הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,647
תמונות 106,309
ספרים 19,218
קבצים הקשורים 96,788
Video 1,358
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
HIN XALÊN SEREKE YÊN RASTNIVÎSÎNA KURMANCÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dr. Mîkaîl Bilbil

Dr. Mîkaîl Bilbil
Armanca vê nivîsînê ew e ku bi kurtahî hin rêz û rêçikên sereke yên rastnivîsîna Kurmancî bên nirxandin û ravekirin. Tiştê ku di vê nivîsê de[2] tê parastin bingeha xwe ji xebata “Rêbera Rastnivîsînê” a ku ji hêla Weqfa Mezopotamyayê[3] ve hatiye amadekirin, disitîne. Ev berhema Weqfa Mezopotamyayê ya ku encama komxebata sê salan e, bi beşdarîya kesên ji her çar perçeyên Kurdistanê pêk hatiye û hemû biryarên wan piştî nîqaşên dûdirêj û gihaştina konsensusekê hatine sitandin.
Wek ku tê zanîn, zimanê axaftinê û yê nivîsînê jî heye, cihêtî di navbera wan de heye û ev yek tiştekî suriştî ye. Lewre, zimanê nivîsê ne wek ê axaftinê ye û gelek rêz û rêçik tê de hene, formel e û rêzimanî ye lê mirov nikare li gorî dilê xwe bi kar bîne. Ji bo zimanekî wek Kurdî ku di sedsala dawî de hatiye qedexekirin, pêşveçûna wî derb xwariye û ji perwerdeyeke formel bêpar maye, meseleya zimanê nivîsê anku zimanê standard dîyardeyeke nû ye. Bi taybetî di sih salên dawî de bi vebûna televîzyon û radyoyan, derketina rojname û kovaran, avabûna weşanxane û sazîyên lêkolîn û perwerdeyê û hwd, Kurmancîya nivîskî hêdî hêdî bi pêş dikeve. Lê ji ber şert û mercên welatî, sazîyên navendî yên Kurdî ku bikarin biryarên di asta neteweyî de bigirin û wan biryaran li her çar perçeyên Kurdistanê bi cih bîne, çênebûne û Kurdî ji wê mekanîzmayê bêpar maye. Loma jî her kes, sazî yan dezgeh, li gor dîtin, bawerî û zanebûna xwe hinek prensîb dîyar kirine û di zimanê nivîskî de bi kar anîne. Ev yek jî dibe sebeb ku heman tişt bi awayên ji hev cihê bên nivîsîn û zimanekî hevnegirtî peyda bibe. Her çend ku bi awayekî xurt di rastnivîsîna Kurmancî de tiştên ku Celadet A. Bedirxan destnîşan kirine û heta radeyekê bersivê dide hin tiştan jî, gelek tişt hene ku Celadetî qala wan nekiriye yan jî mihtacî venirxandinê ne. Loma, girîng e ku gelek kes, sazî û derdor bên cem hev û ji bo tesbîtkirina rêz û rêçikên rastnivîsînê li hev bikin.
Girîngîya xebata Weqfa Mezopotamyayê ji ber vê yekê ye ku pispor ji her çar perçeyên Kurdistanê anîne cem hev û bi rêkeftina wan, rêz û rêçikên rastnivîsîna Kurmancî dîyar kirine. Helbet, wek hemû xebatan dibe ku ew xebat jî xwedî kêmasî bin û loma divê dîsa bê nîqaşkirin, nirxandin û bi kêmasîyên wê bên ravekirin.
Nuha em dê li ser bingeha xebata navborî, li ser hin xalên sereke yên rastnivîsîna Kurmancî bisekinin û sedema hilbijartin û rastbûna wan şîrove bikin ku mijar baş bê famkirin.
1. Nivîsîna [î] û [ê]yê berî [y]yê
Ne tenê ji bo rastnivîsîna Kurmancî lê ji bo gelek zimanên din ên dinyayê jî, meyleke girîng heye û ew jî di zimanê nivîskî de, parastina reh (root) an jî qurmê (stem) peyvan e; yanî divê em awayê bêjeyan ê leksemî biparêzin. Ev yek hem ji bo pedagojîyê hem jî leksîkografîyê (ferhengnivîsîn) prensîbeke baş e. Bêjeyên ku bi [î] û [ê]yê diqedin û [y]ya pevgirêdanê piştî wan tê, divê ku [î] û [ê]ya wan nebe [i] û wek xwe bên nivîsîn. Ji xwe hem di Soranî û hem jî di Zazakîya Kurdî de nayên guhartin û wek xwe tên nivîsîn. Heger em bi mînakan rave bikin, dê çêtir bê famkirin.
