Şêniyên bajarê Kobanê bi çalakiyekê destnîşan kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê
dagirkeriya Tirkdagirkeriya Tirk ve nîşana lewazbûna wê dide ku dixwaze binketinên xwe yên li hember berxwedana
gerîlagerîla li çiyayên
KurdistanKurdistanê veşêre û piştgiriya xwe ji gerîla re teqez kirin.
Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajêr ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîlayên çiyayên Kurdistanê, tev li çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lewazbûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide, her wiha bang li kurdistaniyan kir ku têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.
Piştre, hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Mihemed Sidîq wiha axivî: “Civata navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng in, rêya yekane ya têkbirina van êrişan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye.”
Çalakî bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.
[1]
ANHA