پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,230
وێنە 102,968
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,670
ڤیدیۆ 1,189
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
Hevpeyvîn bi Hunermend Seywan Saediyan re
وێنە مێژووییەکان موڵکی نەتەوەییمانە! تکایە بە لۆگۆ و تێکستەکانتان و ڕەنگکردنیان بەهاکانیان مەشکێنن!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Seywan Saediyan

Seywan Saediyan
#Sêva Mêxekrêj#: Kevneşop û çanda #Kurd#î ya bi sed salan, remza evîn, aşitî û lihevhatinê.
Ev çanda qedîm li ber mirinê bû. Lê hunermend, wênesaz û peykervan Seywan Saedian ev çand ji mirinê rizgar kir. Seywan Saedian zêdetirê bîst salan e projeya Sêva Mêxekrêj bi rê ve dibe. Ji bo ku ev kultur winda nebe û nifşên nû pê bihesin, bajar bi bajar li deverên #Kurdistan#ê xebitiye. Projeya ku wî daye destpêkirin îro li derveyê Kurdistanê li Ewropayê jî belav dibe. Sêva Mêxekrêj êdî bûye semboleke Kurdî ya Valentînê. Bi taybetî di roja hezkiriyan ango roja Valentînê de çalakiyên Sêva Mêxekrêj li bajarên Ewropayê jî tên lidarxistin. Hunermend Seywan Saedian çawa hay ji Sêva Mêxekrêj bû? Projeya wî çawa dimeşe? Çi hedefên wî hebûn û çiqas ji wan kariye bidest bixe? Ligel mamoste Saedian me suhbeteke xweş kir. Kerem kin.
Çandeke Kurdan ya windayî bi saya te derketiye holê. Sêva Mêxekrêj. Baş e, çi ye sêva mêxekrêj? Çi wateya wê heye?
Kultûra sêva mêxekrêj kultûreke kevin ya Kurdan e. Di demên pêş de hebûye. Lê ji kengî ve hebûye bi rastî jî ne xuya ye. Yanî dîroka wê dibe gelekî dûr be û dikare ne pirr dûr jî be. Ji ber ku em dizanin wekî Kurd, dîroka me ya nivîskî û arşîva me ya Kurdî gelekî qels e. Yanî tiştekî tespîtkirî mixabin tune ye. Lê ev çend sedsalên dawî hebûye, di vê de guman tuneye. Mînak bêjim, min di sala 1999an de cara yekem ji diya xwe ew sêv girt û diya min niha emrê wê jorî 90 salî ye û bextewer dijî. Diya min dibêje ew ji dapîra xwe elimiye. Yanî niha diya min 90 salî ye û dapîra wê jî em bêjin eger di wan deman de 70-80 salî jî be ew jî ji kesekî din hîn bûye û çêkiriye. Herî kin 200 salî ligel min heye, yanî ev dîrok tespît bûye. Herî kêm evê ku li gor malbata me tê xuyakirin. Xeynî wê ya jî li sala 1938an straneke Mihemedê Mamlê heye û dibêje; “Kake wa nab ê birakem wa nabê. Sêw be bê mêxek bo diyarî nabê.” Yanî sêv bê mêxek nikarî ji bo diyarî bişînî. Yanî gere sêv bi mêxek be. Ew di sala 1938an de tê gotin, ew jî helbesteke folklorîk e. Gelek çîrokên din jî henin. Ew sêv wekî kevneşopiyeke Kurdan hebûye û mixabin hatibû jibîr kirin. Gava ez zarok bûm me wek her kesekî wê stranê bihîstibû, lê min tu caran nedizanîbû ku çi peywendiyekê, çi eleqeyekê di navbera sêv û mêxek de heye. Sala 1999 bû û ez ji diya xwe xeyîdî bûm, ji ber ku di malê de pirr hesas û pirr dilnazik bûm. Hema tiştek ji min re gotibana rojek-du rojan ez dixeyîdîm. Piştre min dît, diya min ji bo aşîtiyê ku me li hev bîne ew sêv çêkiribû, xistibû nav çanteyê. Min cara yekem ew wekî remzekê, wekî semboleke aşîtiyê girt. Û piştre min ji diya xwe pirs kir, ji derdoran pirs kir, ji malbata bapîrê min ku ew li gundekî ne ez çûm wan deran jî min pirs kir. Min fahm kir ku ew zêdetir ji bo evîndariyê hatiye bi kar anîn. Bi taybetî jî gava keçikekê ji kurekî hez kiriye û nekarîbûye bêje, ji bo ku evîndariya xwe jê re eşkere bike, sêvekê jê re rêkiriye. Kengî sêvek bigehe destê kurekî dizane ku keçikek jê hez dike lê nikare bêje. Bi vê awayî min sêv dît û nas kir. Min hinekî lêkolîn kir. Ev sêv ji aliye estetîk jî gelekî tiştekî xweşik e. Taybetmendiyeke wê gelekî taybet û yekane heye. Pirr ecêb e ku ew sêv ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne. Ev tişt bûn sedem ku ez li ser vê çandê, kultûrê bixebitim.
