图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,522
图片 106,139
书籍 19,170
相关文件 96,530
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wêje û ziman
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo Hedilî
Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de.
(helbest, bexşan, çîrok, roman, cerbandin û wekî din)
Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin.
Lê heta ji min were, ezê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bişiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim.
Gelo çawa wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, wêjevan çawa dikarin xwendevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Û pirseke din, zimanê berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje çi bandorê li hev dikin?
Ji bona bersiva van pirsan, rast were dayîn. Pêwîst e mirov pêşî li dema kesên berhemên wêjeyî dixwînin an jî guhdar dikin, li rewşa wan a derûnî binêre. Ya duyemîn, Têgihîn, nêrîn, çavderî, awayê xeyal anîna ziman û bi hêzbûna derbirîna nivîskar hesab bike. Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di berhemên wêjeyî de ye. Heke mirov van merc hemû li ber çavan bigire û bi cih bîne, di nirxandina xwe de mirov dikarê tabloyeke serkeftî peşkeş bike.
Mirovan bi peydakirina deng û bi axaftinê re wêje jî peydekirin. Li wê serdemê li ba zimanê axaftina rojane, xwezeya lê dihizirîn ji bona bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî peyde kirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî, bû pêşengê zimanê wêje.
Afirandina berhemên wêjeyî; tê wateya zindî kirina xeyalê. Bi corekî din bejim, rastî û xeyal bi hev re di berhemên wêjeyî de tene bikaranîn. Ev ya zimanê wêjeyî ji axaftina rojane cuda dike û ziman dike giyanê wêje. Ev zimanê bi aheng, kelecana nava xwendevanan dilivîn û bandoreke bihêz li wan dike. Heke livîn û kelecan di berhemê wêjeyî de nebe, temenê wan jî tune ye û bandorê li mirovan nakin. Ji bona wê Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bikar aniye. Ji vî zimanê ahenga dengan re, zimanê sêhrê hatiye gotin.
Ya girîng di nivîsandina hemû coreyên berhemên wêjeyî de, ne gotinên tevlîhev û hevokên dirêj in. Gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin.
Li gorî min heta ji wêjevanan wer, divê peyvan baş hilbijêrin û wan baş di cihên pêwîst de bicih bikin. Heke pêwîst be yekîtiya çend peyvan çêkin û piştre hevoka xwe saz bikin. Ji ber wêjevan hêza xwe ji ziman digirin, hevîr û hevîrtirşê wan jî ziman e. Ziman jî ji hêmanên wêje hêz digire û bi destên nivîskaran digihê hêza afirandina derbirînê. Berhemên bi vê zanîne hatin nivîsandin li kudera cîhanê hatibin nivîsandin jî ti ferq nîne, dê xwe bidine xwendin. Berhemên bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bi coşa hûnandina tevna dengan hatin nivîsandin, xwe demeke dirêj bi xwendevanan didin xwendin. Li vê rêwîtiya temenê dirêj, heke bandora xwe li ser mirovan hiştibin, di vê serkeftinê de para bi hostatî, bikaranîna ziman pir mezin e.
Berhemên wêjeyî bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên nivîskar, bê paseport û bê sînor nas bikin, xwe digehine wêjehezên cîhanê.
Nivîskar xeyalan bi gelek curan dertînine pêş. Bi hostatiya hilbijartina gotinan bi lihevanîna bikaranîna ziman, rastî û xeyalên xwe di navhev de baş distirhin piştre pêşkêş dikin. Ya van hemûyan werdigerîne derbirînê peyivok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û bandora xwe li me dike ew in. Zimanê wêjeyî, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştên berhemên wêjeyî hemdem dikin û dikin zimanê cîhanê hûnandina ziman e.
Ji afirandinên di nav çalakiyên destpêka mirov de cih girtî û heta roja me hatî, wêje ye. Û tiştê afirandina wêjeyî hemdem dike û dike zimanê cîhanê, zanîna hûnandina zimanê ne.
Hûnandineke serkeftî bi gotinên xweşikkirî (estetîkkirî) dibe û divê her peyiv di cihê wê de werê bi cihkirin. Mirovan ev metod ji serdema pêşî ve bikaranîne.
Ji ber wê tê gotin, formê nivîsê yê pêşî mirovan nivîsandî, formê helbestê ye. Bi vî awayî bûyer bi kêm gotinan tê nivîsandin û ev jî bûye bingehê zimanê wêje. Berhema herî xweş û serkeftî, berhemên nivîskar bi kêm gotinan mabesta xwe anîbin ziman e.
