图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdî jî mîna kurdan li ber xwe dide
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdî jî mîna kurdan li ber xwe dide

Kurdî jî mîna kurdan li ber xwe dide
Di 15’ê Gulana 1932’yan de hejmara yekemîn a #kovara Hawarê# li paytexta Sûriyeyê, Şamê derket. Kovara Hawarê wekî kovareke wêjeyî , hunerî û bi alfabeya latînî ji aliyê zimannasê kurd #Celadet Alî Bedirxan# û hevalên wî ve hate amadekirin. Lewre jî kurd roja 15’ê Gulanê wekî roja cejna #zimanê kurdî# pêşwazî dikin û her sal roja 15’ê Gulanê bi şêweyên cuda tê pîrozkirin. Bi boneya vê rojê û ji bo ku em rewşa zimanê xwe ya roja îro binirxînin, me ev hevdîtin bi hevseroka Enstituya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan re kir.
Tu rewşa zimanê kurdî ya îro li bakurê Kurdistanê çawa dinirxînî?
Zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê ji ber nefermîbûnê pê re jî em dikarin bibêjin nebikarhatina di perwerdehiyê de hwd. ne di rewşeke wisa de ye ku bêhna me pê fireh bibe. Kurdî jî mîna kurdan li ber xwe dide. Dijwarî û xetereya herî mezin ew e ku di nav nifşên nû de zimanê me kêm tê veguhastin û ev rewşa nebaş jî her diçe berbelavtir dibe, ji ber ku perwerdehiya bi tirkî ne wekî di nav nifşên berê de ye, nifşên îroyîn zêdetir di vê perwerdehiyê re derbas dibin û zarok her diçin di temenekî biçûktir de dest bi dibistanan dikin ku zimanê wan bi tirkî ye – di wextekê de ku zarokan hîna zimanê dayikê needilandiye di mêjiyê xwe de, tirkî dikeve jiyana wan û ev jî asîmîlasyoneke kûrtir bi xwe re tîne. Her wiha dorpêçkirina kurdan a ji hêla dewleta tirk ve bi xwe re dorpêçkirina ziman jî wek tesîreke layekî tîne. Her çi qasî di vî warî de teknolojiyê hin derfet derxistibin pêşiya kurdan jî, ev derfet heta kîjan astê digihêjin kesan û çi qasî ji bandora dorpêça neyînî xelas dibe, ev jî cihê nîqaşê ye. Çawa gotineke dawî, em dikarin wiha bibêjin ku bandora asîmîlasyonê her diçe bi awayekî xedartir li ser kurdan çêdibe, meseleya veguhastina ziman a bo nifşên nû jî tiştekî wisa ye ku kurd divê bi taybetî li ser bisekinin û kurdî divê xwedî qadekê be ku bikare tê de bêyî krîmînalîzekirin, bêyî reşkirin û bêyî zorlêkirinê were bikaranîn – bi gotineke din divê kurd û kurdî xwedî statuyekê bin.
Di warê bikaranîna zimanê kurdî yê nivîskî de, di sazî û dezgehên ziman û çapemeniyê de, pirsgirêkên me yên sereke çi ne û çareserî çi ye?
Ji hêla rastnivîsînê ve qeyd û rêbazên ku em wek bingeha rastnivîsîna xwe dipejirînin ji hev cihê ne heta radeyekê. Li hember rûniştina rê û rêbazên rastnivîsînê ev yek hin kêşeyan derdixe holê. Belê, xebat li ser vê yekê hatine kirin û divê mirov vê yekê bibêje lê xebatên nûderketî meylên berbelav û kêm zêde rûniştî yên berî xwe yan paşguh dikin an jî tiştên gelek berevajî wan pêşniyar dikin di hin xalan de. Ev yek jî nahêle ku di vî warî de lihevgirtinek pêk were. Dîsan jî her hewldayîna di vî warî de rêya xebateke nû vedike.
