کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,545
ۋېنۍ 106,165
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,571
ڤیدیۆ 1,317
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
QIRKIRIN ÇI YE, ÇAWA TÊ PÊNASEKIRIN?
کوردیپێدیا و ھامکاریش، ھەردەم یارڎیدەرۍ با پەی وانیارا زانکۊکا و وەنەی باڵای پەی بەدەسئاۋرڎەی سەرچەمەی پەنەۋازیای!
پېڕە: کوڵەباس | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

QIRKIRIN ÇI YE, ÇAWA TÊ PÊNASEKIRIN?

QIRKIRIN ÇI YE, ÇAWA TÊ PÊNASEKIRIN?
Akademiya Zanistên Civakî
Qirkirin berhema çi ye? Sedema derketina wê çi ye? Di huqûqa giştî ya dinyayê de çawa cih digre, çawa tê pênasekirin? Em dixwazin çend mînakan ji dinyayê bidin ku em fêm bikin ferqa me û gelên din ên ku qirkirin li ser wan hatine meşandin çi ye. Ji ber ku di #Rojhilata Navîn# de hem di hêla gerdûnîbûnê de, hem jî di hêla yekbûnê de rewşên cuda hene. Bi taybet di #Kurdistan#ê de dagirkirinên ku bi vî rengî tên meşandin. Jixwe Rêbertî behsa qirkirina çandî ya veşartî kir. Em ji bo ku viya fêmbikin pêwîst e bi giştî hin mînakên ji cihanê hinek vekin û li gorî wê jî li ser Kurdistanê jî bifikirin.
Qirkirina çandî çi ye, em çawa vêya dijîn? Di bingeh de em ne di ferqê de bûn, me digot asîmîlasyon heye. Lê tene peyva asîmîlasyon rastî jî têr nake. Asîmîlasyon astêke pir pir esasî ya qirkirinê ye, ji ber ku di çand de ziman beşeke sereke ye. Û ziman mirovan avadike. Ruhê mirov ava dike, tu dikarî wekî ku pir tiştên dewlemend dijî hîs bike, biafîrîne, ger tu nikaribî îfade bikî, tu nikaribî vegotinê vê bikî, tu ji xwe tune tê hesibandin.
Di paraznameyan de Rêbertî di derbarê qirkirinê hin mijaran vedike. Em dixwazin fêmbikin, li ser Kurdan pêkanînên çawa hebûn, heya niha ligel vê jî Kurd çima hebûna xwe parast, hebûnekî bi vî rengî tê wateya hebûnê yan na? Em ê hinekê li ser vê mijarê jî rawestin. Bi giştî em dixwazin bi awayeke kurt li ser netew-dewletên ku mêtinkarî li ser Kurdistanê didin meşandin rawestin. Bi vê yekê em dixwazin wêneyeke giştî ya qirkirina ku li ser Kurdistanê tê meşandin derkeve holê.
Niha di paraznamê de Rêbertî qirkirinê weke du beş digre dest: Yek qirkirina fîzîkî, yek jî qirkirina çandî. Qirkirina fîzîkî li dij netew an jî grûbekê ku hejmara wan kêm e, lê belê weke elît, weke hakim di jor de dimînin tê meşandin. Ji ber vê tinekirin û ji holê rakirina wan tê armanckirin. Piştre hemû berhem û nirxên wan tên desteserkirin. Mînaka Ermeniyan heye. Heta niha jî tirbên Ermeniyan vedikin ji bo ku zêrên wan derxin. Ev mînak jixwe li holê ye. Dîsa mînaka Cihûyan jî bi vî rengî ye.
Ya duyemîn qirkirina çandî ye. Qirkirina çandî jî li dij gelên, an komekê ku hejmara wan zêde ye, lê belê di milê siyasî zêde nekarîne hakimiyetê çêbikin, di esas de weke çandî hebûna xwe didin diyarkirin, hatiye meşandin. Armanc jî homojenkirin e, wan tevlî xwe kirin e, mêtînkarî û mijûkdarî li ser wan meşandin e. Ya rastî tinekirin e. Di warê hebûn û wate de tinekirina wan e. Qirkirinên fîzîkî bi demekê ve girêdayî ye, lê bandora wê demdirêj e. Lê belê qirkirina çandî, hem bi xwe hem jî bandora xwe demdirêj e. Cudahiyeke bi vî rengî di navbera van de heye. Qirkirina çandî ne tenê bi demekê yan jî bi pêvajoyekê ve girêdayî ye. Dem dem tê plankirin, li gor pêvajoyên cuda, li gor sîstemên heyî, pergalên heyî rengê wê tê guhertin, şêweyê wê tê guhertin, lê belê di cewher de heman tişt tê parastin.
