Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 zarokên sêwî yên #DAIŞ#`ê bi belgeyeke fermî û peymanên protokolî radestî hikumeta Federal a Rûsyayê kir ku Rêveberiya Xweser û Rûsya li #Qamişlo# belge îmze kirin.
Dema şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova Belova serdana Qamişlo kir û hevdîtin bi rayedarên Rêveberiya Xweser re li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, xebata radestkirina zarokan pêk hat.
Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve endamê Desteya Rêveberiyê ya Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm di protokola radestkirinê de hazir bû.
Nûçegihanê me ragihand ku radestkirin piştî lidarxistina civînekê di navbera her du aliyan de û di civîneke çapemeniyê de bi beşdariya dezgehên çapemeniyê yên xwecih û navneteweyî radestkirin pêk hat.
Di cîvînê de Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova Belova behsa rola Rêveberiya Xweser di têkoşîna li dijî terorê de û dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ`ê kir.
Maria Belova spasiya Rêveberiya Xweser kir û got Rûsya Federal xebatên wê yên ji bo pêkanîna erk û xebatên mirovî bi erênî dinirxîne û dê welatê wê li hember hemlwelatiyên xwe pabendî erkên xwe yên mirovî be.
Di cîvînê de Xalid Îbrahîm teqezî bi pêwîstiya sekna li hember çeteyên DAIŞ`ê kir û got divê civata navneteweyî erkên xwe bi rêya pêşkêşkirina desteka siyasî, aborî, xêrxwazî û ewlehî ji herêmên Rêveberiya Xweser re pêk bîne û hemwelatiyên xwe vegerîne.
Piştî civînê, şandeya Rûsî 38 zarok bi xwe re birin.[1]
ANHA
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,432 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!