– Dema ku bêjeyên ku bi [î]yê diqedin berî [y]yê tên, divê “î”ya wan neyê guhartin û bêje bên parastin:
Bêje weha binivîse weha nenivîse
Hêvî hêvîya Kurdan hêviya Kurdan
Derzî derzîya dirûnê derziya dirûnê
Azadî azadîya jinan azadiya jinan
– Dema ku bêjeyên ku bi [ê]yê diqedin berî [y]yê tên, divê “ê”ya wan neyê guhartin û bêje bên parastin:
Bêje weha binivîse weha nenivîse
Dê dêya Ehmed diya Ehmed
Rê rêya Qamişloyê riya Qamişloyê
Pê pêyên wî piyên wî
2. Rastnivîsîna Lêkerên Hevdanî (compound):
Di Kurmancî de gelek lêkerên hevdanî hene ku gelek caran bi alîkarîya rengdêr, navdêr, daçek yan jî cînavan çêdibin. Berî ku em qala rastnivîsîna wan bikin, em bînin bîra xwe ku lêkerên hevdanî çawa pêk tên. Wek mînak:
– xweş kirin, baş bûn ji rengdêr û lêkerekê pêk hatiye.
– nimêj kirin, dahn kutan ji navdêr û lêkerekê pêk hatiye.
– li hev kirin, ji hev kirin ji daçek + cînav û lêkerekê pêk hatiye.
– li ber xwe dan, ji ber hev ketin ji daçek + cînav û lêkerekê pêk hatiye.
Ji bo rastnivîsîna lêkerên hevdanî ku wek ên jor ji du û zêdetir beşan pêk tên, em karin van xalan bibêjin:
– Dema ku hevok aktîf be û lêkera hevdanî wek pêveber hatibe bikaranîn, divê hemû beşên lêkerê ji hev cihê bên nivîsîn:
weha binivîse weha nenivîse
Me li Efrînê gelekî li ber xwe da. Me li Efrînê gelekî liberxweda.
Hemû Kurdan li hev kiriye. Hemû Kurdan lihevkiriye.
Dêya min îsot sor kirin. Dêya min îsot sorkirin.
– Dema ku hevok pasîf be, lêkera hevdanî di forma navdêrî anku mesderî de ye û divê hemû beşên lêkerê bi hev ve bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, hevokên pasîf di Kurmancî de bi alîkarîya lêkera “hatin”ê çêdibin û lêker piştî “hatin”ê tên:
weha binivîse Weha nenivîse
Xwarin hat belavkirin. Xwarin hat belav kirin.
Mirîşk hat serjêkirin. Mirîşk hat ser jê kirin.
Meyir hat lihevxistin. Meyir hat li hev xistin.
– Dema ku hevok hokarî (causative) be, lêkera hevdanî di forma navdêrî anku mesderî de ye, divê hemû beşên lêkerê bi hev ve bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, hevokên hokarî di Kurmancî de bi alîkarîya lêkera “dan”ê çêdibin û lêker piştî “dan”ê tên:
weha binivîse weha nenivîse
Wî xwarin da belavkirin. Wî xwarin da belav kirin.
Ehmed mirîşk da serjêkirin. Ehmed mirîşk da ser jê kirin.
Bavê wî meyir da lihevxistin. Bavê wî meyir da li hev xistin.
– Dema ku lêkerên hevdanî wek navdêr bên bikaranîn, hemû beşên wê, her dem bi hev ve tên nivîsîn:
lêker weha binivîse weha nenivîse
li hev xistin lihevxistina wan li hev xistina wan
bi ser xwe ve hatin biserxwevehatina wê bi ser xwe ve hatina wê
li ber xwe dan liberxwedana Kurdan li ber xwe dana Kurdan
3. Rastnivîsina Daçekan
Bi giştî, daçek bi awayekî ji bêjeya piştî yan jî berî xwe cihê tên nivîsîn. Ji ber ku ew jî wek rengdêr, navdêr, cînav, hoker û hwd cûreyekî peyvan e û çawa ku ev cûreyên han cihê tên nivîsîn divê ew jî cihê bin. Her çend ku bi tesîra zimanê Erebî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, ew û bêjeyên piştî yan jî berî xwe bi hev ve tên nivîsîn jî, ev ne tiştekî rast e û lazim cihê bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, di Kurmancî de du cûre daçek hene ku yek jê pêşdaçek (preposition) û ya dudan jî bazinedaçek (circumposition) in. Pêşdaçek berî navdêran tên lê bazinedaçek du beş in ku yek berî û yek jî piştî navdêran tê. Lê wek ku me got, divê daçek cihê bên nivîsîn. Li ser nivîsîna daçekan em karin van xalên sereke bibêjin:
– Pêşdaçek dibe ku sade bin û ji yek beşî pêk bên yan jî nesade bin û ji du yan zêdetir beşan pêk bên, lê divê ji navdêran cihê bên nivîsîn.
