图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,236
图片 105,550
书籍 19,127
相关文件 96,190
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di wêjeya kurdan de rola zarokan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di wêjeya kurdan de rola zarokan

Di wêjeya kurdan de rola zarokan
Merheba ji we re gelî xwîneran. Em ê îro behsa zarokan bikin. Kurd hem di jînê hem jî di mirinê de rol û cihekî taybet didin zarokan. Gotinên wekî “mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê” yan jî “dema zarên piçûk dimrin dibin kew (kevok) diçin cinet ê”. Tiştêkî wiha jî heye ku dijî van kirin û gotinan,ew jî ev e; hê jî li hinek deveran jin û mêr nikarin li cem xwesî,xezûr,dê û bavê xwe bi zarokên xwe re şa bin. Bidî mezina ji zaran re şabûnê şerm dikin. Belê ji di jiyana kurdan de rola zarokan bêhtir emê li ser “di wêjeya kurdan de rola zarokan” bisekinin.
Zarokên kurdan, bi dehan salan di hembêza zimanê xwe yê qedexebûyî de mezin bûn. Lê wan sînor nasnekirin. Her çiqas ketin li ber pencikên derba dagirkeran jî,dîsa zimanê xwe livandin û bûn afirînerên cureyekî wêjeyê. Bi rastî jî dema ku min biryar da ku ez binivîsim,min careke din dîsa xwest hîn bim; ka gelo zarên emrê wan ji min piçûktir ji dû me re tiştek afirandin yan na? Û min dît ku zarokên me her çiqas bûbin jar û bendeyê vê pergalê jî,çalak û jîr in. Meqset û daxwaza wan her çiqas bi hişmendiyeke berfirehkirin û lêzêdekirina çanda kurdî nebe jî,ji bo wêje û çanda me zehf girîng e. Belê dixwazim çend hew mînakan dest pê kim û bidomînim. Ew ên ku niha ji me mezintir-zarokên dema pêşiya me- bi navê jin û mêran bi awayekî kafiye ev mînak derxistine meydanê;
Tase To
Elo Fato
Tase Herî
Hedya Behrî
Tirr fis
Rihan Ûnis
Beqa Avis
Belqîza Xalis.
Belêev ên ji me mezintir derxistine holê. Ev jin û mêr yên ku bi hev re zewicîne.
Mînak;
Makîne
Miheme Sakîne.
Miheme û Sakîne mêr û jinê hevdu ne. Bi hev re zewicîne.
Di hinek mînakan de em dibînin ku navê gund û merivekî ve jî ev cure hatiye afirandin.
Mînak;
Avamesya
dêlika belek pê hisiya
Derdê min yek bû, bû sis(i)ya
Avdelîk
Tirra dîk
Golesor
Silla sor
Avamesya gundê min e û Avdelîk û Golesor jî gundên cînar in.
Mînakên bi navan ve li hevanîne;
Gulê Gulê Gulistan xwazila bibûya zivistan,
Îsa Mûsa hevxista
Min xwe ra gulê bixwasta.
Ewbekir (Ebûbekir)Kirtke şekir
Dewata xwe kir,Gazî min nekir.
Li ser navê Gulê û Ewbekir hatine afirandin. Mînakeke balkêş jî ev e ku li ser Silêmanê du nukil hatiye gotin.
Silêmanê du nukil
Çû Bayîzdê virek kir
Hat orta du gunda tirek kir.*
Ev her sê mînakên li jor (Ewbekir,Gulê,Silêmanê du nukil) dibe ku bi hinek waryantên xwe li hinek deveran hebin, lewra ev nav bi awayekî berfireh belav in.
Piştî ku em dîna xwe didin zarokên niha, em dibînin ku peyv heyama me temsîl dikin. Her çiqas gelek mînak ji bo bi awayekî kafiye werin berhev hatibin afirandin jî em bandora jiyana rojane û pergalê li ser mînakên teze dibînin. Dixwazim rastiyekî jî bibêjim,ez nizanim ev çi cure ye. Min pirtûkên di derbarê folklorê de jî ev mînak nedîtîne. Lê min ev ji nivîskar û berhevkar Nîhat Oner pirsî, wî got ev “zûgotinok” in. Dibe ku ji van mînak û ji vî cureyî di nava gelê me de li hinek deveran hebe. Lê ku tune be ez dixwazim li we bidim nasîn. Da ku em bibînin vî gelî bi hezar salan li hember zilm û zordestiyan,bi zar û zêç û bi kal û pîr,bi dengbêj û çîrokbêjên xwe ve çawa ev ziman û wêje parastine. Berî ku bikevim mînakên teze hatine afirandin,ji bo ku zarokên me zimanê xelqê re nebin xulam û xizmetkar û zimanê xwe ji bîr nekin ez ji we tika dikim girîngî û qîmeta herî zêde bidin zimanê xwe.
Ezê çend mînakan jî ji dema zaroktiya xwe bidim,yanî salên 90’î. Ew ên ku li berî salên 90’î ji dayik bûne yanî salên ‘80,70,60 û hwd bûne van gotinên ku salên 90’î de hatine afirandin nizanin. Yanî piştî ku hate afirandin,ew hîn bûn. Û dema em mînakên salên 2000’î û vir de bidin,di wir de jî yên berî 2000’î kes nizane,paşê hîn dibin. Ji ber ku wan ew neafirandiye,zarokên wê demê kî bin wan afirandine û mezin ji wan zarokên wê demê dibihîzin û hîn dibin.
Çend mînak;
Dolaba Gul
Heqî Bîrgul
Ava çem kaniya
Xiyasedîn Namiya
Simlê cê (simbilê ceh)
Xidir Xecê
Ev hersê mînak jî bi navê jin û mêrên hev in.
Pirûze
Derpê xwe bixe bimîze
Perîşan
Gilik nîşan
Ev herdu mînak jî bi navê du jinan in.
Mînakên salên 2000’î û vir de.
Nonê qatme
Tajdîn Fatme
Du kîlo bîber
Seytxan Dîlber
Yek du sê
Tajdîn kete hepsê.
Ga yê Ûso
Mito Mûso.*
Ev mînakana ji aliyê zarokên ji salê 2000 û vir ve hene hatine afirandin. Di mînaka dawiyê de (*) em cudahiyekî dibînin “Ûso” kurê Mito û Mûso ye. Mînakên din gişk navên jin û mêrên hev in lê di vê mînakê de navê zarê wan jî tê de ye. Bi biryara lêkolîna vê mijarê ve ez van tiştan hînbûm. Ji ber ku dema zarokên kurdan mezin dibin yan diçin dixwînin yan jî diçin li bajarên dûr dixebitin,ji civak û çanda xwe dûr dikevin. Ez jî ji wan zarokan yek im. Ew zarokên ku gund de dimînin van gotina diafirînin û dibin mînak ji yên ku li paş wan tên re. Bi hêviya ku zarokên kurdan temendirêj û emrekî salih bijîn, zimanê kurdî jî her û her zindî û berhemdar be.
Firat Keklîk[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,852
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://candname.com/
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 17-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 儿童
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 17-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on17-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):17-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,852
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 17-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,236
图片 105,550
书籍 19,127
相关文件 96,190
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!