图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,169
图片 106,232
书籍 19,185
相关文件 96,654
Video 1,348
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-5
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-5

Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-5
Endama Akademiya Jineolojî ya Lêkolînan a Kantona #Qamişlo# Gulistan Osman beşa perwerdeyê ya di Jineolojiyê de wiha nirxand: Jin bi xwe kakilên vê civakê ne û civak bi xwe jî pêwendiyên xwe li gorî jinan dihone loma Jineolojî di destpêkê de jinan perwerde dike.
Qamişlo – Jineolojî bi zanista xwe riya jinan û civakê ronî dike. Her wiha li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh Jineolojî xwe bi rêxistin dike û gelek karên jinan bi rêve dibe. Armanc dike ku bi zanista xwe di nava civakê de wekhevî, edalet û hevjiyana azad biafirîne. Di heman demê de jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jineolojiyê ji xwe re weke zayînek nû bi nav dikin. Jineolojî li tevahî herêman di aliyê sosyolojî û dîroka jinan de lêkolînên berfireh daye destpêkirin, ev yek jî dihêle ku civak zêdetir zanista jinan meraq bike. Jineolojî li bajarê Tebqayê di 26’ê Cotmeha 2020’an de, li Kantona Kobanê 6’ê Adara 2019’an, li Efrînê 2017’an û li Şehbayê jî di Çileya 2021’ê de hatiye avakirin. Endamên Jineolojiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê kar û xebatên xwe de nêrînên xwe parve kirin.

“Jineolojî riya jinên Ereb ronî dike”
Endama Lêkolîna Jineolojî ya li Tebqa û Reqayê, Mariya Mûsa kar û xebatên Jineolojî li Tebqa û Reqayê wiha nirxand: “Em karê Jineolojî li Reqa û Tebqayê dimeşînin. Sosyolojiya ku di roja îro de tê qalkirin, Jineolojî alternatîfa wê ye. Jineolojî hevjiyana azad şîrove dike. Di 26’ê Cotmeha 2020’an de navenda Jineolojî li Tebqayê hat vekirin. Me di gava destpêkê de zehmetî jiya lê tişta ku me dixwest di nava civakê de pêk bînin, me kir. Armanca me di nava jinên Ereb de ew e ku em riya wan ronî bikin û li gel wan bisekinin da ku îradeya wan hebe her wiha jinên Ereb li hemberî adet û teqalidên civakî têbikoşin. Em her meh li ser Jineolojî kovaran çap dikin û di nava civaka Ereb de belav dikin. Di heman demê de em der barê jineolojî de waneyan didin sazî û dezgehên civakî. Jineolojî di nava mêrên Ereb de jî bandorek çêdike, bala wan dikşîne û der barê Jineolojî de pirsan ji me dikin. Me niha pêngavek der barê zewaca di temenê biçûk û pirzewacî de daye destpêkirin û heta niha me ev pêngav di nava 170 malbatan de şîrove kiriye. Armanca me ew e ku em zanista jineolojî di nava jinên Ereb de belav bikin. Jineolojî jinan ronî dike û divê jin jineolojiyê di jiyana xwe de bikin bingeh. Daxwaza me ji civaka Ereb ew e ku li hemberî hişmendiya pirzewacî, zewaca di temenê biçûk de, tundî û kevneşopiyên civakê têbikoşin û jineolojî û perspektîfa Rêber Apo bixwînin.”

