הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,436
תמונות 105,695
ספרים 19,153
קבצים הקשורים 96,398
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Em ê tu caran bêhêvî nebin
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Em ê tu caran bêhêvî nebin

Em ê tu caran bêhêvî nebin
Bi boneya 8’ê Gulanê Roja Dayikan em çûn serdana Meclisa Dayikên Aştiyê û me bi endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya #Amed#ê re hevpeyvîn kir. Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Dayikên Aştiyê ji sala 2013’an û vir ve ji bo aştiyê têdikoşin. Ev meclis ji dayikên kurd ên kezebşewitî pêk tê û çîroka her dayikekê kezeba mirov jî bi xwe re dişewitîne û bang li wijdana mirovahiyê dike ku piştgiriya daxwazên wan bike.
Kesên ku herî zêde tadayî, sêfîliya şer û pevçûnan dibînin jin in. Lewre me xwest bi boneya vê rojê bi Emîne Deniz re biaxivin ku ew ji destpêka damezrandina Meclisa Dayikên Aştiyê ve yek ji endamên vê saziyê ye.
Her sal roja dayikan di 8’ê gulanê de tê pîroz kirin, wekî dayikekê tu di karî hestên xwe bi me re par vebikî?
Roja Dayikan rojeke pîroz û biwate ye. Lê ji bo dayikên kurd mixabin me rojeke xweş ji xwe re nedîtiye. Hema bêje di hemû salvegerên Roja Dayikan de yan şer û pevçûn hene, yan cenazeyên zarokên me bi ser me de tên an jî tadayî û zilm li zarokên me yên di zindanan de ne, tê kirin. Lewre jî dikarim bêjim ku me wekî dayik rojeke xweş ji xwe re nedîtiye.
Di demên asayî de hemû dayik li hêviya zarokên xwe ne ku gulekê bidin destê wan an jî bi şêweyekî dilxweşkirinê roja wan pîroz bikin. Mixabin me tu caran ew roj nedîtiye. Ji ber ku di hemû salvegerên vê rojê de em xemgîn in û li şûna pîrozbahiyê rojên reş bi ser me de tên. Ez vê rojê li hemû dayikên cîhanê pîroz dikim û bi taybetî li dayikên kurd ên kezebşewitî pîroz dikim. Em bi şev û roj ji xwedayê xwe hêvî û lava dikin ku aştiyeke bi rûmet pêk were û dayikên me jî wekî yên hemû cîhanê bikaribin Roja Dayikan bi dilekî xweş pîroz bikin.
Desthilatdarî çav û guhên xwe ji bangên we yên aştiyê re digire dîsa bi israr hûn bangên xwe yên ji bo aştiyeke bi rûmet dubare dikin, sedema vê israrê çi ye?
Di hemû şer û pevçûnan de herî zêde zilm û zordarî li dayikan dibe. Lewre jî dayik ji her kesî bêtir ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin. Me tevan dît çawa cenazeyê dayê Taybet li kolanê hate hiştin ku heta zarokên wê jî nikarîbûn xwe nêzî wê bikin û cenazeyê wê ji erdê rakin. Ne tenê di şer û pevçûnan de, em îro di jiyana xwe ya rojane de jî dibînin ku çi zilm û zordarî li jinan tê kirin. Her kes dibîne ku çawa rojane bi behaneyên cuda jin tên kuştin. Çawa bi erdê ve kaş dikin, di nava kolanan de tên kuştin. Mixabin heta niha hemû bang û qîrînên me yên ji bo aştiyê bêbersiv dimînin. Desthilatdarî xwe li hemberî daxwazên me yên aştiyê kerr û kor dike. Ne tenê çavên xwe ji bangên me re digirin, ji jinên her roj li kolanan tên kuştin, tewazkirin û tacîzkirin re jî digirin û bêdeng dimînin. Em vê helwestê şermezar dikin û em ê hertim li dijî vê hişmendiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Armanca avakirina Meclisa Dayikên Aştiyê çi bû?
Armanca avakirina Meclisa Dayikên Aştiyê jixwe wekî ji navê wê jî diyar dibe, me ev meclis ava kir da ku dayik di bin banê wê de werin birêxistinkirin û ev sazî bibe dengê daxwazên dayikan. Daxwaza sereke ya dayikan aştî ye, lewre bi wê armancê hate avakirin û bi wê armancê em kar û xebatên xwe di bin banê vê saziyê de dimeşînin. Me got ku şer li ku derê hebe, em ê têkevin navbera şer û hewl bidin ku wî şerî rawestînin. Bi rastî gelek caran em ketin navbera şer û pevçûnan, me laçikên xwe yên spî şewitandin, me li Enqereyê laçikên xwe avêtin û me got bila ev şer raweste. Tevî hemû astengiyan, zextan ku niha hin dayikên me di zindanan de ne jî lê em tu carî dest ji daxwazên xwe bernadin. Heta em hebin em ê aştiyê bixwazin û em ji vê armanca xwe venagerin. Daxwazên me mafdar û hêja ne, bi izna xwedê em ê bi ser bikevin.
Li gorî baweriya we çima desthilatdarî bersiva bangên aştiyê nade?
