Gundê Qeremux derdora 20 km li rojhilatê bajarê Kobanê dikeve. Nêzî sînorê Turkiyê ye ji bilî Kurdan tu kes li wî gundî jiyan nake, eşîra wan Şedadî ye ji bilî vê eşîrê hema bêje tu eşîrên din li wir jiyan nakin her wiha eşîra Şedadan ne tenê li gundê Qeremux hene, ji bilî Qeremux, gundê Eynbetê, Heyho, Xerbîsan, Koran û hin gundên din jî eşîra wan Şedadî ye li gor tê zanîn hin kesên Şedadî ango hin malbatên ku eşîra wan Şedadî ye li gundên Bakurê Kurdistanê jî dijîn. Li derdora gundê Qeremux gundê Heyho, Eynbet û Cêşan heye, ev her sê gund hindek biçûk maye ku bighêjin Qeremux. Malbatên ku lê jiyan dikin: malbata Hemanan(Misilm) malbata Dêmo(Neisan) malbata silanan(Cezaêr) malbata Henîfan(Izo) malbata Keçelan(Xelîl) Malbata Hemaçan(Mihemed) Malbat Bedranan(Bedir) hwd. Malên Qeremux zêdeyî 500 malî lê jiyan dikin. Li gor tê zanîn ev gund ji zû de ava bûye ango hatiye ser hev û kombûnek çê bûye her wiha pîra Xedîce ya ku temenê wê derdora 100 î an zêdetire derbas dike û niha li Qeremux jiyan dike dibêje; beriya demekê li vî gundî Êrmaliyan jiyan dikir û heya niha tişt û eserên wan di gir û merzelan de veşartî ne û mafê tu kesî tuneye ku wan giran vekolin heya niha di nav hin cihan de endîke ango tiştên eserî tên dîtin. Navê Qeremux hin kes dibêjin bi Tirkî ye navekî hevdûdanî ye tê wateya Kevirê rêş û hin kes dibêjin bi erebî tê wateya Mêjiyê reş, ji ber Qeremux tevda bi kevirên reş tê naskirin, hindek ji xelkê Qeremux berê li gundê Xerabnasê jiyan dikirin ku îro ew gund û gundê bi navê Heyho ku beriya demek dirêj jê re Begolî dihat gotin, hema bêje ew yek bûn. Tenê dibistanek li wî gundî heye her wiha ew gund, gundekî welatparêz û her kesê wî/ê riya şoreşa Kurdî dişopîne. Li gundê Qeremux dibistan nêzî sala 2014 bû bi zimanê Kurdî, lê li gor ku xelkê vî gundî aniye ziman dibêjin beriya 30, 40 salî beriya niha wan bi dizî di cihê xerabe de wek cihên ku kes gomanê li ser neke di wan cihan de bi dizî xwe fêrî alfebrya Kurdî dikirin û her tim doza şoreşek kurdî dikirin tevî zor û zehmetiyên ku di wê demê de rejîma Bais ya Sûriyê dida meşandin wan ew gavên zor û zehmet davêtin. Her wiha li vî gundî darên Fistiqan û zeytûnê bêhtir tên çandin. Li vî gundî gelek şikeft hene û dîroka wan pir kevnare hin şikeft di nav gund de ne û hinek ji wan jî li dervayî gundin, gundê Qeremux bi welatparêziyê tê naskirin di her malekê de yan şervanek yan du şervan hene, yan şehîdek yan du şehîd hene ku ji bo şoreşa Kurdî xwe kirine qurban, di berxwedanê de her tim li pêşin.[1]
Niviyan Mislim