Sala nû ya perwedehiyê wê di 12’ê îlonê de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dest pê bike. Înisiyatîfa Zimanê Kurdî ya ji gelek sazî û dezgehan pêk tê ji bo ku di sala nû ya perwerdehiyê de balê bikişîne ser astengkirina mafê perwerdehiyê yê zimanê kurdî îşev li ser Twîtterê di saet 20.00’an de bi taga EmPerwerdehiyaBiKurdîDixwazin kampanyayeke biwêne dide destpêkirin.
Însiyatîfa Zimanê Kurdî bang kir ku hemû sazî, rêxistin, derdor û gelê kurd ji bo xwedîliderketina zimanê xwe tev li vê çalakiyê bibin û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin. Her wiha Înisiyatîfê diyar kir ku ji bo çalakiya wan encamgir be divê her kes di heman saetê de (20.00), tagê û wêneyên ku dê bên parvekirin li ser hesabên xwe yên Facebook, Instagram, Whatshap û Twîtterên xwe parve bikin.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,736 keer bekeken