Ji bo daxwazên xwe me serî li gelek deveran da, cihek nema me serî lê neda. Ji bo ku em dengê xwe bigihînin rayedarên dewletê em çûn Enqereyê, çûn ba wezîrê dadê, çûn ba serokwezîr, ji bo ku em dengê aştiyê bigihînin wan bi hefteyan me çadir vegirtin û gelek çalakiyên din lidar xistin. Me bang li her kesî kir lê kesekî dengê me nekir. Em bi destê vala vegeriyan. Lê em tu caran bêhêvî nebûne û em gavan bi paş de navêjin, dîsa jî li ku dibe bila bibe dema em dibînin tadayî, zilm û zordariyeke li jinekê dibe em diçin wir, piştgiriya xwe didin nişandan û xwedî li wan derdikevin. Em her û her li dijî zilm û zordariyê rawestiyane û em ê her tekoşîna xwe bi vî rengî berdewam bikin. Em ê tu caran bêhêvî nebin û ji daxwaza xwe ya aştiyeke birûmet gav bi paş de neavêjin. Piştî tengasiyan firehî ye, helbet wê rojekê aştiyeke birûmet li vî welatî jî pêk were.
Bi munasebeta roja dayikan, wekî Meclisa Dayikên Aştiyê daxwaz û hêviyên we çi ne ?
Em di medyayê de dibînin ku hewldanên dewletê yên navbenkariya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hene. Rayedarên vê dewletê di nava gelek hewldanan de ne ku şerê di navbera wan herdu dewletan de raweste, pirsgirêkên xwe bi riya diyalogê çareser bikin. Dixwazin di navbera wan herdu welatan de aştiyê pêk bînin.
Em jî dibêjin ji xwe çareseriya herî baş diyalog û aştî ye, çima hûn ji xelkê re aştiyê dixwazin, çima hûn ji xwe re aştiyê naxwazin. Ma em ne birayên hev ê misilman in, ma em bi hev re ne li welatekî dijîn. Çima hûn bi rêyên aştiyane nêzî Ukraynayê dibin û destê we digihêje heta Ukraynayê, lê çima destê we nagihêje kurdan. Her roj behsa kuştî û qurbaniyên şerê Ukraynayê tê kirin, zarokên me jî tên kuştin, ma zarokên me ne mirov in. Em bang li rayedarên dewletê ku bi çavê li Ukraynayê dinêrin li me jî binêrin û êdî qîrînên dayikan ên ji bo aştiyê bibihîzin.
Çi ferq û cudahî di navbera pîrozkirina Roja Dayikan li ba dayikên kurd û yên tirk heye, hûn çawa pîroz dikin ew çawa pîroz dikin?
Dema ku em bala xwe bidin rewşa dayikên kurd, wê gavê em ê ferq û cudahiya di navbera pîrozkirina dayikan de jî bibînin. Dayikên me yan zarokeke xwe winda kiriye û hestiyên wî/ê nayê dîtin an di zindanê de ye yan jî ji ber zilm û zorê bi çol û çiyan ketiye. Dayikeke wiha dê çawa vê rojê pêşwazî bike. Lewre jî her sal ji ber vê rewşa ku gelê me tê de dijî em di wê rojê de tu caran kêfxweş nabin, em di wê rojê de xemgîn dibin û çavên xwe li zarokên xwe yên winda digerînin.
Em çavên xwe li zarokên xwe yên li zindanan digerînin. Di vê rojê de li ba gelên din zarokên wan kulîlkan didin destê dayikên xwe lê em di wê rojê de diçin ser gora zarokên xwe. Heta ev bi destê gelek dayikan jî nakeve, ji ber ku gora zarokê wan jî tune ye.
Zarokên me di goran de jî nahêlin, gorên wan xera dikin. Di hemû rojên 8’ê Gulanê Roja Dayikan de çavên hemû dayikan li hêviya zarokên wan e ku gulekê diyarî wan bikin lê mixabin dayikên kurd di vê rojê de hinek li hestiyên zarokên xwe digerin, hinek jî li hêviya serbestberdana wan a ji zindanan in.
Bang û daxwaza we ji bo hemû dayikan çi ye ?
Wekî berê jî me behsa helwesta ji şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê kir, ez beriya her tiştî bang li Emîne Erdogan dikim. Beriya çend rojan digot bila şerê Ukrayna û Rûsyayê bisekine zarok tên kuştin. Tu jî dayik î! Çima dilê te bi zarokên Ukraynayê dişewite lê bi zarokên kurdan naşewite. Ma zarokên me jî ne mirov in. Ma dayik û bavê zarokên me jî tune ne, ma kezeba dayikên me jî li ser zarokên wan naşewite? Madem tu dayik î û ji bo zarokan bang dikî, bangekê ji bo zarokên me jî bike, bila ew jî neyên kuştin, zindankirin û îşkencekirin.
Çawa ku em naxwazin dilê dayikên kurd bişewite û hêsir ji çavên wan bê, em naxwazin hêsirek ji çavên dayikên tirk jî bê, em naxwazin hêsirek ji çavên tu dayikekê bê.
Şer û pevçûn ji tu kesî re tiştekî baş û pak nayne. Şer û pevçûn herdem bi xwe re xemgînî, kuştin û malwêraniyê tîne. Em dîsa bang li hemû dayikên tirk dikin ku destê xwe bidin destê me, ne zarokên me bên kuştin û ne yên wan bên kuştin.
Ez bang li hemû dayikên kurd, ereb, tirk û hemû dayikan dikim ku destê xwe bidin hev û ji bo aştiyê bi qîrin. Dawiya hemû şer û pevçûnan aştî û lihevhatin e, ne bi şer û pevçûnan lê bi diyalogê mirov dikare hemû pirsgirêkan çareser bike.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 402
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
פריטים המקושרים: 2
ביוגרפיה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-05-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 13-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 13-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 13-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 402
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,436
תמונות 105,695
ספרים 19,153
קבצים הקשורים 96,398
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.593 2!