پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Tilastot
Artikkelit 516,210
Kuvat 105,187
Kirjat 19,086
Liittyvät tiedostot 95,691
Video 1,279
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Tilastot ja selvitykset
Kurdistanin parlamenttivaal...
Paikkoja
Kurdistanin aluehallinnon p...
DEMA JIN NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE WÊ DÎROK JÎ NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DEMA JIN NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE WÊ DÎROK JÎ NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE

DEMA JIN NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE WÊ DÎROK JÎ NASNAMEYA XWE QEZENÇ BIKE
Pirsgirêka #jin#ê, îro ji tevahî pirsgirêkên ku em dijîn hîn girîngtir e û wekî pirsgirêkeke sereke derdikeve pêşberî me. Di gel vê di sedsala 21. de pirsgirêkeke ku çareseriya xwe dide ferzkirin jî cardin pirsgirêka jinê ye. Lewre pirsgirêka jinê, ne tenê pirsgirêkeke civakî, di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî, çandî, ekolojîkî û siyasî ye. Dema em vê pirsgirêkê bi kûrahî digrin dest, em dibînin ku di çavkaniya hemû pirsgirêkên em dijîn de bêçare hiştina vê pirsgirêkê heye. Di vê wateyê de heta pirsgirêka jinê neyê çareserkirin, em nikarin ti pirsgirêkên din ên civakî û siyasî bi awayeki mayînde çareser bikin. Her wiha wekî me li jor jî destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka jinê di çareseriya tevahî pirsgirêkên em dijîn de xwedî roleke mifteyê ye.
Di qonaxa niha de pirsgirêkên civakî yên mirovahî di navê de difetise, gihiştiye asteke ew çend bêçare ku hiş û mêjî li ber cemidî ye. Wisa lê hatiye ku vê rewşê zêdeyî nîvê civakê felç kiriye. Nivê din jî bê bandor hiştiye û ferd jî pir zêde bêîrade kiriye. Tevî vê rastiyê jî, hîna pirsgirêka jinê bi israr tê piştçavkirin, di plana duyem de tê hiştin û pirsgirêk tê kûrkirin. Belê, çawa çêbû ku civak kete bin destê yek cinsî, çawa ket bin desthilatdariya sîstema serweriya zilam. Ev çawa pêkhat?
Serdestiya yek cinsî, bi derketina civaka çînî ku weke destpêka dîrokê tê qebûlkirin, her wisa di nava kevneşopiya civaka dewletperest ya bi vê re pêşketî de hebûna xwe da çêkirin. Civaka dewletperest, bi gotineke din tê wateya civaka cinsiyetparêz a ku yek reng, yek şekil û yek cinsî dihewîne. Ango tê wateya civaka nêr. Ev civak, civakeke ku ji edaletê, ji pir rengiyê û civakîbûna rast dûr e.
Ev rastiya vê civakê ya em heta roja îro dijîn, mirovahiyê bi hilweşîneke mezin re rû bi rû dihêle. Di vê wateyê de ji bo mirovahiyê pir tehdîdên cidî dide çêkirin. Adeta her bêhnekê, her saniyekê mirovahiyê bi mirinê tehdît dike.
