کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,545
ۋېنۍ 106,159
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,557
ڤیدیۆ 1,317
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
Ayetên Qur´anê çi dibêjin? 1,5milyar musulman, çi anîne serê kurdan? Ferqîyeta Apartheidê û Îslamizmê- Kemalizmê- Baasizmê!
مەرامو ئېمە ئانەنە، پېسە ھەر نەتەۋېۋی تەری خاۋەنو داتابەسېۋی نەتەۋەیی وېما بیمۍ..
پېڕە: کوڵەباس | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan
Eger mirov tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê Rûm, Ayet 22: ”Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê da jibo mirovên zana ders û îbret hene.” Sûreyê Hucûmatê, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.” binêre û kirinên dagirkerên #Kurdistanê# wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî Xwedênenas in.

Di vê hevoka dawîyê da (´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.´) zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku nasnameya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo dewletbûna xwe nakevin nava têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn ku îro ew têda ne. Li gora vê hevoka dawîyê û bi giştî her du ayetan, ew kurdên me yên ku jibo qewmên dî dixebitin û çêkirina dewleta kurdî jibo xwe naxwazin, ew musteheqê koletîyê ne.
Lê helqeya nejadperestîya ku di pîleya hovîtîyê da hatîye serê kurdan, bi çarçoveya çar dewletên kolonyalistên Kurdistanê ve bi sînorkirî nîne. Digel zulma van çar dewletan, 64 welatên musulman (di nav wan da FKO jî heye ku temsîla filistiniyan dike û digel Filistinê 22 dewletên erebî bi 400 milyon nufûsa xwe) ku xwedî 1,5 milyar nufûs e û endamên Yekîtîya Îslamê ne; heta nuha qet li dijê van dagirkeran tiştek negotine. Her wekî ku Konferansa Yekîtîya Îslamê li hemberî Jenosida Halepçeyê xwe ker û lal û kor kirin, hovîtîya van çar dewletan tenê temaşe kirine. Lê divê em li vir navê gorbihiştê M. Kaddafî bibîr bînin ku ew yek serokdewletekî bû ku doza serxwebûna Kurdistanê diparast û di wî derbarî da dîtinên xwe di çarçoveya navdewletî da jî didan zanînê. Ji ber ev sedsal e ku van zaliman zimanê kurdî qedexe kirine, hebûna milletê kurd qedexe kirine, mafên demokratik û neteweyî yên kurdan qebûl nakin û teda û zulma nedîtî li ser gelê me domandine û wd
Li vir divê em bi tîpên sor û mezin helqeyek çêkin û di nav wê helqeyê da bidin xuyakirin:
Ew nejadperestîya ku li Başurê Afrikayê bi navê ´Apartheid´ê hatibû naskirin û derdora 50 sal li jîyanê mabû, sipîyan ji reşikan ra digotin:
”Em sipî ne û hûn jî reşik in, rengên çermên me ji hev cîyê ne û loma divê em digel hev nejîn. Yanî taxên me yên jîyanê divê cîyê bin, otelên we, sinema, nexweşxane, dibistan, mekteb, zanîngeh divê cîyê bin, tren û otobusên ku sipî bi wan rêwîtîyê dikin, divê reşik bi wan rêwîtî nekin, divê ew nerin aşxane, restorant, kehwexane, kafeterya xwarin û vexwarinê nexwin û venexwin ku sipî li wir dixwin û vedixwin.”
Lê ji sala 640î virve #civata kurdî# ketîye bin rêvebirîya nîzama îslamê. Di encamê da ev bûye 1380 sal ku rêvebirîya nîzamên îslamî yên ereb, ecem û tirlk li ser civata kurdî hukum kirine û di çarçoveya nejadperestîya di dereceya hovîtîyê da ji kurdan ra weha gotine:
”Divê tu digel min bijî, lê divê tu zimanê xwe, kultûra xwe bihêlî, înkar bikî, neparêzî; bi zimanê min, bi kultûra min bijî. Yanî divê tu bibî wek min, bibî tirk, bibî ecem, bibî ereb. Divê tu xwe înkar bikî. Divê tu dev ji xwe berdî. Jibo jîyanê rîyeka te ya dî tune.”
