图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,462
图片 105,721
书籍 19,161
相关文件 96,468
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di Pêşketina Edebîyat û Hunera Kurdîya Zazakî De Mînakek: Kovara Şewçila
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Şewçila

Kovara Şewçila
Li ser Kurdîya Zazakî lêkolîna ewil di sala 1856an de bi berhevkirina zimanzan Peter I. Lerch dest pê kir. Lerchê ku çûye Roslowê, ku leşkerên dewleta Usmanîyan yên di Şerê Qirimê de ji aliyê rûsan ve dîl hatibûn girtin, li wir di nav leşkerên kurd de geriyaye û bi Kurdîya Kurmancî û Kurdîya Zazakî gelek metin berhev kirine. Lerch, paşê van berheman bi sê cildan di sala 1856, 1857 û 1858an de bi zimanê rûsî çap dike.[1]
Di sala 1985an de Terry Lynn Todd li ser rêzimana kurdên zaza teza doktorayê nivîsî. Heta vê xebata Todd tu pirtûkek rêzimanê berfireh di wateya nûjen de nehatibû çapkirin. Paşê di sala 1998an de du pirtûkên rêzimanê yên berfireh ji aliyê Ludwig Paul û Zülfü Selcan, wek xebatên doktorayê hatin weşandin. Xebateke din a ku di heman salê de hatiye weşandin, xebata hevpar a I. Anatolʹevna Smirnova û K. Rakhmanovich Ayyoubi ye, ku li ser bingeha Zazakî ya Dêrsimê ye.[2]
2. Berhemên yekem ên ku bi Kurdîya Zazakî hatine nivîsandin
Berhema herî kevn a edebîyata zaravayê Zazakî ya Mewlûdê Kirdî ya Ehmedê Xasî (1867-1951) ye ku di sala 1899an de li Diyarbekirê hatiye çapkirin.
Zimanzanê kurd Celadet Bedirxan di sala 1933an de çend metnên Zazakî yên ku berhev kirine di kovara Hawarê de weşandine û li ser zaravaya Zazakî hin berawird kirin.[3] Qanadê Kurdo di sala 1977an de xebateke li ser zayend û hejmaran Zazakî weşand.[4]
Çîroka Fûad Temo ya bi navê “Şewêş” ku di sala 1913an de di kovara Rojî Kurd de hatiye weşandin, di 67 salan şûnda di sala 1979an de kovara Tirêjê de hejmara 2yan de bi navê Engiştê Kejê (Pêçîyên Kejê), wek yekemîn kurteçîroka Zazakî tê dîtin. Yekem romana bi Zazakî ya ku Deniz Gündüz nivîsandiye bi navê “Kilama Pepûgî” di sala 2000 de derketiye.
“Grûba Xebata ya Vateyî” 1996an de Swêd dê kom bû û dest bi xebatên xwe kir. Paşê li Tirkiyê xebatên xwe berdewam kirin û hîn jî dikin.
Di sala 1997an de Grûba Xebate ya Vateyî jî dest bi weşana kovara çandî ya Vate kir ku tenê bi Zazakî ye. Her wiha Grûba Xebate ya Vateyî bi weşandina pirtûka Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) û Ferhenga Kirmanckî (Zazakî) -Tirkî û Tirkî-Kirmanckî (Zazakî) rê li ber nivîsandina Kudîya Zazakî vekir.[5] Rojnameya Newepel di 15 Adar 2011 de wek rojnameyeke kulturî ya 15 rojane dest bi weşanê kir. Newepel di weşanan xwe ya heft salan de bi xebatên xwe gelek deriyên nû vekirin.
Ji bo gihîştandina kadroyên ku bi Zazakî binivîsin wekî xwendigehekê bû. Li gorî agahîyên ku edîtor û redaktorê Roşan Lezgîn dide, 260 kesî cara ewil di Newepelê de dest bin ivîsîna Zazakî kiriye. Ji vana jî, nêzîkî 60 kesî paşê 1 yan çend pirtûkên wan derketine. Malpereke ku li ser çand, huner û xebatên civakî dike www.zazaki.net jî heye.[6]
3. Rewşa Kurdîya Zazakî di Zanîngehên Tirkiyê de
Li zanîngehan xebatên Zazakî roj bi roj zêde dibin û di avakirina edebiyatê de gavên pêşîn dest pê kirine. Tê dîtin ku xwendina li zanîngehên Zazakî bi giranî li sê zanîngehan tê kirin. Zanîngeha Bîngolê, Zanîngeha Munzurê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, ji xeynî van zanîngehan hin zanîngehan bi zêdetir kurs an jî hin bernameyan beşdarî xwendina Zazakî dibin. Tê dîtin ku xebatên li zanîngehên Tirkiyeyê tên kirin di asta lîsans, lîsansa bilind û doktorayê de ne.[7]
4. Kovara Şewçila
Kovara edebî û hunerî Şewçila ya sê mehane ya xwerû bi Kurdîya Zazakî di Adara 2011an de li Diyarbekir dest bi weşanê kir.
