图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,442
图片 105,223
书籍 19,086
相关文件 95,720
Video 1,281
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ROMANA DÎROKÎ BÎR Û NASNAMEYA CIVAKÎ YE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

EVÎN HESEN

EVÎN HESEN
Di nav romana Kurdî de, romana dîrokî wekî cureyekê cihê xwe girtiye, ku hêja ye bibe mijara lêkolînan. Roman her çiqasî vegotineke sade û têrwate ya ezmûnên mirovan be, em dikarin vê pênaseyê ber bi ezmûnên netewekê ve berfirehtir bikin, mîna ku her dem di bîra me de tê, ku roman veguhastineke bêkêmasî û realîst a ezmûnên mirovan e, li gel vê yekrêzî tê pejirandin, ku wêje û bi taybetî jî roman alaveke pênasekirina karakter û rihê netewekê ye.
Lê li gorî halê hazir roman ne tenê alaveke pênasekirinê yan jî nûnertîya netewê ye, bi qasî ku em dizanin; berîya wê ew alaveke aşopkirina civatekê yan jî komeke aşopker e. Ji ber ku bûyerên romanê nikarin di nav komeke piçûk ku hemû kesên wê hev nas dikin derbas bibe; di nav civakeke ku kesên wê rû bi rû hev nas nakin de, derbas dibe.
Kesayetên vê civakê dikarin kêm kesan nas bikin, tenê dikarin ên din aşop bikin. Tiştê ku sînorên vê civata aşop teqez dike zimanê romanê bi xwe ye, ziman jî bi xwe xwînerên xwe diyar dike, piştî me nas kir, êdî divê ji mirov re qala romana dîrokî were kirin, berîya her tiştî divê behsa pêwendîya di navbera roman û dîrokê de bê ravekirin. Têkilîya nivîskaran her dem bi dîrokê re peywendîdar e. Ev bi xwe heta serdema Yonanistana kevnare diçe, lê helbet ev ji têkilîya di navbera roman û dîroka îroyîn bi gelekî cudatir e, ji ber ku ev ne pexşan in ku bi awayê stiranbêjî yan efsaneyî werin vegotin. Mînaka vê yekê ku berîya her tiştî muhra xwe li bîrokeya mirov xistiye, dastanên efsaneyî yên Homeros (Ilyade û Odysûs) in. Ji her du dastan Îlyada mijara xwe ji şerê Troy digere, şerê Troya ku di destpêka sedsala 13`em Bz de rû daye, wî di sedsala 8`em Bz de derbasî nivîsê kiriye û şer bi hemû hûrgilîyên wê vegotiye.Odysûs jî serpêhatîyên vegera lehengê wê Odysûs ku şahê Ithakaya ye û çûbû şerê Troyê, vedibêje. Lê romanên Fransa yên serdema navîn ku wek pêşaneya romanê têne pejirandin jî bi awayekî stiranbêjî dihatin nivîsandin.”Berhemeke ku mijara xwe ji dîrokê girtibe, ev bi tena serê xwe wê nake romaneke dîrokî. Berhemên ku beriya ”Walter Scott” hatine nivîsandin, tevî yên serdema kevnare û serdema navîn, romanên sedsala 17`em û 18`em jî ji taybetmendiyên romanên dîrokî bêpar in.Scott yekemîn kes e ku kirasek ji çîrokeke honakî re dirûtiye û li bejna bûyereke ku di raburdûyê de rû daye, kiriye. Ev jî ezmûna wî ya yekem e, ku dîrok û hûnadin anîne cem hev. Bi vî awayî, alavên dîrokî êdî tenê ji bo berhemeke wêjeyî ne pirwazek e, ew di seranserî berhemê de serdest e û xwe tim û dayim dide berz kirin, an ku romana dîrokî ne tenê wek romanekê, ne jî wek berhemeke dîrokî dikare bê xwendin. Pîvanên estetîkî û dîrokî barê rexneya romana dîrokî girantir dikin û dan û standinên der barê vê cureyê de jî gurtir dikin, mînaka vê yekê jî; gelek rexnegirên hemfikirîn ku di alîyên estetîkî ji romanên dîrokî lewaz in.Heta romanên Scott jî ketiye ber vê rexneyê.Ev nayê wê wateyê ku romanên dîrokî nikare ji alîyê wêjeyî ve xurt be, jixwe sedem li lawazîya pêwendîya wê ya nêzîk a bi dîrokê ve ye, ku bivê nevê aramancên derveyî estetîkî bi xwe re tîne. Lewa komeke rexnegirên serdema Scott ku wek`Yên Ezîz` dihatin naskirin ji ber pîvanên wan ên xwerû estîkî ew neecibandine û derêkirine. Lêkolînerê Alman Hugo Aust erka romana dîrokî ser du xalan zelal dike;Fêrkirin û vejandina dîrokê. Ev her du armanc ji Scott û vir de hîn neguherîne, ev rê dide vê encamgirtinê ku: Xalên destpêkirina nivîskarekî romanên dîrokî ji yên romanên din cudatir e.
