图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,960
图片 106,220
书籍 19,186
相关文件 96,696
Video 1,331
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
HEJMAR 2 Li Qazaxistanê çi qewimî û rewşa kurdên li wir çi ye?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Qazaxistanê çi qewimî

Li Qazaxistanê çi qewimî
Di rojên ewil yên 2022yan de li #Qazaxistan#ê tevliheviyek çêbû. Ji ber bihabûna gaza sirûştî xelkê dest bi protestoyan kir. Lê protesto dûv re bûn tundî û talan. Çalakvanan êrîş bir ser avahiyên hikumetê. Esker û polîsên wî welatî bi tundî mudaxele li çalakvanan kir. Bi sedan kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran meriv hatin binçavkirin. Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev rewşa awarte îlan kir û ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf alîkariya eskerî xwest. Eskerên Rusyaya ku endamê vê rêxistinê ye ketin Qazaxistanê. Bi alîkariya vê hêza ji derve hatî, hikûmetê welat dîsa kontrol kir. Sedem çi bû, gelo bûyer safî bû, rewşa kurdên li wir çi ye? Ji bo ku meseleyê hîn bibin û ji rewşa civaka Kurdên li Qazaxistanê haydar bin me xwe gihand çalakvan û karsaza Kurd Narîn Nadirovayê. Wê bersivên pirsên me wiha dan. Va ye hevpeyvîna me li gel xanima hêja Narîn Nadirovayê.
Qazaxistan welatekî çawa ye, çima girîng e?
Qazaxistan welatekî li Asyaya Navîn e. Cînarê Rûsya, Çîn, Tirkmenistan, Ozbekistan, Qirgizîstan, Gola Hezarê û Gola Aralê ye. Navê wê yê fermî Komara Qazaxistanê ye. Li seranserê dinyayê di warê mezinahiya axê de, welatê 9emîn e. Lê nifûsa wê li gorî axa wê ya berfireh kêm e. Li gorî daneyên fermî yên sala 2020an nifûsa Qazaxistanê li dora 19 milyonan e. Li Qazaxistanê beşeke girîng a nifûsê rûs e. Lê kurd jî di nav de li vî welatî zêdeyî 100î milet he ne.
Li Qazaxistanê çi diqewime?
Li Qazaxistanê hê jî tam ne zelal e çi diqewime. Lê rastiyek he ye ku ji avakirina komarê heta niha, yanî ev bêhtirî 30 sal in gelek problem ketine ser hev. Problema aboriyê herwekî li seranserê dinyayê xuya dibe, li vî welatî jî bi awayekî zelal û berbiçav diyar dibe. Herwiha beşeke girîng ji hemwelatiyên Qazaxistanê diyar dikin ku dewlemendî û hatina welatê wan, bi awayekî adilane di nav hemwelatiyan de nayê parvekirin. Li aliyê din fikrek jî ew e ku dewlemend dewlemendtir dibin û feqîr feqîrtir dibin.
Ev serhildan e, soreş e yan destê welatên din tê de he ye?
Li gorî min ne serhildan e, ne jî şoreş e. Sedema vê yekê ku ez difikirim, di bersiva pirsa yekê de min gotiye. Lê hê gelekî zû ye. Em nizanin di rojên pêş de wê çi biqewimin. Vê gavê sedemên sereke ku xuya dibin, birçîbûn û bihabûna li nav welêt û nerazîbûna ji desthilatdariyê ye ku di nav beşeke pir hindik de hatiye dabeşkirin ango parvekirin. Helbet li welatê ku demokrasî lê tune ye yan jî pir hindik e, her dem destê kes, sazî, dezgeh û welatan hebûye û ihtîmalek e ku li Qazaxistanê jî rewşeke bi vî awayî he be.
Hêrsa gel ji ber çi ye?
Hêrsa gel beriya her tiştî ew e ku dibêje: “Ez welatekî pir zengîn im, welatê min li ser petrol û gazê ye, lê çima ez feqîr im?” Li gorî baweriya min sedema sereke ev e ku milet difikire dewlemendî û hatina welêt bi edaletî nayê parvekirin. Bi gotineke din, herwekî min berê jî got, Qazax difikirin ku dewlemend dewlemendtir dibin, lê feqîr feqîrtir dibin…
Wisa dixuye ku hikûmetê kontrol bi dest xistiye. Lê bi rastî jî talûke xilas bû yan na?