Sedsala 21. ji aliyê pir derdoran ve wekî sala jinê tê qebûlkirin. Lewre sedsala 21. sedsaleke ku têde nakokiya cinsî pir zêde dixe nav pevçûnê û tê li hev xistin. Ev sedsala ku mirovahiyê di nav de pir pêşketinên mezin bidest xistî, pêşî li îradebûna jinê jî vekiriye. Vê jî ji bo jin di çapê cîhanê de rêxistin û tevgerên xwe pêş bixe pêşî lê vekiriye. Lê belê tam jî di vê xalê de, qasî bingeheke xurt a alîgir, vê hewcehiya bi îdeolojiyeke xurt (îdeolojiyeke xwe ji zîhniyeta nêr paqij kirî û xilas kirî û serbixwe) daye çêkirin. Ji ber jin tenê bi îdeolojiyeke wiha dikare bibe xwedî îradeyeke azad û serbixwe. Rastiya jin dijî, li ser dide ferzkirin ku sazî û rêxistiniyeke xurt ji bo xwe saz bike. Li gel vê, ji wê dixwaze hedefên xwe jî destnîşan bike. Di destpêka sedsala 21. de serhildan û çalakiyên ku jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên huqûqî pêşxistin, cardin di bin banê rêxistinên jinê de hewldanên wan ên xwedî derketina li mafên xwe yên rewa, nîşan dane ku êdî jinê asteke zanabûnê ya bikaribe vê bike bidest xistiye. Belê ev tenê bi qasî têrê dike ji pirsgirêka jinê re nabin bersiv.
Jin çiqas bibe xwedî tecrûbe jî, şansê wê yê serkeftinê pir bilind nîne. Lewre, ji vê zêdetir pêwîstiya jinê bi tecrûbeyên serkeftî heye. Ango pêwîstiya jinê bi tecrûbeyeke serkeftî ya mora xwe li dîroka jinê bixe heye. Ev jî dema şoreşên di sedsala 20. de rast bêne dahûrandin wê pêkbê. Ango divê jin van şoreşan rast dahûrîne, şaşî û rastiyên wan baş tespît bike û nexşeya xwe ya rê li ser van tecrûbeyan re pêş bixe. Dema ez dibêjim tecrûbeyeke serkeftî, ez behsa vê dikim. Jixwe tevî ku pirsgirêka jinê di nava van şoreşan de roleke miftê dileyîze, ti caran stratejî an jî hedefeke wan a polîtîk ya ji bo çareseriya pirsgirêka jinê çênebûye. Wisa bû ku di pir şoreşan de ev nêrîn bi awayeke pir xurt hate parastin: “pirsgirêka jinê dikare piştî şoreşê were çareserkirin.” Ji ber vê çendê yek ji van şoreşan jî di wateyeke rast de serkeftin bidest nexistin. Hinek bi qada siyasî û leşkerî re sînordar man. Mînaka vê ya herî berçav jî nimûneya Sosyalîzma Reel e.
Sosyalîzma Reel, nekarî xwe ji jiyana adetî ya paşketî û danûstandina bi jinê re ya li ser vî bingehî xilas bike. Têkiliya bi jinê re çêkir, ne li ser fikrê jiyaneke nû bû. Her wisa li ser esasên sosyalîzmê jî çênebû. Di hilweşîna sosyalîzma reel de ev bû sedemeke bingehîn. Encama ji van şoreşan derketî nîşan daye ku, ti şoreşeke pirsgirêka jinê wekî çavkaniya pirsgirêkên civakî negre dest û li ser vî bingehî nêzîkî pirsgirêkan nebe şansê xwe yê serbikeve nîne. An jî serkeftina bidest bixe jî wê demdirêj nebe. Bi cewherî çarenûsa her şoreşeke bi armanca azadkirina civakê derketî rê, nêzîkbûna îdeologên wan şoreşan a ji pirsgirêka jinê re diyar dike.
Tevgera #Azadiya Kurdistanê# ya di bin pêşengiya Rêber Apo de girêdayî paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Cinsî azadkirina jinê ji xwe re kiriye hedef, girîngiyeke mezin da jin û jiyanê. Wekî vê mîsyoneke mezin jî dayê. Tevî vê, însan ji jiyana ku tenê mirin dida çêkirin rizgar kir, bi jiyana ku jiyanê dide çêkirin ve girêda.