Ji bo Kurdan Rêbertî got: “Kurd niha hene, lê dema me dest bi têkoşînê kir, hebûn û tinebûna Kurdan mijara gotinê bû.” Heta Rêbertî dibêje: “Mînak, tav heye, kes nikarê vê yekê tine bihesibîne, lê belê ev yek tê nîqaşkirin, ji ber ku hebûna wê hatiye tinekirin”. Ên ku biryar didin, ên ku biryarê di derheqê dinyayê bi giştî de didin, bi taybet hegemonyaya navendî bi giştî dibêje “Nîne!” Dema ku xweda got “Tu nînî!” tu tine dibî. Jixwe mînak, niha em rojane jî vê yekê dibînin, serokwezîrê Tirk dibêje: “Dema ku tu bibêjî ‘nîne, nîne’ dema tu behsa wê nekî, jixwe tine ye”. Rewşekî bi vê rengî ye, mîna ku hukmeke xwedayî li ser Kurdan hatibe ferzkirin.
Em bi giştî weke destpêkekê bigirin dest. Jixwe ji bo me di nava netewên hakim de helandin, bişaftin weke rêya bi tenê hate hiştin, ger tu hebûna xwe biparêzî jixwe tu yê birçî bimînî, tu yê bêkar bimînî, tu yê bimirî, heta tu bi mirinê ve jî bi tenê sînordar namînî, cesedê te tê parçekirin. Rastî bi vî rengî ye. Dema ku mirovek dimire, xilas dibe diçe, lê ya em behsa wê dikin ne wiha ye. Siyasetek li ser Kurdan tê meşandin ku cesedê me yê ku wê bibe ax parçe parçe dikin, tehemula wan ji cesedan re jî tine ye. Ji ber ku di parçekirinê de tinekirin heye, di esas de cewherê parçekirinê, tinekirin e. Di mijara heqîqetê de em dibêjin “Heqîqet giştî ye ango yekpare ye” Dema ku tu tişteke yekpare parçe bikî, tu wê demê deriyê tinebûnê jê re vedikî. Jixwe ji ber ku Kurd di bin bandora mêtinkariya herçar netew-dewletan de dimîne, mirov dikarê bêje ku bi çar parçekirinan rûbirû maye.
Qirkirin di esas de kiryareke dewletê ye. Bi giştî dema em li dîroka cîhanê mêze dikin em dibînin ku qirkirin bi despêkirina pêvajoyên netew-dewletê ve pêşketiye. Beriya vê komkujî hene, lê belê ev komkujî nayên wateya qirkirinê. Rast e di nav qirkirinan de komkujî pêk tên, lokal, an heremî tên pêkanîn, lê komkujî tişteke cuda ye. Carna komkujiyên hemdemîn tên pêkanîn, lê belê komkujî û qirkirin ne wekhev in. Di qirkirinan de weke polîtîkayên demê, komkujî jî tên pêkanîn. Di navbera her duyan de cudahî heye. Bi giştî dema em mêzeyî qirkirinên ku di dinyayê de hatine pêkanîn dikin em dibînin ku hinek taybetmendiyên wan ên hevbeş hene. Di wan de, di esas de karekterê baviksalarî, karektereke hakimiyeta zilam heye, ji ber ku di hemû qirkirinan de tecawûz heye. Ev xaleke pir girîng e û bi paradîgmeya me ve jî girêdayî ye. Ji ber ku Rêbertî li ser azadkirina zayendan pir disekine.
