图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Meryem Xan: Dengbêja Hizn û Kederê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Meryem Xan: Dengbêja Hizn û Kederê

Meryem Xan: Dengbêja Hizn û Kederê
Derbarê jiyana #Meryem Xan#ê de her çiqas çavkaniyên berfireh kêm bin, pêzanînên heyî jî ji hev cuda ne. Di serî de derbarê cihê ku Meryem Xanê lê ji dayik bûye û neseba wê de çavkaniyên cur be cur derdikevin pêş.
Li gorî hin zanyariyan hunermend Meryem Xan xelkê Cizîrê ye, li gundê #Dêrgul#ê ji dayik bûye, bi ser qezaya Bêrtiyê ve ye. Li gorî zanyariyek din ku ev zanyarî ji aliyê malbata Meryem Xanê ve hatiye neqilkirin Meryem Xan ji navçeya Basaya (Güçlükonak) Şirnexê ji gundê Kêrxwerê (Demirboğaz) ye.
Meryem Xan di sala 1904an de ji dayik bûye. Keça Heciyê Hemo ye. Rewşa aborî ya malbata wê baş bû. Malbata wê li gundê Kêrxwerê bi ajeldariyê ve mijûl bû. Bavê Meryem Xan Heciyê Hemo li herêmê yekî bi qedr û qîmet bû. Sê zarokên Heciyê Hemo çêbûne. Yek jê Meryem Xan yên din Huseyn û Yehya ne.
Piştî ku dê û bavê Meryem Xan diçin ser dilovaniya xwe Meryem Xan diçe Kerboranê û ji gundê Zivingê yekî bi nav Xelîl Înan re dizewice. Lêbelê zewaca wan zêde dewam nake û hevdû berdidin. Lewra Meryem Xan dixwaze xeyala xwe ya dengbêjiyê bibe serî û di vî warî de pêş bikeve. Ji bo vê daxwaza xwe her çiqas ji hevserê xwe re dibêje ez bêyî kilaman nikarim bijîm jî wî qanî nake.
Êdî Meryem Xan ji bo vê daxwaza xwe ya dengbêjiyê her tişt dide ber çavên xwe û daxwaza hevserê xwe ya hevberdanê qebûl dike. Piştî vê Meryem Xan xwe bi temamî dide hunerê û diçe Mûsilê. Li Mûsilê dibihîze ku kompaniyên mûzîkê yên Îngilîz li Bexdayê stran û kilamên Kurdî, Farisî û Ermenîkî berhev dikin û sêlikan (plak) saz dikin. Ev ji bo Meryem Xanê dibe firsendek, Meryem Xan digihêje miraza xwe û weke yekem jina Kurd bi zaravayê Kurmancî sêlikekê tomar dike.
Di sala 1939an de radyoya Bexdayê dest bi weşanê dike û ji bo ku hunermendên bikadroyî bigire di sala 1944an de pêşbaziyekê li dar dixe. Gelek dengbêj û stranbêj beşdarî vê pêşbaziyê dibin, lêbelê Meryem Xan bi sewt û awaza xwe dibe yekemîna vê pêşbaziyê. Êdî heta dawiya emrê xwe weku hunermendeke kadroyî di radyoya Bexdayê de dixebite.
Meryem Xan, piştî ku di radyoyê de dest bi kar dike ji bo çand û kelepora Kurdî bê sekin dixebite. Gund bi gund digere û kilamên ku li ber wendabûnê ne wan berhev dike û tomar dike. Bi vî awayî arşîvek baş a kilamên Kurdî çêdibe. Li gorî agahiyan Meryem Xan di seranserê jiyana xwe ya hunerî de nêzî du sed kilam strane. Lêbelê ev kilam ji ber ku amûrên radyoyê yên tomarkirinê tunebûn di arşîvên radyoyê de nehatine parastin. Ji bo vê yekê pir kêm kilamên wê gihaştine heta îro. Ev kilamên li ber destan jî ji 44 aliyê hin lêkolîner an jî hunerhezan ve hatine berhevkirin. Ji bilî radyoya Bexdayê di radyoya Erîwanê de jî deng û kilamên Meryem Xanê hatine tomarkirin.
