ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,099
画像 106,657
書籍 19,287
関連ファイル 97,268
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Enfal: Bi Sureta Quranê Kurd Hatin Qetlkirin
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

kurd û Sureta Quranê

kurd û Sureta Quranê
Di rojeke germ a meha Gulanê de gelek jin û zarok li qemyonên leşkerî ku her çar aliyên wan girtî, tên siwar kirin û ber bi çol û çolistanên #Iraq#ê ve tên şandin. Hundirê qemyonan, gelek germ e ku bîhna hin zarokan diçike û ji ber germê dimirin. Axirî, li cîhekê qemyon tên sekinandin û av li rêwiyan tên dayîn, lê di nava avê de jî maddeyeke kîmyewî heye ku jin, zarok tev pê diêşin. Yek û yek dest û çavê hemû rêwiyên li qemyonan tên girtin û li çalên mezin tên avêtin. Leşkerên Iraqî, bi çekên qeleşnîkofê gule berdidin ser jin û zarokên dest û çav girtî yên li nava çalan. Di nav de jinikeke ducanî jî hebû ku ji ber guleyên lê dikevin, zikê wê tê perçekirin.”
Ev gotinên Teymur Abdullah Ahmed ê Kurdê Germiyanî yê #Başûrê Kurdistanê# ye ku di vê çala mirinê de wek birîndar xelas dibe. Şahidê komkujiyê, bi çavê xwe bi awayeke hovane kuştina dayik, xwişkên xwe û gelek Kurdên din dibîne. Dîmenên Ahmed dibîne, wehşeta komkujiya Enfalê nîşan dide.
Li deverên cuda yên Iraqê bi dehan çalên mezin ji hêla leşkerên Iraqî ve tên vekirin; jin, zarok, pîr jî tê da bi deh hezaran Kurd dest û çavê wan girtî, bi saxî bi destên leşkeran ve tên veşartin. Loma ji bo komkujiya Enfalê pênaseyeke wiha tê kirin: “Mirov dimire, piştre tê veşartin. Lê bi deh hezaran Kurd hatin veşartin, piştre mirin.”
Ji wan çalan hêj hestiyên qurbaniyan bi temamî hatine derxistin. Di operasyona enfala li ser mêrên eşîra Barzaniyan de 8 hezar mêr hatibûn kuştin. Meha çêyî hestiyên 100 mêrên Barzanî ji Bexdayê hat anîn Hewlêrê. Di merasîma veşartina cinazeyan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî beşdar bibû. Serok Barzanî got ji bo dîtîn û anîna hestiyên qurbaniyan xebata wan dê dewam bike.
Navê komkujiyê, nîşaneya meşrûkirina kuştina Kurdan e
Yek ji êş û trajediyên mezintir ku di dîroka Kurdan de cîh digire komkujiya Enfal e. Di sala 1988an de bi fermana Saddam Huseyin ê Serokkomarê wê çaxê yê Iraqê, li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê jenosideke mezin tê kirin. Di komkujiya bi navê Enfalê de jin, zarok, pîr û kal tê da nêzîkî 182 hezar Kurd tên kuştin.
Enfal ku sureteke ji Qûranê yê û wateya wê “Xanîmetên Şer” e li navê vê operasyona li dijî Kurdan tê kirin. Yanê kuştina Kurdan, milkê Kurdan li xwe dikin ferz û helal! Weke DAIŞê. Di ser komkujiya Enfalê re 34 sal derbas dibe lê rêbazên hov ên li Kurdan tên kirin bi dawî nabe.
Di salên dawî de li deverên cuda yên Iraqê, gelek gorên bi kom hatin dîtin. Li gor ragihandina hikumeta Iraqê, heta niha 70 gorên bi kom hatine dîtin. Ji wan mezelan jî hinek hatine vekirin. Cîhê gelek qûrbaniyan jî hêj nediyar e.
Komkujiya bi navê Enfalê, ji 8 qonaxan pêk tê:
Qonaxa yekem a komkujiyê, di 23ê Sibatê 1988an de li devera Cafayetê ya Silêmanî dest pê dike heta 18ê Adarê dewam dike.
Qonaxa duduyan a komkujiyê li devera Qeredaxê ya navbera Hewlêr û Silêmanî tê kirin di heman salê de ji 22yê Adarê heta 2yê Nîsanê didome.
Qonaxa sisiyan a komkujiyê li herêma Germiyanê di navbera 7 û 20ê Nîsanê de pêk tê.
Qonaxa çaran a komkujiyê, di 3ê Adarê de li Qelay Sewke û li Deşta Zeyî Biçûk dest pê dike heta 15ê Adarê berdewam dike.
Qonaxên pênc, şeş û heftemîn ji 15ê Adarê heta 25ê Adarê li deverên Şaqlawa û Rewanduzê pêk tên.
Qonaxa dawîn a komkujiyê li tevahiya herêma Behdînanê pêk tê ku ji 26ê Adarê heta 9ê Îlonê didome.
Di jenosida Enfalê de 30 navçe, 4 hezar û 500 gund tên tarûmarkirin. Gelek dibistan, nexweşxane, mizgeft û dêr tên xerakirin. Ji ber êrîşan, herî kêm 1 milyon Kurd, ji Başûrê Kurdistanê koç dikin.
Talan û êrîşên bi destê hêzên rejîma Baas a Iraqê ku bi awayeke sîstematîk pêk tê, armanca komkujiya Enfalê jî nîşan dide: Koka Kurdan were rakirin, demografiya deverên Kurdistanê were guhertin.
Herêmên êrîş lê hatine kirin jî ji bo têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê herêmên stratejîk û girîng in. Loma bi taybet pêşî êrîş li van herêman tên kirin da ku şoreşa Başûrê Kurdistanê were têk birin.
Saddam Huseyin ê ku fermana jenosida Enfalê dabû negihişt armanca xwe, piştî demekê hat darvekirin lê belê şoreşa Kurdên li Başûrê Kurdistanê çû serî.
Komkujiya Enfalê 14ê Nîsanê sala 2008an ji hêla parlamentoyên Kurdistan û Iraqê ve wek “Jenosid” hat pejirandin û ev tarîx wek salevgera Enfalê hat destnîşankirin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは825表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 01-09-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 12-10-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 12-10-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 12-10-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは825表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.194 KB 12-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,099
画像 106,657
書籍 19,287
関連ファイル 97,268
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.625 秒(秒) !