Tenê keçikan ew sêv daye kuran an kuran jî sêva mêxekrêj ji keçikan re dişandin?
Ji berê de wisa bûye. Berê ne wekî îro bûye. Niha pirr rehet keçikekê dikare ji kurekî re bêje “Ji te hez dikim.” Lê di berê de û gava em zarok bûn tiştên wisa tune bûn. Yanî eger keçikeke tiştekî wiha kiriba ew pirr tiştekî ecêb dibû. Wek gunehekî lê dinhêrîn, wisa dihate hesibîn. Gerek e, em li gor demê tiştan binirxînin. Eger tu li gor niha bihesibînî maneyeke xwe tune. Êdî sînor rabûye. Niha li valentinê de her du jî dikarin ji hev re bişînin.
Sêv û bêhna sêvan mixabin êş û azareke mezin tîne bîra me Kurdan. Ji ber komkujiya li Helepçeyê. Lê berevajî vê sêva bi mêxekan xemilandî hêvî û kêfxweşî dide mirov. Ev çand ji kengî ve hebûye? Di dîrokê de çawa derbas dibe? Çima sêv û mêxek?
Ev pirs çend alî ye. Lazim e yek bi yek bersiv bidim.
Yek ku te qala Helepçeyê kir; rast e, mixabin bi bêhna sêvan li wê derê pênc hezar mirov hatin xeniqandin. Bi kîmyebarana dîktator Seddam. Li wê derê jî zehf komkujî çêbûn. Bêhna sêv jî hatiye bi kar anîn. Ji bo me jî pirr tiştekî nexweş bû. Le ez dixwazim tiştekî bêjim. Min projeyeke pirr mezin amade kiribû gava ez li Başûrê dijiyam. Min plan çêkiribû ku em li Helepçeyê pênc hezar sêv mêxekrêj bikin. Min çend proje bi nivîskî jî, bi Kurdî û Îngîlîzî jî ji çend cihan re şand û bi welatê Japonî û şaredariya Hîroşîmayê jî em ketin têkiliyê. Em wan pênc hezar sêvan bişînin Hîroşîmayê. Û li Hîroşîmayê jî erdekî bide me ji bo monomentekê ku wekî semboleke komkujiya Kurdan li wê derê me çêkirba. Ew pênc hezar sêv jî wekî navê pênc hezar şehîdan heba. Yanî navê her sevekê nîşaneyî şehîdekê be. Ew proje bi nivîskî hê jî li ba min amade ye. Lê mixabin li ba Hukumeta Herêma Kurdistanê çand û huner ji piştî her tiştekî ye. Her tiştî difikirin ji xeynî çand û huner. Mixabin tenê petrol û tenê, gendelî (fesadî) cem wan heye. Mixabin qet guh nedane wê projeyê. Min ji parlementeran re şand û serokê hikumetê re şand. Min ji dehan cihan re şand lê heya niha tu carî min hîç bersiv jî negirt.
Projeke min ya din hebû. Di şerê navberê PKK û dewleta Tirkiyeyê de nêzî 40 hezar kes hatin kuştin. Sîvîl û gerîlla û esker. Min dîsa planeke ji bo vê mijarê û bi sêva mêxekrêj amade kiribû, wekî sembola aşitiyê. Ji her 40 hezar malbatê re sêva mêxekrêj bişînin. Weke remza Kurdan em bişînin. Proje pirr mezin in û ji aliye şexsekî nikare çêbibe. Mixabin heya niha min tu caran, tu cihekî nedît ku bi çandê re mijûl bin. Bi rastî jî ew siyasiyên Kurd û partiyên siyasî yên Kurdan mixabin pirr dûrî çand û hunerê ne û herî derbeyên mezin jî ji vê derê xwarinê.