Fêmkirin û lêhûrbûna ku em li ser parêznameyan dikin, me ji qirkirinê dûr dixe, qirkirinê bi temamî ji holê radike. Girêdaneke bi vî rengî heye. Bi qasî ku tecawuzên giştî hene, ewqas jî komkujiyên giştî hene. Mirov dikarê vê yekê hem ji dîroka xwe fêm bike, hem jî ji dîroka cîhanê ya giştî jî fêm bike û bibîne. Mînaka zîndana Amedê li berçav e. Mînak, di vê derê de şehadetên ku pêk hatine, her wiha îşkenceyên ku hatine kirin, hemû pêkanînên ku bi zihniyeta zilamtiyê ya zilamê serdest hatine kirin in. Qirkirin wiha hatiye meşandin. Pêkanînên herî zêde tên meşandin bi objeyên cînsel ve girêdayî ne. Hakimkirina zilamê serdest, ango pîrekirina gelan esas tê girtin. Pêşxistina zihniyeta tecawuzê esas tê girtin. Ev hem di warê têgînî û hem jî di warê pratîkî ve tê pêkanîn û tê bikaranîn. Ji ber ku di qirkirinan de tenê ji holêrakirin tine ye.
Carna wekî wate, ji holêrakirinê jî di nava xwe de digre. Ya ku herî zêdetir li ser Kurdan tê meşandin jî ev e. Mînak Rêbertî dibêje “Ermeniyan jiyana tenê bi awayeke fîzîkî ji xwe re qebûl nekirin, hebûneke tenê bi beden nepejirandin, asteke wan a zihniyetê pir baş hebû, lewma ew rastî qirkirineke fîzîkî hatin.”Lê ya ku li ser Kurdan hate meşandin qirkirina çandî ye. Ji ber ku ew ji zihniyet û wateyê hatiye dûrhiştin. Mînak, piraniya malbatên Kurd pir zarokên wan hene. Rêbertî dibêje “Ev bertekeke li hemberî qirkinê ye, lê belê bertekeke bêzihniyet e, bêwate ye, bertekeke wisa xwebûyînê avanake. Bedenbûyîn bi tenê xwebûnê ava nake.” Mirovbûn di vê derê de tine dibe. Dema ku tu xwediyê civakeke exlaqî û polîtîk bî, dema ku rêveberiya te ya cewherî hebe, tu xwediyê civakeke bi pîvan û rêgez bî, wê demê mirov dikare bêje ku wateya mirovbûnê tu bi heq dijî. Cihê ku wateya mirovbûnê lê hebe, tê wateya ku li wir civakbûn, civaka exlaqî û polîtîk jî heye.
Qirkirin weke jenosît tê binavkirin, jenosît jî ji genosê tê û wateya vê qewm yan netew e, sayt (seid) jî bi latînîkuştin e,qewm kuştin, irq-nîjad kuştin. Di esas de, wateyek vê bi vî rengî heye. Niha pênasekirina qirkirinê giştî wisa ye: Ji komeke wekî ji aliyê komeke dîtir di milê nîjad, cîns, bawerî, aborî û siyasî de bi kuştinê ve hedef bê girtin û ev bê pêkanîn. Ev dibe qirkirin. Tewana qirkirinê bi xwe cuda ye. Sûçê qirkirinê çî ye? Kuştina endamên wê komê, ji holêrakirina wan, ew neçarî jiyana zehmet hiştin sûç in. Wek mînak koçberkirin û ji axê qutkirin dikevin vê beşê û endamê komê bi qast pêşîgirtina zayînan, zarokên endamê vê komê şibandina xwe, wek sîstemê dewşîrme, asîmîlasyona bi darê zorê, dibistan û her wiha. Ev beşên sûç in, di nav çarçoveya qirkirinê de weke sûç tên dîtin. Ew jî di peymana Netewê Yekbûyî de weke xaleke cezayê pêşîgirtina li qirkirinê cih digire. Ev xal, di sala 1948’an wek peyman hate îmzekirin, lê belê ketina wê ya meriyetê ji sala 1951’an pêve ye. Bi giştî sebebê vê sûçê wek olî û etnîkî, netewî tên nîşandan, ev jî hene lê belê di bin de sedemên aborî jî hene. Kurdistan mînaka vê ya pir berbiçav e.