Li Tirkîyê, li Îranê, li Îrsaqê (her çiqas di destûra Îraqê ya 1958an da hebûna kurd û zimanê kurdî bi resmî hatibe qebûlkirin jî) û li Surîyê ji kurdan ra weha hatîye gotin:
”Li Tirkîyê, li Îranê, li Îraqê û li Surîyê hemî kes wek hev in. Ji tu grubeke dînî û etnikî ra cîyêwazî nayê naskirin. Hemî kes dikarin di karên kamûyê (giştî) da xizmet bikin. Hemî kes dikarin bibin mamoste, esker, zabit, general, walî, gelwekil, wezîr, serokwezîr, serokcumhur.. Lê her kes divê tirk be, ecem be, ereb be; ne ku kurd be… Yanî wek kurd tu nikarî bibî tu tiştek; lê wek tirk, wek ereb û wek ecem tu dikarî bibî her tişt!..”
Gelek vekirî û zelal e ku ev politika, pêvajoya tunekirin (imha) û kedîkirinê (asimilasyon- pişaftin) ye ku hatîye ajotin û ev jî nejadperestyîyek e; lê nejadperestîya di eyara hovîtîyê da ye ku ji politika ´Apartheid´ê pir pir dijwartir û xirabtir e. Navendên Ankara, Tahran, Baxda û Şamlê, bi dehsalan vê politika xwe ya sextekarîyê bi gelek sazîyên navneteweyî (Yekîtîya Ewrupayê, Konseya Ewrupayê, Koma Miletan û wd.) jî dane qebûşlkirinê. Tê zanîn ku di vê çarçoveya sextekarîyê da bi salan e ku heqaretên mezin li kurdan hatîye kirin, biçûkxistina kurdan li pêşberî raya cîhanê hatîye raxistin.
Li jêr wek hun dê bibînin, numûneyên koletîya ne bi navlêkirî û nejadperestîya ku dîsa ne bi navlêkirî ji alîyê kargêrîyên musulman ve li ser civata kurd di radeya hovîtîyê da hatine karanîn; bi hezar caran ji politikayên apartheidê (nejadperestîyê) û koletîyê xirabtir in; ew pêvajoya ku 1380 sal e li ser hukum e, hê jî bi hovîtîyeke nedîtî berdewam e. Loma li vir ez pêwist dibînim ku hin resmên hovîtîyê ku di jîyana civata me da cî girtine, raxînim pêşberî we hêjayan du ku nifşên nû ji wan resmên îbretê dersên giring bistînin.
Nejadperestîya Îslamîstan di bin sîya şûran da hatine Kurdistanê
Wek tê zanîn civata kurd heta salên 640î ne musulman bû. Di 640î da bi fermana Xelîfe Omer du ordîyên ereb rêkirin ser Kurdistanê. Fermandarîya ordîyek Îmam Hasan û Kesem Binî Abbas û ya dî jî Abdullah Binî Omer û Ebû Ûbeydî Ensanî dikirin. Wezîfeyên wan fermandaran ew bûn ku herêmên Kurdistanê wek Şehrîzor, Pave, Kirmanşah, Hemedan, Mazan, Dîran têxin bin dagirkerîya xwe.