Sêv di dîrokê da, gelekî meyweyekî balkêş bûye. Û her tim roleke taybet ya sêvê hebûye. Gava em mîtolojiyê guhdarî dikin, dibînin ku mêweyekê pir kevnar e. Xuya ye ji demeke pirr zû dê hebûye. Ji ber wê dibêjin Adem û Hewa dema li bihiştê bûne gava ku sêv dixwin ji bihiştê tên avêtin.
Di dinyayê de sê sêv pirr bi nav û deng in. Yek; sêva ku Adem û Hewa jê xwarine. Ya duyemîn sêva Newton e. Gava ku li bin darekê ye û sêv li serê wî dikeve. Û piştre Newton ew yasayê rakişandinê, kişandina erdê keşif dike. Ya sisê jî Apple e, an jî sêva Steve Jobs e.
Planeke min ji bo çêkirina fîlmêkê heye. Dixwazim belgefîlmekê çekim bi navê “Sêva Çaran.”
Girîngiyeke taybet ya mêxekê jî heye gelo? Çîmkî bi rastî sêv û mêxek baş li hev hatine.
Bêlê, bê guman. Mêxek wek ku hûn jî dizanin ew maddeya bêhişkirinê ye. Di diransaziyê de jî maddeyên wisa dibe sedem ku ew êş neyê hîskirin, ji mêxekê tê çêkirin. Û ji berê jî gelek caran gava êşa diranan çêbûye, mêxekê xistine nav diranan û êşê kêm kiriye. Sêv bixwe maddeyekî fîbir e. Fîbir di nav de pirr heye. Gava ew (sêv û mêxek) digihîjine hevdu, hevdu digirin, pirr hişk dibin bi hevdu re dimînin. Ev hişkkirin berê jî di nav me de hebûye. Di nav miletê din de jî hebûye. Mînak bêjim; qeysî/mişmiş, tu bidane cihekî, tu dikarî du-sê rojan bihêlî. Herî zêde sê-çar rojan dikare bimîne û birize. Lê balkêş e, gava qeysî vedikin, didin ber tavê, hişk dibe wekî qeysiya hişk du-sê salan jî dimîne. Ew hişkbûn emrê tiştan zêde dike. Ev hêla zanistê ye. Vêca ez hunermend im, ew ne karê min e. Ez ji hêla hunerê ve li vê meselê dinêrim. Lê ez ji aliyê zanyarî zêde nizanim, jixwe ne karê min e jî. Ez hêvî dikim, di demên pêş de lêkolînên zanistî jî bên kirin, ka ew sêv çawa sed salan dikare wisa bimîne.
Min par li malê ji xwe re sêva mêxekrêj çêkiribû. Hê saxlem e. Dibêjin sêva mêxekrêj xira nabe û dikare 100 sal bimîne. Bi rastî jî wisa ye? Û çawa dikare wisa bimîne?
Wekî min got bi rastî ez ji alî zanistî de tiştan nizanim. Kesên bi zanistî ku li ser wê meselê dixebitin dikarin bêjin çima dimîne. Lê sêvên mayî rast in. Ji ber ku niha li Mehabadê sêvên me yên sed salî hene. Ya herî nêz jî sêveke min ku min bîst sal berê çêkiriye digel min heye. Yanî ez dibêjim herî kêm sed sal dimîne, belkî 200 sal jî bimîne. Bi rastî jî dimîne. Lê ew çawa dimîne? Çima dimîne? Bi rastî ez nizanim. Min ev neafrandiye, lê min ji mirinê rizgar kir û bi projeyen hunerî ya cuda karibûm bi netewî û navnetewî bikim.