Hin mînakên cuda jî hene. Hin welatên ku ti berhema wan a aborî nîne, lê belê tenê ji bo desthilatdariya navendî desthilatiya xwe bimeşîne qirkirin hatiye pêkanîn. Di derbarê qirkirinan de niha hin nîqaş hene. Di milê huqûqî de ger niyet jî hebe ev dikeve warê sûç, teşwîqkirin hebe ew jî dikeve ware sûç, rasterast cihnegirtin lê alikarîdayîn hebe jî dikeve dibe tewan. Lê belê em tenê huqûqê esas nagirin, jixwe huqûq tiştek wek kamuflekirina netew-dewletê ye. Em van mînakan ji bo ku têkoşîneke huqûqî bimeşînin nadin. Ji bo ku em nasbikin pêwîst dibînin.
Qirkirin wek peyv, ji hêla kesekî bi navê Rafael Lemkîn ve kete rojeva cîhanê. Ew kes huqûqnasekî ji Polonyayê bû, lê belê eslê xwe Cihû ye. Rojevbûna peyva qirkirinê hinekê di encama hewldana wî bû. Ew di sala 1900 di hatiye dinyayê, 1959 jî jiyana xwe ji dest daye. Hin hewldanê wî hene, ji ber qirkirinê ku li ser Cihûyan de hatiye çêkirin. Qirkirinên ku bi giştî hatine kirin hin pêvajo hene. Wekî rêxistineke çavdêriyê Netewên Yekbûyî çavdêri kiriye û di bin kontrola wan de hin raporên li ser qirkirinan hatine amadekirin. Di van raporan da qirkirin bi hin gavan vê pênasekirin.
Di destpêka qirkirinê de gava yekem çiye? Gava yekem parçekirin e. Di yekparebûnê de parçebûn çêkirin, jixwe ew pêşiya her tiştê vedike. Di qirkirinan de ev pir eşkere wisa dibe. Dema ku parçebûnek “ew-em” çêbibe, li welatekê, li ser axekê, bajêrekî, taxekê cudabûna “em-ew” pêş bikeve, di vê derê de deriyê qirkirinê tê vekirin. Gava yekemîn ev e.
Piştre gava din wek dehumanizasyon tê binavkirin. Ji peyva human-mirov tê. Wekî nedîtina mirov e. Wek mînak di derbarê qirkirina li ser cihûyan hatî meşandin pir fîlm hene. Dibêjin cihû kuçik in, yan jî li ser dikanan dinivîsînin “Kuçik û Cihû nikarin bikevin dikanê!” Fîlmeke Elman hebû. Li ser derê dikana xwe nivîsandibûn “Mala xwe paqij bihêlin wekî Tirkan bêhn nede.” Ew jî netewperestî ye, wek nedîtina mirov e. Yan jî dibêjin qebîleyên koçber. An jî dibêjin parazît, kêzikên bê fayde, kêzikên qirêj… Ew wek însan jî nayên dîtin. Ji bo me gêrîlayan jî di televîzyonê Tirkan de bi Tirkî digotin “Înlerinde yuvalanmışlar” Ev gotin ji bo kêç û spiyan tê bikaranîn. Kêzikên ku dema porê mirov pir pir qirêj dibe tê de derdikeve tê gotin. Ew rasterast nabêjin ew ne mirov in, bi şekleke cuda, watedayînek cuda, binavkirinek cuda vê yekê dibêjin. Lê ji aliyê derûnî ve tê gotin ku “Em we wek mirov nabînin!” Bi vê şeklî ji me re dibêjin “Hûn wek spî, kêç in, ne mirov in.” Fêmkirinên bi vî rengî çêkirin ew jî pêvajoyeke girîng a qirkirinê ye.
Gava din jî xwe birêxistinkirin e. Di rêxistinkirinê de jî divê yekîneyên taybet ên artêşê hebe, divê hin grûbên milîs hebin. Ya girîng divê hatibin rêxistinkirin ji bo qirkirinê. Wek mînak em rojane bi rojevê ve girêdayî temaşe bikin di Serêkaniyê de, komên çete avakirin, yan jî komên faşîst. Derdikevin di cihekê de komkujiyan pêş dixin, hem divê hêzên mîlîs hebin, divê leşkerên pispor hebe, hem jî divê ku hin kesên bi vî şeklî hatibin tehrîk kirin, bi destê van jî qirkirin tê pêşxistin. Hîna zêdetir piştî rêxistinbûnê jixwe dê qutub-bûn, girêdanên heyî ji kok qutkirin çêdibe.
