu bizanibî ku baneşan bi me’na bangkirinê ye. Ango gazîkirina te ya kesekî an jî komekê ye. Ew jî taybetmendî serfa gazîkirinê ye. Di zimanê Kurmancî de jî tîpa baneşanê “Ê” ye. Mînak: Ê Miho, Ê ‘Eyşê.
Fesl – di behsa îstîfhamê da
Îstîfham ew e ku dixweze ku tiştekî pirsiyar bike û fehm bike ku bûye û yanê nebûye…
Îstîfham di zimanê farisî û kurmancî da, herdûkan jî bi lefza (Aya).. Di zimanê kurdî jî weku niha dibêjî ku:
Aya serê heyvê bûye?
Eve jî îstîfhama kurmancî ye.
(Ev) qisim der barê pirsîyarîyê de ye
Pirsiyarî ew e ku yek dixwaze ku tiştekî pirs bike û fêm bike ku (ew tişt) buye an nebuye…
Pirsiyarî di zimanê farisî û kurmancî de, di herdukan de jî bi peyva “aya” ye. Di zimanê kurdî de jî wiha dibêjî:
Aya serê heyvê bûye?
Pirsiyariya kurmancî jî ev e.
Fesl – di behsa mudaf û mudafun îleyhî da ye
Ev mudaf û mudafun îleyh, di hemû lîsanan da heye û lazim e. Yanî nisbet tiştekî bi bal yekê dinê de. Ew tiştê berê mudaf dibêjin û tiştê paşîn mudafun îleyh dibêjin.. Di zimanê kurmancî da elametê îdafeyê (ya) ye di axirê mudafê da lefz dibî. Ew elamet e evne mudaf û mudafun îleyhî ne. Mesela weku niha:
Hespê Xwace, Kurê Mela, Ğulamê Mîr
Ev (ya)ye delalet dike ku evne mudaf û mudafun ileyhi ne…
(Ev) qisim derbarê raveber û ravekarê de ye
Ev raveber û ravekar di hemû zimanan de hene û pêwîst in. Ango pêwendiya tiştekî bi bal yekê din de. Ew tiştê berê jê re dibêjin raveber û ji tiştê paşîn re jî dibêjin ravekar. Di zimanê kurmancî de veqetandeka ravekê “ê” ye ku di dawiya raveberê de tê bilêvkirin. Ew (veqetandek) dibe nîşan ku ew herdu bêje raveber û ravekar in. Wekî niha:
Hespê Xwace, Kurê Mela, Xulamê Mîr
Ev “ê” dide nîşandan ku vana raveber û ravekar in.
Fesl – eve jî mucerred di behsa nisbetê
Mesela weku mirovekî we yaxu malekî nisbet bidey bi bal cihekî, ew jî di hersê lîsanan da bi lefza (ya) dibî û ji wê (ya)yê, ya nisbetê dibêjin.. Weku niha:
Bexdadî
Yanî ev mirov mensûb e bi bal Beğdayê û ji ehlê wê derê ye.
Di lîsanê farisî û kurdî da jî;
(Besrewî) farisî,
(Şamî) bi kurdî
(Ev) qisim jî hew derbarê pêwendîyê da ye
Bo nimûne heke tu pêwendiya mirovekî an jî malekî bi bal cihekî ve bikî, ew jî di her sê zimanan de bi qertava “-î”yê dibe û ji wê re qertava pêwendiyê dibêjin. Mînak:
Bexdadî
Ango ev mirov pêgirî bi bal Bexdayê ve ye û ehlê wê derê ye.
Di zimanê farisî û kurdî de jî:
(Besrewî) farisî,
(Şamî) bi kurdî
Çavkanî: Kovara BÎR, Jimar: 1, Bihara 2005, #Dîyarbekir#, r. 192-198
Ji bo agahiyên bêtir derbarê Elî Teremaxî binêrin: Muhemmed Emîn Zekî Beg, Hulasetu Tarîhi Kurd ve Kurdistan, wergêr ji bo Erebî: Muhemmed ‘Elî ‘Ewnî, çapa duyemîn, Beyrut, 2003, cild: 2, r. 293; eynî nivîskar, Kürd ve Kürdistan Ünlüleri, Wergêrên ji Erebî ji bo Tirkî: M. Baban. M. Yağmur, S. Kutlay, çapa duyemîn, weşanên Apec, Spanga/Sweden, 1998, r. 271; Kamûran Elî Bedirxan – Luîs Paul Margret, Dirasetun Fi’ş-Şi’ri’l-Kurdî, Wergêr ji bo Erebî: Refîq Hilmî, Paris, 1937, r. 14-27; Bilêç Şêrko, el-Qadiyyetu’l-Kurdiyye: Madi’l-Kurd ve Hadiruhum, Kahire, 1930, r. 23-24; Marif Xeznedar, Destûrê Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî, çapxana Daru’z-Zeman, Bexdad, 1971; Ýzzeddin Mustefa Resûl, el-Waki’îyye Fi’l-Edebi’l-Kurdî, Beyrut, r. 57-59; Reşîd Findî, Elî Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e, Bexdad, 1985; Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, çapa yekemîn, Stenbol, 2002, r. 387-390; Ýslam Ansiklopedisi, Stenbol, 1955, cild: 6, r. 1114.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,312 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 26
وێنە و پێناس
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 27-07-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕاپۆرت
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 26-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 28-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 26-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,312 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.168 KB 26-10-2022 سارا کامەلاس.ک.

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
31-05-2018
سەریاس ئەحمەد
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,237
وێنە 102,970
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,726
ڤیدیۆ 1,191

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.187 چرکە!