Şêniyên navçeya #Til Birak#ê sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş ê ku di Pêngava Mirov û Ewlehiyê de li kampa Holê şehîd bûbû.
Bi dehan şêniyên navçeya Til Birak, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl çûn gundê Şîhe yê rojavayê navçeyê û sersaxî ji malbata şehîd Samir Berxeş re xwest.
Di merasîma sersaxiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Şuca El Hasir axivî û got: “Em bi şehadeta şehîdên xwe serbilind in ku ji bo parastina ax û welatê xwe canê xwe feda kir.”
Piştre endama Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (#PYD#) Efaf El Salih axivî û got: “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdên xwe ditewînin ku canê xwe yê pak feda kir û bi xwîna xwe ya bêhna azadiyê jê tê, axa vî welatî av da.”
Di merasîma sersaxiyê de, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî jî axivîn, rola şehadetê û şehîdan silav kir û soza şopandina rêya şehîdan da.
Şehîd Samir Berxeş şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû û di 8`ê Îlonê de di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Hol şehîd bû.
(dm)
ANHA
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,846 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!