图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,210
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,691
Video 1,279
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji bo 16 rojnamegerên girtî serî li AYM’ê dan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji bo 16 rojnamegerên girtî serî li AYM’ê dan

Ji bo 16 rojnamegerên girtî serî li AYM’ê dan
Li #Amed#ê 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Parêzerên rojnamegeran bi sedema ku “girtina rojnamegeran derhiqûqî ye” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.
Di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî 16 rojnameger hatin girtin. Parêzerên rojnamegeran, ji ber girtina rojnamegeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdana parêzeran de hat destnîşankirin ku girtina rojnamegeran derhiqûqî ye, rojnamegerên kurd ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên girtin û ev yek jî tê wateya binpêkirina mafên ewlehî û azadiya raman. Her wiha parêzeran diyar kir ku êrişên heyî bi mebesta bêdengkirina çapemeniya kurd û bisînorkirina qada nîqaşên siyasî tên kirin û rewa nînin.
Di berdewamê de parêzeran got ku gelek mînakên girtin û darizandina rojnamegeran hene lê ev dosyaya behsa xeberê xerabtirîn mînaka girtin û darizandinê ye û sedema îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî xebatên pîşeyî yên rojnamegeran weke delîl hatiye nîşandan. Parêzeran diyar kir ku ev yek jî aciziya li hemberî rojnamegeriyê nîşan dide û bi vê yekê re armanc tê kirin ku xebatên rojnamegeriyê bi tevahî ji holê bê rakirin.
‘Binpêkirinên li dijî mafê parastinê’
Di serlêdanê de parêzeran da zanîn ku di pêvajoya ber bi girtinê ve de emniyet û dozgeriyê bi hinceta biryara bisînorkirinê agahî bi parêzeran re parve nekirine û agahiyên di lêpirsînê de jî bi medyaya alîgir re hatine parvekirin. Bi domdarî parêzeran got ku vê yekê re rê li ber îtîraza bibandor a li hemberî sûcdariyan hatiye girtin û mafê parastinê hatiye astengkirin.
‘Nûçe wekî delîlên sûc hatine nîşandan’
Parêzeran, daxuyand ku rojnameger bi hinceta “di saziyên çapemeniyê yên gelê kurd erê dike û dişopînê de dixebitin û têkildarî van mijaran nûçeyan amade dikin” hatine sûcdarkirin û naveroka nûçeyê û sernavên wan weke bingeha sûcdariyan hatiye destnîşankirin. Bi domdarî di serlêdanê de ev tişt hatin gotin: “Peyveke ku ji wateya wê hatiye dûrxistin e û li gel ku tundî neparastiye jî, weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye nîşandan. Lê belê ev nûçeyên weke delîlên sûc hatine nîşandan, xebatên rojnamegeriyê ne û dikevin ber çarçoveya azadiya çapemeniyê. Lê belê qet di vê çarçoveyê de nehatine nirxandin.”
‘Bisînorkirin li derveyî armancê hat bikaranîn’
Bi domdarî parêzeran di serlêdanê de anî ziman ku di lêpirsîna behsa xeberê de 20 rojnamegerên kurd hatine binçavkirin û ji van 16 jê hatine girtin, dest danîne ser alavên wan û bi vê yekê re hatiye armanckirin ku çapemeniya kurd bînin asteke wisa ku êdî nekare bixebite û bi tevahî bêdeng bikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ev yek binpêkirina xala 18’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û xalên 13’emîn û 14’emîn a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ye ku ev xal bisînorkirina mafên bingehîn û bi kar anîna derveyî armancê qedexe dikin.
Biryara Demirtaş û Kavala bibîr xistin
Parêzeran, bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi sedema ku xala 18’emîn a PMME’yê hatiye binpêkirin, ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş û karmend Osman Kavala de biryara binpêkirinê dabû. Di serlêdanê de hat gotin ku DMME’yê bi sedema ku biryara derheqê Demîrtaş û Kavala de bi saîkên siyasî hatiye kirin biryara binpêkirinê da.
‘Dixwazin çapemeniya muxalif bêdeng bikin’
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê û Xwebûnê û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî di nav de, bi giştî 20 rojnameger û 2 kesên roportaja kolanê dida hatine girtin. Her wiha hat gotin ku hinek jê rojnamegerên hatine binçavkirin di kargeha produksiyonê de dixebitiyan ku ev şîrket bi awayekî fermî hatiye avakirin û baca xwe dide û hinek jê jî bi nîvwextî û bihayê xebata xwe dixebitiyan. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya operasyonê de bi ser malên rojnamegeran, JINNEWS û kargehên Pel Produksiyon û Produksiyona Arî de hate girtin, sê rojan lêgerîn lê hat kirin û dest danîn ser kamera, kompîtur, alavên nûçeyan, arşîv û hemû tiştên din. Bi vê yekê re hat armanckirin ku çapemeniya kurd, çapemeniya muxalîf û xebatkarên wê bêdeng bikin. Dema mirov li tiştên hatine desteserkirin dinihêre, dibîne ku hatiye armanckirin ku van saziyan bînin asteke wisa ku qet nekarin bixebitin û nûçeyên wan krîmînalîze bikin. Bi van operasyonên dawî tê mebestkirin ku saziyên çapemeniyê yên dawî jî bêdeng bikin, ceza bikin û ji holê rakin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye
hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8’ê hezîranê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Navên rojnamegerên hatine girtin wiha ne: “Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Unger, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn.”
Her wiha rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
çavkanî: Ajansa MA’yê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,493
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 17-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-09-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on17-09-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):17-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,493
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,210
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,691
Video 1,279
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!