Vê gavê rewş aram e û hêviya me ew e ku aramtir bibe û kesek zirar û ziyanê nebîne, kuştin û birîndarbûn zêdetir nebe. Mixabin heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye, hejmareke zêde birîndar he ne û bi hezaran kes hatine girtin û bivçavkirin. Vê gavê kontrola hikûmetê he ye, lê hê zû ye ku em bibêjin xetere xilas bûye.
Di pêşerojê de li ber Qazaxistanê çi he ye?
Di pêşerojê de pêwîst e ku li Qazaxistanê demokrasî û edalet pêk were. An na her dem dibe ku tiştên wiha nexweş pêk werin. Ev rewş ji bo tevahiya dewlet û hikûmetan wiha ye. Gava miletê te ne razî be, birçî be, edalet tune be, demokrasî tune be, tu nikaribî zikê hemwelatiyên xwe têr bikî, ihtîmaleke mezin îro nebe, sibe; sibe nebe dusibe wê nexweşî û tevgerên wiha derkevin.
Û rewşa Kurdên Qazaxistanê çi ye?
Rewşa Kurdên Qazaxistanê normal e. Bi awayekî aqilane tevgeriyan û derneketin kûçe û kolanan. Li malên xwe, li gund û bajarên xwe man. Kurdên Qazaxistanê her dem piştevanên hikûmetê û piştevanên aştî û biratiya bi miletên din re bûne. Kurd baş dizanin ku gava tevliheviyek derkeve, beriya pêşî wê miletên di nav dewleta Qazaxistanê de zirarê bibînin. Dizanin ku tevlihevî wê zirarê bide wan jî. Lê gava aramî he be, bi giştî rewşa kurdên Qazaxistanê baş e, li ser karên xwe ne û li gorî miletên din, herwiha li gorî gelek Qazaxan jî baştir dijîn.
Kurd di vê qeyranê de li kîjan aliyî ne?
Kurd li aliyê aştî û aramiyê ne. Lukseke kurdan tuneye ku di rewşeke wiha tevlihev û aloz de bibin aliyê hinekan. Kurd li her derê dibêjin: “Xwedê avekê li vî agirî bike û Xwedê aştî, edalet û yekitiyê bide vî welatî ku em jî tê de ne.”
Civaka Kurd dê bikaribe muhafaza xwe bike?
Şikir 80 sal in di nav şert û mercên gelekî dijwar de kiriye û wê ji niha pê ve jî bike…
Di pêşeroja Qazaxistanê de çi li ber Kurdan e?
Helbet tu caran Qazaxistan nabe welatê kurdan, bivê nevê problem he bûne û wê he bin jî. Tevlihevî ne tenê bi kêrî Qazaxan, bi kêrî kurdan û hemû miletên din jî nayê. Gava tevliheviyek he be, beriya her tiştî miletên di nav wî welatî de zirarê dibînin. Helbet çavê kurdan, dilê kurdan li ser welatê wan dişewite, lê ew êdî hînî welatên Sovyeta Berê bûne ku Qazaxistan jî yek ji wan welatan e. Helbet di başiya wan welatan de wê kurd jî baş bin, mixabin bivê nevê di xerabiyê de, wê kurd jî nesîbê xwe ji vê yekê bistînin. Hêviya me ew e ku aştî, biratî û azadî ji bo kurdan û ji bo hemû miletên di nav Qazaxistanê de pêk were…
Du mezin û hêjayên civaka Kurdên Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov û Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev êdî di navbera we de nîn in. Rehma Xwedê li wan be. Di zemanekî wiha de hûn çawa kêmasiyia wan hîs dikin? Ger ew sax û li ba we bûna, gelo şîreta wan li we dê çi bûya?
Spas, mala we ava be. Helbet kêmasiya wan tu caran nayê dagirtin. Ez hê jî bawer nakim ew ji ba me çûne. Rast e bi awayekî fizîkî ew ne li ba me ne û ev pir zor e, lê ew her dem di dil û mêjiyê me de ne û heta em kurd he bin, wê ev rastî neguhere. Helbet herwekî berê niha li ba me bûna wê dîsa bigotana kurdperwer bin, ji bo Kurdî û ji bo kurdan bixebitin, bixwînin, guh bidin zanist û zanyariyê, qedrê dê-bavê xwe û mezinan bizanibin…
Xanima hêja, çalakvan û karsaza kurd Narîn Nadîrova, gelekî spas bo bersivên we yên hêja û giranbiha.
Spasî ji min! Ji bo kar û barê we û kovara we “The Hall Kurdiyê” serkeftin û serfiraziyê dixwazim…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览527
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 08-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on15-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):15-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览527
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1104 KB 15-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,960
图片 106,220
书籍 19,186
相关文件 96,696
Video 1,331
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!