图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,080
图片 106,529
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nivîskar û xwîner: Çima xwînerên kurdîya kurmancî bi piranî dibin nivîskar, çima kêm ji wan xwîner dimînin?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Alan Pîrê

Alan Pîrê
Jixwe li welatê me heya demeke kurt jî zimanê me, #kurdî#ya me ya #kurmancî# qedexe bû. Ev yek bêhtir ji bakur û #rojavayê Kurdistanê# re derbas dibe, ji ber ku li başûr û rojhilatê welêt rewş hinekî cuda bû.
Ez dikarim bêhtir li ser rewşa zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê biaxivin, ji ber ku ez bixwe ji wir im, û ez baş ji rewşa kurdîya kurmancî li wî parçeyê Kurdistanê hayedar im.
Kurdî qedexe bû, lê tenê kurdîya nivîskî, û ya devokî heya radeyekê (li deverên giştî, bo nimûne: li sazîyên dewletê). Lê hebûn – di ser ku kêm bûn jî – yên ku xwe fêrî kurdîya nivîskî dikirin û berhemên nivîskarên kurd yên kevin û yên nû dixwendin; û hebûn yên ku dinivîsadin jî, û bi şêweyekî giştî xwînerên kurdîya nivsîkî bi piranî nivîskar bixwe bûn. Ango nivîskar xwîner û nivîskar bû di heman demê de, kêm xwînerên tenê xwîner peyda dibûn. Yê ku di destpêka xwe de xwîner bû, piştî demekê dibû nivîskar, û hin nivîskar hebûn nema êdî li xwe datanî ji nivîskarên nifşê xwe re bixwînin (bi wan re mezin dibû! Lê çi mezin dibû, ji we re vekirî ye) lê ev rewşa han tenê ji kurdîya nivîskî re derbas dibû, ji ber ku hemû xwînerên erebîyê tenê xwîner bûn, û kêm ji wan êdî dibûn nivîskar, ango ne hemû kesên ku berhemên erebîaxêv dixwendin, yekser piştî wê dibûn nivîskar, û xwe dixistin rêza nivîskaran de.
Em ê niha li vir ji xwe bipirsin, ka gelo çima? Çima xwînerên berhemên kurmancîaxêv bi piranî dibûn nivîskar, an jî ji xwe dikirin nivîskar, û ev navê mezin bi dû xwe dixistin, lê kesên ku pirtûkên erebî dixwendin, na? Ez ê li vir hewl bidim ku ez çend sedemên ku li gor nêrîna min sedemên sereke û navendî bûn, raçav bikin.
Kurdî qedexe bû, û ji ber ku qedexe bû, ne her kesî berhemên kurdî li cem xwe vedihewandin, û ne her kesî jî wêrîbû wan pitûkan bikire û bîne malê veşêre û carê li ber çavên xelkê derxe û bixwîne.
Di nav kurdên rojavayê Kurdistanê de xwînerên erebîyê gelek bûn, kurdan gelekî dixwend, û di gelek malan de jî pirtûkxaneyên biçûk peyda dibûn. An pirtûkên sîyasî bûn, an yên wêjeyî bûn (wêjeya erebî û ya cîhanî bi piranî) û an jî kêm zêde olî bûn. Lê kêm hebûn yên ku pirtûkên kurdî yên bi tîpên latînî li cem wan bi girseyî peyda dibûn (ji ber ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî ne gelekî qedexe bûn). Tîpên latînî dibe ku sedemeke din be, ji ber ku xwendin li Sûrîyeyê bi erebî bû, û tîpên erebî dûrî yên latînî ne, û vê yekê jî kêm zêde roleke neyînî lîst.
Kesên ku dikarîbûn bi kurdî bixwendana, mirov bi çavekî mezin li wan dinêrî, û yekser mirov digot: ev kes an sîyasetmedar û partîsan e, an jî nivîskar e. Xwendina bi kurdî wê çaxê tiştekî mezin bû, û ji ber vê yekê, hema çi kesê ku bi kurdî bixwenda, dinivîsand jî. Ji ber ku heger gelekî ji zimanê kurdî û ji xwendinê bi şêweyekî giştî hez nekira, xwe nedixiste vê metirsîyê de û pirtûkên kurdî li cem xwe venedişartin û ew nedixwendin.
Xwînerên kurdîyê kêm bûn û hîn jî kêm in, ji ber ku pirtûkxaneya kurdî xizan e, û kî tê li berhemekê digere nabîne, dibêje tune ye, ez ê wê berhemê li pirtûkxaneyê zêde bikim. Diçe xwe fêrî kurdîya nivîskî dike û yekser dibe nivîskar, û navê nivîskarîyê jî bi dû xwe dixe. Lê heman kes ya xwe di zimanê erebî de nabîne, ne her kes dikare bi erebî binivîse, ne ku nivîskarekî baş be. Lê kurdî belengaz e, û her kes lê siwar tê!
Gelek hene dinivîsin, bi taybetî helbestê dinivîsin, ji ber ku helbest ya herî hêsan e û kurdî bixwe zimanekî helbestî ye. Hema dêya nexwendî li ber dergûşê gava ku ji zaroka xwe re dilorand deh helbest diafirandin. pîrekan berê li ber destar deh helbestên stranî diafirandin, Jin û mêr gava ku diçûn paleyê, stranên paleyê digotin, yek û du û deh, û hemû jî nû bûn.
Lê mixabin berhemên baş kêm in, ji ber ku xwendina bi kurdî kêm e. Û ez dibêjim divê ku em niha bêhtir ji nivîskarên xwe yên serkeftî re bixwînin, ji bo ku em bihêlin ew bibin nivîsakrên xwedî xwîner û em jî bibin xwînerên birastî, ji ber ku li gor reşwa heyî gelek ji me ji her duyan mane, em ne nivîskarên baş in, û em ne xwînerên baş in. Îcar xwînerekî baş be, çêtir e ku tu nivîskarekî seqet û binketî be.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,013
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://buyerpress.com/
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 30-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 29-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on30-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):30-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,013
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.19 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,080
图片 106,529
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!