Ji ber vê xesletê, berhemên wêjeyî (bi teybet helbest) dem dem bi xew ve çûbe, dem dem ji nedîtinê re hiştibin, heta gelek ceran bi çavên biçûk lê hatibe meyzandin jî, xwe gihandiye roja me.
Bêyî dirêj kirina mijarê divê bêjim ji serdema pêşî, heta serdema me, hemû civakên mirovan li dervayî zimanê têgihiştina rojane, zimanekî cuda afirandin.
Ev zimane yê berhemên wêjeyî dike malê cîhanê.
Em dizanin tiştên berhemên wêjeyî ji wan pêk tên, hest û raman in. Tiştê yekem yê berhemên wêjeyî nemir dike jî, xweşik bikaranîna ziman di hest û ramanan de ye.
Hestên mirov çiqasî pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqasî tûj û hêja dibin bile bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêşkirina wan hest û ramanan e.
Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin ji bona çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hest, raman, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide. Tiştê têgihiştina wêje xweş dike û mirovan dilerizîne, ahenga dengan e.
Mînak yek ji we pirsa rewşa min ji min bipirse, ez nikarim vê bersivê bidim.
bêhna meynoşên ji êvarê mayî,
fermandarê artêşa xwe winda kirî me ez.
Lê ji bona rewşa xwe ya xirab ji xwendevanê xwe re bêjim, ez dikarim di helbesta xwe de welê binivîsim.
An em ji dayîka xwe re welê nabêjin.
Negirî dayê nelorîne,
rondikên ziwa nebarîne.
Em van gotina dikarin di berhemên xwe de bikar bînin.
Ev hevok dixwazê li Ewrupa, an li Kurdistanê hatibe nivîsandin, mirovan dizane bi zimanê wêjeyî hatiye nivîsandin. Ji ber bi zimanê guvaştî hatine nivîsandin, mirov pirtir dihejîne. Ev ziman dibe navenda pêşxistina ziman û xeyala mirovan. Ev ziman bi şêwekî li guhên mirov xweş were, bi hevokên lihevkirina gotin û muzikê tê gotin. Ji ber wê ye li hişê xwendevanan tê nivîsandin û bandorê li zimanê wan jî dike.
Wêje; çanda zimanên civatan xweşik û dewlemend dikê ye.
Ziman, bi zimanê wêjevanan xweşiktir dibin, bêje zelal û gotin sipehîtir dibin. Wêjevan bêje û gotinan bi kedeke mezin xweşik dikin di derhemên xwe de bi cih dikin û pişt re pêşkêşî xwendevanan dikin. Bi wî awayî hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin. Xwendevanên xwe, dikine şirîkên keser û şadiyên xwe.
Wêjevan dengan dikine stran û ramûsan. Carinan jî gotinan, dikine hawar, lorî û dikine rondikên çavan.
Ev deng di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.
Berhemên wêjeyî; ne komkirina qelabalixa gotinên bê ser û ber in. wêjevan gotinan yeko, yeko hildibjêrin û bi wijdan bi awayekî dadwarî wan di berhemê de bi cih dikin.
Hostatiya nivîskaran ew e, her tîpê, her peyivê û her hevokê di cihê wan de zanibin bi cih bikin. Nivîskar bi peyivan, ronahiya pêşveçûnê di hişê xwendevanan de pêdixin. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman çêdikin. Ji nivîskarên berhemên wêjeyî, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyivan, hunerê peyiva ji dil ji wan tê xwestin. Ji ber ol û felsefa berhemên wêjeyî zanîna ziman e. Bi riya ziman nivîskar xeyal û ramanên xwe derbasî xwendevan dikin.
Pêwendiyên deng û wateyê hêzê didine hev û gazî xwendevanan dikin.
Di berhemên wêjeyî de form, deng, wate û peyama wêjeyî, di guhartina hest û baweriyên xwendevanan de dibe pira veguhartine.
Nivîskarên berhemên wêjeyî, bi hevoksaziya xwe tixûbên di nav rastiya naveroka mijarê û şêweyê ragihandinê de radikin. Ji ber armanc ew e, mebest bi awayekî xurt were ragihandin e. Ev taybetmendiya zimanê berhemên wêjeyî, di giyanê civatê de bandoreke biqasî erdhejê çêdike. Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe.
Zimanê nivîskar û têgihiştina xwendevan bi hev re sîstemekê ava dikin. Sîstema ew di nav demê de ji hev fêhm bikin ava dikir û hêla balkêş jî ev e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,330
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://www.kurdiskainstitutet.org/
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 04-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئەڤین تەیفوور 03-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on05-10-2022
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):03-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,330
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.16 KB 03-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,522
图片 106,139
书籍 19,170
相关文件 96,530
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!