Daçek weha binivîse weha nenivîse
Bi bi te bite
Bê bê hevalan bêhevalan
Ji ji me jime
li ber li ber malê libermalê
li ser li ser maseyê lisermaseyê
Daçekên ”bi” û ”bê” wek pêşgir û di çêkirina bêjeyên nû de jî tên bikaranîn, wê demê divê bi bêjeyan ve bê nivîsîn. Ji xwe bi vî awayî rengdêrên nû çê dikin.
weha binivîse weha nenivîse
erdê bêsînor erdê bê sînor
derdê bêderman derdê bê derman
girara birûn girara bi rûn
xwarina bixwê xwarina bi xwê
– Wek ku me got, bazinedaçek ji du beşan pêk tên ku beşê pêşî berî û beşê dudan jî piştî navdêran tên û divê cihê bin; yanî bazinenedaçek bêjeyan dixin navbera xwe. Dema ku em dibêjin “Ez bi Ehmed ra çûm” bi û ra bi hev re dibin bazinedaçek û divê em wan ji bêjeyan cihê binivîsin.
Bazinedaçek weha binivîse weha nenivîse
bi … ra bi Ehmed ra biEhmedra
di … da di sinifê da disinifêda
bi … ve bi dîwarî ve bidîwarîve
Di meseleya bazinedaçekan de nivîsîna beşê dudan ê daçekan ku li gorî herêman formên wan ên cihê hene, xaleke girîng e ku em qalê bikin. Wek ku tê zanîn, beşê dudan ê bazinedaçekan li gorî herêmên cuda xwedî formên wek “da/de/di”, “ra/re/ri”, “va/ve/vi” ne. Lê di nav wan forman de formên herî berbelav, “da”, ra” û “ve” ne. Belkî ji sedî heştê zêdetir ê kurmancîaxêvan beşê dudan ê bazinedaçekan wek “da”, ra” û “ve” bi kar tînin. Dema ku mirov li ser meseleyên wisa biryarê dide, lazim e mirov li bikaranîna wan a dîyalektên din jî binêre. Heger li dîyalekta Soranî û Kirdkî (Zazakî) jî binêrin, em dibînin ku bi temamî formên “da”, ra” û “ve”[4] ne. Dema ku em ji bo zimanê standard anku niviskî biryarê bidin em çiqas formên hevbeş an jî nêzîk, hilbijêrin ewqas baş dibe. Bi vî awayî dîyalektên Kurdî bêtir nêzî hev dibin û axêverê wan bêhtir ji hevdu fam dikin. Ev nêzîkbûna ziman ji bo yekîtîya Kurdan jî gelekî girîng e.
Her çend ku demeke dirêj me ji dêvla “da”, ra” formên bezinedaçekan ên beşê dudan wek “de”, “re” bi kar anîbe jî, divê ji ber van sedemên ku me qala wan kir, em êdî formên “ra” û “da” bi kar bînin.
bazinedaçek weha binivîse weha nenivîse
bi … r bi Ehmed ra bi Ehmed re/ri
di … ra di sûkê ra di sûkê re/ri
ji … ra ji wê ra ji wê re/ri
di ber … ra di ber malê ra di ber malê re/ri
di … da di sinifê da di sinifê de/di
di ber … da di ber Kurdan da Di ber Kurdan de/di
di bin … da di bin kevirî da di bin kevirî de/di
Dibe ku ev tiştên ku hatin pêşkêşkirin di serî de bi me piçekî ecêb bên, lê divê mirov ji bîr neke ku rêz û rêçikên rastnivîsîna zimanekî perspektîfeke îlmî û berfireh dixwaze. Welatekî wek Kurdistanê ku ji hev perçe bûye û perçebûna wê tesîr li rewşa wan a sîyasî, civakî û zimanê wan jî kiriye, dema ku mirov nêzîkî mijarên wisa bibe divê duqat baldar be. Her yek bibêje “ya gundê me rast e” em nikarin van meseleyan çareser bikin. A rast ku em li gorî prensîbên akademîk û nimûneyên gelê din jî li ber çavan bigirin û nêzîkî meseleya rastnivîsînê bibin.
[1] Akademîsyen e û kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye.
[2] Edîtor: Ji ber yekrêzîya teşenivîsîna kovarê, me paşdaçekên “…da, …ra” yên vê nivîsê û veqetandekên “-eka û hwd.” bi “…de, …re” û “…eke û hwd.” dane guhartin, lê di cihê şîrovekirina paşdaçekdan, tev li mînakên dayî, wek xwe mane.
[3] Weqfa Mezopotamyayê di Gulana 2013an de li Dîyarbekirê ava bûye û armanca wê ya sereke avakirina zanîngehekê ye ku bi Kurdî perwerdeyê bike.
[4] Di soranî de “ve” dibe “we” ku her du jî heman tişt in.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,171
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
פריטים המקושרים: 20
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-08-2021 (3 שנה)
Publication Type: No specified T4 1434
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
ספר: חקירה
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 29-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 30-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 29-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,171
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.154 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,647
תמונות 106,309
ספרים 19,218
קבצים הקשורים 96,788
Video 1,358
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.703 2!