Kovara Şewçila tenê berhemên edebî yên wekî helbest û kurteçîrok, gotarên li ser edebiyat û hunerê û hevpeyvînên edebî-hunerî ku hemû jî bi zaravayê Zazakî cih digirin. Heta niha bi Zazakî xwerû li ser edebiyat û hunerê tu kovarên wek Şewçila nehatine weşandin. Armanca kovara Şewçila derketina edebiyatzan û wêjehezên bi zaravayê Zazakî û pêkhatin û pêşxistina edebiyateke nûjen a bi vî zaravayî ye.
Kovar li Diyarbekirê tê amadekirin û weşandin û bi awayê abonetiyê bi piranî li wîlayetên ku zaravayê Zazakî yê kurdî lê tê axaftin li bakurê Kurdistanê, li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyê û li welatên cuda yên dinyayê gihîştiye xwendevanin xwe, li ser înternetê jî bi saya epirtûk.com ê jî her kes dikare wek dosyaya pdf kovarê daxîne û bixwîne. Heta niha 16 hejmarên kovarê derketine û mixabin ber hinek sedeman berî hejmara 17an hat rawestandin.
“Beşek girîng ku ji kesên ku di kovara Şewçila de dest bi nivîsandinê kirine, niha bi rêkûpêk dinivîsin. Hinekan ji wan pirtûkên xwe jî çap kirine. Di vî warî de mirov dikane bibêje ku kovara Şewçila ji bo pêşketina Zazakîya nivîskî û edebiyata wê bûye dibistan. Me bi kesên ku di kovarê de dinivîsînin re yek bi yek mijûl bûn û yek bi yek nivîsên wan redekte kirinn. Me gelek hewl dia ku nivîsên wan sererast bikin, her herf, peyv an hevokek ku me rast kiriye bi rengekî diyarkirî nîşan dikir û ji bo ku şekle rastkirî bibîne me ji nivîskar re dişand. Me pêşniyar dikir ku ew nivîsa ku nivîskar nivîsandiye bila hinek derên din ji nav derxe yan jî hinek tiştên din îlawe bike, şaşiyên xwe bibîne û rast bike. Em di vî warî de wek dibîstanekê nivîskariyê xebitin. Karê redaktekirin û serrastkirina nivîsan ne karekî ku her kes hilgire û bike ye. Ev xebata ku bi tevahî bi dilxwazî ​​hat meşandin, hewldaneke pir taybet, xîret û sebir dixwaze, yanî bêyî hezkirina ji ziman û dilsoziya bi netewetiyê re, domkirina wê jî pir zehmet e.’’[8]
Em kanin rola kovara Şewçila bişibînin wek kovara Hawarê, çawa ku Hawarê alfabeyeke nû, nivîskarên nû, hişmendî û hişyarîyeke nû ava kir wek wiha jî kovara Şewçila jî ji bo zaravayê Zazakî roleke wiha lîstiye. Nivîskarên xwe digihîşîne û demekê şûnda nivîskar dibin xwedî berhem, hasasîyeteke Zazakî derkiveke holê û bi saya Grûba Vateyê û kovara Şewçila rêzikên rastnivîsê jî belav dikin. Kovar ji bo Zazakî bingeheke nû ava kir. Her çiqas di nivîsan de midaxaleyê devokan nehatibe kirin jî di sererastkirinê de li gor rêzikên rastnivîsîyê sererastkirin hatine kirin.
Heta niha[9] 16 hejmar derketine lê li gor îstatîstîkê 14 hejmarên kovarê de 104 helbest, ji jê 4 hatine wergerandin, 90 kurteçîrok, ji jê 11 hatine wergerandin, 19 gotar li ser berhemên edebî, 5 hevpeyvîn, 9 gotar, 15 gotarên analîzkirina berhemên edebî û hunerî, 1 nûçeyên edebî, 1 peyam û 1 çîrok jî tê de hene Di 16 hejmarên kovara Şewçila de berhemên 106 nivîskaran ku 16 ji wan jin û 90 jî mêr in. Berhemên 25 nivîskaran wekî werger tê de hene, yên din raste rast ji kovarê re hatine nivîsandin.
Zêdeyî nîvê van nivîskaran yekem care ku bi kovara Şewçila dest bi edebiyatê kirine û berhemên edebî çêkirine û weşandine.[10] Beriya derketina kovara Şewçila hejmara nivîskarên jin bi zaravayê Zazakî dinivîsandin gelekî hindik kes bûn. Lê di pêvajoya Şewçila de zêdetirî deh nivîskarên jin derketine holê û berhemên wêjeyî yên beşeke girîng ji wan weke pirtûk hatine çapkirin. Ku em li gor lîsteya UNESCO ya zimanên di xetereya windabûnê de ne bifikirin em ê girîngî û rola kovara Şewçila hîn zêde fehm bikin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,417
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://candname.com/
挂钩项目: 23
小组: 文章
Publication date: 05-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئەڤین تەیفوور 05-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on07-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,417
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.158 KB 05-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,462
图片 105,721
书籍 19,161
相关文件 96,468
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!