Di despêka şerên van herêman da kurdan baş li ber xwe dan. Lê mixabin di dirêjajotina şer da kurd bi ser neketin. Gelek bajar, qesebe û gund hatin şewitandin û wêrankirin. Qirkirineke mezin çêbû, mal û milkê xelkê hatin talankirin. Bi taybetî qirkirinên ku li Şehrîzor û Pave hatin pêkanîn, di dereceya hovîtîyek da bûn. Yên ku dîl ketin ango teslîm bûn; bebikên qumatekê jî di nav da cinsên nêr (mêr) hemî hatin kuştin û cinsên mê (jin) jî wek koleyan hatin bi karanîn. Bi ferman û destûra Xelîfe Omer, fermandar Abdullah Îbnî Omer li herêma Pave, jibo ordîya xwe û keç û jinên dîlketî avahîyên (xan-qesir) mezin çêkirin û li wir cîwar bûn. Wer bû ku di demeka dirêj da li wan avahîyan nifşeke (nesil) melez (pîç) çêbû.
Di derbarê van qirkirinên ereban da hin wesîqe bi dest ketine. Yek ji wan wesîqeyan li herêma Hezarmerd, di encama kolandinek da bi dest ketîye ku helbestek li ser çerm hatîye nivîsîn. Hatîye tespîtkirin ku ev helbest, di sedsala VII. da hatîye nivîsîn ku naveroka wê li ser qetlîamên ereban e. Ji ber ku ev helbest li ser çerm hatîye nivîsîn; di eynê wextê da wesîqeyeka ewelîn a nivîskî ye û loma giring e. Beşeka (8 malik) vê helbestê, Tirkîya wê min di pirtûka xwe ya bi leqebnavê Botan Amedî da di bin navê ”Dîroka Kurdistanê û Kurdan”, cild I. da weşandibû. (Botan Amedî, Dîroka Kurdistanê û Kurdan, Cild I. W. Firat – Dîcle, Stanbol 1991, r. 152) Li vir ez Tirkîya wê werdigerînim kurmancî û li jêr wê pêşkêşî we hêjayan dikim. Kurmancîya van malikan weha ye:
”Perestgehan (îbadetgehan) xirab kirin, malan (ocaxan) kor kirin (vemirandin), /Mezinê mezinan hat înkarkirin, / Erebên zorker, heta Şehrezorê / Hemî gundan wêran kirin, / Keçan, jinan êsîr (dîl) kirin, / Kesên cengawer di xwîna xwe da xeniqîn, / Bawerîya Zerdûşt bê destek (piştevan) ma / Êdî Hurmûz alîkarîya kesek nake.”
Bêguman Hêzên ereb ên dagirker, qîma xwe bi qetlîamên fizikî û wêrankirina axa Kurdistanê neanîn. Wan li Hamedan, Şehrezor, Kirmanşah, Mudayîn û li gelek herêmên dî, bi hezaran cildên pirtûkan ku li kitêbxaneyan hebûn, hemî şewitandin. Bi vê hovîtîya xwe ereban belge û wesîqeyên dîroka civata kurda ya sed salan û hezar salan tune kirin, kirin xwelî. Ereban, bi van kirinên xwe yên hovane; ne tenê xwestin musulmantîyê bînin herêmê, wan dixwest ku tevayîya civatên herêmê bikin ereb. Loma di despêka van qetlîam û hovîtîyan da xezîneyên dîrokî yên civatên herêmê ji navê rakirin. Paşê di nav pêvajoyek da navên zilam û jinên xwe li kesên herêmê kirin û hêdî hêdî ber bi erebkirinê ve meşîyan.
Em bi hêsayî dikarin bêjin ku qasî ku camî li Kurdistanê hene, hewqas li welatên ereban tune ne. Ev jî bêsemed nîne û lazim e li ser wê lêkolîn û nirxandin were kirin. Mesela, Qiralîyeta Erebistana Saudî an Emîratên Ereban ên Yekbûyî ango kargêrîyên welatên ereban bi tevayî, pir îhtîyacê pê nabînin ku zêde camî û minareyan çêkin. Semedeka herî girîng ew e ku ev dîn, dînê wan e û bi zimanê wan ji wan ra xîtabê dike û ew bixwe xwedî axa xwe ne û desthilatîya xwe bi xwe bi rêve dibin. Loma ew ji lazimîyê zêdetir pêwist nabînin ku camî û minareyan bîlasebeb çêkin. Lê balkêş e ku eynê desthilatdarê ku li welatê xwe zêda camî çênakin; ew bi hin rîyan pere dişeyînin derdorên dî û li wan deran zêdetir camî û minare didin çêkirin. Di vir da bê guman faktorên sîyasî û bazirganî rolên mezin dileyîzin.
