图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,013
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
İsmail Beşikci: Pêwendîyên kes û civatê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İsmail Beşikci: Pêwendîyên kes û civatê

İsmail Beşikci: Pêwendîyên kes û civatê
Dewletên ku #Kurdistan#ê û #kurd#an parve kirine, parçe kirine, di derbarê kurdan da gelek fikrên nehênî (negatif) gotine û wan geş kirine; di derbarê kurdan da gelek hestên nehênî çêkirine. Van hestan, van fikran, bi kurtayî mirov dikare weha raxîne meydanê: Kurd, xelkekî paştamayî (ilkel e) ye, ew nikarin xwe bi rêve bibin. Heta nuha miletên ku di medenîyetê da pêştatir bûn, li ser wan hukm kirin. Di rêvebirîya li ser kurdan da ereb, faris û tirkan rolên gelek girîng lîstine. #Kurdî#, zimanekî paştamayî ye. Ne mumkun e ku kurd bikaribin bi vî zimanê paştamayî têkilîyan bi dinya medenî ra dayne û bikeve nav dinyayê. Encax bi erebî, farisî û tirkî dikarin bikevin nav dinyayê.
Pêvajoya ku şikil daye fikrên civatên ereb, faris û tirk di derbarê Kurdistan û kurdan da, van fikrên nehênî yên dewletan bûne. Çêbûn û geşbûna hestên ereban, farisan û tirkan di derheqê kurdan da, ji rewşa nehênî yên van dewletan çêbûne. Ev sedsal e ku van dewletan bi propagandayeke bi hêz, van hest û fikrên nehênî pêkanîne. Dezgahên perwerdeyî, eskerî, kargêrîyên civatî yên van dewletan, di vê propagandayê da rolên çalak (aktif) girtine ser xwe. Çapemenî, vatinîyeke (wezîfe) bi tesîr anîye şûnê. Du dezgahên esasî yên dewletê, zanîngeh û dadwerî, di pêvajoya propagandayê da bi awayeke çalak hatine xebitandin. Dezgahên wek dîn, malbat û spor bi vî awayî di çarçoveyeke fireh da hatine xebitandin.
Di navbera civat û kesayetîyê da têkilîyeke pir qeîm heye. Ev hest û fikrên civatî, şikil dide ku hest û fikrên kesayetî biafirîne û hewildan û rewşa wan ra rê nîşan bide.
Çawa ku van dewletan hest û fikrên nehênî di nav civatên ereb, faris û tirkan da dane ajotin û çinandin; heman hest û fikran di nav civatên kurdan da jî dane ajotin û çinandin. Tevdîl û kirinên van dewletan yên nêzîkî sedsalî bûne semedê ku hest û fikrên kurdan jî li gora daxwazên dewletan şikil bistîne. Ev, rewşeke welê xirabkirî çêkirîye ku hestên xwe bi xwe bawerkirinê yên kurdan ji wan dûr ketine. Hest û fikrên wek; ”Ji dervayî ereban em nikarin bijîn”, ”Encax bi tirkan ra em dikarin bijîn” bi vî awayî xuluqîye. Tê gotin ku ”baş e ku erebî, farisî, tirkî heye ku em bi saya wan bi dinya medenî ra dikarin têkilîyan çêkin, bikevin nav dinya medenî.” Gelek kurd difikirin ku ew ji dervayê ereb, faris û tirk nikarin jîyanê bidomînin.
Di navbera kesayetên kurd û civata kurdî da têkilîyeke xurt heye. Ev hest û fikrên ku di kesayetên civata kurdî da çêbûye, ew şikil dide hest û fikir û helwestên kurd. Ev jî tê maneya helandina bawerîya xwe bixwetîyê.
Ev dused sal e ku kurd têkoşîna azadî û welatevînîyê didomînin. Ev tê wê wateyê ku jibo afirandina pêşedemeke baş têkoşîn hatîye dayîn. Di vê pêvajoya têkoşînê da jî ew hest û fikrên ku dewletên dagirker afirandine bo civata kurdî, şikenandinek çênebûye ku ev mirov heyîrmayî dihêle. Mirov heyîr dimîne ku hew qas bedêl were dayîn, hew qas têkoşîn were kirin, lê zanîna jibo kurdî, jibo neteweyê kurd, jibo Kurdistanê nehatîye afirandin.
Loma di vê merhaleyê da balkişandina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo Serxwebûna Kurdistanê, despêkirina şikestina pêvajoya nehênî ye ku dagirkeran wê afirandine. Ev helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di kurdan da bawerîya fikir û hestên xwe bixwetîyê afirandîye. Bêguman, encamên pir girîng ên geşbûna hestên bawerîyê yên xwe bixwetîya nav kurdan wê hebe. Kargêrîya Herêma Kurdistanê ku ji 1990î virve di jîyanê da ye, dîtina ku ”kurd nikarin kargêrîya xwe bi xwe pêkbînin” jî pûç kirîye.
Dema Kargêrîya Harêma Kurdistanê tê rojevê, hema di carek da babetên gendelî, bertîl û wd. davêjin meydanê. Li vir, pêwist e ji vê têkilîyê ra jî were balkişandin. Erebekî ku pêşveçûnên Kargêrîya Herêma Kurdistanê dîtîye, Kargêrîya Merkezîya Baxdayê û Hewlêrê miqayese kirîye û gotîye ku li Kurdistanê bertîl û gendelî hindiktir e, li alîyê Îraqê bertîl û gendelî gelek zêdetir e.
Babetên wek bertîl, gendelî, cudayetî û wd. ji alîyê Tevgera Goran û #YNK# ve jibo qelsxistina Hukumeta Kurdistanê, tînin rojevê. Ma ev tê wê maneyê ku li nav wan, têkilîyên bertîl û gendelîyê tuneye? Helbet girîng e ku li hemberî bertîl, gendelî û wd. têkoşîn divê were dayîn. Eşkera ye ku di avayîya dewleta serbixwe da bi hêsatir têkoşîna wê û tesîra wê dê were kirin.
Bêguman helwesta balkişandina Serok Barzanî ya bi îsrar jibo serxwebûna Kurdistanê, pir baş e û erênî ye. Ev bi xwe ra despêkirina pêvajoyên siyasi û civatî anîye. Têkilîyên însên jî di alîyê erênî da diguherin.
Li vir girîng e ku jibo Cemîyeta Neteweyan ku di 1920an da dema Kurdistan hatîye parçekirin û parvekirin, rolek neyênî leyîstîye, divê balkişandin were nîşankirin. Rolên dewletên emperyal yên wê demê Britanya Mezin û Fransa jibo van babetan, têkilîyên wan bi kargêrîyên ereb, fars û tirk ra, divê ji dîqetê dûr neyê girtin. Dîqetkirin girîng e ku li Kafkasya jî Kurdistanek heye.
Çarîka yekê ya sedsala 20î… Ev, dema qirkirinên komî yên ermenî, rum-pontus û suryanî ye. ”Zilamê Nexweş” çawa komkijîyê kirîye, helwesta Dewleta Almanyayê ya di vî babetî da, divê di nirxandinên siyasî û civatî da cî bigre. Divê neyê îhmalkirin ku van têkilîyên rasteqîn were rojevê. Girîng e ku şolên kurd û Kurdistanê di vê çarçoveyê da were nirxandin..” [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,107
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://portal.netewe.com
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 27-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 26-10-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on29-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,107
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,013
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!