Di folklora Kurdî de çîrok jî hene. Bav û keçikek li gundekî bi hev du re jiyane û erdê wan jî zêde bûye. Dema genim û giyayên xwe didûrin, hêz ya wan wan kêm e. Berê gel alikariya hevdu dikirin. Di soranî de dibêjin herewez. Yanî çend kes tên alîkariya wan dikin. Rojekê çar kurên xort ku ji vê keçikê hez dikin dixwazin alîkariya wan bikin. Û ew keçik ji rojek berî de diçe çar sêvan dide wan. Her yek bi dizî. Û roja ku ew tên genim didûrin, stranan dibêjin, ji aliyekî din ve jî dibêjin “Gelo ew keçik ji kê hez dike?” Keçik bersiv dide û dibêje; “Ew kurê ku sêv di bêrika wî de ye, ew bi xwe fêhm dike.” Û daye her çaran jî. Ji bo ku baş bixebitin. Tiştekî balkêş e, em dizanin di erdnîgariya Kurdistanê de dema genim tê dûrîn sêv çênabe. Xuya ye keçik ew sêv berê çêkirine. Çima di dema genim tê dûritin de sêv hebûye ligel wan? Lewma di sirûştê de sêv tune ye. 100 sal berê teknolojî jî tunebû ku di her çar demsalan de jî sêv hebe. Xuya ye ku keçik sêv mêxekrêj kiriye, sêv kariye bimîne. Lêkolerên ku van kara dizanin divê li ser vê lêkolînan bikin. Tiştekî din jî bêjim; berê parfûm û bêhn û tiştên wisa tunebûye. Eger hebe jî di destê her kesî de nebûye. Di destê dewlemendan de, di destên hin kesan de bûye. Bêhna sêva mêxekrêj pirr xweş e. Her tim bêhna wê heye. Ji ber wê em dibînin her tim di nav kincan de ye. Di nava boxçikan de bû ye. Min xwe dîtin. Berê komîdîn û dolab û walîz û tiştên wisa tunebûne. Di nav sindoqan de, qûmaşan de bûye. Her tim sêveke mêxekrêj di nava kincan de hêştine ku bêhna wan xweş be. Vêca wan ev tecrûbe kirine, ev tecrûbeya gelê me ye.
Mamoste te qet lêkolîn kirine gelo? Yanî ev çand bes li aliyê Rojhilat hebûye an li çar perçeyên din jî mînak henin?
Belê, hebûye. Wek mînak bêjim; ligel min vîdyo heye. Vîdyoya Şêx Mihemedê Şakelî. Berê wezîrê rewşenbîrî bûye li Silêmanî. Şêx Mihemed bi xwe di vîdyoyê de dibêje ku li herêma Germiyanê jî ev çand hebûye. Gava ew zarok bûye li gundê wan kesek hebûye. Dizanî hinek hene li gundan xwe pirr xweşik dikin, simbêlê xwe reş dikin. Û dibêje li gundê wan jî kesek hebûye û di nav gund de digera, her tim di destê wî de sêva mêxekrêj hebûye. Şêx Mihemed bixwe dîtiye. Ji xeynî wê mînak bêjim; heman li Germiyanê lekolînerekî heye bi nave Herdewêl Kakeyî. Ew jî lêkolînên tiştên folklorîk dike, dibêje ji xeynî sêvan, narinc ji mêxekrêj kirine. Helbesteke bi zaravayê Maço dibêjin, nêzî Hewramî ye dibêje; “Xalê ha we ban zincî zincewa, alêy mêxek e be narincewa” Yanî ew helbestên folklorîk li Germiyanê jî heye. Wekî min bihîstiye heta li bakurê jî li aliyê Meletiyê jî çêbûye. Hevaleke min li Stenbolê mîmar bû, ew dibêje, ew ligel dapîra xwe wê tiştî dîtiye. Lê hewce ye lêkolîn berfirehtir bibin. Lewra sêva mêxekrêj bi tenê beşek ji karên min e. Ez peykervan im, wênevan im û sînemakar im. Bi dehan projeyên min hene. Ez nikarim hemû enerjiya xwe bidimê û ew dibe ku kêmasiya min jî be. Tam lêkolîna her tiştî çênabe. Lê birastî ez pê nagihêm.
Sêva mêxekrêj wek projeya te destpê kir. Û niha li gelek deverên cîhanê di hefteya roja hezkiriyan de çalakiyên sêva mêxekrêj têne lidarxistin. Gava tu dibînî çi hîs dikî? Tu jê memnun î?