Jibo bazara xapandinê cîyên herî zêde bikêrhatî, ew cî ne ku ne xwedîyê desthilatdarîyê ne. Di serê van cîyan da jî axa Kurdistanê tê. Ji ber ku kurd, wek civat xwedîyê desthilatdarîya axa xwe nîne. Ew, di bin kargêrîya tirkan, ereban û eceman da ye. Di çarçoveya navdewletî ya îroyîn da ew dewletên ku wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye tên binavkirin; her yek ji wan parçeyeka Kurdistanê di bin kontrola xwe da hiştine û li Kurdistanê wek desthilatdarên dagirker vê sistema xwe domandine û dixwazin her wiha bidomînin. Em hemî pê dizanin ku ev çar dewlet û desthilatdarên wan musulman in û dema gotin bê gotinê pesnên xwe yên îslamîyê derdixin pêş.
Qehremanîya Kurdên Kela Dimdimê
Şahê Safewî Şah Abbasê II. (1585- 1628), bi hêzeke mezin êrîşî Kurdên Bradostî kirin ku paytextê wan Kela Dimdimê bû. Serokê kurdên Bradostî Emir Xanê Destzêrîn (Xanoyê Destzêrîn- çengzêrîn), li hemberî ordîya Îranê bi mehan şer kirin. Lê ji ber ku teqemenîyên kurdan qedîyabûn û ava wan ya vexwarinê jî nemabûn, di encamê da kurd têkçûn, lê teslîm nebûn. Dema ordîya dagirkerîya Îranê dikevin nav keleyê; dibînin ku hemî zilamên kurd xwe kuştine û hemî jinan jî li cîyên bilind ên keleyê xwe bi benan daleqandine û dawîyê li jîyana xwe anîne. Bi vî awayî, yek kurdekî/a biradostî nexwestîye ku bi zindî bikeve destê dijminê xwe yê dagirker û bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîne.
500 sal berê be jî Kurdên Bradostî zanibûne ku her rojeke wan yê bindestîya Îranê, ji mirinê xirabtir e, wan bixwe dawî li jîyana xwe anîne. Ji ber ku ew bi şîar û slogana ”Ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tiştek tune.” bawer kirine û li gora wê şîarê ketine nav hewildanê û di encamê da dawî li jîyana xwe anîne. Haydarîyên vê bûyerê di Romana Kela Dimdimê da hatîye behskirin ku ji alîyê nivîskarê kurd yê gorbihişt Ereb Şemo ve hatîye nivîsîn. (Ereb Şemo, Kela Dimdimê, W. Roja Nû 1983 Swed)
Di vî derbarî da haydarîyên Minorski jî hene. Minorki di kitêba xwe ”kurdan” da nivîsîye ku bûyera Kela Dimdimê, bûyereka rastî ye û bûye malê dîrokê û loma di derbarê wê bûyerê da gelek dastan û kilam hatine gotin. Minorski dibêje ku Kela Dimdimê, li nêzîkî Çemê Branduzê û dikeve başurê Urmîyê (nuha îranî jê ra dibêjin Rizaîye). (V. V. Minorski, kürtler, Komal Y. 1977 İstanbul, s. 42)
Bê guman ev bûyer, hestên nasnameya kurdevînî û Kurdistanevînîya Kurdên Bradostî di sewîyeya herî bilind da yanî di tîtalekê da nîşanî me û dijminên me yên hov daye. Wek gelek xwendevanên kurd pê dizanin, filma ”Hezar Canfîdayên Sipartayî” ya qehremanîyê wek belgefilmek li dinyayê nav daye û bûye malê dîroka wî gelî. Lê ji ber ku kurd heta nûha nebûne xwedîyê dewleteka serbixwe; ji wan ra firsend çênebûye ku berxwedan û qehremanîya Kurdên Bradostî bibe rêzefilmên belgeyî û lehengîya bapîrên me, dê û bavên me, keç û xortên me, bi neslên nû û bi dinyayê nikaribûne bidin nasîn.