Meryem Xan di temenekî ciwan de bi nexweşiya gurçikê dikeve. Nexweşiya wê dibe sedem ku Meryem Xan xwe ji her tiştî dûr bixe. Meryem Xan di sala 1949an de li nexweşxaneya Mîr Îlyas diçe ser dilovaniya xwe. Li Bexdayê bi merasîmekê li goristana Şêx Marûf tê definkirin. Dengbêj Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Elî Merdan û xebatkarên radyoya Bexdayê û ji nav gel jî gelek kes beşdarî merasimê dibin.
HUNERMENDIYA MERYEM XAN
Meyrem Xan, di tradîsyona dengbêjiya Kurdî de cihekî girîng digire. Weke dengbêj Reso, Şakiro, Mihemed Arîf Cîzrawî, Hesen Cîzrawî û Nesrîn Şêrwan ji bo hunera Kurdî kedek mezin daye. Bi berhevkirinên kilamên Kurdî ji bo radyoya Bexdayê hişt ku îro nifşên nû hay ji çand û kelepora xwe hebin. Bi sewt û awaza xwe wê jî weke gelek dengbêjan navê xwe li dîrokê nivîsî.
Her dengbêjek şêwazekî wî/wê heye. Meyrem Xanê jî bi şêwaza xwe û cureyên kilamên xwe ji dengbêjên din vediqete. Lê di bingeha hemû kilamên dengbêjiyê de em rastî realîteyên civaka Kurd tên. Dengbêjan evînên ku hatine jiyin, koçberî, şer, mirin, bûyerên dîrokî, bûyerên civakî û hwd. kirine kilam û ji bo nifşên nû ev kilam bûne weke belgeyên dîrokî.
Dengbêj tiştên bihîstine, dîtine yan jî bûne şahid bi kilamên xwe ew gihandine heta roja îro. Dema em li kilamên Meyrem Xanê dinerin evînên ku li ser erdnîgariya vî welatî deng vedane ku weke kilama “Çemê Bişêrîka Şewitî” û yên din, bûyerên dîrokî weke “Bavê Koroxlî”, “Bişarê Çeto”, evîna xwe weke kilama “Mihemedo Ronî”, li ser tenêtî, xerîbî, koçberî û hwd. gelek qewimîn ji xwe re kiriye mijara kilaman yan jî kilamên bi vî rengî ji xwe re hilbijartiye û strandiye. Dikare bê gotin ku hemû kilamên xwe bi dengekî hizin straye. Ev jî li gorî baweriya me ew bûyerên ku hatine serê wê karîgerî li ser dengê wê jî kiriye. Jixwe temaya kilamên wê bêtir hizin e. Weke nimûne em dixwazin li ser analîza kilama “Çemê Bişêrîka Şewitî” ku yek ji kilamên hizinê ne rawestin.
“Lê lê yadê rebenê wez ê çûme çemê Bişêrîka şewitî
Ax dayê rebenê wez daketim, oy gewra min tu yî lê ay ax
Oy sebra min tu yî, lê de lê lê ax de lê lê ay ay ay ax
Lê lê yadê rebenê, dibê xewka min tê vê sibê wez raketim way ax
Lê lê wez ê çi qa nav heval û hogirê xwe da bilind firîm
Ax dayê rebenê wez ê nizim bi erdê ketim
Ay gewra min tu yî lê ay ay ax
Oy sebra min tu yî lê de lê lê ax de lê lê
Lê lê wez ê tobedara şêxê xwe me lo ax
De wez ê ji navekî(?) bedew ez ê bejna lawikê xwe me
Ax ax de lê lê ax de lê lê, ay ay ax
Lê lê yadê rebenê keçikê digo wez koçer im ax
Ax dayê rebenê penîr tînim, oy gewra min tu yî
Lê ay ay ay ax ay sebra min tu yî lê
De lê lê ax de lê lê, ay ay ay ay
Lê lê yadê rebenê wez ê kolan bi kolan vê sibê digerînim ax
Lê lê wez ê çiqa çavê xwe digerînim nagerînim
Ax wez ê bejna bilind li nav wa bajara nabînim ax gewra min tu yî lê
Ay ay ay ax ax oy bermaliya min tu yî lê de lê lê
Ax ax de lê lê, ay ay ay ay ax ax”
Ev kilam li ser evîndariyê ye. Ji bo vê yeke cureya vê kilamê lîrik e. Temaya wê negihandin, bêrîkirin, bêmirazî, tenêtî û hizna evînê ye. Kilameke herêma Xerzan e. Ev kilam ji devê jinekê hatiye girtin. Em dikarin weke lawij jî bi nav bikin. Ji ber ku gotinên dilşewat ên jinê ne. Di kilamê de keçik ji diya xwe re behsa bêrîkirina evîndarê xwe û êşa dilê xwe dike.