Rêber APO dît ku ferdê Kurd wekî mifteyekê bi hêmana malbatê ve hatiye girêdan. Ev rastiya Rêberiyê nîşan da ku pêwîste ev mifte were şikandin û ferd hem xwe, hem jî jiyanê ji nû ve biafirîne. Li gorî vê jî têkoşîneke civakî ya armanca xwe têkiliyên di navbera jin-zilam de da destpêkirin û bersiv da pirsa ku divê çawa were jiyîn. Jina ku êdî dawiya dawîn bersiva xwe ya rast dîtî, li bin roniya Rêberiyê de tevgereke azadiya jinê birêxistin kir. Nûneriya îdeolojîk a jinê kirin û pratîka vê di qada siyasî de kirin ji bo Tevgera Azadiya Jinê bû erkeke bingehîn. Îro Tevgera Azadiya Jinê, mîsyona ku pêşengiyê ji têkoşîna jinên cîhanê re bike bidest xistiye. Jixwe Tevgera Azadiya Jinê, hem ji ber vê rastiya pêşengiyê ya xwediyê wê û hem jî ji ber pratîka têkoşînê ya li ser ezmûnên şoreşên sedsala 21. re pêşxistî, weke Tevgereke jinê ya bikaribe pêşengiya vê ya rast bike derdikeve pêşberî me. Lê belê dema vê dike, divê di warê xweseriyê de rastiya ku ew Tevgera Azadiya jina Kurd e li pişt çav nehêle û divê nirxên civaka Kurd di hundirê xwe de biparêze û vê îhmal neke.
Jixwe Tevgera Azadiya jinê, vê pirsgirêkê ne tenê weke pirsgirêka jinê, weke pirsgirêka zilam û civakê jî digre dest. Ji ber armanca wê ew e ku vê têkoşînê bixe bin xizmeta mirovahiyê. Her wisa pêşketina tevgerê qasî netewî bû, ew çend jî li ser bingeheke nasyonal çêbûye.
Sedema nasyonalbûna wê, ji ber têkoşîna dimeşîne têkoşîneke Azadiya cinsî ye. Jixwe pirsgirêka cinsî ji bo hemû jinên cîhanê bûye pirsgirêka bingehîn. Tevgera Azadiya Jina Kurd bi têkoşîna azadiya cinsî armanca xwe ew bû ku pirsgirêka cinsî ji holê rake, jinê li ser vî bingehî azad bike û dawî li desthilatdariya cinsê serdest bîne.
Di vê çarçoveyê de ji bo Tevgera Azadiya Jina Kurd, mîsyon an jî roleke pêşengiyê ya jinên Rojhilata Navîn bike xwedî nasname û li ser vî bingehî jinê bigihîne dîroka wê ya winda heye. Ji ber dema jin nasnameya xwe qezenç bike, wê dîrok jî nasnameya xwe qezenç bike. Ev ne bi rengê ku cinsê jêr cihê xwe bi cinsê jor re biguhere, ev wê bi rengê ku sîstema serdest a zilam di zîhniyetê de were guhertin û veguhertin çêbibe.
Wekî encam Tevgera Azadiya Jina Kurd, xwedî avahî û rastiya pêşengiyeke wisa ye ku dikare ji pirsgirêka jinê ya di her aliyekî de tê jiyîn re bibe bersiv. Di gel vê wekî tevgereke jinê ew tenê xwedî paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ye ku ev ji bo jinan riyeke ku jin dikarin bi vê riyê ji sîstema nêr rizgar bibin. Li ser vî bingehî ez dibêjim pêwîste hemû jinên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî jinên Kurd pir bi xurtahî Tevgera Azadiya Jinê hembêz bikin û bi awayeke pir xurt li pêşengiya wê xwedî derbikevin.[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 1,716 kertaa
HashTag
Lähteet
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 18
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 14-07-2014 (10 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 26-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 29-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 26-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,716 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.170 KB 26-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

ڕۆژەڤ
شوێنەکان
خانەقین
23-07-2009
هاوڕێ باخەوان
خانەقین
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
Uusi kohde
Tilastot
Artikkelit 516,210
Kuvat 105,187
Kirjat 19,086
Liittyvät tiedostot 95,691
Video 1,279
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.046 toinen!