Min di sala 2010an de li başûrê Kurdistanê di roja Valentînê de li 44 bajar û bajarokan ev proje çêkir. Li Kifrî û Kelar û Xaneqîn heya Şengal û Başîqê jî em çûn. Yanî li hemû herêma Kurdistanê ev proje çêbû. Li vê derê me ji bo her bajarekê broşûrekê wekî pirtûkekê jî çap kiriye. Di beşekê de min daye xuyakirin ku sê pêvajoyên projeyê hene. Pêvajoya yekemîn; vejîn e. Yanî ew sêv ji mirinê rizgar bibe û bibe çandeke Kurdan û ji mirinê rizgar bibe. Bextewar im, ew pirr zû çêbû. Hema di 3-4 salan de. Ji ber ku li başûr jî gelek girîngî pê hat dayîn. Di 2007an de me li hotêl Çarçira ev proje rêvebir û gelek parlementer û wezîr û gelek kesayetên hunerî û çandî beşdar bûn. Di 2008an de li çar bajarên Kerkûk, Dihok, Hewlêr û Silêmanî çêbû û pirr deng veda. Her wisa mezin û mezintir bû.
Pêvajoya diduyan; bi netewîkirin e. Yanî em wê wekî çandeke Kurdan li her çar perçeyê Kurdistan nas bikin û çêbikin. Ku ev jî hêdî hêdî çêdibe. Niha li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin, gel çêdike, gel jê hez dike. Û derveyê vêya jî di sala 2013an de min kompanî VÎNSEV vekir. Ew berhem me di asta pirr bilind û xweşik qotî û çente me jê re çêkir. Logoya wê jî heye VÎNSEV. Bi Kurdî û Îngilîzî peyameke evîn û aştiyê jî li ser heye (a message for peace and love). Û me ser nivîsandibû: Proudly made in Kurdistan.
Ew proje di asteke mezin de çêbû. Di sala 2013an an jî 2014an de ev sêv ji aliyê Desteyî Geşt û Gûzarî ya Hikûmetî Herêm bi fermî wekî diyariya Kurdan hatiye naskirin. Min di 2012an de patenta wê ji Iraqê jî girtiye.
Qonaxa sisêyan jî bi nav netewîkirin e. Bi rastî jî projeyekê bi nav netewî bikî bi şexsekê pirr zor e. Û mixabin ya me jî dewlet tune. Hikûmeta Herema Kurdistanê ku bi Îbrahîm Tatlises û Ezîz Weysî û nizanim bi tiştên pirr beredayî mijûl e, bi alî sivik de… Bi rastî pirr dilşikestî me ji Başûr. Hema hema dibîhîzim halê min xirab dibe. Dizanim çi derfetên mezin hebûn ku em bikaribin tiştên mezin bikin, qala tiştên xweşik bikin. Tiştên asta dinyayê de çêbikin. Lê wana heya niha jî mixabin bi petrol û bi dizî û tiştên beredayî din re mijûl in. Ew proje wisa, demekê pirr serkeftî bû. Pirr pêş ket, me pirr baş pêş xistibû. Lê herî dawî wisa ma û proje bin ket û ez bi xwe gelek jê deyndar mam. Hinek kes pirr rehet dixwazin xwe bikin xwediyê wê projeyê, mirov pirr aciz dibe. Lê ev kedeke hunerî ye. Di sala 2013an de ji bo patenta wê li Iraqê çêkim min gelek mesref kir. Li welatên din jî pirr pere diçe ji bo wan. Lê min tu car heya îro jî tu qezenc jê negirtiye. Armanca min jî ev nîne. Ji bo min ew projeyeke çandî ye, hunerî ye ne projeyekê ekonomîk e.
