图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,356
图片 105,642
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
HPG’ê şehadeta 3 gerîlayan ragihand
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

HPG’ê şehadeta 3 gerîlayan ragihand

HPG’ê şehadeta 3 gerîlayan ragihand
#HPG#’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 29’ê Hezîranê de li herêma Cîloyê êrişek kiribû û di wê êrişê de gerîla Çekdar, #Arjîn û Avent# şehîd bûne diyar kir ku “Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman re û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê şehîdbûna gerîlayên bi navên Çekdar, Arjîn û Avent de agahî dan.
Di daxuyaniyê de wiha ahte gotin:
“Di 22’yê Hezîrana 2022’an de di êrişên artêşa Tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên li herêma Cîloyê jî hevalên me Çekdar, Arjîn û Avent şehîd bûne.
Ev hevalên me demeke dirêj li herêma Cîloyê bûn û bi têkoşîna xwe derbên giran li dijmin dan. Em ê tola hevrêyên xwe Çekdar, Arjîn û Avent ên ku fermandarên hilbijartî û ciwan ê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bûn, bistîninn û em sozê didin ku em ê têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.
Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Çekdar Gabar
Nav û paşnav: Ferhat Acar
Cihê jidayikbûnê: Kocaelî
Navê dê û bav: Behîcan – Adil
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’an, Cîlo
***
Nasnav: Arjîn Çinar
Nav û paşnav: Hatîce Dînç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Melîha – Necmettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’an, Cîlo
Nasnav: Avent Şikefta
Nav û paşnav: Şehristan Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Ayşete – Îzettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’an, Cîlo
#ÇEKDAR GABAR#
Hevrê Çekdar bi eslê xwe ji #Cizîr#ê ye û li Kocaeliyê ji dayik bûye lê piştre malbat vegeriyaye Kurdistanê û ew jî li Cizîrê mezin bûye. Ji ber ku li Cizîrê mezin bûye û xizmên wî tevlî nav refên gerîlayan bûye, ev tişt bûne sedem ku ew partiya me PKK’ê nas bike. Ew bi çîroka destanwerî ya fermandarê pêşeng ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurditanê Egîd-Mahsûm Korkmaz- mezin bûye û ji ber vê heyraniya hevrê Çekdar a li hemberî gerîla zêdetir bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav xebatên ciwanan bûye û di dema xebatên ciwanan de bi helwesta xwe ya radîkal û tarza xwe ya rêxistinî bandor li ser hevalên xwe kiriye û gelek ciwan bi têkoşîna me ya azadiyê daye naskirin. Dema ku DAÎŞ’ê êrişî gelê me yê li Rojava kir û dewleta Tirkiyeyê piştgirî da van êrişan ew gelekî hêrs bû. Dema ku gelê me ji bo Kobanê dest bi seferberiyê kir û dewleta Tirk qetlîam kir, dijmin hevalekî hevrêyê me Çekdar qetil kir, hevrê Çekdar kete nav têkoşîneke çalak. Hevrê Çekdar ji bo tolhildana gelê me û hevalê xwe yê hatiye qetilkirin tevî 5 hevalên xwe di sala 2014’an de li Cûdî tevlî nav refên gerîlayan bû.
Heval Çekdar perwerdehiya şervanên nû li Garê dît û piştre derbasî qada Cîloyê bû ku ew ê temamê jiyana xwe ya gerîlatiyê li wir derbas bike. Hevrê Çekdar bi têkiliyên hevrêtiya ku gerîla bi kedeke mezin û fedakariyê ava kirine, bi prensîbên jiyana komunal û jiyana gerîla ve hatiye girêdan. Hevrê Çekdar bi perwerdehiyên ku stendiye, di kesayetiya xwe de guherînên mezin çêkiriye û ji bo avakirina kesayetiya Modernîteya Demokratîk têkoşiyaye. Bi vî aliyê xwe bûye milîtanekî mînak. Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên gerîla di qadên taktîka leşkerî û pisporiyê de xwe perwerde kiriye. Bi perwerdehî û tecrubeyên xwe bûye gerîlayekî jîr û çûye qada Cîloyê ya ku qadeke herî tund û xweş a Kurdistanê ye û li vir bi qasî 7 salan têkoşiyaye. Li vê qadê di nav gelek çalakiyan de cih girtiye û derbên giran li dagirkeran xistiye, berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Bi şer û tecrubeyên jiyanî yên li qada Cîloyê stendiye bûye fermandarê herî ciwan û bi îddîa yê serdema nû. Hevrê Çekdar bi şehadeta xwe talîmata têkoşîna zêde û pêkanîna azadiya gelê me daye me hevalên xwe. Em soza xwe dubare dikin ku heta ku em vê talîmata fermandarê xwe yê hêja pêk bînin em ê têkoşîna xwe geştir bikin.
ARJÎN ÇINAR
Heval Arjîn li navçeya Çinarê ya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wê girêdayî nirxên civakî bûye, ew jî bi vê çanda civakî mezin bûye. Girêdana civaka Kurd a bi ziman, çand û axa xwe, di kesayetiya heval Arjîn de şênber bûye. Ji ber vê li hemberî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin bûye xwedî reflekseke xwezayî û tu carî ev polîtîka qebûl nekiriye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava êrişî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kiriye û qetlîam kiriye, vî tiştî bandoreke mezin li ser wê kiriye. Dema ku dewleta Tirk yekser piştgirî da van êrişan û li Bakurê Kurdistanê gelê me li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk rabû serhildanê, heval Arjîn jî nerazîbûna xwe ya bêdeng veguherandiye çalakiyê.