“Jineolojî rengê xwe li Kobanê derxist pêş”
Endama Lêkolînê ya Jineolojî ya bajarê Kobanê Rima Ehmed kar û xebatên Jineolojî li Kobanê wiha nirxand: “Di 6’ê Adara 2019’an de Jineolojî xwe li bajarê Kobanê bi awayekî fermî ragihand. Em li ser du lîngan xwe bi rêxistin dikin yek perwerde ya duyem jî lêkolîn e. Em kar û xebatên xwe li ser esasê jinan pêk tînin û me gelek dewreyên perwerdeyê vekirine, em jinên ku di sazî û dezgehan de cihê xwe digirin perwerde dikin. Armanca me ew e ku em zanista Jineolojiyê di nava sazî û civakê de belav bikin. Me gelek lêkolînên mîna guhertina demografîk, dagirkirina herêmên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koçberî û tiba xwezayî, kirin. Têkildarî sosyolojiya jinên Ereb jî kar û xebat hatin meşandin. Cara yekem me panela Jineolojî li Firatê li dar xist û çar mijarên mîna tundî, qetilkirin, zewaca di temenê biçûk de û çareserî bi rengê jinan pêk hat. Vê panelê sûdek mezin li ser jin û civakê çêkir. Lêkolîna me ya herî dawî ku em lêkolîn dikin li ser xwekuştina jinan e. Jineolojî zanisteke civakî ye loma em hewce dibînin ku pirsgirêkên rû didin ji kokê ve bikolin. Armanca me ew e ku em lêkolînên pêk tînin bi civaka xwe re parve bikin û pirsgirêka civakê çareser bikin, bi van yekan jineolojî rengê xwe derdixe pêş.”

“Bi Jineolojiyê re civaka Minbicê hat birêxistinkirin”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Minbicê Yasmîn Qojo kar û xebatên Jineolojî li Minbicê wiha nirxand: “Navenda me di sala 2018’an de li Minbicê hat vekirin. Me di gava ewil de Jineolojî ji bo civak, sazî û dezgehan dida naskirin, ji ber ku ev zanist, zanisteke nû ye û bala civaka Minbicê dikişand. Her wiha me li gorî civaka xwe dest bi lêkolînên bingehîn kir. Di heman demê de civaka Minbicê bi pergala eşîrtiyê tê nasîn loma xebateke pir bi ked divê aliyê de hewce dikir. Em vegeriyan dîroka kevneşopiya civaka xwe û me der barê vê yekê de çareseriyên mayinde dîtin. Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê hebûna zanisteke wiha di nava civakê de ji bo ku em xwe ji rengê reşiyê xilas bikin pêwîstiyek bingehîn bû. Me lêkolînên mîna jin, civak, orf, adet, pirsgirêkên civakê di hundirê malê de û aborî lêkolîn kirine. Bi belavbûna virûsa koronayê re gelek jin di hundirê malê de rastî tundiyê hatin, ji bo hişyariyê me gelek belavok belav kirin. Ya din der barê exlaq û kar de me yekemîn atolye li bajarê Minbicê li dar xist. Di bin navê şerê taybet de gelek jinên Minbicê dawî li jiyana xwe dianîn loma me der barê vê mijarê de jî lêkolînên berfireh bi pêş xistine. Me di pêngavên xwe de bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de, sedemên wê û encamên neyînî li ser derûniya jinan. Der barê ciwanan de jî me xebatên weke kampa ciwanan ji bo bilindkirina asta perwerdeyê, meşandin. Li Minbicê jineolojî di destpêkê de nedihat qebûlkirin û nêrîneke neyînî li ser dihat girtin lê bi hevgirtina rêxistinên jinan ên li Minbicê me dikaribû vê nêrîna neyînî bikin erênî. Baweriya civakê bi Jineolojiyê zêde bû ku armanca wê guhertina civakê û belavkirina exlaqê baş di nava hemû neteweyên vê civakê de bû. Tevî hemû zehmetiyên ku me derbas kirin jî em gihîştin encamên baş bi rêxistinkirina vê civakê.”