Bi ya min, pirsgirêka herî mezin nebûna perwerdehiyeke berbelav a bi rêya saziyên fermî ye. Bi ser de jî perwerdebûyîna bi zimanekî din e ku di bin navê zimanê fermî de dikeve mêjî û hişmendiya kurdên li bakurê Kurdistanê. Ev çima girîng e? Wexta ku em bi zimanê xwe perwerde nebin, em bi wêjeya heyî kêm dihesin, hewldayînên li ser rastnivîsînê, rêzimanê û gelek warên nivîskî hem bê piştgirî hem jî kêm dimînin û bi tenê li ser hewl û fedakariyên kesan û hin saziyan dimînin ku piraniya wan li gorî sazî û dezgehên fermî bi çavkaniyên gelek sînordar kar dikin. Nebûna perwerdehiyeke navendî û kêm zêde rêkxistinbûyî rê li ber cudahiyan (bi gotineke şênbertir, şêweyên cuda yên nivîsîna peyvan, di warê qaîdeyên rastnivîsînê yên bingehîn de şopandina rêzikên gelek ji hev cuda hwd) vedike û jêhaybûna gencîneya kurdî ya peyvan asteng dike. Çareseriya gelek ji van kêşeyan di vegotina pirsgirêkan de jî diyar e, qadeke azad a ji bo kurdî ye û perwerdehiya bi kurdî ye; bi kurtasî şikandina zîncîrên kurdî ye ku ji hêla pergala heyî ve tên avakirin.
Kurd çawa dikarin pêşî li asîmîlasyonê bigirin an jî bi kêmanî xwe jê biparêzin?
Kurd bi kurdî jiyînê dikarin pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Li vir mebest ne li ser zimên axaftin e lê bi zimên axaftin e. Bi awayekî divê em rê û rêbazên vê yekê biafirînin û tetbîqî jiyana xwe bikin. Bi biçûkên xwe em dest bi vî tiştî bikin. Veguhastina ziman a bo zarokan tekane rê ye ku kurdî zindî bimîne û xwe biparêze. Û em nikarin bibêjin ev tenê têrê dike. Divê metnên zanistî, pisporiyê û her qada jiyanê werin afirandin, gelek werger werin kirin û kurdî ne tenê di malê de be. Em derê malê vekin û kurdiyê bi xwe re tevî her warê jiyanê bikin. Û bi rik, bi inyad û bi engirîn daxwaza fermîbûna kurdî bikin. Helbet sekneke rêkxistinbûyî û bibiryar dê bi awayê herî zelal vê yekê bîne ziman. Bi kurt û kurmancî, li gorî serdema ku em tê de ne divê rêyên berxwedana kurdî jî cur bi cur bin û em bi rastî jî bi kurdî bijîn û zimanê xwe kêm û wekî tiştekî duyemîn / talî nebînin.
Li gorî daneyên UNESCO’yê, her sal bi dehan ziman winda dibin û tên jibîrkirin. Ev talûke ji bo zimanê kurdî jî heye, çawa mirov dikare zimanê xwe biparêze?
Helbet heye. Kurdî zimanekî wisa ye ku heta niha gelek pêkutî û zordarî li ser hatine kirin, hatiye qedexekirin û hatiye û hê jî tê biçûkxistin. Niha li Bakur û rojhilatê Kurdistanê rewşeke ne xweş heye ji vê hêlê ve. Zimanê me ji gelek qadên jiyanê hatiye û tê vederkirin û bi malê ve hatiye sînorkirin û zimanên serdest dikin ku serdestiya li nav malê jî ji destê kurdî bistînin û mixabin heta radeyekê bi ser dikevin jî. Ji bo ku em bikarin pêşiya vî tiştî bigirin, divê em zimanê xwe hîn bibin, di her warê jiyanê de bi kar bînin û ji bo ku astengên li ber bikaranîna kurdî ji holê rakin, hertim di nav têkoşînekê de bin, bi awayekî yekgirtî li pey mafên xwe bin û di her warî de tiştên ku dikevin ser milê xwe bikin. Tiştê herî bingehîn em bi zimanê xwe bijîn, hînî zarokên xwe bikin, piştgiriya sazî û dezgehên ziman bikin û vê yekê ji bîr nekin ku zimanê me dihêle ku em bibêjin em kurd in.
Li cîhanê civakên ku rewşa wan nêzî ya kurda ye ew zimanê xwe bi çi awayî didin jiyandin?
Li cîhanê civakên ku rewşa wan dişibin ya Kurdan di gelek qadan de têkoşînê didin ku ziman ji biçûkxistinê (kêmkirina prestîja ziman) rizgar bikin, qada bikaranîna ziman berfirehtir bikin, ziman bikin qada perwerdehiyê, teknolojiyê û bo zarokan herî kêm duzimanîbûneke bi hevsengî pêk bînin. Ev zimanên di rewşeke wiha de kêmtir in ji ber ku gelek welat êdî gavên ber bi pirzimaniyê diavêjin, ji pratîkên wekî qedexekirinê û bêrûmetkirina zimanan dûr dikevin lê mixabin ev yek hê jî astengeke li hember kurdan û kurdî. Heke em guh bidin çend gotinên zimannas David Crystal û çend pêşniyarên wî li rewşa xwe bînin, ji bo berevajîkirina wê meyla ber bi zelîna ziman (language shift) ve ye divê em çend tiştan bikin: 1) Divê em rê li ber her awayê kêmtirkirina prestîja kurdî û biçûkxistina wê bigirin; 2) Em bikin ku kurdî di qada perwerdehiyê de bi awayekî xurt cih bigire – di rewşa nebûnê de jî kurd ji xwe re alternatîfên xurt biafirînin, yên heyî bihêztir bikin; 3) ji teknolojiyê sûdê wergirin û bi awayekî çalak derfetên wê bi kar bînin.
