图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 515,953
图片 105,057
书籍 19,066
相关文件 95,486
Video 1,259
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Avê jê digirin lê nadin esnafên wê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Avê jê digirin lê nadin esnafên wê

Avê jê digirin lê nadin esnafên wê
Xwezaya #Kurdistan#ê bi gelek taybetmendiyên xwe li Rojhilata Navîn xwediyê cihekî girîng û taybet e. Li #Mêrdîn#a ku bi germahiya xwe ya zêde tê nasîn cihekî wek Newala Sîsebanê ango Ava Spî heye. Li gor hin kesan dîroka vê ava xwe digihîne 5 hezar sal berê. Ev der wek Ava Spî, Newala Bûnisra, Newala Sîsebanê tê nasîn û ji ber ku li devereke wê ava reş û ava spî digihêje hev jê re Duavê jî tê gotin.
Newala Sîsebanê di navbera navçeya #Midyad# û #Nisêbîn#ê de ye. Newala Sîsebanê xwediyê avakî pir paqij û zêde ye. Niha li wê derê gelek seyrangeh hene. Cara yekemîn di sala 1987’an de li vê deverê çend cihên geştê hatine vekirin. Lê ji ber ku di wê demê de li hemû Kurdistanê şereke topyekûn hatibû destpêkirin dewletê nehişt ku ev der jî vekirî bimînin û di destpêka salên 90’î de seyrangehên li Newala Sîsebanê hatin girtin. Heta 99’an jî dewletê van deverên wek bihûştê li gel qedexe kir.
Di destpêka salên 2000’î de êdî gel li Newala Sîsebanê dest bi vekirina seyrangeha kir û niha hejmara van seyrangeha derdora sedî de ye. Bi avakirina van seyrangehan êdî şêniyên heremê ji xwe re qadeke debarê ava kirin û niha li her seyrangehê di navbera 4-15 kesan de karker dixebitin.
Di mehên hevînê yên germ de kesên ku ji germahiyê aciz dibin berê xwe didin Newala Sîsebanê û li hênikiya van seyrangehan bihna xwe derdixin. Tevî teybetmendiyên xwe jî tu saziyên dewletê xwedî li Newala Sîsebanê dernakevin. Ne Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ne Şaredariya Midyadê û ne jî Şaredariya Nisêbînê tu xizmet nadin esnafên ku debara xwe li vir dikin.
Bi derfetên xwe derdorê paqij dikin
Ava nêzî milyonek însanî ji Newala Sîsebanê diçe lê tu şaredarî avên şebekeyan nade esnafên ku li wir kar dikin. Ji ber ku ava şebekeyê nadin wan hemû esnafên li wir neçar dimînin ku ji bo vexwarinê avên hazir bistînin. Her wiha tu şaredarî çopên van seyrangehan kom nakin. Heke ew esnaf bi derfetên xwe çopan kom nekin û navêjin dê her der bibe sergo. Ji bo ku esnaf karibin karê xwe bidomînin erebeyeke kirê kirine û çopan bi derfetên xwe dibin davêjin.
Çûna geştê pir buha bûye
Di van rojên germ de me jî berê xwe ji Amedê da Newala Sîsebanê da ku em bêhna xwe vedin. Lê tişteke balkêş bû ku cihê em lê rûniştin de tu kes tunebû. Li ser sedema vê yekê esnafê ku em li seyrangeha wî rûniştin da zanîn ku rewşa heyî ya aboriyê li wan pir bandor kiriye û ev tişt anî ziman: “Berê hema bibêjin ji bajarên Kurdistanê yên derdorê her roj bi sedan kes dihatin vê derê. Di du salên dawî de ji ber pandemiyê debara me nedibû. Îro her çi qas ew rewşa pandemiyê nînbe jî em nikarin debara xwe bikin. Semeda vê yekê jî buhabûna sotemeniyê ye. Heta 2 sal berê em bi 15 lîrayan diçûn Nisêbînê niha em bi 150 lîrayan jî nikarin herin. Ê dema ku em binêrin mêvanên me tev ji bajarên derdor tên, bi vê buhabûnê dê kî/ê rabe ji Amed û Rihayê were vir.”
Cotstandartiyê dikin
Ensafê ku nexwest navê xwe bide, bal kişand ser cotstandartiya nêzikatiya di navbera xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî cuda ye. Ne li aliyê Tirkiyeyê ne jî li aliyê Kurdistanê cihekî weke Newala Sîsebanê paqij û xweşik tuneye. Heke ev der li aliyê Tirkiyeyê bûya wê hemû derfetên xwe bi kar bianiya. Lê dema ku mijar dibe Kurdistan wê demê her tişt diguhere. Cihên xweş ên Kurdistanê wêran dikin. Lê hikûmet naxwaze ev der were nasîn. Ji ber vê yekê ye ku nahêle tu şaredarî ji vir re xizmetê bike û vir bide nasîn. Li hemberî vê hişmendiyê em ê bi derfetên xwe xwedî li Newala Sîsebanê derkevin û ji bo were nasîn em ê têkevin nava liv û tevgerê.”
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览852
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 13-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 17-09-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on17-09-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):17-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览852
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.112 KB 17-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 515,953
图片 105,057
书籍 19,066
相关文件 95,486
Video 1,259
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!