“Jineolojî di nava civaka Efrîn û Şehbayê de tê hezkirin”
Endama Lêkolîna Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê Zahîde Memo kar û xebatên Jineolojiyê li Şehbayê wiha nirxand: “Di 2017’an de navenda Jineolojî li Efrînê hat vekirin û niha kar û xebatên xwe ji ber koçberiyê li Şehbayê didomîne. Jineolojî li Efrînê li ser esasê rewşa jinan, civak, sosyolojî û dîroka jinan li Efrînê dest bi kar û xebatên xwe kirin. Jineolojî yekem car li Efrînê gava xwe li dibistanan avêt. Endamên ku di zanista Jineolojî de kar didan meşandin, li ser bingeha plansaziyek xebat dikirin. Her wiha Jineolojî weke zanista jinan xwe di hemû sazî û dezgehên Efrînê de da nasîn. Me lêkolînên xwe li ser sosyolojiya dîroka Efrînê, jinên Efrînê, şûnwarên Efrînê ku bi rengê jinan çawa hatine avakirin, kirin. Ev lêkolîna me hişt ku em encamên baş ji van lêkolînan bigrin. Jinelolojî naskirina jin û jiyanê ye. Piştî êrîşên dewleta tirk li dijî Efrînê, em neçar man koçber bibin û piştî koçberiyê me navenda xwe li Şehbayê ava kir û karên ku di nîvî de mane me berdewam kir. Niha navenda Jineolojî ku li Şehbayê di Çileya 2021’ê de hatiye vekirin, girêdayî Efrîn û Şehbayê û hevbeş tê meşandin. Me li Efrînê bingeha Jineolojî ava kiribû loma civaka me bi awayekî xerîb nêzî zanista Jineolojî nebûn û pêşwaziyek baş hebû. Zanista Jineolojî di nava civaka Efrîn û Şehbayê de tê hezkirin û gel pir meraq dike ku zanista jineolojî çi ye. Niha kar û xebatên ku em dimeşînin danasîna Jineolojî ji sazî û dezgehên Şehbayê re ye. Di demên pêş de jî em ê dest bi lêkolînên sosyolojî ku dîroka Şehbayê pênase dike bikin. Hevbeşiya navendê heye û ev yek jî dewlemendiyek derdixe holê. ”

“Jineolojiyê li Helebê rengê xwe da jinan”
Endama Komîteya Jineolojî ya Helebê Nûjiyan Hisên kar û xebatên Jineolojî li Helebê wiha nirxand: “Di 3’yê Nîsana 2021’ê de navenda Jineolojî li Helebê bi awayekî fermî hat avakirin. Roja ku zanista Jineolojî xwe li Helebê ava kiriye, heta niha em di nava civak, sazî û dezgehan de danasîna xwe dikin. Em niha li ser civak û jinan çîrokan lêkolîn dikin. Her wiha em hemû bi pêkhateyên ku cihê xwe li vê bajarê digrin re têkildar in. Em dixwazin bi vê zanistê çanda dayikê ya ewil vegerînin. Armanca me ya esasî ew e ku em rastiya civakê û jinan bi awayekî zanist derxin holê. Di heman demê de em pirsgirêkên jinan û civakê dijîn derdixin holê û çareseriyan pêş dixin. Gelek zanist li cîhanê derketine, lêkolînên ku pêk dianîn pirsgirêkan kûrtir dikirin lê Jineolojî weke sosyolojî derketiye û armanca wê jî çareserkirina pirsgirêkan e. Di roja îro de em dibînin ku dîrok hatiye berovajîkirin lê Jineolojî bi zanista xwe dîrokê bi awayekî kûr û rast dikole. Ya din jî ew e ku rastiya jiyanê bi destên jinan hatiye honandin derxin holê. Lingê bingehîn ê Jineolojî hevjiyana azad e ku pirsgirêka civaka me dijî hevjiyan e, çi aliyê kar be çi aliyê pergalê be. Di roja îro de herdu zayend jî hatine kolekirin loma hevjiyana azad ji bo her du zayendan pir girîng e. Me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê perwerdeyên xweser vekirin û me bi dawî kirine. Di heman demê de me dewreyek giştî ku tê de jin û mêr cihê xwe digrin daye destpêkirin. Perwerdeyên ku em didin mêran, zîhniyeta ku di şexsê wan de hatiye rûniştandin şîrove dike û ev yek jî ferqa Jineolojî hîn zêdetir radixe ber çavan. Jin îro bi awayekî serbest radibin ser piyan û li dijî hişmendiya mêrsalarî têdikoşin ev yek jî cihê serkeftinê ye. Jin çareseriya pirsgirêkan di zanista Jineolojî de dibînin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,066
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 17-05-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 07-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on07-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):07-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,066
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,169
图片 106,232
书籍 19,185
相关文件 96,654
Video 1,348
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!