Helbet herî dawî pariyekî mezin ê vî karî li ser milên me dimîne ku em zimanê xwe ji xwe veneqetînin, her qada jiyanê ku em lê ne divê em zimanê xwe tê de çalak û karîger bikin û bi zimanê xwe bijîn. Heke em dibêjin zimanê me nasnameya me ye, wê demê em bi rastî jî xwe wisa nîşan bidin; bila ne tenê di dirûşman de, di rastiyê de jî hebe. Çawa ku ken, êş, girî û şerên me bi zimanê me be, bila pisporî, zanist û jêhatîbûna me jî bi zimanê me bi xwe be. Berî her kesî/ê em qîmet û nirxê bidin zimanê xwe, ziman jixwe hêja ye, em hêjayî zimanê xwe bibin.
Çima desthilatdar ew ewqasî dijminahiya zimanê kurdî dikin, mînakên demên dawî jî me dît ku çawa qeyûman herî pêşî êrîşî ziman kirin, herî dawî jî li Erziromê komeke mamoste çawa bi rengekî hekaretwarî wêneyê xwe li bin tabeleya bajêr ya ku dibêje ‘Hûn bi xêr hatin’ li ser medyaya dijîtal parvekiribûn û bûbû cihê nerazîbûna kurdan, tu çawa van nêzîkatiyan dinirxînî?
Ji hêla desthilatdaran ve sedem zelal e ew naxwazin kurdî di nav civakê de xwedî prestîj be û dixwazin ew ji holê rabe. Tu hertim rasterast bi hêrîşan vî tiştî nakî ku desthilatê ji dema avakirina Komara Tirkiyeyê heta roja îro bi salên dûv û dirêj ev yek jî pêk aniye û bi her cure çekên xwe (kuştin, qirkirin, tunehesibandin û asîmîlasyon (bişaftin) hêrîş biriye ser kurdî û kurdan. Piştî van hemû tiştan û bişaftineke tund, bi xêra berxwedan û têkoşîna kurdan bi mecbûrî xwe hinekî ji van tiştan kişandine lê hê jî bişaftineke çandî û sergirtî karê xwe didomînin, ev bêrêziya du sê mamosteyan ne tenê bêrêziya wan e, ev yek helwesta pergalê û desthilatê bi xwe ye ku xwe dide der. Ev kesên ji rêzê hêza xwe ji hemû hewlên reşkirinê yên ji hêla desthilatê ve tên nîşandan, hemû pêkutî û zordariya li ser kurdan û destdirêjiya li ser mafên wan digirin û ev helwesta desthilatê rû û cesaretê dide van kesan ku bi awayên cur bi cur û ji hêla kesên cuda cuda ve hema hema bi awayekî sîstematîk carê yekê bi van kiryaran derkevin pêşberî kurdan. Tiştê ku vê rewşê ji yên berî niha xirabtir dike sifeta van kesan e; qaşo ev kes bi perwerdehiya zarokan re têkildar in û bi destê desthilatê ve li wan deran karê perwerdekirinê bi cih tînin! Hemû tirs ji azadiya kurdan e û daxwaza wan a welatekî azad e. Ew tiştên din hemû girêdayî vê yekê ne.
Meseleya qeyûm û netehemulkirina kurdî jî ne meseleyeke dûrî aqil e, ji ber ku ev kes wexta ku temsîlkarên kurdan bi darê zorê ji hêla desthilatê ve ji erkên xwe hatin dûrxistin hatin ser kar û peywira ku dewletê daye wan bi cih tînin. Ew jî çi qasî ji destê wan tê kurdî û kurdayetiyê ew qasî ji qada giştî dûr bixin, kurdî dîsan di nav dîwarên malê de asê bikin û nehêlin kurdî bi tu awayî xwedî qadekê be ku tê de bi rehetî were bikaranîn, neyê vederkirin an jî tunehesibandin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,388
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 12-05-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,388
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!