#Şêx Mehmudê Nakşîbendî# Çima li #Dîyarbekr#ê hat îdamkirin 1639
Sultanê Osmanî Murat IV. di 1639an da dema ji sefera Îranê vedigere, li Dîyarbekrê Şêx Mahmud îdam dike. Şêx Mahmud, li herêmê wek ´Şêxê Rumîye´ ango ´Hadrat-i Aziz´ hatîye naskirin. Ew, berê li herêma Urmîyê bûye. Di 1605- 1607an da dema rêbirîya Urmîye dikeve bin fermandarîya safewîyan; Ş. Mahmud ji tirsan mala xwe bardike dihere herêma Dîyarbekrê cîwar dibe. Ji ber ku li herêmê Ş. Mahmud navdar dibe û bi dehhezaran murîd li dora wî kom dibin; ew rewşa wî sultanê osmanî Murad IV. ditirsîne û loma ew dibe qurbana tirsa hukmê Stanbolê.
Li ser vê bûyerê gelek kesan nivîsîne ku li gora tespîtên Kurdologê hêja yê Hollandî Martin van Bruinessen van kesan Evliya Çelebî, Naima, Katib Çelebî û Peçevî bûne ku wan hemîyan wê îdamê bûyereka herî giring a wê salê bûye. Bruinessen dibêje ku tesîra Şêx Mahmud a politik gelek mezin bûye û li gora gotegotan wî ´Serhildaneke Mehdist´ pilan kirîye ku li darxe. Sultan Murad IV jî piştî ku li dijî Îranê bi serketîye û digel Îranê Peymana Qesra Şîrîn çêkirîye; êdî ew sînorê osmanî li hemberî safewîyan xistîye bin ewleyîyê û zivirîye pirsên navxweyî û ji tirsa xwe Şêx Mahmud rêkirîye ber darê sêpikê (îdamê).
Bruinessen dide xuyakirin ku piştî îdamkirina Şêx Mahmud, wezîfedarên osmanî li hemî avayîyên Ş. Mahmud qontrol kirine da ku teqemenî û alawên şerkirinê hene an na; lê qet tiştek nedîtine. Ev jî tê wê maneyê ku sultanê osmanî, tenê li ser gotegotên ku bihîstîye, bi neheqîyek Şêx îdam kirîye. Ev bûyera îdamê, wek bûyereke mezin li hawirdorê belav bûye heta erdê Macaristanê.
Li gora haydarîyên ku Bruinessen ji seyahatnameya Evliya Çelebî û çavkanîyên dî civandîye; Şêx Mahmud, wextek digel bav û kalê xwe, li nik Şêx Ahmed li herêma Urmîye jîyaye û wek Şêxê Nakşîbendî tesîra wan li ser kurd û azerîyên sunî gelek bûye û di nav wan da gelek murîdên wan çêbûne. Lê herêma Urmîye ku li ser Azerbaycanê bûye, di 1605- 1607an da dema dikeve bin kargêrîya safewîyan, hukmê osmanî li wir namîne. Şêx Mahmud jî wer xuya dibe ku ji hukmê safewîyên elewî tirsîyaye da ku belayek were serê wan; ew ji wir barkirîye hatîye herêma Dîyarbekrê cîwar bûye. Di nav deh (10) salan da navdarîya Ş. Mahmud gelek belav bûye û bi hezaran murîd li dora xwe kom kirîye.
