图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,356
图片 105,641
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol navgîneke çandî di navbera herêm û cîhanê de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

​​​​​​​Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol

​​​​​​​Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol
Di gel şert û mercên dijwar de, 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir ku îsal diyarî giyanê helbestvan #Cegerxwîn# hate kirin. Endamê Komîteya Amadekar Ebdullah Şêxo anî ziman ku pêşangeh ji bo herêmê pêngaveke çandî ya mezin e û piştgiriya tevgera çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di navbera herêmê û cîhanê de navgîneke çandî ye.
Bi destekdayîna Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serperiştiya Desteya Çandê ya herêma #Cizîrê#, duh 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dirûşma Pirtûk samanê cîhanê ye li bajarê Qamişlo li hola Zana dest pê kir. Her wiha bi hezaran kesayetên çandî lê hazir bûn.

PÊŞANGEH DI NAVBERA HERÊM Û CÎHANÊ DE NAVGÎNEKE ÇANDÎ YE
Endamê Komîteya Amadekar a pêşengehê Ebdullah Şêxo destnîşan kir ku 6`emîn pêşengeha pirtûkan armanc jê ew e ku çanda xwendinê li herêmê berfireh bikin û destekdayîna nivîkaran û xwendevanan bikin.
Şêxo piştrast kir ku Ev pêşangeh li herêmê pêşveçûneke çandî ye, ji ber ku herêm berî sala 2011`an hatibû paşguhkirin û qada çandî û wêjeyî tenê bi paytext û bajarên mezin sînordar bû ku di encamê de nivîskar û xwêner neçar bûn biçin wir. Li gorî Şêxo piştî şoreşê rewş hate guhertin û gelek pêşangeh û çalakiyên li dar dikevin.
Têkildarî rewşa wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxo diyar kir ku li gel şert û mercên şer, û koçberiyê de, pêşangehê ji sala 2017`an ve armancên xwe pêk anîn û wiha domand: “Rewşa pirtûk û xwendinê li herêmê baş e û bi rêya lidarxistina çalakiyên hunerî û pêşangehan mîna ya şehîd Herekol ber bi rewşeke baştir ve berdewam dike.”
Zêdetirî 50 weşanxane, nivîsgeh, saziyên çandî û navendên lêkolînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Lazîqiyê, Iraq, Başûr û Bakurê Kurdistan, Misir, Tirkiye, Balçîka û Ewropayê beşdarî pêşangehê bûne.
Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk bi 13 hezar serenavên çandî, dîrokî, wêjeyî, siyasî û civakî hene. Her wiha di pêşangehê de ji bo pirtûkên jin û zarokan bi zimanên Erebî, Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Ingilîzî û Francî beş hatin vekirin.

HEWLDANÊN DESTEYA ÇANDÊ HENE KU NIRXÊN PIRTÛKAN KÊM BIKE
Têkildarî buhaya pirtûkan, Şêxo da zanîn ku rexneyên ji bo bihabûna pirtûkan di cih de ye û wiha domand: “Lê belê asta kirîna pirtûkan ji aliyê xwêner ve kêm e. Her wiha pelik ji derve tên. Li aliyekî din, piraniya pirtûk li derveyî Sûriyê tên çapkirin. Ji ber wê lêçûna anîna wê û mafên belavkirinê lê zêde dibe.”
Der barê destekdayîna Desteya Çand û Hunerê de ya bo xwêneran, Şêxo eşkere kir ku deste hewl dide ku destekê bide weşanxaneyan da ku nirxên hin pirtûkan kêm bike, li aliyekî din gelek beşan, tanzîlat li ser pirtûkan çêkirine.

JI NAVA DORPÊÇ Û ASTENGIYAN PÊŞANGEH HATE VEKIRIN
Şêxo wiha domand: “Li pêşiya pêşangehê gelek astengî û pirsgirêk detketin. Di gel ku dorpêç û girtina dergehan ku bû sedem gelek weşanxaneyên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê tev li pêşangehê nebin, pirsgirêk û lêçûna anîna pirtûkan ji dewletên din û li aliyekî din jî anîna pirtûkan ji herêmên hikumeta Şamê destûrê dixwaze û dibe jî ev destûr neyê dayî. Lê belê tevî hemû van astengiyan jî me pêşangeh vekir.”
Di pêşengehê de panel, şahiya îmzekirina pirtûkan, berhemên hunerî, muzîk, pêşbirkên çandî û belavkirina pirtûkan weke xelat li ser mêvanan têne lidarxist. Her wiha biryar e ku pêşangeh di 29`ê Cotmehê de bi xelatkirina nivîskar, wêjevan û weşanxaneyên ku beşdar bûne, bi dawî bibe.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişlo sala 2017`an ji bo bîranîna nivîskar û têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) ku di sala 2016’an de şehîd bû, hate lidarxistin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,365
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 23-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-10-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-10-2022
此产品最近更新( سارا ک ):23-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,365
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,356
图片 105,641
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!