Kilam heta dawiya wê bi gazina ji çarenûsa xwe ya keçikê dewam dike. Hêjayî gotinê ye ku ev evîna keça koçer Nafya, evîneke platonîk e. Çimkî haya Emînê Ehmed ji vê evînê tune ye û çênabe jî.
Ev kilam weke ku dengbêj Salihê Qubînî jî dibêje, ji devê keçeke mihacir hatiye girtin. Dengbêj ji devê keçikê bêçarebûna wê ya li hember eşqeke mezin ango qêrîna wê daye bihîstîn. Keçik hemû derdê dilê xwe bi diya xwe re parve dike. Xwe spartiye diya xwe. Bangî diya xwe dike ku diya wê jê re çareyekê bibîne.
Lewre, evînê zora wê biriye. Motîva “reben”ê ku keçik bi vî awayî bang li diya xwe dike, tê vê wateyê ku keçik tevî ku dizane tu tişt ji destê diya wê nayê jî dîsa jî xwe spartiye wê. Keseke reben; belengaz e, perişan e, tu tişt ji dest nayê. Lê, ji ber ku keçik pir dilşewat e û dizane ku tenê diya wê, wê fêhm dike hemû derdê xwe jê re dibêje.
Di kilamê de gotina “Bişêrîka şewitî” weke metaforekê hatiye bikaranîn. Ango, destnîşankirina ew cihê ku êdî jiyan lê ne pêkan e yan weke mecazî wêranbûn û xerabûna wî cihî ye. Çimkî, li gorî çîroka kilamê Emînê Ehmed li Bişêrîkê hatiye kuştin û veşartin. Êdî Bişêrîkê ji bo keça mihacir ne cihê jiyînê ye.
Wekî din em dikarin li ser motîva “koçer”ê bisekinin. Lehenga kilamê keçeke koçer e, li xerîbiyê ye. Yanê hem êşa evînê hem jî êşa xerîbiyê keçik xistiye hizneke mezin. Di bangkirina li diya xwe de tenêtiya wê, jarbûna wê û êşa welatê xerîbiyê tê xuyakirin. Keça koçer Nefya diya xwe her tim weke sebra dilê xwe dîtiye û ew kiriye şirîka derdê xwe.
Ji kilamê xuya ye ku keça mihacir heta ji dest hatiye li dû evîna xwe çûye. Her çiqas çavên xwe digerîne nagerîne, kolan bi kolan digerîne jî bejna bilind ya hezkiriyê xwe nabîne.
Êdî keça koçer fêhm dike ku ev evîn naçe serî û ji hemû jiyînên xwe poşman dibe û tobe dike. Yanê ji kîjan aliyî vê em li vê rewşa keça koçer binêrin xembariyek, hiznek xwe dide der.
Di reseniya çîrokê de her çiqas karakterên reel û berbiçav hebin jî di vê varyanta kilamê de navên lehengan nayên gotin, lê bi awayeki nerasterast hatine teswîrkirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,142
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 04-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on15-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,142
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!