Ev tesîra şêxê Neqşîbendî hatîye radeyek ku hin kesan gotine ”400.000 murîdên wî hene” û hin kesan jî gotine ”40.000 murîdên wî yên canfîda” hebûne ku hemî ji tebeqeya jêr bûne û bi vîna şêx ve girêdayî bûne. Hatîye gotin ku Tekkeya Şêx, bûye navendeka giring ku gelek bazirgan û fermandar hatine dawa wî maçî kirine ku van zîyaretan ji Tebrîzê, Erzurumê, Rewanê, Musulê, Ruhayê, Wanê û gelek derên dî bûne. (Martin van Bruinessen, Kürdistan üzerine yazılar, İletişim Y. 1992 İstanbul, S. 54 – 57)
Wek em di vê bûyerê da dibînin, bi sedan, bi hezaran numûneyên weha li Kurdistanê qewimîne ku her yek ji wan numûneyan bi xwe ra malxirabî û malwêranîyeke mezin anîye ku ew ji ber nehebûna dewleteka kurdî encam dane. Eger Kurdistaneka serbixwe hebûya; guman tune ku van bûyerên trajediyê dê neqewimîyana û nebana sedem ku civata kurdî serubino nebûyana û berewajê wê dê pêşveçûn çêbibûna
Eger em van mînakên jorîn bi awayeke giştî bicivînin ser hev, em dikarin bigihîjin encamek ku jibo nifşên nû, têra xwe dersan dikarin jê derînin. Di dîroka mirovatîyê da mirov dikare bêje ku nejadperestî, herî zêde xisarê daye reşikan, çermsoran, cihûyan, ermenan û kurdan . Lê di eslê xwe da nejadperestî, wek çekê îdeolojik yê cudaxwazîyê, xisarê dayê tevayîya cîhanê û hemî mirovên li cîhanê nesîbên xwe jê standine û mixabin ev ideolojiya qirêj û gemarî hê jî li ser kurdan tê bikaranîn.
Wek di beşekî dî da bi mînakên piralî hatîye nîşandan; ji salèn 640î virve, yanê 1380 sal e ku xisara herî zêde li ser civata kurd hatîye kirinê, xisara îslamîyetê bi xwe bûye. Dîsa politika Sistemên Tahranê, Ankarê, Baxdayê – ji 1992yan virve rewşa Hewlêra Paytext wek rewşeke “de facto” derxistîye meydanê û nuha bi kulekî be jî sistemeke federalî di navbera Baxda û Hewlêrê da heye ku divê ev beş were cudakirin ji sistemên kolonyalizma welatê me- û Şamê ku sedsal e li ser hukum in; ji politika nejadperestîyê pir pir xirabtir û dijwartir in; numûneyên vê politikayê piralî li jêr dê werin raxistin.[1]
Siddîq Bozarslan
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,038 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | کوردیی ناوەڕاست | http://portal.netewe.com
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 10
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 18-07-2021 (3 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
وڵات - هەرېم: کورڎەسان
کتېب - کوڵەباس: پەرسۊ کورڎی
کتېب - کوڵەباس: ڕاپۆرتە
کتېب - کوڵەباس: ۋەڵینە، تارېخ
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( سارا ک )یۆ جە: 26-10-2022 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) چە: 29-10-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ڕاپەر عوسمان عوزێری )یۆ جە:26-10-2022 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 1,038 جارۍ ۋینیێنە
فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن
جۊر ڤێرشن نامۊ تۊمارکەری
فایلو ۋېنەی 1.0.132 KB 26-10-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
مەولە
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە

تازەکی
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
29-01-2024
ئەسعەد ڕەشید
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
04-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
08-02-2024
زریان سەرچناری
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
مێژووی زانایانی هەورامان
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,545
ۋېنۍ 106,159
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,557
ڤیدیۆ 1,317
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
مەولە
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 0.297 چرکە(چرکۍ)!