Pêvajoya sisêyan jî niha maye. Ew bi xwe karekî pirr zor e ku wek şexsekê bi tenê bikim. Lê bextewer im ew proje heya niha li Belçîqayê, Almanyayê çêbûye. Li Swêdê sê sal in çêdibe û çar bajaran çêbûye heya niha. Li London, Tirkiyê, Başûr, Rojava, Rojhilatê çêbûye. Yanî ew proje bi xwe hêdî hêdî bi rê diçe. Ez pirr kêfxweş û bextewer im ku min ev projeyê ji mirinê rizgar kir, bi awayekî modern. Ji ber ku ev jî pirr girîng e. Dema ku ew pakêta diyariyê dibînin ew ne tiştekî normal e, gelekî berhemeke modern e. Li başûr herî zêde mişteriyên Vînsêvê gelên Ewropî, Emerîkî bûn. Ji ber ku wek remza Kurdistanê tiştekî tunebû ku ligel xwe bibin. Ji ber ku mirov diçe welatekî, dixwaze tiştekî wek sembol ligel xwe bibe.
Dixwazim vê jî bibêjim, alîkarî ji hinek cihan û kesan jî çêbû. Wezaretê Şehîdan hezar sêv kirîn û şandin Holandayê. Ji bo dema peykerê Omerê Xawer çêbû. Ji boy ev saziyên ku li hemberî sîlehên kîmyewî dixebitin şandin wê derê, wekî remza Helepçeyê. Parêzgeha Hewlêr jî hezar heb ji wan standin. Bi vî awayî gelek tişt jî çêbûn lê di dawiyê de nebû projeki mayende. Mînak bêjim, min du caran ligel parlêmanan rûniştim. Min bi nivîskî ev proje daye wan ku li parlementoyê rojekê ji bo evîn û aşitiyê bê diyarkirin û sêva mêxekrêj jî wekî remza evîn û aşitiyê bê diyarkirin. Lê mixabin xema wan ne welat û ne tiştên netewî bû û ew proje wisa ma. Lê pêvajoya sisêyan pirr zor e, lê ez dimeşînim. Dixwazim vê jî bibêjim. Tev sêvên ku li wir dihatine çêkirin ji aliyê penaberên rojavayê dihatine çêkirin û me pere dida wan.
Tişka ku tu bixwazî lê zêde bikî heye gelo?
Ez rica dikim ji gelê me, hurmet biden keda hunerî. Ez xwedî proje me. Ez dixwazim mala her Kurdekê de sêveka mêxekrêj hebe. Îsal Chalak Eventsê li ser afîşê ku me bi xwe çêkiriye, eynî afîşê ku çar sal berê me bi hevre çêkiriye, eynî projeyê bêyî ku tiştekî jî zêde bikin wekî projeya xwe didin nasîn û didizin. Bi rastî ev derveyî exlaqê Kurda ye, der exlaqê mirovahiyê ye. Cihekî din jî heye. Fîrûze Kahve hebû li Amedê. Du salan me bi hevre çêkir, sala sêyan eynî afîşê ku min bi kar aniye tenê navê min rakirine. Û ser navê xwe belav dikin. Hêvî dikim her Kurdekê li mala xwe de sêveke mêxekrêj hebe. Lê gava ku wekî proje bi kar tînin, bila bizanin xwediyekî wê heye, kesekê ku ser wê zehmet kêşayî heye. 20 sal in ez dixebitim. Bila em kedê hevdu nexwin û bila me jî neêşînin. Ji şûna ku enerjiya min ji bo navnetewîkirinê biçe, ez biçim ser şexsekî yan jî grûpekê doz vekim û qeyb bikim. Ji xwe ez li ser vî tiştî dixebitim. Bi hezaran berhemên folklorîk yên Kurdan henin; heke hûn bi rastî jî ji çanda Kurdan hez dikin, keremkin li ser tiştekî din bixebitin. Ez jî dixwazim hûn van tiştan belav bikin. Hurmet heye, exlaq heye û yasa heye. Ez pirr êşiyam. Daxwaza min heye, demên pêşde kî dixwaze bi kar bîne ser seran û ser çavan. Ez dikarim ji bo her kesî alîkar bim. Û tu daxwaziyên min jî tunin. Lê gava ku projeyê ser navê xwe bi kar bînin bi rastî jî ew tiştekî derveyî exlaqê ye.
Gelek spas û saetxweş hunermend Seywan Saedian re, ji bo vê hevpeyvîna xweş.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 540 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 09-09-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 15-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 15-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 15-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 540 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.192 KB 15-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
31-05-2018
سەریاس ئەحمەد
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,230
وێنە 102,968
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,670
ڤیدیۆ 1,189

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.141 چرکە!