Li Tirkiye mirov bi asayî nasnameya xwe nayên naskirin, cudabûn-cudakarî li ku derê hebe bi wê tê naskirin. Çiya te ji yên giştî cuda be, tu bi vê tiştê tê naskirin. Lê belê mirovên ku nabin hedefa qirkirinê, bi nasnameya xwe asayî yê Tirkiyê vê tê naskirin. Di AKP’ê de parlementerên Kurd jî hene, dema ku pirsgirêk girêdayî netewperestiyê çêdibe, dibêjin parlementerên Kurd ên AKP’ê. Nasnameya netewî, ya ku li Tirkiyê dibe sebebê bindestiyê, hema dikeve rojevê. Ev taybetmendî rêbaza hedef nîşandanê, her tim wek tehdîdekê di hemû qirkirinan de hate meşandin û tê meşandin jî. Vaye di komkujiya Ermeniyan de dîsa wisa, ev rêbaz hatiye pêkanîn. Heta ku komkujî pêş bikevin, heta ku dawiya sed sala 19’mîn, jê rasttir, heta ku tevgerên netewperest bikeve rojevê bi nasname Ermenîbûnê kes nerehet nebibû, pêwîstî nehate dîtin ku bêjin “Ew kes Ermenî ne” Wek Osmaniyan bi giştî nêzîkbûn ji wan ra hate çêkirin. Jixwe xelîfe dihate qebûlkirin jî. Lê belê piştî ku netewperestî pêş ket, papazên Ermenî, doktorên Ermenî hwd. hatin binavkirin. Doktorek tene di bajêr de heye, ew jî Ermenî ye. Lê dibêjin doktora Ermenî. Ji wê gavê şûnve dibêjin doktora Ermenî, hêdî hêdî teşhîrkirin çêdibe. Gava piştî wê jî piştî teşhîrkirin e, bi vê re her tişt amade dibe. Di hemû qirkirinan de înkarkirin jî heye. Gava dawî ya qirkirinê înkarkirin e.
Di qirkirinan de bi giştî niyet heye, plansazî heye û pêkanîn heye. Ev sê pêvajo tê meşandin. Di hemû qirkirinan de yek tişt jî heye, yên ku tevlî qirkirinê nebe wek xayîn tê îlankirin. Di qirkirinan de dema ku tecawuzên komî çêdibin yê ku tecawuz nake, wek ne zilam tê nîşandan. Bi vê jî ji bo tecawuzê tehrîk dikin. Yê ku neke, dibêjin “Wê demê tu ne zilamî!” Bi vî rengî dijberiya kûrkirin û tehrîkkirin dihêle ku di qirkirinan de cudahî zêdetir pêş bikeve. Di homojenkirinê de ruhek hevbeş bi vî avayî tê amadekirin. Beriya qirkirin çêbibin, cîranan bi hev re dijîn, tişteke cuda nedihate bîra wan, lê belê qirkirin dema ku kete meriyetê niyet, plan çêbûn, însan li wê fikirîn ku ew cîrana xwe ya ku demekê pir asayî bi hev ve dijîn, tine bike. Tiştekê dixe navbera însanan, wan li gor xwe birêve dibe.[1]
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 866 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 8
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 23-08-2013 (11 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
وڵات - هەرېم: کورڎەسان
کتېب - کوڵەباس: ڕازۍ تڼۇتیژی
کتېب - کوڵەباس: مافو مرۊڤی
کتېب - کوڵەباس: ڕاپۆرتە
کتېب - کوڵەباس: تیرۆریزم
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( سارا ک )یۆ جە: 26-10-2022 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( ئاراس حسۆ ) چە: 28-10-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ئاراس حسۆ )یۆ جە:26-10-2022 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 866 جارۍ ۋینیێنە
فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن
جۊر ڤێرشن نامۊ تۊمارکەری
فایلو ۋېنەی 1.0.139 KB 26-10-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کتېبخانە
مەولە
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی

تازەکی
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
29-01-2024
ئەسعەد ڕەشید
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
04-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
08-02-2024
زریان سەرچناری
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
مێژووی زانایانی هەورامان
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,545
ۋېنۍ 106,165
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,571
ڤیدیۆ 1,317
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کتېبخانە
مەولە
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 0.578 چرکە(چرکۍ)!