Yan dema romana dîrokî îroyîn be, nivîskarekî ku armancek daye ber çavên xwe û li gor wê romana xwe saz dike jî hemdemî ye. Pîvan yan armanc ne tenê afirandineke estetîkî û hunerî ye, îcar armanc her çiqas xurt be dibe ku alîyê estetîkî jî ewqas lawaz be. Di romanên dîrokî yên kurdî de, ev hevsengîya estetîkî û mebestyarîyê xaleke girîng e, ku balê dikişîne.
Romannûsê/a romanekê estetîkî serbest bibe jî ew ê bi rexneyên çima yên di warê dîrokî de, rû bi rû bimîne. Çawa ku di warê bûyerên dîrokî de fikir û ramanên cuda, cihêrengî û pirdengîyek heye, li gor rewşa siyasî, çandî û îdeyolojîk a nivîskar, a xwîner û ya rexnegirê romana dîrokî jî ew ê ewqas cihêrengî yan pirdengî hebe. Ji ber ku di romana dîrokî de bivê nevê nêrîna romannûs a der heqê bûyer an serdema ku ew çîroka xwe tê de dihûne de, her dem balê dikişîne.Mebestdarîya romana dîrokî vê rewşê normalîze dike.
Nivîskarê/a romana dîrokî li gor nêrîn û helwesta xwe mijara xwe hildibijêre û ev karakterê romanê yê îdeyolojîk diyar dike.Dema mirov bi perspektîfa sosyolojiya wêjeyî lê binêre, gelek caran nivîskar xwe neçar dibîne ku xwînerên xwe jî biçesipîne yan di armanca wê/ wî de girseyek heye ku guhdar dike. Gelo nivîskar bandor li xwînerên berhema xwe dike yan xwîner bandorê li nivîskar dike yan jî nivîskar çiqasî dikare ji rewşa sosyolojîk a civaka xwe dûr bimîne? Di nirxandina berhemê de rexnegir dê çawa ji peywendîya civakî , siyasî û israrê dûr binmîne, ev hemû di nirxandina romaneke dîrokî de divê her dem li ber çavan be.
Di nirxandina romaneke dîrokî de perspektîfek dîrokî yan jî zanîneke gelemperî jî be, bi teyorîya dîroknûsîyê ve girêdayî be , ya rast ji bo dîroknasekî pîvanên hilbijartina bûyerên dîrokî, diyarkirina çarçoveya xebateke dîrokî yan sedema dîroknûsîya wê/î çi be kêm zêde pîvanên nivîskariya romanên dîrokî jî ew e. Bi gotineke din, mebest an gumanên rojane yên siyasî, çandî, civakî yan bi giştî yên îdeyolojîk ji yên dîroknasekî ne pirr dûr in.Ev pêwendî yan nêzîkatîya di nav bera dîrok û romanê de ye. Pênaseya dîrokê her çiqasî wek zanista raburdûyê tê kirin jî li tu welatî mijarên dîroknasan ji meseleyên werçerxê wan ne dûr in. Dîrok bêhtir ji bo têgihaştin yan şirovekirina îro tê lêkolînkirin û alîyê wê yê balê dikişîne bi îroyîn re pêwendîdar e.Lewma dîrok derbas nabe yan nikarin wê li pey xwe bihêlin.
Li gor pêdivîyên çerxa xwe, em wê her dem ji nû ve şirove dikin, fêr dibin û bi fêrkirin didin.
Romannûsên romanên dîrokî ji bȗyer an ji rûdaneke ku di roja me de yan xwînerên xwe têkildar neke hilnabijêre. Ji ber vê yekê Carlo Ginzburg ê Îtalî der barê dîrokê de wiha dibêje: “Dîrok, di wateya nivîsandina dîrokê de, gelekî deyndarê mafnasîyê ye. Realîst jî bi rêya tewiyeke parastinê hewl dide guhdaran an tawanbariya bersûcekî de razî bike û di eywanên dadgehan de tê diyarkirin”. Ji ber vê yekê belavkirina dadmendîyê ji bo sazkirina serpêhatîya dîrokî bûye model, an ku dîrok qadeke ku kêmtirîn du alî li ser dika diyarkirina rastîyê xebatê dikin.
Romanên dîrokî jî ji vê taybetiya nivîsandina dîroka serbest nayên nivîsandin, her yek ji wan di nîşanên razîkirina tawanbariya rewşeke îro de, tên nivîsandin, tên dîtin an jî tên şirovekirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览548
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
挂钩项目: 2
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 19-08-2021 (3 年份的)
Publication Type: No specified T4 1434
书: 调查
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 22-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on22-09-2022
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):22-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览548
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.13 KB 22-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,442
图片 105,223
书籍 19,086
相关文件 95,720
Video 1,281
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!