Heval Arjîn piştî ku nav refên gerîlayan bû, di serî de derbarê jiyana çiya û gerîlayan de tengijîbe jî bi saya alîkariya hevalên xwe ev dijwarî derbas kiriye û ji bo ku layiqî vê jiyana manevî bibe, tişta ji destê wê hatiye kiriye. Bi dayîna kedê re ew bi jiyana çiya û gerîla re bûye yek. Di heman demê de heval Arjîn ji bo ku li gorî prensîbên xeta jina azad bijî û wê bike parçeyekî bingehîn ê jiyanê her dem xwe perwerde kiriye. Ji bo ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng wê her dem lêgerîna xwe kûr kiriye. Piştî ku demekê li Garê maye, derbasî qadên Cîlo û Zapê bûye û li vir tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye. Heval Arjîn di dema şer de ji ber şehadeta hevrêyên xwe, hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêdetir bûye û fêm kiriye layiqbûna hevrêyên xwe bi tolhildanê dikare pêk bîne. Li ser vî esasî wê dest bi perwedehiyên pisporiyê kiriye. Wê bîranîna hevalên xwe yên şehîd û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye rêber û hemû dema xwe daye derbên xurt ên li dijî dijmin. Ew li qada Cîloyê tevlî gelek çalakiyên xurt bûye û hewl daye peywira ku dîrokê daye gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk bîne. Heval Arjîn bi sade, paqijî û kesayetiya xwe ya xwezayî heta dawiyê girêdayî nirxên azadiyê bû. Em ê tola hevala xwe Arjînê bistînin û jiyana azad a ku xeyalên wê teqez pêk bînin.
AVENT ŞIKEFTA
Eşîra Torî ku yek ji eşîrên bi kok û welatparêz ên Kurdistanê ye, bi partiya me PKK’ê re hîn bêtir xwedî li ziman û çanda xwe ya ku bi sedsalan parastî derket û ji bo gelê me ji qirkirinê rizgar bibe, li dijî êrişên dijmin şer kiriye û ji bo rizgarbûna wê ji pençeya qirkirinê têkoşiyaye. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re bi sedan zarokên wê yê leheng tevlî vê têkoşînê bûn û careke din erkên xwe yên welatparêzî bi cih anîn. Hevrêyê me Avent ku di malbateke ji eşîreke wiha welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, bi vê zanabûnê mezin bûye. Ji ber tevlîbûnên ji malbata wî ya di nava têkoşîna azadiyê de, firsend dît ku partiya me PKK'ê baştir nas bike û ji jiyana watedar a PKK'ê afirandî bandor dibe. hevrê Avent ku di sala 2015’an de dema ku li ser gelê me êriş û qetlîamên dijwar pêk hatin, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da, bi zanabûna ku bi tevlîbûna ciwanên Kurd a nava refên gerîla dikare tola van komkujî û êrişan bê hilanîn tevgeriya.
Hevrêya me Avent di demeke kin de bi hêza tevlîbûna nava refên gerîla dayî perwerde dît û bû gerîlayeke jêhatî. Hevrêya me Avent ku di demeke kin de bi bidestxistina ezmûnên bi salan xwe ji şer re amade kir, ji bo bersivdayîna êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yên li herêma Kerkûkê, derbasî vê qadê bû. Weke milîtanekî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bersiv dayina êrişên li dijî gelê me li her devera Kurdistanê erkê xwe yê bingehî didît, li herêma Kerkûkê li dijî çeteyan şerekî efsaneyî birêve bir û di paqijkirina Kerkûkê ji çeteyan de roleke girîng lîst. Piştî ku herêma Kerkûkê ji çeteyan hat paqijkirin, hevrêya me Avent ku erka xwe bi serketî bi dawî kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, xwest ezmûna xwe ya leşkerî bixe pratîkê. Ji ber vê yekê derbasî Zapê ku şerê germ li dijî êrişên dagirkeriya Tirk re dewam dikin bû. Bi pratîka xwe ya serketî ya li Zapê, erka fermandariya tîmê ku di gerîlatiya serdema nû de xwedî erkekî girîng e, girt ser xwe. Ji bo ku bikaribe vê erka xwe bi serketî bi cih bîne, kedeke mezin da û tevlê gelek çalakiyên li dijî dagirkeriyê hatin pêşxistin bû. Her wiha ji bo pêşxistina hevalên xwe yên ku bi hev re têkoşiyane jî kedeke mezin daye. Hevrêya me Avent ku di şer de bi cesaret û sekna xwe ya têkoşînê hêz û moral dida hevrêyên xwe, weke fermandara pêşeng a YJA Starê ev erk bi rêk û pêk bi cih anî. Hevrêya me Avent ku di xeta azadiya jinê de xwe her tim bi pêş dixist û her roj di kesayeta xwe de veguhertinên girîng diafirand, pîvanên azadiya jinê yên bi keda Rêbertiya me û bi hezaran şehîdan hatine afirandin kiribû esasên jiyana xwe. Hevrê Avent ku bi bawerî û dilsoziya xwe ya bêdawî ya ji Rêbertiya me, şehîd û hevrêtiyê re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak dihat girtin, çawa ku bi pratîka xwe ya serketî ya li Cîlo gelek operasyonên dijmin vala derxist, di heman demê de bi çalakiyên ku wê pêşengiya wan kir kariye derb li dijmin bixe.
Hevrêyên me Çekdar, Arjîn û Avent ên ku hêviyên dijmin ên dagirkeriyê şikandin û ji bo gelê me bûne çavkaniyeke mezin a moralê, heta kêliya ku gihiştin şehadetê bi têkoşîna xwe bûne sedem ku em tê bikoşin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman re ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览925
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 09-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 军事
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 09-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):09-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览925
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.15 KB 09-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,356
图片 105,642
书籍 19,138
相关文件 96,355
Video 1,306
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!